SIWARÎ Û MURTULE BEG -2

SIWARÎ Û MURTULE BEG -2

Me duh beşa pêşin a serpêhatîyeke nivîskarê kurd yê navdar, wezîrê komara Ermenîstanê Nado Maxmûdov raberî we kir, ku derheqa mêrxasîya Murtule begê ji Miksê û dostên wî yên kurd û ermenî da ne. Li wir herwiha behsa mêrxasên êzdîyan Cangîr axa û Ûsiv begê jî tê kirinê. Nivîskar ev serpêhatî ji zarê ermenîyekî girtîye, ku muxtarê gundê Murtule begê Miksê, herêma Wanê bûye. Fermo, beşa wê a duduyan bixwînin. Beşa sisîyan emê sibê çap bikin.

Wergera ji zimanê ermenî: Têmûrê Xelîl

Nadoyê Xudo Maxmûdov

(destpêka vê serpêhatîyê me duh raberî we kiribû)

-Min ji bavê xwe yê rehmetî bihîstîye,- wî digot,- ku berî gelek salan, dema leşkerên rûsan yên azadar hatine Ermenîstanê, kal û bavên me ji Elaşgirê mihacirî vira bûn û li rex kenarê Gola Sêvanê bi cî bûn. Wan deman yekî bi navê Barsêxê darhez ew dar nikandibûn, lema jî heta niha ew bi nav dikin wek darên Barsêx.

Neyse. Lê niha xwedî û xudanên wan deran qijikên gund in. Wana li ser her darekê hêlûnên xwe çê kiribûn û bi salan li wir hêkên xwe datanîn û çêjikên wan çê dibûn. Lê wana her caran dema ro diçû ava û berbangan bi qajeqajên xwe binecîyên dor-berê xwe aciz dikirin.

Bona em dawî li qajqaja qijikan bînin, em berevî ber derê mala Hovês bûbûn, me biryar kiribû hêlûnên wan hilweşînin. Li rex me çend kesên taxa me yên temenmezin ber siya dîwêr rûniştibûn, qise dikirin. Ji wana yekî – Nalband Hamoyê mihacir piştî ku guh da xeberdana me, got:

-Lawikno, daxweza we ne qenc e, meseleya gel dibêje – kesên mala xelkê xirab dikin, Xwedê wê mala wan xirab bike. Dest ji wê fikirê bikişînin.

-Lê Xwedê çima mala wan kesan xirab nake, ku mala me xirab kirin? Na, xuya ye Xwedê jî pişta zorbeyan digire,- Gzrar Hovoyê ji Mûşê got.

Tirsa Xwedê di dilê me da me wek şîreta Nalband Hamo kir, xênji Hovês, ku dixwest ji hêlûna qijikan cûcikekê ji xwe ra hilde. Rojtira dinê, dema texmîn kir ku qijik ne di hêlûna xwe da nin, ew hilkişîya ser darê. Lê hela negihîştibû hêlûnê, qijika nobedar kire qajaqaj, weke ku kire hewar û gazî. Çend sanîye jî derbaz nebû, refê qijikan xwe li dengê hewar û gazîyê girtin. Dema ew çav li Hovês ketin, bi dorê bi nukulên xwe va êrîşî wî kirin, û bêy ku çavan û birûyan binêrin, dane ber nukulên xwe. Lê dema bi dijwarîyeke mezin xwe ji wana xilaz kir û ji darê daket, êdî derba xwe xweribû, ser çavên wî gişk di nava dexme û birînan da bû. Ango, ketibû halekî giran. Lê ew ji Hovês ra nebû ders.

-Tişt nake, ewê ser wan giran rûnê,- wî di ber xwe da got. Piştî çend rojan darekî tûj girte destê xwe, rabû ser darê û dest bi şêr bû. Ewî bi darê destê xwe qijik ji xwe dûr xistin û dawî gihîşte armanca xwe.

-Lawikno, ka temaşe bikin kê zora kê bir, min yan qijikan?- ewî bi quretî got û cûcikê qijikê nîşanî wan da.

Belê, ecêbên wî gelek in, meriv nizane îro kîjanî bike bîra xwe.

-Niha jî ser wî aqilê xwe yê berê yî?- min jê pirsî.

-Na, heyran. Niha guhêrî ye, nerm bûye, ketîye ser karekî bilind, karê kirîn-firotanê dike, bûye qesab, çavê me gişka li destê wî ye,- Haykaz bi henekî got û di ser da zêde kir,- bi keçeke dewlemendekî berê ra zewicî ye, gelek zarên wî hene.

-Di rastîyê da min di karê zewacê da çav daye Haykaz, lê di pirsa jimara zaro da – na,- Hovês got.

-De baş, zêde pesinê xwe nedin, ku bi keçên dewlemendan ra zewicîne. Şikirîya xwe bi qeydê Sovêtîyê bînin ku yên mînanî we rût kire merî. Eger dema Nîko bûya, weyê patka situkura xwe bidîta, we keçên dewlemendan nedidît,- Samvêl got.

-Bona zarên te pir bin, zêde aqil ne lazim e. Aqilê mezin bo wê lazim e, ku bikaribî wan zaran baş terbîyet bikî, bidî ber xwendinê, bona ew bibine merivên kêrhatî bona civakê,- min got.

Dema sohbetê çavên min li kalemêrekî kor ket, ku destê nebîyê xwe girtibû.

-Evê bedbext kê ye:- min ji sohbetvanên xwe pirsî.

-”Dostê” te yê kevin e, Davoyê keşîş e,- wana bi hev ra got. Min bê hemdî xwe destê xwe ber bi guhê xwe bir. Çileya paşin a sala 1919an kete bîra min, roja Hêkesorê ewî di dêrê da di hindava min da bêbextî kiribû. Lê min kîna wî nedikişand. Min gunehê xwe pê anî. Û gotinên pîrika Marîam ketine bîra min: ”Ber xwe nekeve, lawo, Xwedê wê wî ceza bike”.

Min xatirê xwe ji hevalên xwe xwest û berê xwe da gundê Adyamanê, bona rastî Harûtyûnê Miksê bêm û derheqa Murtule beg da malûmatîyan jê wergirim. Lê ew ne di gund da bû, berî gelek salan ji gund derketibû, çûbû kîderê, tu kesî nizanibû. Beşek digot çûye Gelîyê Vayosê, beşek digot çûye Deşta Araratê, hinekan jî digot çûye Şîrakê. Min rêça wî winda kiribû, ez ponijî, berxweketî vegerîyame gund.

Di gund da dewat hebû. Şahîya xwelîbêcerkira navdar Voskêhatê û brîgadîrê ekinê bilind Vahan bû. Gelek kes hatibûn. Kesên vexwendî bi serokatîya serdewatî li dor maseya têr û tijî rûniştibûn, kêf dikirin.

Li derva, di bin siya darên têrber, di bin dengê def û zurnê, bûk û keçên hevalên wê kincên şahîyê li xwe kiribûn, milên xwe kutabûne milên hev, ketibûne govendê, her yek şureta xwe a reqasê nîşan dikir. Zarên ku rabûbûne ser daran, ji wir li dîdemên dewatê mêze dikirin û heyr û hijmekar diman, henek dikirin.

Pencên royê di zû da temirîbûn, hîva çardehşevî a bedew bi rêberîya stêrkan ji berê va ber bi hêwira xwe dilivîya, lê dawîya kêf û eşqê xuya ne dikir.

Ji berê û paşê da qanûneke nenivîsar heye – di dewatê da yê herî qedirgir û rêvebir serdewatî ye. Kê bixweze kasekê pêk bîne, salixîyekê vexwe, gerekê serdewatî destûrê bidê. Heta reqisandina bûkê jî bi destûra wî ye.

Li vê dewatê jî wextê reqisandina bûkê hat. Jina serdewatî – Naxşûn, bi xwebawer ji cî radibe, bi xişexişa kincên xwe yên bi nexş û nemûr, xwe kubar-kubar dihejîne û nêzîkî bûka di nav kulîlkan da wergirtî dibe.

-Rabe, bûka min a horî-perî, rabe, hunurê xwe nîşan bide, keça min, bira bibînin, ku tu ne tenê xebatkareke pêcirîya yî, lê herwiha reqasvaneke bêhempa yî jî,- jina serdewatî Naxşûn got û bûkê teglîfî reqasê kir.

Di bin çepikan da zurnevan qeydê reqasa bûkê lêxist. Û bûka şermoke, bi meşa weke meşa qubeqazan kete govendê. Xasûya bûkê – Horom û Naxşûn jî ketine govendê. Paşê serdewatî bi kubarî rabû şipîya, nêzîkî reqasvanan bû, wek şabaş perekî 30 kaxez li enîya her yekî ji wan xist, berê xwe da haziran, qure-qure li wan nihêrî, vebeşirî, weke ku digot: ”De, lawikno, ez li we mêze kim” û vegerîya, çû serê maseyê, li cîyê xwe rûnişt.

-Bira mala serdewatî ava be,- dema çavê dholçî li pereyê 50 kaxezî ket, ku wek şabaş didanê, wisa zerp li defê xist, ku hew mabû def biteqe.

Ez gerekê rojtira dinê biçûma kar. Lê berî ku xatirê xwe bixwezim, gerekê biçûma cem alîkara xwe ya salên zarotîyê – pîrika Marîam û razîbûna xwe bida wê.

Sibe safî bû. Berbangeke sayî bû. Tebîyet û ruhber ji xewa hingorê şîyar bûbûn. Tava çiyayî ya qijilandî pencên xwe yên ciwan li ser cihanê raxistibû. Xebatkarên gund dilezandin herine deştên kolxozê. Ez jî bi hediyaya xwe ya biçûk va çûm pîrika Marîam bibînim. Ez bi meşeke bi hemdî xwe ketime hewşa sûrkirî a nas û ber dilê min ezîz. Pîrika Marîam ber dêrî firaq dişûştin. Min silav dayê. Ew ji hatina min zendegirtî ma. Ewê demekê ecêbmayî li min nihêrî, dû ra bi serê pêşa xwe destên xwe zuha kir û rabû ser xwe.

-Wey tu hezar carî ser çavên min ra hatî. Tu wek qijalê Noyê, çûyî û te ne dixwest vegerîyayî,- ewê got, xwe avîte pêsîra min û bi maçên bêrîkirinê va ez hemêz kirim, weke ku dê wê bona kurê xwe yê helal bikira, ku gelek salan di xerîbîyê da bûye û vegerîyaye.

-Min digot qey te pîrika xwe jibîra kirîye, ez qurbana bejin û bala te me,- ewê got.

-Lê kur qet diya xwe jibîra dike? Tu bona min diya min a duduyan bûyî, hela zêde jî,- min bi dilxweşî got.

Girî da qirikê. Ji çavan hebên hêsiran gilolî ser sûretê qurçimî bûn. Kela girî da gewrîya min jî. Min destên wê yên ez ji xelayê û nexweşîyan xilaz kiribûm maç kir. Û gava demên hevdîtina me yên xweş derbaz bûn, min bala xwe da wê malika weke holikan ya bi banê ji xwelîyê, ku berî gelek salan demeke dirêj lê jîyabûm. Hela ew malika nîvtarî, nem li ser pîyan bû, ku di wan şevên zivistanê yên sar da ji bo malbeta me a sêwî bûbû sitargeh. Eva ew gom e, ku me berxên qerqaş li wir xwedî dikirin, û gava me derê gomê vedikir, ew berx bi hevdafdanê û pêy li hevkirinê bi lez jê derdiketin. Li hewşê tenê ew darên sipindarê nemane, ku dema min da hebûn, dewsa wan darên sêvan û hurmîyan nikandibûn, ku di bin bar da danilizîbûn. Wê jî bêjim, ku li hewşên hemû malên vî gundê şênbûyî darên fêkîyan hebûn. Lê berê li vira tenê mala Qeleçûyê xwedî du darên sêvan bû, ku xwedîyê wan berên wê tahm nedikir, çimkî heta bigihîşta zarên gund didizîyan, xang dixwerin.

-Were hundur, kurê min,- pîrika Marîamê got û milê min girt, ez birime hundur, ku ez 20 buhar û havîn, ewqas jî payîz û zivistan lê ne qesidîbûm. Li vê mala mezin û qedîm, ku ser 4 sitûnên zexm sekinîbû, her tişt guhêrî bû, xênji kûpê mezin, ku zexîra zivistanê tê da xwedî dikirin. Dewsa lempa bi çira, lampa êlêktrîk ji arîkê va dardakirî bû, li dîwêr va radyoyeke reş hebû. Min mêrê malê nedît. Ew çûbû Rewanê. Dema min ji pîrika Marîam pirsa malxwê malê jê kir, axîneke kûr hatê û bersîveke ha da:

-Ji wî ra çi, rojê vedixwe, şev radizê. Qaşo hesabdar e. Em maeşê wî nabînin, hemû pereyên xwe ser îçkê kor û pûç dike. Rojeke wisa tune, ku di mal da tevlihevî çê neke. Di rûyê wî da jin û zarên wî rojeke xweş ne dîtin. Ez wê jî bêjim, ku carina jî venaxwe, dibe wek berxê Xwedê. Ez neketime derdê xwe, ji emirê min hindik maye, wek dibêjin, lingekî min di gorê da ne. Ez ketime derdê zarokan. Ewê ji bavekî wisa çi hîn bibin,- wê bi xemgînî got.

-Ez çi bêjim, hilbet malxirabî ye, ku mêrê malê hiş û aqilê xwe dabe îçkê, ku ne tenê bo malbeta we, lê herwisa ji bo civakê jî wek jehrê ye,- min bi awayekî berxweketinê got.

Pîrika Marîam ji maleke gundîyan ya navdar bû. Û ew li wê malê bûbû bûk. Ewê xwe bextewar didît, lê ew bextewarî zêde ne kişand. Piştî ku bi mêrê xwe ra çend sal jî, mêrê wê ji nişkêva mir. Jina bedbext êşîya, zêrîya, lê teslîm nebû, wek berê jîr û êgin bû. Ewê malxwêtîya malê hilda destê xwe. Li malê gotina wê ji bo mezinan û biçûkan derbaz dibû.

Lê niha, ew jina dest û pê, bi bejina şîşmanî êdî pîr bûbû, gelek tişt ji dest wê çûbû. Çiqas rast hatîye gotinê: xwezî mirin hebûya, kalbûn-pîrbûn tunebûya.

Qiseya me êpêce dirêj kişand. Me ji her tiştî xeberda. Ewê derheqa jîyana min da dipirsî, min ya wê da. Pîrika Marîam dilê xwe ber min vekiribû, derheqa derd û kulên xwe da digot. Merivên xwe yên mirî bîr dianî, ber xwe diket, digirîya… Behsa diya min jî kir, got ku eger îro sax bûya, wê gelek bextewar bûya.

Wek dibêjin, ji hatîyan ra çûyîn lazim e. Ez rabûm.

-Tu bo çi rabûyî, kurê min,- wê pirsî.

-Dereng e, ez gerekê herim,- min got.

-Min jî got qey tu hatî cem pîrika xwe Marîam, min got tuyê îşev li vir bî, tuyê razêyî, minê hisreta xwe ji te hilda, neferên malê jî wê ji kar vegerîyane, tu bidîtana, şa bûna. Belkî ez kor bim, ez di xeberdanê da ketim, min ji bîr kir nan daynim, tu niha birçî yî,- pîrika Marîamê got û ji cîyê xwe rabû.

Min firavîn xweribû jî, lê min ne xwest dilê wê bişkênim, min zanibû ku wê bixeyîde, eger ez pê ra xwerinê nexum. Dema jihevdûrketinê hat. Me hevdu hemêz kir, û ez rê ketim.

 

¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤

Ji dema min Harûtyûnê Miksê nas kir, gelek wext derbaz bûbû. Dest bi Şerê Wetenîyê bûbû. Xudanê van xetan li navçeya Hoktêmbêryanê sêkrêtarê pêşin yê komîtêya navçeyê ya partîyê bû. Rojên dijwar yên sala 1942an bûn. Payîz teze ketibû qamê xwe. Meha îlonê bû. Cerdên faşîstan gihîştibûn çiyayên Kovkasê. Hevalbenda wan – Tirkîye gelek çek û cebirxane anîbû li ser sînorê me bi cî kiribû û li benda firsendê bû, ku êrîş bike.

Ez ketibûme nava mitaleyên kûr, dema du gundîyên sere ketine odeya min a kar. Ser milê yekî xurcekî rengorengo hebû, lê di destê yê dinê da baholek hebû. Wana bi qedirgirtin silav dane min, paşê destûr xwestin kurên xwe bibînin.

Min berê xwe dabû yê bi xurca zîvîn. Dêmê wî, çavên wî yên paqij yekî dianîne bîra min, lê nedikete bîra min kê.

-Bibore, tu ji kîderê yî?- min ji kesê xwedî xurcikê pirsî.

-Bi esilê xwe va ji Moksê me, yek ji wan bi hezaran kesên bedbext im, ku cî û warê xwe terikandine. Ez demekê li navçeya Martûnîyê mame. Salên dijwar bûn, ebûra me bi zehmetî dibû. Em jî wek cihûyên gerok ji vî warî diçûne wî warî. De… bextê ermenîyan e. Niha li gundekî navçeya Axtayê dimînim. Şikir, mal û halê min hene, kolxozê da dixebitim. Halê me ne xirab e. Tenê eger ew Hîtlêrê kûçik şer bi situyê me va nekira. Niha tenê ev bo me bûye derd,- wî got.

Te digot qey perdeyekî şil kete ser rûyê min. Min ew nas kir.

-Tu Harûtyûnê Miksê yî?- min pirsî.

-Belê, Harûtyûn Manûkyanê Miksê me,- ewî got û di ser da zêde kir,- wisa xuya ye ku hûn jî ji Miksê ne.

-Na, birêz Harûtyûn, em nasên zû da ne. Min rêça te winda kiribû. Ez bi çirayê li te digerîyam. Ez bona vê rasthatina me a ji nişkêva gelek şa me,- Ez rabûm, bi bi dilgermî destê wî guvaşt, Ewî di bin birûyên reş da çavên xwe kutabûn çavên min, li min dinêrî. Demeke dirêj mêze kir, paşê got:

-Welleh, nakeve bîra min. Ev kaltî bîra min sar kirîye.

-Ka rind binêre, dibe bikeve bîra te, min got.

Ew merivê belegaz wê çawa bûyereke gelek salan pêşda qewimî, wî xortê sêwî bi bîr banîya? Qet di fikira wî ra wê derbaz nebûya, ku kesê pê ra sohbet dike hema ew kurê sêwî ye, ku berî gelek salan ber wî serê xwe kiribû ber xwe. Lê gava min cî û wextê rasthatina me a pêşin kire bîra wî, ewî got:

-Belê, bûyereke wisa tê bîra min, ez dibêjim sala 1919an bû. Dema ez di rê da diçûm, min di bin dîwêr da maleke kurdan dît, ku ber agirê kuçik rûniştibûn. Gava ji nişkêva çav li me ketin, xwe şaş kirin. Tê bîra min, kurikekî 10-11 salî hema çav li me ket, revî, xwe veşart. Em bêjin, ku gunehê wan jî nîne. Wek dibêjin, çav ji dîtinê ditirse. Salên dijwar bûn, tevlihevî bû, gelek caran meriv nikaribû şil û terr, heqî û neheqî ji hev derxista. Hilbet, me ew dane aşkirinê, ku netirsin û me riya xwe domand,- wî got.

-Eynî wisa bû,- min destê xwe danî ser milê wî û di ser da zêde kir.- Tu dikarî texmîn bikî, birêz Harûtyûn, ku ew kesê niha bi te ra dipeyîve, ew kurik e, ku xwe telandibû?

Ewî demekê ecêbmayî li min nihêrî, te digot qey ji çavên xwe û ji guhên xwe bawer nedikir, paşê got:

Qet bi fikira min ra derbaz nedibû, ku ezê ecêbeke ha xweş bibînim. Ê, ê, ê, ez çi bêjim, daxweza Xwedê ye, ez qurbana hêza wî me. Xuya ye, ew li kesên bi xwe xuliqandîye baş mêze dike. Ber derê yekî dergehê bextewarîyê vedike, yê dinê – na,- Harûtûyûn weke feylosofekî got.

-Bextewarî û bedbextîya merivan qe jî bi emirê Xwedê va girêdayî nîne. Meriv gorî demê diguhêre. Dem diguhêre, meriv jî diguhêre,- cîgirê qumandar alîyê pirsên sîyasî da tevî xeberdana me bû. Û berdewam kir:

-Ay, ecêba mezin ew e, ku bi aqilmandîya Lênîn dinyaya kevin hilweşîya, dinyake nû, azad saz bû. Û ew tiştên ku di dinya berê da ne tiştek bû, dinya teze da bû her tişt.

-Belê, wisan e. Niha gerekê bifikirin, ku dinyaya Lênîn saz kirîye ji faşîstên merivxur biparêzin, yên ku nîvê welêt dane bin lingên xwe. Em derheqa vê yekê da difikirin, roj û şev xew nakeve çavên me,- Harûtyûn bi xemgînî got.

Rasthatina me xilaz bû, dema Ro êdî ji piş çiyayê Tekeltûyê, ku pêşberî me ye, diçû ava û pencên wê yên hemû rengî ezman xemilandibûn. Rasthatina Harûtyûn û rêberên wî bi qewim û pismaman ra jî xilaz bûbû û gorî lihevhatinê, ew li benda min bûn.

-We teyrên xwe dîtin, halê wan çi ye?- min pirsî.

-Halê wan ne xirab e. Ser xwe da hatine, lê dîsa jî ne razî ne,- Harûtyûn got.

-Na, heyran, ne razî mne, ku bona çi wana li piştê dihêlin, dema dijmin êdî gihîştîye çiyayên Kovkasê û derî li wan dikute,- Harûtyûn got.

Pirsên ha di dema vê rasthatinê gelek bûn. Ew femdarî ye, Herûtyûn. Ewana merivê xwedî şeref in. Ji welatê xwe hez dikin. Lê bona di enîya şêr da xurt bî, gerekê di piştê da bibî xwedî hêz. Tu gerekê bikaribî mêşandarekî baş bî, rast li tûşê xî, gulla te badilhewa neçe û bikaribî xwe biparêzî. A bona wê yekê me li piştê dihêlin,- min jê ra got.

Bi vê yekê va sohbeta me xilaz bû. Min mêvan teglîf kirin li erebeyê rûnên. Demek kurt derbaz bû û em li mal bûn.

-Bi hev ra nas bin, ev Harûtyûnê ji Miksê ye, ku min derheqa wî da ji te ra gotîye, Mûşêx jî ji Miksê ye. Herdu jî gundîyên Murtule beg in û cînarên wî bûne,- min ji xanima xwe ra got.

-Gelek şa me, ku min ji nêzîk va hûn nas kirin. Kêfa min hat, ku mêrê min nasê xwe yê zû da dît, ku derheqa wî da herdem jî bi kêfxweşî xeber dida. Rast gotine, ku çiya rastî çiya nayê, lê meriv rastî merivan tên,- malxwêya malê got, hêvî ji mêvanan kir rûnên û çû aspêjxanê bona şîvê amade bike.

Em ketine sohbetê. Derket, ku Harûtyûn merivekî zane ye. Ewî xwendina xwe li dêra Mûşê ya bi navê Sûrb Karapêt sitendîye. Dê û bavê wî ew şandibûn wir bona bibe keşîş, lê ewî rêyeke din hilbijart. Pêşî wek mamosta kar kirîye, paşê karê ji bo tevgera miletîyê ya ji bo azadîyê kirîye. Ew rind haj ji pêwendîyên ermenîyan û kurdan hebû, him rojên wan yên geş, him jî yên tarî. Cêribandina Harûtyûn ya jîyanê zêna wî zêde kiribû.

-Gelo dibe em îşev behsa Murtule begê bikin, hûn bîranînên xwe ji min ra bêjin?- min pirsî.

-Dibe, emê bi dilxweşî behs bikin,- Harûtyûn got.- Rastîyê jî, ew hêjayî bîranînê ye. Bi bawerîya min, hûn kîjan kesê ji Miksê pirs bikin, ewê derheqa Murtule begê da tenê gotinên qenc bêjin. Ez ne ji ber xwe va dibêjim, ew gotinên şêkirdarîyê ne, çimkî sala 1915an di wan rojên bona gelê me giran da, dema tirkan şûrê xwe hildabû û ketibû nav jin, kal û pîrên me, Murtule beg mînanî çiyakî li pişta me sekinî, nehîşt serê pozê me jî xwîn be,- Harûtyûn got, cixara xwe ya temirî carek din vê xist û berdewam kir. –Ewî ne tenê em ji zulmê û qirê xilaz kir, lê herwiha gelek malbetên ermenîyan yên Şataxê, Baxişê, Eleşgirê, Mûşê û Wanê jî. Wî ewqas wext ermenî parastin, heta leşkerên rûs hatin hewara me. Wî çaxî jî dinya tevlihev bû. Dewletên mezin bi hev ra ketibûn nava qal û cengê. Tirkîye pişta almanan digirt û dijî rûsan şer dikir. Tirk bona ermenîyan biçûk biêxin, henekên xwe bi ermenîyan dikirin, ji hev ra digotin:

-Ka li dêmê van kafiran mêze bikin, eger ew şa bin, dêmek karê rûsan baş dimeşe, eger melûl bin, tê wê manê, ku karê tirkan û almanan baş e.

-Ji bo heqîyê gerekê rast bê gotinê – ne hemû eşîrên kurdan di destê sultan da bûne alet. Di dema gelkujîya ermenîyan ya pêşin (sala 1896an) da welîyê devera Taronê Aladîn beg û Bedirxan begê Hekkarîyê wek Murtule beg ne tenê ermenîyên cînar parastin, lê herwiha li navçeyên Arçêşê û Xizanê ermenîyên deroderbûyî parastin,- Mûşêx tevî sohbeta me bû.

Harûtûyûn gewrîya xwe şil kir û sohbeta xwe berdewam kir.- Ez bikime bîra we ku di sedsala 18an da hêzên ermenîyan û kurdan bûne yek û bi xurtî şerê dijminên xwe – tirkan kirin, û serokatî li wî şerî dikir Aladîn beg, keşîşê dêra Sûrb Karapêt Hovnan jî bi leşkerên xwe va gihîşte wan. Di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ya di salên 1853-1856an da birazîyê Bedirxan beg – Ezdanşîr dijî tirkan şerê miletîyê-azadarîyê îlan dike, ku herwiha ermenî, aşûrî û ereb jî tev dibin. Wan rojan di nameya qumandarê leşkerên rûsan li Rewanê, ku ewî ji Şêx Evdal ra şandibû, dihate gotinê: ”Şêx Evdal, ez ji te û hogirên te zef razîme bona heqîya we, ku hûn alî binecîyên sivîl – ermenîyan dikin, Xwedê bi hêza we ra be”.

Em wê jî bêjin, ku eger Şêx Zeyadînê xwelîser piştgirîya qirkirina ermenîyan dikir, Şêx Ubeydulla eksî wî bû û digot: ”Eger hukumeta Romê heta niha piştgirîya kurdan kirîye, ew yek bi wê armancê hatîye kirinê, ku me derxe himberî xaçparêzên Anatolîyayê,- ew dibêje û di serda zêde dike:- eger ermenî li vira bêne qirkirinê, wê demê kurd wê ber çavên hukumeta tirkan bêne reşkirin”.

Tirkîye hewil dide bi destî kurdan ermenîyan ji holê rake, ku paşê bi destî leşkeran jî kurdan qir bike.

Belê, texmînên Ubeydulla pêk hatin. Sultanan piştî qirkirina ermenîyan berê şûrê xwe dane kurdên ku piştgirîya wan kiribûn, beşek ji wana asîmîle kirin, beşek ji warên wan raqetandin, di hindava beşeke din da jî sîyaseta gelkujîyê dane derbazkirin. Her deran kurdan qir dikirin, davîtine hebisê û sirgûn dikirin û ew yek heta îro jî berdewam e. Û cihana medenî wek wê demê, îro jî destê tirkan yê di xwînê da mewicî nagire, gema wan nakişîne. Meriv dikare tenê zendegirtî bimîne… Em bêjin, ku ronakbîrên ermenîyan yên roavayê Svaçyan, Srvanztyan, Noratûnkyan, herwiha serekeşîrên kurdan yên pêşketî Aladîn beg, Murtule beg, Bedirxan beg, Cangîr axa ser wê bawerîyê bûn, ku pêwîst e hêzên ermenîyan û kurdan bigihînine hev bona derkevine himberî dijminê muşterek, destdirêjayên tirkan. Svaçyan û hevalbendên wî li Konstantînopolê rêxistinek damezirandin û navê ”Dostanîya Rohilatê” lê kirin û armanca wê ew bû, ku di nava kurdan da nexwendîtîyê bide hilanînê. Derheqa pêwîstîya pevgirêdanên ermenîyan û kurdan da di pirtûka derheqa dîroka ermenîyan a bi navê ”Dîvan” da em dixwînin:

”Çi jî hebe, ez ser wê bawerîyê me, ku me sîyaseteke baş derbaz ne kir, me herdem gazinê xwe ji kurdan dikir, me ew ciddî ne digirt. Kurd bi eşîra xwe û bi çekên xwe va bi hêz in, lê em bi miletê xwe û bi pêşketina xwe va”.

Femdarî ye, ku îzbatîyên derheqa dostanîya ermenîyan û kurdan da ji guhdarîya sultanên tirkan der nema. Wana rind derc dikir, ku hevgirtina herdu miletên me wê zirar bida dewleta wan, lema jî dest davîtine her cûre şerletanîyan. Em bîr bînin, ku Ebdul Hemîd bona ber dilê kurdan da bê, axa ermenîyan ji dest wan digirt û dida derebegên kurd, bi wê yekê va dijminayî dixiste navbera wan.

Tirkîye ne tenê ji dostanîya ermenîyan-kurdan ditirsîya, lê wek ku me jorê destnîşan kirîye, zêde ji tevgera haydûkan ditirsîya ya bi serokatîya Sêrob paşa û Andranîk paşa. Û sultan biryar dike wana ji holê rake. Pêşî Sêrob paşa, ku bo serê wî pereyekî gelek mezin kivş kiribû. Wê bêbextîyê Beşîrê Xelîl hildide ser xwe, ku merivkuj û talankarekî navdar bû. Ew pêwendî bi ermenîyekî xwefiroş ra datîne, ew jî cîyê Sêrob jê ra dibêje. Lê bûka yê xwefiroş – Xanê biryar dike haya Sêrob pêxe, lê heta ew difikirî, Sêrob dikeve telika merivkujan. Serê wî tê birînê û wî serîyî dibin nîşanî sultan dikin, sultan jî pere dide wan û xelat dike. Sultan soz dide xelata duduyan jî bide, eger ew serê Andranîk jî bînin.

Murtule beg derheqa wê yekê da pê dihese, bi destî alîkarê xwe yê ermenî behs ji Andranîk ra dişîne, dibêje ku jîyana wî di xeterê da ye. Em wê jî bêjin, ku Murtule beg, Gêvorg Çaûş û Cangîr axa gelek nêzîkî hev bûne.

-Em mêzekin çika diya kê wê bigirî, diya min, yan diya Beşîrê Xelîl?- Andranîk paşa bersîvê dide.

Kuştina Sêrob paşa gişkan zendegirtî dihêle, zêde jî Andranîk paşa. Ew sond dixwe, dibêje ew merivkuj li esmanan bin, li erdê bin, yan di binê behrê da bin, ewê ceza xwe bistînin. Û dest pê dike li rêça wî digere. Zûtirekê behs digihîje wî, ku Beşîrê Xelîl bi jina xwe, bi rêberîya xulaman diçe bona hevalê xwe yê ermenî bibîne, jê ra sipasîya sultan bêje û hediya wî bidê bona xizmeta wî. Wextê hevdîtina wî bi wî neyarî ra tê. Û dema tu şika wî tunebû, ku çi ecêb dikare bê serê wî, di serê xwe da plan kiribû çawa Andranîk ji holê rakin, dikeve telika kesên ku dû wî digerîyan, dor lê tê girtin. Andranîk paşa bi derbeke zîrek va ew ji hespê tîne xwarê, destxweda serê wî hildiqetîne û dike xurcê xwe.

-Kûçik gerekê wek kûçikan bisekite. Xweş gotine – kesê ji xelkê ra çal dikole, gerekê bifikire ku ew bi xwe çawa ji wê çalê derkeve,- min got.

Wê demê jina kesê serê wî hatîye jêkirin berê hespê diguhêre, ku ji wir bireve. Ji dest me kevok nikaribû bifilitîya, vêca ewê çawa birevîya. Wêya vedigerînin, tînin cem Andranîk. Jin lava-dîlekan dike, ku Andranîk wê sax bihêle.

-Em di hindava jinan, kal û pîran, zaran çekê bi kar naynin. Em berê çeka xwe didine wan kesan, yên ku xaîntîyê ji me ra dikin, bo me hesab yek e, ew kurd e, yan ermenî ye,- Andranîk dibêje û emir dike wê berdin. Lê dema dibîne, ku ji ber benê pişta wê şûr û xemil-xişir derdixin, dibêje: di edetê me da dizî-talan tune.

Piştî ku ji heq û hesabê Beşîrê Xelîl tê der, ew berê xwe dide mala ermenîyê xayîn, bona ji heq û hesabên wî jî bê der. Wî xayînî hazirîya xwe dîtibû, ku Beşîrê Xelîl ser dereceya bilind qebûl bike, û şaş û metel dimîne, dema Andranîk paşa bi wî va dertê. Ew yekser ser va diçe, ku hatina wî a nişkêva ne ji bo xêrê ye. Xwe şaş dike, reng lê diçe û dest pê dike lawazîyan dike.

-Çi bextewarîyeke mezin e bo min te bibînim, tu hêvîya me yî, parastvanê me yî. Tu ser serê min, ser çavên min ra hatî.

Andranîk tehmûl nake, nahêle ew gotinên xwe yên qels berdewam bike. Ji hesabê wî jî tê der, dixweze vegere, lê ji hundur jinek dertê û bi îskeîsk xwe davêje ber pîyên Andranîk.

-Min jî bikuje, ez jî gunehkar im,- jinikê got. Heta minê behs bigîhanda Sêrob, ew êdî kete nav lepê xayînên ha,- û destê xwe bir ber cinyazê xezûrê xwe.

Ew bûka wî xayînî bû, Xanê.

-Negirî, keça min. Hilbet, eger te bikaribûya di wextê da behs bişanda, ewê şehîd neketa, wê bi destê bêbexta neçûya. Baş e, ku di vê malê da jineke ha helal dijî.

Û pesinê wê dide, ber dilê wê da tê, bêhna wê fieh dike.

Tarî êdî ketibû erdê. Siet 10ê şevê bû. Em di xeberdanê da ketibûn û me ji bîr kiribû, ku gerekê ronahî xuya nebe û bona wê şaşîyê nobedarîya şevê gazinê xwe li me kir. Malxwêya malê bi lez pencere girtin, perde kaş kire ber wan. Me şev baş ji mêvanan ra got û em çûne odeya razanê, ku keçên biçûk li wir ketibûne xeweke şîrin. Ez wê jî bêjim, ku mêvanên me cixarekêş bûn, gelek dikişandin. Xwesma Harûtyûn, ku miştika zîvkildayî ji devê wî dernediket, wek ku wî digot, ew hediyaya tek tenê ye ku ji Miksê maye.

Heta pencere vekirîbûn, hewa hinekî xweş bû. Lê piştî ku girtin, arîka odeyê di dû û dûxanê da mabû. Hewa xefe bû, meriv nikaribû bêhna xwe hilde, xwesma kesên cixarenekêş. Min bi mecbûrî carina ronahî ditemirand, pencere hinekî vedikir, bona hewa paqij bê. Lê min nikaribû cixarekişandin li wan bida qedexekirin.

Me sohbeta xwe berdewam dikir. Û gilî dîsa hat ser Murtule begê. Harûtyûn miştika şêlazî ji devê xwe derxist û berdewam kir.

(beşa dawî a vê serpêhatîyê emê sibê çap bikin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev