
Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê Ya Ewropayê (THEE-AGIT) ku rexneyên tûj li encamên referandûmê kiribûn, diyar kir ku Enqere ji bo lêkolîinkirina hîle û şaîbeyan nêzîkî hevkariyê nabe.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle-yê Dîrektorê Ofîsa Mafên Mirovan a Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê Ya Ewropayê Michael George Link eşkere kiriye ku YSK li ser zerfên bê mohr ku wekî debgên erê qebûl kiribû naxwaze hevkariya wan bike û ev cihê xemgîniya wan e.
Link dibêje ku biryara YSK-ê li dijî zagonên Tirkiyê ye û ev teqez e. Link her wiha tawanbariyên Erdogan ên li ser saziya wan jî red kir.
Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê Ya Ewropayê li ser encamên hilbijartinê gotibû ku hîle hatine kirin. Li ser vê yekê Erdogan gotibû: “Hedê xwe bizanin. Em raporên we ne dibihîsin, ne ne dibinin ne jî nas dikin.”