Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -2

Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -2

Di vê gotarê da analîzeke heralî heye derheqa jîyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê da û derdikeve holê, ku gelek malûmatîyên di gotarê da hene, di pirtûka nivîskarê mezin Mehmed Uzun “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” da cî ne girtine. Em bi hêvî ne, ku bi saya serê vê gotarê zanebûnên we derheqa dengbêjê me yê hema bêje herî mezin da zêde bin.

Me duh beşa vê gotarê a pêşin çap kir. Îro em beşa duduyan diweşînin.

Zerdûşt Öztürk

  1. Pèveçûna Evdal û Gulê bi Şêx Silê re

Mehmed Uzun di romanê de Şex Silê wek dengbêjek gerok, dengbêjek li ser rêya, wek dengbêjê karwana nîşan dide. Dibê, “Ew ne dengbêjê beg û mîran, dengbêjê rêvinge û karwana bû.” (rûpel 65).

Lê rastî ne wisa ne. Jixwe pişta çîrokê jî li vir dişkê. Şêx Silê dengbêjê Tahir Xan bi xwe ye. Evdalê Zeynikê, wekî ku di romanê de hatîye nivîsîn, dengbêjê Tahir Xan nîne, dinya alem dizane ku Evdal dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Jixwe emê li ser vî di beşek pêş de hûr bibin.

Ev yek, ya duduya em werin ser leca Evdal û Şêx Silê. Divê em di serî de kifş bikin ku Gulê di vê lecê de tuneye. Ya herî girîng em dikarin bêjin ku di ti çavkanî û kilaman de em rastî pêveçûnek Gulê û Şêx Silê nayên. Her wiha Gulê û Şêx Silê qet hev nedîtine û di heman meclîsan de xûya nebûne.

Lê mixabin Mehmed Uzun vê rastîyê jî serobinê hev dike û Gulê bi Şex Silê re dixe lecê.

Leca Evdal û Şêx Silê li Qeleniyê, li dîwana Tahir Xan pêk tê. Yanî wek ku Mehmed Uzun nivîsî ye, Şêx Silê dengbêjek bi serê xwe, ya rêwî û xana, ya karwana nîne, li Qeleniyê, dengbêjê dîwan û meclîsa Tahir Xan e.

Evdal li ser daxwaza Surmelî Mehmed Paşa diçe Qeleniyê. Surmelî Mehmed Paşa, ji Tahir Xan re namek dinivîse. Dide Evdal û bi çend rûspîyên xwe ve dişîne. Dixwaze Evdal û Şêx Silê bikevin lecê. Tahir Xan jî qebûl dike û dîwana xwe saz dike. Her wiha dengbêj heft ro û heft şev, bê navber didin ber hev, bi hev re kilaman dibêjin. Beşek ji wê lecê wiha ye:

“Evdal go Şêx Silê Dîdem e, ji dilê min re xweş Dîdem e

Çemê Dîdemê li ber me re dikişe lem e lem e

Min li Tirkîyeyê sê wîlayet li pişt xwe hîştî ye

Ez ji bona Şêx Silê hatime welatê Ecem e.

Şêx Silê go, Evdal, ez ku heme, Şêx Silê me

Dengbêjê Tarxanê Qeleniyê me

Ez kela li deştê me, mija li rûyê behrê me

Li dinyayê ez beloqê ber çevê dengbêjê xelqê me

Li vira ez îro qesasê serê Evdalê Zeynikê me “

Kilam wiha destpê dike û dirêj dibe. Wekî me li jor got, heft roj û heft şev didome. Şeva dawî dengê Şêx Silê dikeve, dibê;

“Ez çi bikim, kal bûme, diranê min ketine, ez ne emsalê te me,

Evdal, haza ku tu şaîrî, tu hostayê min, ez şagirtê te me…”

Li ser vî Evdal lê vedigerîne dibêje;

Şêx Silê bejna min ne kin e, ne dirêj e

Ev heft roj û heft şev e Şêx Silê bi min re kilama dibêje

Gelî cumeetê hûn bizanibin ku Şêx Silê şaîr û xweş dengbêj e… “

Li ser vî Tahir Xan radibe Evdal pîroz û bi xelat dike, paş ve dişîne. Evdal û rûspîyên Surmeli Mehmed Paşa vedigerin tên Kela Elajgirê, cem Paşayê xwe.

Xwendevanê ezîz, Mehmed Uzun di vê mijarê de jî dîsa şaşîtîya dike û bi xeyalî û nerastîya, romana ku li ser jîyana Evdal e, pevdixe.

Em mînakek ji romanê bidin:

Nivîskar, çavê Evdal di lecê de kor dike. Binhêrin çawa;

“Piştî pêveçûna çar rojan, Evdalê reben û nexweş, bi temamî ji taqet û quwetê ket. Dinya li ber çavê wî reş bû, meclîs bû zîndan, Evdal di nav valahîyeke tarî de winda bû. Ew wexta ku koranî bi ser Evdal de hat, dor, dora wî û gotina stranê bû. Ji nişkê ve wî dengê xwe birî û hêdîka li dora xwe nihêrî. ” (rûpel 71).

Halbûkî tê zanîn ku Evdal di leca bi Şêx Silê re ser dikeve û bi serbilindî dizvire qonaxa paşayê xwe. Korbûna wî jî jxwe gelek piştî mirina Surmeli Mehmed Paşa diqewime. Çawa salix didin, qatarax tè ser çevê wî. Piştî heft sala diçe ser hekîmekî Îranê. Hekîm perde ji ser çavên wî hildide, demek şûnda Evdal êdî dibîne. Li ser vî, kilama “Eyşo Rabe Çirê Vêxe” derdixîne.

Di leca Evdal û Şêx Silê de, Mehmed Uzun di beşek de bi Evdal wiha dide gotin:

Ez Evdalê Zeynikê me

Şaîrê dinê

Şalûrê erdê me

Ez dengbêjê Tahir Xanê Kurdî me

Ez bilbilê ber perê rojê

Mêrekî çê, siwarê hespê Gogerçînê

Aşiqê pelê Gulê me…”

Kilamek wiha tune ye. Ne dengbêjên Serhedê, ne jî yên Rewanê kilamek wiha negotine. Jixwe kilamek Evdal yê wek jor jî tune ye. Tê xûya ku nivîskar evî ji ber xwe derxistî ye. Jixwe kilam ji rastîyê jî dûr e.

Tê de du tişt hene ku nerast in: Yek, Evdal, wekî em her dibêjin, dengbêjê Tahir Xan nîne.

Dudu, navê hespê Evdal Gogerçîn nîne. Mehmed Uzun bihîstîye ku Gogerçîn navê hespekî bûye, lê nizane navê hespa kî ye. Gogerçîn, navê hespê Tahir Xan e. Em evî ji kilamek Evdal dizanin. Di kilama “Ez Bi Dîharê Qeleniyê Diketim” behsa şerê Tahir Xan û Şahê Ecem dike. Di şer de Tahir Xan dîl dikeve. Dîlketina Tahir Xan wiha tê gotin:

Zezê digot Cemîlê, koranî di çavê min û te de hatê

Heyfa min nayê bi kuştina bavê min û te tenê

De îca rabe bala xwe bidê pepûkê

Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê

Gogerçîn bi rêza mihîna kirine extirme ye…”

Di kilam de xûya ye ku Tahir Xan dibin Kela Makûyê, li wir dîl digrin, hespê wî jî dikin barkêş.

Her wiha zelal e ku Gogerçîn navê hespê Evdal nîne. Di kilaman de, ji bo hespê Evdal du nav derbas dibin:

Yek, kilama “Evdal Kor e Rê Nabîne” ku Evdirihmanê Milazgirê gotîye. Di kilam de, ji bo hespê Evdal beşek wiha heye:

“……………..

Ez par vî çaxî Evdalê Zeynikê, siwarê Cindî bûm

Goşyê ser milê qîza û xorta bûm

Gula govenda bûm, şahê dengbêja bûm

………………..”

Kilama duyem jî, “Qonaxa Bavê Te Kulî Ye” ku Zahiro gotîye, tê de dîsa navê hespê Evdal derbas dibe:

“Evdal digo Temo lawo îro qonaxa bavê te Kulî ye

Komek qîz û bûkê Kulîyê li ser ava Erez kirasşo danî ye

Qîzekê digo hela mêzekin, ev kalê şerpeze li ser pişta hespê kî ye

Malxirabo ku dike qêrîn, meriv dibê qey dîn e, yan cinnû ye

Xwenga wê ya mezin digo hêdî bêje bira dengê te neçe wî ye

Korê, çima tu nizanî, ev Evdalê Zeynikê, bavê Temo, siwarê Kûvî ye

……….”

Wek tê xûyan, Evdalê Zeynikê, mîna gotina Mehmed Uzun siwarê Gogerçîn nîne, lê siwarê Cindî û Kûvî ye. Kilmaên ku bi saya dengbêjan heta roja me hatine, çi bêjin, rastî jî ew e.

Esas gihîştina van kilama ewqas jî zor nîne. Mehmed Uzun, berîya nivîsa xwe, kerem bikira biçûya Serhedê bigerîya, wê rastîyên ku em li ziman dixin, bi xwe bidîta. Lê mixabin, hezar mixabin ku Mehmed Uzun rûxalî li ser mijarê sekini ye û bêyî ku li ser Evdal hûr bibe nivîsî ye.

  1. Şagirtên Evdal

Di romanê de, di rûpela 78’an de nivîskar beşek ji şagirtên Evdal re vediqetîne. Di vî beşî de Evdal hey bi şagirtên xwe re xeberdide, bi wan re car bi car rûdinê sohbeta saz dike. Li ser şagirtên Evdal, ji vî beşî heta mirina Evdal roman pevdikeve.

Min ji lêkolîner Fehmî Atmaca pirsî. Bi xwe li Agirî’yê, serokê Mala Dengbêjan e. Li ser dengbêj û dengbêjîyê hûr dibe, li pey şopa wan dikeve. Çend nivîs û maqaleyên wî ku di hinek rojname û kovaran de weşîya ye hene. Yek ji wan jî li ser Evdal e. Agahîyek wiha da min, got:

“Sazûmanîya şagirtîyê di nav dengbêja de hebûye. Dengbêjê ku di heremê de deng dane, li pey xwe şagirt û dûajoyan hîştine. Mesela tê zanîn ku Şakiro şagirtê Reso ye û ji bo ku kilama jê hilde gelek li cem maye û qaîde, isûl û meqama jê hildaye.

Mimkûn e ku li cem Evdal jî çend şagirtê wiha hebin. Her çiqas di destê me de çavkanî tunebin jî, tê gotin ku Ferzê û Reso gihîştine cumeetên Evdal, dengê wî bi guhê xwe bihîstine. ”

Ji bo şagirtîyê em dikarin tenê ewqas bêjin. Lê di dîroka hunermendî û dengbêjîya Evdal de ti car û ti dem xebat û lebatekî wek perwedayî ya li ser dengbêjîyê nehatîye dîtin û bihîstin.

Fehmî Atmaca di domahîka agahîya xwe de dide xûyan ku, hinek dengbêj, piştî dengdayina Evdal, dengbêjî berdane, hinek ji wan jî ketine bin sîha Evdal, qet nav û deng nedane.

Heye ku yek ji wan jî Bedîhê Kor be. Bedîhê Kor, gundîyê Evdal e, xelqê Cemalvêrdî ye. Ew ji çawa ku kesên devûdorê û zarên wî dibêjin, di siviktaya xwe de gihîştîye Evdal. Tê zanîn ku Şakiro jî gelek salan li cem maye û gelek kilam û meqamên Evdal jê hildaye.

Bi gotina Fehmî Atmaca, ji nav şagirtên Evdal du kes deng dane, ew jî Ferzê û Reso ne.

Lê di roman de, em rastî navekî nayên

  1. Mirina Evdal

Di rûpela 143’an de ku destpêka beşa dawî ye, nivîskar, Evdal li ser çîyayê Sîpanê dişîne ber rihma Xwedê. Roman bi candayîna Evdal ve li wir bi dawî dibe. Lê nade zanîn ku gora wî lê kêderê ye û çawa bûye.

Lê rastî çî ye? Herkes dizane ku piştî mirina Surmelî Mehmed Paşa, Evdal gelek perîşanî dikşîne. Her wekî ku di kilamek xwe de dibêje, “kal bûye ketîye feqirîyè.” Ji ber vî Evdal, carna gazî Temo dike, dibê, “Temo lawo, mirin çêtir e ji feqîrîyê.”

Piştî salên zor û zehmet yên feqirîyê Evdal li herema Serhedê ku jê re dibêjin “gola dengbêja” pir digere. Gola dengbêja sêlinga li navbera İntab, Milazgir û Qereyazî ye. Evdal berê ji Kela Elajgirê bar dike diçe Qancîya, ji wir diçe Goma Milazgirê, ji wir jî dîsa dizvire tê Qancîya.

Li Goma Milazgirê kurê wî yê mezin Hamê dimîne. Li Qancîya jî zarên wî yên din. Lê koça dawî ya Evdal vegera İntabê ye. Evdal axirîya emrê xwe de tê Melehesen û li wir jî di sala 1913’an de wefat dike. Evdal 113 sal emir dike. Mexberê wî niha li Melehesen e.

Komeleya Mala Dengbêja ya Agirîyê, di sala 2013’an de li Melehesen cîhê gora Evdal kifşkir û çêkir.

Lê di vî mijarî de jî, di romanê de ti agahî, gotin û vegotin tuneye. Ev jî kêmasîyek ji kêmasîyen din in.

Dawînk

Welhasil, “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” bi serdanpê bi kêmasîyan pevketî ye. Îskeleta romanê, bi naverokek şaş û xelet ava bûye.

Roman, ne li kilaman tê, ne li jîyana Evdal, ne jî li rastîyan. Tenê, berhemê pevxistinek xeyalî a nivîskar e.

Belê, roman e, lê ne ya Evdal e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev