Dengbêjên serbêje û sercivatên Kurdî

Dengbêjên serbêje û sercivatên Kurdî

Salihê Kevirbirî

Dengbêj, ”hozanên gel” hosteyên mezin ên peyvê ne. Qêrînên bedbextîyên kurdan li seranserê dinyayê belav kirin. Êşê, hiznê, şadiyê ji dilekî baldar û çavkaniya hunermendiyeke xwezahî sefandin, jinûve afirandin û pêşkêşî me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva xweş a kurdî û kurmancî anîn ziman. Carcaran agir berdan gurçik û kezeban, carcaran dil û hinavan coşandin. Gotinên wan li Kurdistanê bûn tovên berxwedan û vejînê. Kilamên li ser zimanê wan bûn mejî û kozikên qesidîn û xweparastinê. Bêguman di van stran, kilam û serpêhatiyên ”zêrîn” de evîn, xiyanet, biratî, serhildan, sedaqetî, dostanî, gelacî, mêrxasî, tirsonekî, raperîn, serhildan û qetlîam hatin ser zar û zimanan. Di serdemên bê-zimanî û bê-zemanî de gihîştin hewara hêvîşikestiyan. Lê car çêbû, hewla wan negihîşt keser û qêrîna wan.

”Kilam siwariyekî bi bask e, serê sibê li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din” e dibêje, dengbêjê Deşta Xerzan. Car heye dibêje; ”Mêrikê xerîb kor e, siûda kuştiyan tuneye!” Li ku derê heye ev edeb û vegotina efsûnbaz û diltezîn? Serpêhatiyên karesatî, evînên pîr û pak, mêrxasiyên bêpayan, xiyanetên kambax…

Gênc Xelîlê ku ”fatha heft bajaran” li ser milê wî ye, lê piştî fetihkirina heft bajaran, ”li Hekê li Hekayê, li beytê li Beytulayê, qonaxê bîst û çar saetan ji Şama Şerîf wirdetir ve dimîne”, Edûlêya dotmama Elî ku ji bo dîtina kurmam û hezkiriyê xwe bibîne, cil û bergên reş ên mêrane li xwe dike, şûr û mertalên xwe girê dide, artêşek ji jinan ava dike û dibe fermandara artêşa jinan. Li hêla din serpêhatiya evîna Eliyê Qolaxasî û Meyrema Fileh û Metran Îsayê ku dixwaze wan ji zilma Waliyê Bedlîsê biparêze. Bavê Fexriya yê Torinê Mala Ezo û Siwarê Gêjo û keçika fileh ku bêyî hayê Bavê Fexriya jê çêbe bi duwanzdeh meqaman kilam li ser çêkiriye û evîna xwe jî di dilê xwe de veşartiye, tenê çend serpêhatî û kilamên bêhempa ne ku bi saya vegotinên dengbêjan di dil û mejiyê me kurdan de cih ji xwe re terxan kirine.

Di çanda dengbêjiyê de du herêm hene ku nav û dengê wan li seranserê dinyayê di nav kurdan de belav bûne: Serhed û Xerzan.

Helbet dengbêjî li çar aliyên welêt û li herêmên bi navê Serhed, Botan, Soran û Behdînan tesîreke xurt kiriye. Lê ev yek li Herêma Xerzan xwe zêdetir eşkere dike. Deşta Xerzan, Qûbîna Şewitî, Hezoya Kevin, Filehên Koxan, Êzîdiyên Hemdûna, Xatmaya Xopan, Çiyayê Zenga, Bîra Kurêdiya, Çemên Başûr û Xerzan, Germavên Xêsta û Bilorîs di kilam û lawjeyên dengbêjan de ji nûve vedijin. Ev cîh û dever carinan bi şermî; carînan jî bi şanazî têne bilêvkirin.

Şêxên Zoqeydê, Seyîdên Badayê, Begên Eyndarê û Zoqê Çiyayên Motka û Koçerên Miradî û Kanîgewrkî di devên dengbêjan de bûne benîşt û heta îro hatine. Ji ber ku qismekî jiyana xwe li Misircê (Kurtalan) li ser çiyayên Zenga û Bêkendê derbas kiriye û li Herêma Babosiyê ya Xerzan ji hêla Roma Reş ve hatiye kuştin ”Koçeroyê Farqînî” ji devê dengbêjên wekî Salihê Qûbînî, Teyîboyê Siertî, Qasimê Qûbînî, Şakiro û Zahiro ve hîn bûne û dane hînkirin.

Li hêla din şexsiyet, eşîr û malbatên bi nav û deng mîna; Hacî Zorav, Filîtê Quto, Eliyê Ûnis, Silêmanê Mistê, Birahîmê Mehmûd, Reîsê Derwêş, Gêncoyê Çeto, Bişarê Çeto, Cemîlê Çeto, Emînê Perîxanê, Zibeyrê Ehmê, Derwêşê Sado, Silhedînê Hacî Reşîd, Seyîdê Mamo, Eşîra Pencînaran, Eşîra Elikan, Eşîra Etmankan, Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Şemdîn, Mala Reman û şerên Mala Faro û Seyîdên Badayê, Şerê Hethetkê, Şerê Eynqesrê di nav berhem û gotinên dengbêj û dengbêjiyê de cihekî girîng digirin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev