EHMEDÊ NALBEND (1891-1963)

EHMEDÊ NALBEND (1891-1963)

JIYANA WÎ

Kurmancîya wê: Ziya Avci (Elîşêr)

Ehmedê kurê Emîn, di sala 1891an de li gundê Bamernê hatîye dinê. Navê malbatîyê ji bavê xwe wergirtîye, pîşeyê wî nalbendî bûye, di nav xelkê de bi gelek naznavan hatîye naskirin, di şiirê de “Ehmed” bikar anîye, hinek car “Nalbend” jî tomar kirîye. Di vî warî de dibêje:

Ez bi tebi‘ê xwe feqîr im ne‘lbendî nîsbet e

Lê bi şî‘ra xo xenî me fexra Kurdistan im ez

Di temenê xwe yê pênc-şeş salîyê de di hicreya mizgeftê de dest bi xwendinê kirîye. Wekî ûrf û adetê wê serdemê li gelek cihan xwendîye, ya eşkere ye li navçeyên Behdînanê hicreyên xwendina mizgeftan zêde bûne. Li bajarên Amêdê, Zaxoyê û Duhokê xwendîye. Di sala 1914an de li gundê Bêduhê yê li navçeya Berwarîyê du salan mijûlê xwendinê dibe û vêca îcazeya melatîyê werdigire û di sala 1916an de di eynî gundî de dibe mela, heta sala 1919an. Vî navî re çekdarên asûrî yên Tiyarê êrîşê gundên Mayî, Bêduh, Dêrşikê û yên din dikin. Avahîyên wan dişewitînin, mal û samanê xelkê talan dikin. Rûniştîyên wan gundan derbeder dibin, bi naçarî Ehmed berê xwe dide gundê Çelê. Salek piştî wê diçe gundê Ruysê û duwazdeh salan li wir melatîyê dike. Piştî wê du salan melatîya gundê Bêgovanê yê li navçeya Gulê dike, vêca şeş salan jî li gundê Xeşxaşê melatîyê dike. Di sala 1942an de vedigere Amêdîyê heta sala 1947an li wir rûdine, piştre li navçeya Silêvaneyê bi cih dibe. Di sala 1957an de berê xwe dide Amêdîyê, salek piştî wê diçe Bamernê û heta sala 1961an li wir dimîne, piştre carek din vedigere gundê Xişxaşê yê li navçeya Berwarîya Bala. Ev dawîn cihê wî yê niştecihîyê bûye.

Wî navî re Ehmed tûşî nexweşîya psîkolojîk bûye, kesên nêzîkî wî û şarezayê jiyana wî, di wê bawerîyê de ne ku Şoreşa Îlona 1961an, wî tûşî reşbînîyê kirîye, li gor wî êdî tu manaya jiyanê nemaye, ji ber wê di roja 9ê îlona sala 1963an de bi awakî trajedîk, li gundê Xişxaşê kêrekî li zikê xwe daye û koça dawîyê kirîye.

 

ŞIIRÊN WÎ

Hê di salên zaroktîya wî de li ba Ehmed îlhama şiirê serî hildaye. Wî wextî heta koça xwe ya dawîyê bi şiirê re jiyaye, wisan dixuyê ev his û hest qet xwe jê dûr nekirîye û timî pê re bûye, ev ji hemî şairên kurd ên din zêdetir jê re bûye saheyeka şiirê. Komek nivîskarên kurd di sala 1998an de karekî baş kirin ku di pênc cildan de hemî şiirên Ehmed bi navê “Baxê Kurda” weşandin. Şiir ji alîyê Taha Mayî ve hatibûn berhev kirin û ji weşanê re amade kiribûn, piştre pêdaçûn, rastkirin û serperiştîya çapê ji nivîskar Reşîd Findî, Îsmaîl Badî û Mihemed Ebdula re hat sipartin. Îhtîmal e ev dîwana fireh û mezin yek ji wan kêm dîwanan be ku ji sansorê hatibe rizgar kirin, yên şair gotine bê guhê xwe bidin sevîya nizmî û bilindahîya şiiran ên di warê huner û sipehîtîyê de hemî hatine weşandin, her wiha ji alîyê ûrf û adet û exlaqê civatî ve sansor li ser van şiiran çênebûye, bi eşkere wesfê mekanîkî ya peywendîya jin û mêrî ya di esnayê ku şehwet tenê heyecanî li mêrî nake, belko li jinê jî dike. Ev azadî ji bo nasîna dewlemendîya neteweyî wekî heye û beşekî ji rastîya jiyanê ye, di berhemê edebî û hunerî de karekî di cih de ye.

 

ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ BÎÇIMÊ/STÎLÊ DE

Dîwana Ehmed nêzîkî şeş sed lîrîk û qesîdeyên behra arûzê dewr dikin, qasî wê û belkî zêdetir jî şiirên li ser kêşa hêceyî ya xwemalî hûnandine. Di bikaranîna behra arûzê de yek ji wan e ku di şiira kurdî de zêdetirîn vê kêşê bikar anîye. Bi vî awayî kêşên hezec, remel, muteqarib, recez, besît, muzari‘ û medîh di şiirên wî de tên dîtin. Di van şiiran de yekîtîya qafîyeyê bikar anîye. Ji ber zêdebûna şiirên wî, çar-pênc ne tê de, karîbûye hemî dengên alfabeya kurdî û erebî bike qafîye.

Ev şiirên han her çend wekî nûnereka şiira klasîk a sedsala 20an dikevin li ber çav, lê beşdarîkirina ber bi pêşvebirina şiira millî ya hêceyî ya xwemalî de, ger ji vê zêdetir nebe, ne kêmtir e. Ji ber wê hemî kêşên xwemalî ku di şiirên xwemalî yên nivîskî û şiirên millî yên devkî (folklor) de hatine bikaranîn, Ehmed ji tevan zêdetir xwedîyê nimûneyan e. Bi vî awayî kêşên millî yên “5, 6, 7, 8 û 10” kîteyî bikar anîye. Hinek car kêşeyên dirêj perçe kirine û perçeyan nekirîye bi rêzeşiir, eger vê bikiribûya, hinek şiirên wî di warê bîçimê de wekî “şiirên nû” dihatin li ber çav, ew şiirên li ser bingehê zêdetir ji kêş û qafîyekê hatine rêkxistin.

Ehmed di bikaranîna qafîyeyê de dewlemend e, hemî awa qafîyeyên yekîtî, mesnewî û rengaûreng bikar anîye.

Dêmena bîçima şiira Ehmed di warê endaziyarîyê de bi vî awayî ne:

1-Şiirên wî yên lîrîk ji pênc rêzan heta duwazdeh rêzan hene.

2- Qesîde gelek zedêtir in, yanî ji duwazdeh rêzan jortirin.

3- Qesîdeyên wî yên çarînî hene, qafîyeyên “A A A A”, “A B A B”, “A A A B”yê bikar anîye.

4- Di perçeyên sê rêz şiirê de, yanî şeş nîv rêz şiir, qafîyeyên “A B A B A B” tên dîtin.

5- Komek qesîdeyên wî yên pêncînî yên asayî hene “A A A A B”.

6- Di dîwana wî de komek tercî‘ bend hene, lê lîrîkên wî bi hejmara rêzan kêm in, her wiha hinek car nîv rêz tercî‘ê carî nabin, dikare ji van re terkîbî bend bê gotin.

7- Bi giştî karekterê şiira millî ya xwemalî xasîyetê bingehîn yê berhemê Ehmedê Nalbend e.

Zimanê şiiran hêsan e, ji axaftina xelkê hatine wergirtin, ji ber wê beşekî zêde ji kesên kurdî dizanin fehim bikin. Li gor wî mebest ji bîçimê, têgihiştina naverokê ye, ji ber wê qîmetekî wisan bi vê nade. Xwe ji rewanbêjîyê heta derecekê dide alî, her çend hinek car wêneyên hunerî yên sipehî dikevin li ber çav jî.

 

ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ NAVEROKÊ DE

Eger havêna sipehîtîyê di hinek şiirên Nalbend de kêm bin û li şiirên perwerde û hîndekarîyê (dîraktîk) nêzîk bibin, ji ber wê ye ku hemî babet, bûyer, naverok û serpêhatîyên jiyanê nivîsandine. Bêguman hinek ji van babetan cerabeyên wî kêm in, lê ev ne tenê di edebîyata kurdî de ne, belko di edebîyata hemî neteweyên Rojhilata Navîn de wiha ye. Ji ber wê em dikarin van awa naverokan bikin nav naveroka qalibê dahênaneka nû.

Di xwendina şiirên Ehmed de, em dibînin ku tenê xwe wekî şairekî nade nîşan, belko wekî seydayekî xwendegeha asoya fireh û mejîyê wî tijî ji nesîhet û pendên rojhilatê dide nasîn.

Bi giştî şiirên Ehmed di warê naverokê de mijûlê van mijaran e:

1-Şiirên dînî (minacat, pesin û hinek milên sofîzmê) di şiirên wî de xwedîyê cihekî diyar in.

2- Dildarî û wesif bi gelek awayî dide xuyakirin. Ji wan wesfê dilber û niştiman tevlî dildarîyê dike. Teqlîda dildarîya klasîk zêde ye.

3- Şiirên wî yên civatî ewqas zêde ne, eger bi mebesteka akademîk lê bê nêrîn, ne bi mebesta tahm û xeyala hunerî, ansîklopedîya civatî jê çêdibe. Şair behsa hejarî, dewlemendî, dizî, qumar, bertîl, çakî, xerabî û gelek bûyerên din ên nav civatê dike. Piranîya ev awa şiir dikevin nav çarçoveya perwerde û hîndekarîyê.

4- Di şiira niştimanperwerî de rastgo ye, kesk e û di nav kurdîtîyê de hela ye. Ev awa şiirên wî dibin du beş, yek jê wesfê sipehîtî û rengînîya erdê Kurdistanê ye, ya din hereketekî kûr ê hinavî yê di wê rêyê de digere, ku kurdan rizgar dike, dibin xwedîyê xwe, wekî hemî milletek û neteweyekî ser rûyê dinyayê yên dijîn.

5- Şîn û girîn wekî mebesteka kevin a edebê û bi awakî nû wekî mebesteka taze di dîwana wî de xwedîyê cihekî taybetî ye.

6- Di sitayîş, şanazî kirin û methê de cihê wî diyar e. Hinek car tevlî henek û pêkenînê dike, di vî haletî de ji çarçoveya mebestên pêşîyê derdikeve û dikeve xaneya pêkenînê. Carên wisan jî heye werdigere û dibe drama û wekî komedî dikeve li ber çav.

7- Komek şiirên wî yên vekirî yên erotîk hene, wan dîwana şiira kurdî dewlemend kirine.

Çavkanî: Prof. Maruf Xeznedar, Dîroka Edebîyata Kurdî, cild VI

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev