Şakiro û di dengbêjiya wî de vegotina jinane -2

Şakiro û di dengbêjiya wî de vegotina jinane -2

Fermo, beşa duduyan ya gotareke delal derheqa şahê dengbêjîyê da ji qelema zanayê hunermendya kurdî a stiranê. Beşa pêşin me duh çap kiribû.

Şehmus Ceylan

(dûmayîka beşa pêşin)

Di vê kilama ku Şakiro de balkêşiya herî ber bi çav ew e ku evîneke platonîk heye. Carna evîn yek alî jî dibe û di dilê mirov de dimîne û qet xwe aşkera nake, xwe vedişêre. Li vir de jî keçik hez yekî dike lê raza dilê xwe ji wî kurrî re venekiriye. Evîn li gor civakan diguhere mesele di civakên vekirî de evîndar keçik be -jixwe evîndar kurik be ji wî re civakên vekirî û girtî ferq nake û dikare evîna xwe ji keçikê re vebêje- dikare ku here evîna xwe ji wî re veke lê di civakên girtî de ev yek ew qas hêsan û aşkera nayê kirin. Heke keçik ji yekî hez bike divê -bi ‘ihtimaleke mezin- li benda wî kesî be ku ew bêt û hezkirina xwe ji wê re îlan bike da ku bigihijin mirazê dilê xwe yanî bi awayekî din nabe. Ji ber ku keç li gor kurran di civatê de ji azadiyê bêpartirin yan jî wek kurran azad nînin. Di kilamê de, jixwe di serî de, keç evînekê di dilê xwe de vedişêre, hez yekî dike lê ji ber ku bi xwe de nabîne ku bi wî re baxive lewma raza dilê xwe jê re venake. Di kilamê de ciwankarîyek jî heye ku evîndarê xwe şibandiye berxekê. Şibandineke manîdar e ji ber ku ‘berx’ sawa ye û hay ji tiştekê tune û bê guneh e, li vir de jî wek sembola pakiyê ‘berx’hatiye bikaranîn. Her wiha di kilamê de xuya dike ku ew ji ber evîna wî sermest û gêj jî bûye. Balkêşiyeke din jî ew e ku keçik di kilamê de bi sondan dixwaze evîna xwe bipeytîne.

“…

Ez ê çi bikim gelo vê sibengê malxirabo

Dayika donzde dergûşa me

Ez ê çi bikim ji te, ji xwe, ji vî halî ax ay.”[1]

Di vê kilama Şakiro de û yên ku me tehlîlkirî de xala hevpar e ew e ku evîn ji negihiştina evîndaran pêk têt. Li vir de jî ev xal liberçav e. Jixwe evîn dema ku evîndar negihijine hevdu wê demê dibe evîn. Siyabend û Xecê, Mem û Zîn, Leyla û Mecnûn Ferhad û Şirîn û h.w.d di van mînakan de tişta hevpar negihiştina evîndaran e. Heke evîndar bigihijin hevdu yan jî miraza dilê wan bi cih be wê demê evîn balkêşî û dilkêşiya xwe ya efsûnî winda dike. Ji ber ku pirraniya evînên navdar ew evîn in ku negihiştine mirazên xwe. Jixwe yên ku gihiştine mirazên dilên xwe jî li ser wan belku bi ihtmalek yek du tişt hebe lê ji bilî wê li ser gihiştina evîndaran yan jî bicihbûna mirazê dilê wan tiştên hunerî pirr kêm in belku jî qet nebin. Di nav kilamên Şakiro de jî evîn çi qas di mijaran de cihekî taybet girtibe û roleke sereke leyîst (lîstin) be jî, di pirraniya kilamên wî yên li ser evînê de, ji negihiştina her du evîndaran pêk têt. Di vê kilamê de jî ji ber şert û mercên heyî têkçûnek heye. Diyar e pêşiyê du evîndaran ji hev hez kirine lê piştre jiyanê riya hevnegihiştinê dayê dilê wan. Piştre keçik zewicî ye û zarokên wê çêbûne. Ji ber çêbûna zarokan wê ji bo evîna xwe ev yek astengî dîtiye. Xuya ye ku ji ber şert û mercan hem têk çûye hem jî evîna xwe wesa hiştiye. Her wiha xaleke din a giring di vê kilamê de ew e ku neçartiya xwe jî bi çend gotinan aşkera dike.

1.3.3.Erotîzm

Di nav berheman de ertozîm bi serê xwe mijareke giring e. Erotîzm hem di nav berheman de hem jî di nav mijarên dengbêjan de cihê xwe yê taybet girtiye. Dema em di Wêjeya Kurdî de li pey peyva erotîzmê bikevin em ê xwe bigihînin berhema pîroz Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Ji ber ku li wir de cara yekemîn û bi teswîrên xurt erotîzm tê pêşberî me. Em dizanin ku Xanî ew pirtûka xwe ya nemir di sala 1692an de nivîsandiye. Xanî di berhema xwe ya giranbiha de dema ku qala zewaca Tacdîn û Sitiyê dike, teswîrên erotîk bi awayeke xweş radixîne li pber çavên xwînerên xwe.[2]Dema em vegerin li ser dengbêjê xwe jî em dibînin ku ev tema di kilamên wî de jî cihê xwe girtiye û ev tema pirr caran di bin banê mijarên evînê de dibore. Di mijarên dengbêjan de motîfa erotîk pirr caran ‘memikên jinan, ramûsanên hezkiriyan, pêsîrên jinê û taxima sing û berê jinê’’ ne.

“…

Hey bêbexto tu nizanî

Heya dinya xweş û ava be,

Taxima sing û berê min keçikê,

Li meydana li xezîna te ye

Hey lo li min hey lo li min delîlo”

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Asê’’ de di serî de xuya ye ku ji aliyê jinê ve ji bo hezkirîyê xwe sîtemek heye. Li vir de em dibînin ku girêdaneke bedenî û aîdetiyek jî heye. Li gor kilamê bedena wê aîdê hezkiriyê wê ye. Jin gencîneya xwe tenê raberî hezkiriyê xwe dike ji wî re bedena xwe pêşkeş dike. Li vir de motîfa herî libeçav sing û ber e yanî motîfa erotîk li ser vê hatiye avakirin. Her wiha tişteke din a balkêş jî ew e ku li vir de jin sing û berê xwe dişibîne xezîneyekê yanî li vir de analojî hatiye kirin.

“…

Taxima sing û berê min keçikê,

Fenanî avê li Çûryê li Maçûriyê,

Li Axuriyê li Sînê bi sînekê

Qazgol û Bîngol,

Şûşal û Tekmanê”

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Delal’’ de careke din jin bi awayeke erotîk xwe tîne ziman. Wek kilama ku me li jorê jî analîzkirî de sing û berê jinê wek taximekê tê bilêvkirin. Di pirraniya kilamên Şakiro yên ku tema li ser erotîzmê be, sing û berê jinê bi peyva taxim ve hatiye bikaranîn. Ji ber ku sing û ber yan jî memik cot in loma wan wek taximekê dibîne û bi girêdayî vê yekê peyva taxim bi kar tîne. Li vir de ciwankariyek jî heye ku jin taxima sing û berê xwe dişibîne ava Çûryê li Maçûriyê û dişibîne çend welatên din jî. Her wiha li vir de balkêşiyeke din heye ku ew jî qala erdnigariya Welatê Serhedê hatiye kirin. Mirov dizane ku Sîne, Qazgol, Bîngol, Şûşal û Tekman (li Qersê ye) di nav sînorên Serhedê de ne.

“…

Her çi kesê ku here bi lawikê min ê cindî ra

Vê sibengê pêşiya tewş û talanê

Mala bavê min rebena Xwedê vegerîne,

Ez ê pêşkeş bikim cotek kihêlê mala bavê xwe gulîbirê

Pêsîrê bi rext e serî wa bi rişm e.

Eger qayil be jixwe qayil bû,

Gava qayil nebû, pêşkeş bikim cotê zer memikê”

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Lawikê Cindî’’ de careke din teswîr û motîfên erotîk li ber çavên me ye. Li vir de xuya ye ku malbata keçikê li hember bûyerekê -şer- têk çûye. Wê ev têkçûn dîtiye û ji ber ku hêza wê tune û lewma ew bi neçarî û bi pêşkeşiyan dixwaze mala bavê xwe tewş û talanê xilas bike. Pêşî ji xortekî yan jî ji hin kesan xwastiye ku ew herin şer ji bo alîkariya mala bavê wî û bi gotin aniye ziman ku kê here wî şerrî ew dê wek xelat, mal û cotek kihêl bidetê. Heke yê ku ev daxwaz an jî şert qebûl kir jixwe kir heke qebûl nekir wê demê jin, amadeye ku gencîneya xwe yanî cotê memikên zer bide wî. Li vir de tişta herî liberçav ew e ku jinik ji ber neçartiyan û bêhêzbûnê mecbur maye ku bedena xwe radestî lehengekî bike. Carna ji ber neçartîyê mirov gellek tiştan dike. Li vir de her wiha têkçûna peyva şerm, ’eyb û namûsê jî heye. Her çi qas namûs giring be jî carna ew ji ber şert û mercên heyî têk diçe. Her wiha dema jin qala hin tiştan dike, di wê navberê de teswîra xwe jî dike. Em di teswîra wê de tê derdixin ku ew yeka gulîbir û zer e.

Di pirraniya kilamên Şakiro distrê de peyva erotîzmê li ser motîfên pêsîr, memik û taxima sing û berê ye. Li gor kilamên ku hatine tehlîlkirî erotîzm di nav sînorekê de maye. Tu caran di kilamên wî de ji bilî memik û sing berê daneketiye xwarê an jî bi awayekî din sînorên kilamên wî diyar e. Ew ji bilî van motîfên erotîk qet qala ciheke din ya taybet ya jinê nake.

1.3.4 Şer

Di nav kurdan de şer ji ber pergala ‘eşîrtiyê (hoz) her tim cihê xwe girtiye. Ji ber ku kurd di nav nifaqiyekê de bûn loma şer jî wek tiştekî ji rêzê xwe kiriye qedek (parçe) jiyana wan. Pirraniya şerên wan şerên navxweyî ne û ji hev du pirr rik digrin,’’Wekî dinê Ekrad zêde bi kîn û kudûret (bênhteng) in û xweyî înad (rikber) in. Eger dijminê digel yekî heyin, daim li durra (zirar) wî digerin’’.[3] Bivênevê temayên şer û mijarên şer bandor li ser berheman û dengbêjan kiriye. ‘’Ji ber ku xwendin û nivîsandin heta demeke nêzîk di nav kurdan de birêkûpêk belav nebûye, dengbêjan wekî peywirekê ev bûyerên dîrokî neqil kirine. Ji vî aliyî ve her kilameke şer wek belgeyeke ne nivîsandî ye.’’[4] Welatê kurdan ji ber ku hatibû dagirkirin ji aliyê serdestên wan ve her tim lîstikên cur bi cur li ser wan dihate lîstin. Wan tu car nexwestine ku kurd bibin yek û hevgirtî. Jixwe kurd jî li gor wan û li gor lîstkên wan tevgeriyane. Ji ber van sedeman tifaqî ji wan dûrr lê nifaqî li hindav wan bûye. Dengbêjan ev yek dîtine û bi kilamên xwe şerên kurdan strîne.

Dema em stranên Şakiro guhdar dikin em dîbin şerên ku ji wî re bûne mijar jî di nav xwe de, em dikarin bikin çend cure wek mînak: şerên ‘eşîra, şerên takekesî û şerên bi nijadên (bi serdestan re) din re. Em ê li vir jî li ser kilamên wî rawestin û wan tehlîl bikin.

‘’Besrayê bi sê dengan bang dikir

Digot Ferzende mala te xirabe

Te digot ez Ferzende me Ferzende me

Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im

Xwedanê kuçik çapliyê li welatê dordincî ordiyê

Mêr ser min de qe tune ne’’

Ev kilama Şakiro ya bi navê Ferzende Beg qala şerê di navbera hêzên dewletê yên Îranê û şerê wî dike. Em dizanin ku Ferzende Beg piştî têkçûna Şêx Seîd tev li Serhildana Agiriyê dibe li wir dema serhildan têk diçe derbasî Îranê dibe, Îran dixwaze ku ew bi çekên xwe re radestî (teslîm) wan bibe lê Ferzende Beg vê naxwaze û bi wan re dikeve di nav pevçûnê de û li wir ji aliyê hêzên Îranê ve tê kuştin. Em li vir dibînin ku di vê mijara şer de, şer di navbera du nijadên cuda (kurd-‘ecem) de derbas bûye û sitran jî li ser vê yekê pêk hatiye. Li vir de jina Ferzende Beg Besra ji wî re distrê. Di kilamê de xuya ye ku Ferzende Beg -dema pêşiya şerî- jixwebawer û bi mêraniya xwe ewle ye. Loma jî dema Besra qala vê yekê dike ji wî gazid dike ku ew ji ber ku ji mêraniya xwe bawer e û tu kes ne reqîb (hevber)ê wî ye ew çima niha têk diçe. Balkêşiyeke din di kilamê de ew e ku Besra bi sê dengan bang li wî dike wateya vê peyvê -sê dengan- tiştekî folklorîk nîşanî me dide. Em dikarin bibêjin ku wek peyvên’’3, 7, 12’’ di nav folklorê de wek peyvên folklorîk tên nasîn û li vir de jî hatiye bikaranîn.

‘’…

Asiyayê digote Besrayê de dayê dergûşa milê te lawîn e

Tu bi destê Elfezya bigre ji navê derkev here

Go lê dayê rebenê ji te re ne ‘eyb e tu ji min re dibêjî gotinê were

Bila dergûşa milê min li dora lingê ‘Eşîra mala ‘Emer

Her du peyayê mala Mistefa Axa tev bigere’’

Di heman kilamê de em dibînin ku li cem Ferzende Beg jina wî, diya wî û kurrê wî jî heye yanî ew jî di nav şer de ne. Mirov ji van gotinên kilamê tê derdixe ku şerr nêzî têkçûnê yan jî girantir bûye ku diya Ferzende dixwaze ku bûka wê û neviyê wê xwe xilas bikin. Lê jina Ferzende dilsoziya xwe li vir nîşan dide her wiha mirina kurrê xwe jî tîne li ber çavan û gotina xesûya xwe nake heta gotinên wê wek ‘eyb dibîne û naçe. Her wiha ji vir em derdixin ku Ferzende Beg ji Eşîra Mala Emer e.

‘’…

Hedê digo Gulê rebenê tu rabe em ê serê xwe kur kin

Heft duzan û dozdeh kêran

Şeva cewabekî neb’xêr hatiye dibêje li kozika wêran

Mala ‘Emer Mala Şewêş

Li hev anîne qira şêran û mêran bê heywayê’’

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Gulê Dêran’’ de em dibînin ku şer vê carê di navbera du ‘eşîr an jî malbatan dibore. Di vir de xuya ye ku têkçûn pêk hatiye û jin jî vêya dibînin. Ji ber ku şer qewimîye û di nav vî şerî de nasên wan hene, ew jî wek reaksiyon, neçartî û şînê serê xwe kur dikin. Em dizanin ku di nav kurdan de dema ku nasek wan yê ji nêz ve dimire an jî tê kuştin jin gulî an jî pora (pirç) xwe kur (kurt-birîn) dikin. Li vir de jî wan xwastiye ku wesa bikin. Her wiha li vir de tişteke din jî heye ku ew jî peyva ‘şev’ e, em dizanin ku tiştên nebixêr û xirab şev diqewimin. Li vir de jî jixwe cewaba nebixêr bi şev gihiştiye wan. Balkêşiyeke din jî ew e ku li vir de jî hejmarên folklorîk careke din xwe raberî me dikin ku ew jimar jî ‘’7 û 12’’e ne.

‘’…

‘Eşîra Xiya giregirê Badikan

Derbekî dest berdane bedena egîdê mala bavê min gulîbira xwedê

Kesekî xwedan xêr tune bû bi orta çapliya xwe bigirta

Çend rojeka vê sibengê li Welatê Serhedê

Gidî gelo li hewara egîdê mala bavê min here.’’

Di vê kilama Şakiro ya bi navê ‘’Ez Reben im ‘’ de jin pêşiyê qala ‘eşîra êrîşkar dike û navê wan vedibêje. Wek di hemû kilamên şerî de careke din em jinekî neçar dibînin. Ew dixwaze ku hin kes herin hewara mala bavê wê. Gazindekirina wê li vir de liberçav e egîdekî digere ku ew here lê xuya ye ku heta mala bavê wê têk jî çûye yekî xwedanxêr tune bûye. Jin li vir de her wiha qala cihê ku şer lêhatî qewimîn jî dike û ew der jî Welatê Serhedê ye. Balkêşiyeke din jî ew e ku em dibînin careke din sembola neçartî -gulîbirî- li vir de hatiye bikaranîn. Em dibîn ku ev sitran jî di navbera du hozan (êşîran) de qewimîye.

Ji bilî van stranên Şakiro yên li ser şer, pirraniya wan kilaman bi gotina’’Agirê kulê bikeve mala …’’ wek nifirekê û gazindeyekê derbas dibin. Ev gotin pirr caran ji bo nifiran tê bikaranîn û di nav kilam de zêde jî tê dubarekirin.

Encam

Em dizanin ku çanda kurdan û wêjeya kurdan pirr dewlemend e lê her çi qas dewlemend jî be ew wêjeyek an jî çandeke nivîskî nebû lê devkî bû. Li cem kurdan ji ber kêmhebûna nivîs û xwandinê tiştên ku rû didan nedihat nivîsîn û tenê di nav gel de û li cem dengbêjan dima. Bi alîkariya hin dengbêjan ev tiştên ku rû didan bi devê yekî derbasî di nav gel û bi devê wî derbasî dengbêjekî dibû û tiştên bi vî rengî hebûna xwe wiha berdewam dikir. Yanî her dengbêjek ji kurdan re xezîneyek û parçeyek ji dîroka wan bû. Em dizanin ku berhema nemir a Ehmedê Xanî ne fiction (kurmaca) e û ew di nav gel de hebûye û bi alîkariya dengbêj derbasî nava nivîsê bûye û ev berhem gihaye li ber destê me. Mînakên bi vî rengî kêm jî be hene. Dengbêj pirek (köprü) di navbera doh û îro de.

Me di vê xebata xwe de hewl da ku em li ser jiyana Şakiro, dengê wî, dengbêjiya wî û di dengbêjiya wî de bi devê wî jin an jî di kilamên wî de li ser vegotina jinane em rawestiyan. Heta niha li ser vî aliyê wî tu kes bi taybet ranewestiya bû. Yên ku li ser wî û dengbêjiya wî vekolîn û lêkolîn kirine pirraniya wan li ser her du aliyên wî rawestiyane û bi hûrgilî neketine di nav vî karî de yan jî bi gelemperî nirxandine lê me di vê xebata xwe de di bin çend mijaran de kilamên wî û bi devê wî jin xwe çawa bi lêv dikin an jî vegotina jinane me nirxand. Bi hûrbînî li ser vî aliyê wî hate rawestîn. Di derdorê 50î kilamên wî hatin guhdarkirin û li ser wan tehlîl hate kirin. Wek rêbaz, rêbaza Serdar Öztürk, ku di pirraniya referansên vê xebatê de derbas dibe, hate girtin û di deşîfrekirina kilaman de jî bi pirranî kilamên ku di nav xebata wî de derbas dibe li ser wan tehlîl hate kirin.

Referans/Çavkanî

Antolojiya Dengbêjan, Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê, c.1,Stenbol,2007

Aras, Ahmet, Şahê Dengbêjan Şakiro Vefat kir, Ronahî, j.58, 29 Xezîran-5 Tîrmeh 1996

*Beğik, Mahmut: Şakiro, http://www.kovarabir.com/tag/dengbej/13.11.2012 (Referansa ji înternetê)

Bayrak, Mehmet, Mûzîk, Dans û Şarqiyên Kurdî, c2, Ankara, 2002

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn (amd. Huseyn Şemrexî)Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2011.

İnalkaç, Abdulkadir ’’Di stranên Şakiro de jina çê û mêrê kotî’’Çirûsk, j.21,2014 Weşanên Belkî

Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ( amd. Jan Dost ) Weşanên Nubihar, Stenbol, 2012.

Melayê Cizîrî, Dîwan, (amd. Selman Dilovan), Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2012.

Parıltı, Abidin, ‘’Dengbêler, Sözün Yazgısı’’, Weşanên İthaki, İstanbul, 2006

Serdar Öztürk, Di Tradîsyona Dengbêjiya Kurdî de Şakiro, Teza Lîsansa Bilind a Mêrdîn Artukluyê, Enstituya Zimanên Zindî, Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî, Mardin 2014

Riataza

[1] h.b.b

[2] Ehmedê Xanî, r.134-135

[3] Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ( amd. Jan Dost ) Weşanên Nubihar, Stenbol, 2012, r.53

[4] h.b.r.76

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev