
Perwîz Cihanî
Xalek li ser lêva çenê, ya dî li jêra gerdenê
Kuştim xudê vê gulkenê, zîvîntenê, behîçenê
Firşteya li rû zemîn, roja li dij ehrîmenê
Wê Şemsika yezdanhebîn, efsûn kirim bi yek kenê
Ew ne bişirîn bû te gul, rêhtin ji wan herdu leban
Durr bûn dibarîn ji devî, lam sorgulê yasemenê
Ew dendika li gerdenê, yan îsota xala çenê
Yek dil disojîtin ciger, ya dî Xudê can û tenê
Bêjî ku hozankî ji dil, çêkir cinas û qafîye
Xudê cinasa şairan, nabit wek wê xal û benê
Ez şêxekî pênce hecim, keça li dêra ermenê!!
Te fêr kirim guft û kenê, metostaya şaxa fenê!!
Lê zerîyê, ez benîyê, şengebîyê, bêm ber sîyê
Sîya te ey selvarewan, hey çîmisîmê gulkenê
Cê xwe kirî nava dilî, dîn kirim ez wek bilbilî
Para me kir dirr istirî, gula di goşa gulşenê
Xwe afirandî ev gula şîrînziman şekerşikên
Xwe jî dibêje ya Xudê guneh e hûn zên nedenê
Kuştî Cîhanîkê reben, kula dilî berdaye ten
Bûye xezaleka revok, tajîyê çavan qet negenê
Riataza