Yûra Nabîêv: tevahiya kurdên Sovyêta Berê piştevanê pêvajoya hestiyara pîroz in

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 21

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Guhdarên delal, çawa me we pêşda agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me îro derbarê seredana şanda Yekitiya Komeleyên Kurd ên Welatên Sovyeta Berê da ye li Herêma Kurdistanê, hevdîtina nûnerê delegasiyonê di gel serok Mesûd Barzanî û mijarê gotûbêja wan, ji bilî wê derheqa seredana çend sazî û dezgehên siyasî û civakî yên herêmê û her wiha ra û nihêrînên mevanê bernameyê, nûnerê şandê derheqa rewşa Kurdistanê a sîyasî û sivîl da.

Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya lêkolîner û pisporê sîyasetê, serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûra Nabîêv kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.

Jînenîgarî:

Yûra Nabîêv 26 cotmehê sala 1953an li Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê ji dayîk bûye.

Di sala 1975an de Zanîngeha Tbîlîsîyê ya dewletê ya bi navê Îvanê Javaxîşvîlî, Fakultêya fîzîkê temam kir.

Yûra Nabîêv salên 70yî ya sedsala buhurî Serokê Şêwra bi ciwanên kurd yên Gurcistanê bû. Pişt ra bû Rêberê Komeleya kurd “Ronayî” ya Gurcistanê.

Di destpêka salên 80î ya sedsala borî da ew yek ji hewldanwerên şanoya kurdî li Gurcistanê bû û gelek rol li sipektaklên heman şanoyê da lîstiye.

Ew wek cîgirê serokê beşa Tevaya Pêşesazîya zanistîyê “MION”ê ya Wezareta endustrîya êlêktronîk ya Sovyetê kar kiriye.

Ew cîgirê rêveberê dibistaneke navîn ya bajarê Tbîlîsîyê bû.

Pişt re, Yûra Nabîêv li Enstîtuta Fîzîk ya Akademiya Zanistî ya Gurcistanê û Enstîtuya amadekarîyên kadroyan li bajarê Moskvayê da xebitî. Gelek salan ew berpirsyarê sereke yê malpera Kurdistan.ru bû.

Ji sala 2013 de, ew serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, herweha Serokê Giştî yê Komeleya Kurdan yê dewletên HDS ye. Yûra Nabîêv cîgirê Serokê Giştî yê Kongrêya sazî ya Neteweyî ya Rûsiyayê ye.

Ew wek pispor û lêkolinarê sîyasî beşdarî gelek konfêrans, bernameyên radyo u televîzyonên Rusiyayê dibe, di rojname û kovarên kurdî û rûsî da gelek gotarên wî derbarê sîyaseta Rojhilata Navîn de hatine cap kirin. Kek Yûrayê Şamil karmendê civaka Rusiyayê yê êgin e û heman demê da bîznêsa malbetî ve mijûle.

Yûra Nabîêv zewicîye, du kurên wî hene.

Birêz Yûra Nabîêv re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Moskvayê ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûra Nabîêv bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev