Bona bîranîna Fêrîkê Ûsiv

Bona bîranîna Fêrîkê Ûsiv

Xwedê xirav bike xerîbyê, destê mirov bira-pismam, heval-hogira, heta erd û esmanê hizkirî jî diqete. Ji wefetbûna Fêrîkê Ûsiv çar meh şûnda, berêvarekê ew cawa dilêş gîhîşte min. Wê şevê ez ranezam. Ketme paşla xem û bîranînên buhurî.  Niha bîst sal derbaz bûye. Emirê çûyî, rojên derbazbûyî hatine bîra min: malbata Kurdên Ermenistanê ya rewşenbiri, telayi û şîrnayî, hisret û bîranîn. Rojnema “RYA TEZE”, RADÎO para axavtinên kurmancî. Rasthatin, helaqetîyên me: êvaryên nivîskaran, lênhêrîna pirtûkên nû nivîsî, şevên şaya, sazbendîyê, hobêlyanên- rojbûnên zanyaran, eyd… Her rewşenbirekî me şexsîyetek bû, “ji her kulîlkekê bînek dihat”. Kê derheqa rojên wa da difikirî? Kê bawer dikir, ku jîyan wa sersêrî kerê bê welgerandin? Qedera evd destê wî da nîn e. Me ji bo peyveke “ne cîyê xwe da”, seva xeteke “sist” yan fikireke “nerast” qirka hev digirt, ji hev dixeyîdîn. Lê pey ra, roja din odên rojnema “RYA TEZE” yê xebatê, yan axavtinên  Radioya Kurdî, para kurdzanyê yan mala nivîskarên Ermenistanê da, yan qawexanekê da em dihatin li cem hev.

Fêrîk pir nedihat xanê, gund da dişxûlî, lê ji êvarya  rasthatina nedima.

Helbest xweş dixwendin. Helbesta wî ya hizkirî, ku timê eyda û êvarya da dixwend, helbesta “MISTEFA BARZANÎ RA” bû.

Xwendina helbestan min bi gelek zimanan him ji devê helbestvana, him jî ji hunermendên bi nav û deng bihîstîye, xwendina Fêrîk ji ya wan kêmtir nî bû. Dengekî xweş lê bû. Degme distira lê xweş distira. Min ra li hev hatye sitirana wî him şaya, him jî şina da bibihêm.

Hamoyê birayê wî çûbû li ber rema Xwedê. Ez jî çûbûm hewaryê. Dema Fêrîk stira, birao kir, îskîn kete hazira û destmal bê hemdê xwe birin ber çavê hêsir. Qeya-zinarê çîyayê Dibûr, wekî dilê wan hebûya dijwar bikaribûna hêsirê xwe zevtkin.

Ez û Fêrîk hevalne pir nêzîk nî bûn, lê hev femkirin û hevgirêdaneke hest û ruhî li navbera me da hebû. Em timê rastî hev dihatin, axavtina me dirêj dikșand… Têma axaftina me ya  hîmlî zargotina me ya gelêrî bû. Carna jî minê hew binhêrya axaftin guhest derheqa  efrandinê helbestvanekî cihanê ye eyan da axivî, carna derheqa rêwîtîke xwe da gilî dikir, karê xweyî dersdaryê bîr tanî, carna jî gilî- gotinên pampîya, salê xweye zarotiyê bîr tanî…

Qet ji bîra min naçe. Havîn bû. Çûbûme gundê me, Qundesazê. Ji wura jî bi kerekî çûme Pampê, mala Fêrîk. Li navbera gundê me û Pampê da 4-5 km e.

Demeke dirêj bû, ji xwe ra li gund xanî çêdikir.Min ra pir cara derheqa çêkirna xanî da gilî kiribû. Bi axavtinên me da min êdî zanibû avayê wî çawan e. Lê ça gel dibêje: “Carek dîtin çêtir e ji hezar car bihîstinê”. Xanîyê wî yê bi kevirê tûfa sor hema tenişta girê li rex gund da çê bûbû. Xanî qul bi qul nîşanî min da, derheqa her kevirekî, derî û pencerekî, dîwarekî da hûr-hûr dîsa gilî kir. Çima pencere li ser wî dîwarî ye, li ser yê din nîn e, çima derî wusa çêkirye, cîyê sobê û tendûrê… Dema berbangê roj nû dertê û êvarê diçe ava li wur va çawe tê xanê. Tiştê herî balkêş axil bû. Hema dîwarê tam va li palê axilekî mezinî-merdane çêkiribû. Sûreke bi kevirê tûfa sor kişandibû dorê. Di axil da hezar pez cî dibû.

-Fêrîk, ev axila seva çiye?- min ecêvmayî jî pirsî. Ewî helbesteke nû nivîsî ji min ra xwend:


Min çê kirin ev tam-taşê tûfîn,
Li dorê kişand sûreke mitîn.
Û çawa pez hiz, çawa kurdê çiya,
Axilek ava kir min li sirtê çiya.
Ser şaneşîn û şênlikê min ra,
Salê bifirin mîna sîmira
Û wextekê jî du rêncber wê bên,
Xwe bidin ber sîya axlê minî şên:
“Hey gidî, -bêjin,- Fêrîkê remetî,
Ser van tam-taşa çiqas zemet dî…”

Rastî jî sal mîna teyrê sîmir firyan û îro ez bi keser bîr tînim: “Hey gidî dinya, Fêrîkê remetî,

Ser van helbest-destana çiqas zemet dî…”

Salê dawyê timê min ra têlêfon vedikir. Lawê min radihîşt têlêfonê û zû tetik dida min:

– Apê Fêrîke.

– Çawa zanî, ku apê Fêrîke?

– Ew timê dibêje: “Kuro bavê te li male!”

Êdî min tê derdixist ew li Yêrêvanê ye, dixwaze em berêvarê rastî hev bên. Cîyê rasthatina me Sîsêrnakabêrd bû. Li bajarê Yêrêvanê, pêjber ew mehela mala FÊRÎK lê bû girekî bi wî navî heye. Wergera wî navî BI kurmancî Kela Dûmeqeskê ye. Wî girî çima ew nav standîye, kengê, nizanim. Gir dawya salê şêstî da kirine baxçe-seyrangehekî bedew. Binatarê, alyê bakûr gelyê Zengûyêyî kûre, têra çemê bi wî navî jî dikşe. Ber çêm stadyona fûtbolê ya mezin e, ew pir bedewe û bi cûrê nûjen hatye çêkirin. Alyê girî din daristan e. Lê jorê, li nav baxçên kulîlk û darên bedew da heykelê gênosîd ermeniya ber bi esmîn bilind dibe. Heykel bawarkî ji her alyê bajêr va tê xanê. Ev heykel ji bo bîranîna wan şihîdên Ermenîya hatîye çêkirin, ku ji alîyê dewleta Tirk va salên 1914-1920-î hatin qetilkirin.

Em tim li wî baxçeyî rastî hev dihatin. Derheqa efrandinên nû nivîsandî da gilî dikir, helbestên nû dixwend. Carna temamya naveroka axaftina me nimûneke zargotinê bû. Min tê derdixist, ku ew ser wê dixebite. Di derheqa çêkirina xanîyê xwe da diaxivî. “Karekî dijwar e, giran e. Lê hewasa min pêra tê. Ez dema ser xanî kar dikim, bi dil û ruh rehet dibim, kul-derdê jîyanê, dewranê, tiştê neqenc ji bîra min diçin… Evdên sinetçî, xebatçî helal in, rem in, heyf in,-digot.”

Tim ji dinê, jîyanê xeyîdî bû. Gazin bû ji heval pismamên  qulixhiz, perehiz, cînarên miletçî, nivîskarên bêşurete “şêr diz”, “qanûn û zagonên” dewleta Sovêtêye nerast.

Wextekê, pir bi derheqa Sivêtayê, wê pîreka kurda ji bajare Tilbîsê da diaxivî. Ew kûr ketibû dilê helbestvan. Eger wê Sivêtayê jî hestê wî femkira, agirê evîna paqije bedew dilê wê jî bigirta dibe di jîyana şayîr da guhestinên bingehîn çê bûna. Tim gazin bû, ku vê dewra perehiz da kes qedirê huba esil nizanê…

Carêkê wî baxçeyî da em li ser kursîkî rûniştibûn. Li ber me mergeke kulîrka bû. Ew bi nexşên pir hewaskar, bi kulîlkên cûrbicûr û reng-rengî hatibû li hev anîn, hûnandin.

Demekê wî ker li nexş, kulîlka û renga nihêrî û got:

– Esko (ji min ra usa digot) em herd jî baxçevan in. Em jî bi kulîlka nexşê wa çê dikin. Kulîlkê min hevkî qewî ne, sert in, yê te pir nazik in. Mirov newêre destê xwe bidê. Nişkêva şextek hebe kulîlkê te yê zû biçilmisin.

Paşê xwe bi xwe fikira xwe tomerî kir: “Eh, bira seva kulîlkê xwe ber xwe nekeve. Şextê dayê kulîlkê qewî jî, nazik jî li ber teyax nakin. Eger welat hebe, dewlet hebe, gelê kulîlkê xwe xweyî derkeve, tunebe kes jî me bîr nayne.”

Vê dawîyê nexweş bû. Nexweşîya şekir pê ra hebû. Ji çavê xwe gazin bû, digot lingê min dêşin.

Dinîya li hev ket. Destê me teva ji hev qetîya…

Wê şevê, tenê, li devê xem û xiyalên xerîbyê da, tevî hest û bîranînên xwe rûniştibûm, xewa min nedihat. Dilê min dişewitî, ev xetên serxweşyê çê dibûn. Lê serxweşî kê ra?..

Evdê bên û herin lê Kurdistana me û gelê meyê hebin!

Bira gelê me xweş be.

 

SERXWEŞYA MIN

Ji bo biranîna Fêrîkê Ûsiv
Keserên tel hêsira da şil bûne, wex,
Giran bûne vê êvarê ser dilê min,
Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş,
Wefet kirye helbestvanê meyî mezin.
Ew ji xwîna Cizîrî bû, ji malbeta Feqîyê Teyran,
Qewalekî Lalişê bû, pêşîmamê helbestvana,
Dewrêşekî Zerdeştî bû, çîrokbêj bû,
Ku bang dida ji kûraya dewr-zemana.

 

Pala çîyayê Elegezê êla êzdiyan
Em heval bûn, em hogir bûn, hev ra bira,
Çi ferman bû li me rabû? Kê zanibû
Wekî îro ewê wur be, ez li vira.
Xem û xiyal, hisret-hesîn û bîranîn,
Hev ketine mîna lêya der biharê,
Li nav wan da rûniştime tenê, melûl,
Hêsirin tek çavê min ra têne xarê.

 

Ne kes dengê min dibihê, ne jî rê ye,
Wekî rabim, berêx bidim Pampa wêran,
Xwedê bira xirav bike vê xerîbyê,
Vê rev-bezê,vê qedera meye giran.

 

Wî Pampê da xwe ra koşk û sera çê kir,
Bengî bû ser: tucar nehîşt Pampa xwe dê,
Pampê da jî ew bû heykel, ew bû kilam
Helbestvanê gelê xweyî heta hetê…
Ezê îşev xwe bavêjim li ber bextê
Van teyreda, bira nekin, minet,qisûr,
Dilê minî tije hêsir baskê xwe kin,
Bibin pala Elegezê, tepê Dibûr.

 

Serxweşya min bidin koma Êzdîxanê,
Û ramûsin destê daykê meye şîrin,
Bira ewan kilamekê bavêjin ser
Fêrîkê me, halê Kurdan, xerîbya min.

 

Xem û xiyal, hisret-hesîn vê êvarê
Hev civyane, giran bûne ser dilê min,
Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş,
Wefat kirye helbestvanê meyî mezin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev