Min destana ”Siyabend û Xecê” ne eciband

Min destana ”Siyabend û Xecê” ne eciband

Welat Agirî

Çîrok  û destanên Kurda di jiyana rojane de ciyekî girîng digrin. Bi rastî ew giringî ne wek berê ye, bi pêşketina teknolojiyê ve, di atmosfera nifşên nû de hin guhertîn pêk hatin ku serpêhatî, klam, çîrok û destanên me ji wan guhertinan bêpar neman.

Jidûrketina çand û edeta ne bi tenê problema nifşên Kurda ên nû ye, herweha pirsgirêkeke global e. Bi awayekî zelal xuya dike ku teknolojîyê reng û rûçikê dinyayê guhastiye û tesîra edet û toreyan wek berê nemaye. Lêbelê ev qiyasa di navbera kultur û teknolojiyê de mijara gotareke cuda ye. Ev gotara me derbarî Destana Siyabend û Xecê ye.

Di nava Kurda de edebiyata devkî gelek xurt e/xurt bû. Bêdewletî û bêdibistaniyê riya pêşiya edebiyata nivîskî girt, û Kurda bêçare xwe spartin zar û ziman, peyv û gotinan. Xwezî edebiyata nivîskî jî haqas pêş biketa, ev ji me re dibû dewlemendiyek.

Di van salên dawî de Kurda dest bi nivîsê kirin. Divê em antîparantêz bêjin ku malbata Bedirxaniyan û Kurdên Sovyetê sed sal berê dest pê kiribûn, lê ev karê pîroz di nav hemî Kurda de belav nebûbû. Wek me got, di salên dawî û xwasma dawiya sedsala nazdemîn û destpêka bîst û yekemîn ve jimara nivîskaran jî zêde bû.

Baş e, gelo van nivîskaran çi dinivîsîn, mijarên nivîsên wan çi bû?

Helbet tûrikê meriva de çi hebe, ew ê bê nivîsandin. Û tûrê Kurda jî heta ber devî tijî bû; evîn, mêrxasî, serhildanî, bêbextî, mirin, kuştin, azadî… Ev hîs û hestên hezar salî bi riya çîrok, klam û destana wek avê diherikîn û bi dengê xwe ê Kurdewarî Serhed, Dêrsîm, Xerzan, Botan, Berzan, Hewreman yek bi yek silav dikirin.

Nivîskarên me jî devên telîsan vekirin û bi pênûsê peyv û gotinên xwe li ser lênûsê xemilandin. Çi devkî be, çi nivîskî be, gelê Kurd jî çîrok û destanên xwe gelek ders û şîret wergirtin û di bin rê û rêbaziya van pend û salixdanan de berê xwe dan pêşerojê.

Min Destana Sîyabend û Xecê him devkî bihîstibû û him jî nivîskî xwendibû. Ev mideteke li ser vê destanê difikirim ka çima ji sedsalekê derbasî yeke nû bûye. Ji ber ku di vê destanê de ne evîn heye, ne şer û cenga dijberî dijmin û ne jî azadkirina welêt. Erê min ev destana ne eciband û ez ji we re sedeman jî yek bi yek rêz bikim:

  • Siyabendê Silîvî amojna xwe dixapîne, gayê cot dide şerjêkirin û bona pêjandina goşt û çêkirina savar jî xaniyê apê xwe dide rûxandin ku dar û kêranan bişewitîne. Yanî tu fêda wî naghêje lêzim û eqrebên wî û serda jî zirarê dide wan.
  • Dema apê wî dibihîse ku tiştekî weha kiriye, tirsa apê xwe ji malê direve, newêre vegere malê. Îcar bi kîn û nefreteke mezin pez û dewarên gundiya qir dike.
  • Herêmê terk dike, derbasî Serhedê dibe û di mala Emer Axa dimîne ku Emer Axa xwediyê sî û sê gundan e. Îcar radibe dilê xwe dixe qîza Emer Axa. Siyabend yekî gurrî ye, radibe riya keçikê digre, lê keçik wî naxwaze. Herweha di axiriyê de Emer axa keça xwe dide gurrî, Siyabend çi bike baş e? Çil roj û çil şevî dawet û dîlan çê dibe, lê Lehengê destanê şeva gerdek û zifafê keçikê dişîne mala bavê wê. Bi vê kirêtiya wî ve keça axê dibe nexwaşê cî û nivînan û midetek şûnda dimire.
  • Ev jî têrê nake, Emer Axa û dewletê tîne hemberî hev û pişta xwe didê diçe. Dewlet dikeve gund; kevir li ser kevir nahêle, Emer axa jî, birayê wî jî darda dikin.
  • Siyabendê me xewna xwe de keçeke gelek xweşik û rindik dibîne, radibê berê xwe dide rojhilatê welat, dibe mêvanê birayên Xecê ku Xecê ji êla Şikakiyan e. Siyabend dixwe, vedixwe û pey re dawa Xecê dike. Birayên wê dibêjin: Keko, em heft bira ne û xûşkeke me heye. Heke tu ji me re heft qîza bînî em ê xwîşka xwe bidin te. Ew jî vê daxwazê naîne cîh, radibe heft bira û şeş pismamên Xecê dikuje.
  • Xecê hildide derbasî Sîpanê Xelatê dibe, konê xwe vedigire, nêçîrê dike, herweha çend roja dixwe, vedixwe û pey re jineke din dibîne û dide pey vê jinê. Jinik dibêjê ez bi filankes re destgirtî me. Guh nade filankes, bêvankes, radibe jinê dibe, mizgîniya hêwiyê dide Xecê ku qaşo Xecê evîndara wî ye û şirîkê vê destanê ye.
  • Herweha çend roj derbas dibe, vê jina belengaz jî dikuje. Îcar dibêje Xecê, divê em ji vir herin, ev der ne cîhekî tekîn e ku tu dibê qey ewî zor û zilm dîtiye.
  • Dikeve rê, dê here herêmeke din ku di wê rêwîtiyê de, dide dû pezkûviyan û encamê de di zinêr de dikeve û dimire.

Min di vê destanê de tu tiştekî watedar nedît. Zirar heye, ziyan heye, zilm heye, bêbextî heye, heye û heye… Gelo sedem çibû ku ji bi devkî û nivîskî ji sedsalekê derbasî yeke nû bû?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev