Îran dê îtirafê bi serxwebûna Kurdistanê bike

Îran dê îtirafê bi serxwebûna Kurdistanê bike

Îran di erdnigariya Rojhilata Navîn de xwedî hêzeke mezin û bi bandor e. Kesek jî nikare vê bandorê ji nedîtînî ve werê. Ji hevpeymaniya şîeyan heya şerê siyasî yê di navbera partiyên Kurdî li beşên cuda yên Kurdistanê dest û dewsên Îranê xuya ne. Niha ku Kurd dixwazin ji bo ji Îraqê veqetin û bigihêjin dewleteke Kurdî, refrandomê dikin. Tirs û nîgeraniya aliyên netewexwaz û nasyonalîst ji dijkiryarên Îranê zêde dibin. Ew dibêjin dibe ku Îran li dijî serxwebûna Kurdan, hemû hêza xwe bi kar bîne.

Rast e serxwebûna Herêma Kurdistanê, meyla cudabûnê di nav Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de jî zêde dike. Lê ew hezkirin, bixwe li cem xelkê heye. Îran jî, vê mijarê ji xwe re bi metirsî dibîne. Ji ber ku bi mezinahiya xwe ve di dinyayê de dewleta 18mîn û dewleteke pir-etnîkî ye û nûfusa wî welatî di derdora 77 milyonan de ye. Desthilat ya Farisan e ku eger Azeri, Kurd, Ereb û Belûç jê derkevin, welatê wan biçûk û bê çavkaniyên siruştî ye.
Îran her tim xwe bi xizmê Kurdan binav dike. Lê ti Kurdek li wî welatî nabe xwedî desthilat. Desthilata yekem, ya Farisan e. Navê Îranê di nav zimanên Îranî de tê wateya Herêmên Aryaniyan û ew, Kurdan jî bi Aryayî binav dikin. Lê ji ber ku mezheba fermî ya Îranê şîe û zimanê fermî jî Farisî ye, Kurd tê de xwe bêpar dibînin û bi sedan girtiyên wan yên siyasî hene.

Îran dixwaze ji Îsraîlê zêdetir nêzîkî Başûr bibe

Li gorî ku Îran dibêje, her kesek ku alîkariya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bike ku li hemberî hikûmetê serî hildin, ew dijberê Komara Îslamî ye. Partiyên Rojhilat jî di nava qedexetiyê de, yan li sînoran in yan jî li nav axa Başûrê Kurdistanê. Îran, Herêma Kurdistanê bi piştevaniya partiyan Rojhilatî tometbar dike. Rast e ku bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîk a Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewrasyayê û mînak jî bandora wê di nav partiyên Başûrê Kurdistanê de ye, lê eger partiyên Başûr lihev bikin û encama refrandomê dengê erê be, dibe ku Îran yekemîn welat be ku îtirafê bi serxwebûna Kurdan dike. Belkî bikare bi vî rengî dengê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî bifetisîne yan jî kêm û bê bandor bike ku niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ne.

Ji xeynî bajarên navborî, Xaneqîn, Mendelî (ku di parêzgeha Diyala de ye), Bedre (ku di parêzgeha al-Wasît de ye) Kurd in. Ji bo ku derkeve holê ka gelo xelkê wan bajaran dixwazin bi ser hikûmeta navendî bin yan jî dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin, giştpirsiyek ji bo sala 2007an hatibû amadekirin, lê heta niha ew giştpirsî nehatiye encamdan. Pişt re jî ku Kurdistan mijûlî şerê li dijî DAIŞ bû. Di vê navberê de hevpeymanên Îranê li wan navçeyan hêzên weke Heşda Şeibî ava kirine ku ji Kurdên şîe pêk tên. Armanca wan hêzan xebat li dijî destkeft û xewnên Kurdan e. Ew her wisa di berjewendiya Îranê de dixebitin. Ji ber ku Îran, Kurdistaneke bihêz naxwaze.

Dibe ku Îran li nêrîna xwe vegere

Piştî ku Kurdan rêveberiya bajaran ji Seddam Husên standibû, demildest Îranê dijatî kir. Lê pişt re hewl da xwe nêzîkî Kurdan bike. Hin siyasetvan, rjftara Komara Îslamî bi Kurdan re, weke ya Rejîma Pehlewî dişibînin li hemberî Statuya parçe-xweseriyê ya ji roja 1970/74 pê ve.

Refsencanî ragihand ku federalî ji bo Îraqê tê wateya avakirina Îsraîleke din û ew jî di berjewendiya Îranê de nîn e. Wî got ew qet îtirafê bi vê federaliyê nakin. Lê dema ku federalî hate standin, yek ji dewletên ku herî zû kunsolxane li wir vekirin, Îran bû. Bi vê pazêlê jî kifş dibe ku eger Îran riyeke din ji xeynî îtiraf bi serxwebûna Kurdistanê nebîne, yan wê hewl bide wan lawaz bike û yan jî soz û peymana neçalakiyê di riya Kurdistanê re ji partiyên Kurdî yen Rojhilatê Kurdistanê bistîne.

Li gora benda yekemîn ya Destûra Herêma Kurdistanê, ew navçe parçeyek ji Îraqê ye û pergala plûral, demokratîk, parlamentarî û komargerî dihewîne. Benda duyemîn jî amaje dike ku Herêma Kurdistanê desthilatê li ser tixûbên beriya 1970î yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, At’Tamîm, Duhok û navçeyên Akrê, Şêxan, Şingal a Neynewayê û Xaneqîn, Mendelî ya Diyala û Bedre ya Al Wasîtê dike.

Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekbûyî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê û hevrika sereke ya Erebistan, Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê ye. Bi vê yekê jî Îran naxwaze rol û bandora wan welatan û di seriya hemûyan de ya Îsraîlê li Kurdistanê zêde bibe. Her qasî ku berê digot serxwebûna Kurdistanê tê wateya avabûna Îsraîleke din li Rojhilata Navîn, lê eger Kurdistan serbixwe bû, Îran amade dibe vê bacê bide û îtirafê bi wan bike.

Sînorê fermî yê Hêrêma Kurdistanê yê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilata Kurdan de, Kerkûk, Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Şingal û beşek ji Mûsilê ne. Li gorî peymana xweseriyê ya 11ê Adara 1970an ku di navbera Mela Mistefa û Seddam Husên de hatiye îmzekirin, mezinahiya herêmê bi 37.000 kîlometrên çargoşe wate parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî. Ew ezmûn ji Kurdan re pir girîng bû. Heta sala 1988an herêm bi parçeyî serbixwe bû. Di roja 19ê Gulana 1992an parlamentoya herêmê ji nû ve hat hilbijartin û Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê 51 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî 49 kursî stendin. Di roja 4ê Cotmeha 1992an de parlamentoyê Kurdistana Federal îlan kir.

Her qasî ku Kurd bajarên Kerkûk, Şingal û Mûsilê bixwazin jî, daxwazên wan ji aliyê beşeke zêde ji Erebên Îraqê ve têne redkirin ku tê gotin Îran di riya wan û hin partiyên Kurdî re bandora xwe nîşan dide da ku ew bajarên dewlemend bi petrolê ve nekevine bin desthilata Herêma Kurdistanê. Tirkiye jî carinan behsa Tirkmenan dike û xuya dibe ku ew jî naxwazin Herêma Kurdistanê ji sê parêzgehan mezintir bibe.

Di dema desthilata Komara Îslamî de jî di sala 2003’an de ku Kurdên Îraqê tevî ku bi ser Îraqê ve bûn û karibûn bandora xwe xurttir bikin û herêma xwe mezintir bikin û federaliya xwe standin. Elî Ekber Haşimî Refsencanî ku beriya çend mehan koça dawiyê kir, wê demê serokê saziya Destnîşankirina Berjewendiyên Komara Îslamî bû.

Weke ku çawan di dema derbeya leşkerî de ya ku li Tirkiyê bi serneket, Îranê zû helwesta xwe nîşan neda, niha jî li benda biryara xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Beriya niha Elîriza Ayetî şêwermendê wezarata serve ya Îranê gotibû serxwebûna Kurdistanê wê Rojhilata Navîn bihejîne û DAIŞ û Israîl wê sûdê ji parçebûna Îraqê bibînin. Lê niha Îran ewqasî nermtir bûye ku şandeyên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê serdana wî welatî dikin.

Beriya heyamekê şandeke bilind a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Selehadîn Bahadîn sekreterê giştî serdana Tehranê kir û bi Elî Larîcanî serokê Parlamentoya Îranê, Elî Ekber Wîlayetî şêwirmendê Elî Xamineyî û herwiha hejmareke din ji berpirsan re civiyabû. Wê demê, berpirsên Tehranê diyar kiribûn ku ew dikarin bi şert, serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin. Yekgirtiyê bi eşkere got, eger Bexda pabendî destûrê nebe, mafê Herêma Kurdistanê ye, ku bijardeyên din hilbijêre û bi teybetî jî serxwebûnê. Îranê jî got ku eger pirsgirêk bi riyên aştiyane bêne çareserkirin, serxwebûna Kurdistanê ji bo Îranê nabe gef û ew dikarin xweşbîn bin.

http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/kursiya-azad/345357

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev