HRW: HPG û YBŞ li Şingalê zarokên Kurd dikin çekdar

HRW: HPG û YBŞ li Şingalê zarokên Kurd dikin çekdar

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raporta xwe de, PKKê bi revandin û çekdarkirina zarokan bi taybet zarokên Kurdên Êzidî li Şingalê, tohmetbar dike.

Roja pênşemî 22ê Kanûna 2016ê, rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch ango HRW) raportek bi navnîşana, “Iraq: Bikaranîna Zarokên Serbaz Ji Aliyê Komên Çekdar Ve”, belav kir.

HRW di vê raporta xwe ya nû de ragihandiye, ku raportên belgenameyî (dokyumneterî) li ser 29 dosyayên li bakurê Iraqê kiriye.

HRW herwiha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tohmetbar dike, ku zarokan direvîne û wan çekdar dike. Bi taybetî jî, di vê raporta xwe de, HRW amaje bi çekdarkirina zarokên Kurdên Êzidî li devera Şingal a Başûrê Kurdistanê kiriye.

Reftareke gelek xirab li gel wan kirine

Rêxistina HRW dibêje: “Komên çekdar ên ser bi PKKê li Iraqê dest bi çekdarkirina kur û keçan kirine. Di du haletan de, komên çekdar zarok revandine yan reftareke gelek xirab li gel wan kirine, dema ku hewl dane ji refên wan hêzan derkevin.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan daxwaz ji PKKê jî dike: “Bilez û desmildest zarokan ji nav refên xwe bike derê, lêkolînê li ser binpêkariyan bikin, soz bidin dawî bi çekdarkirina zarokan bihînin û cezayê pêwîst bidin wan fermandeyan ku di cîbicîkirina wan rêkaran (tedbîran) de şikest xwarine.”

Zarokên Kurdên Êzidî jî hatine çekdarkirin

HRW di raporta xwe ya nû de amaje bi çekdarkirina zarokên Kurdên Êzidî jî dike.

Herwiha wê rêxistinê ragihandiye, ku raportên belgenameyî derbarê 29 dosyayên li bakurê Iraqê amade kiriye, ku tê de behsa wê çendê hatiye kirin, ku zarokên Kurd û Kurdên Êzidî ji aliyê her du komên çekdarî yên bi navê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ve hatine çekdarkirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kiriye, 15 malbatên Kurdên Êzidî yên nav kampên koçberên li devera Duhokê ku neçar bûn, piştî êrişên DAIŞê bo ser Şingalê di meha Tebax a 2014ê de deverên xwe bi cih bihêlin, ji HRW re axivîne û gotine: “Zarokên wan kampên xwe bo pêwedîkirin bi HPGê û YBŞê li Şingalê terikandine.”

HRW di raporta xwe de, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi milîşiyayeke kêmîneya olî ya êzidî û ser bi PKKê daye naskirin.

Tawana şer e

Rêvebirê Mafên Zarokan di HRWyê de Zama Coursen-Neff ragihandiye: “Divê PKK bêyî ti şert û mercan, dest bi çekdarkiirn û bikarbirina zarokên serbaz berde û fermandeyên wan komên çekdar gerek wê yekê bizanin, ku çekdarkirin û bikarbirina zarokên bin temenê 15 salî, weke tawana şer tê naskirin.”

Rêxistinê ew yek jî daye zanîn, ku zarok nikarin bi awayekê xwebexş di nav refên komên çekdar de çek rakin û bibin serbaz.

Rêvebirê Mafên Zarokan herwiha dibêje: “Divê ew kur û keç di nava malbatên xwe de bin û biçin xwandingehê, ne ji bo mebest û armancên serbazî bihên bikarbirin.”

Zarokên temen 15 salî birine şer

Di raportê de behsa wê jî tê kirin, ku zarokên bi temenê salî yên di nav her du komên çekdar (HPG û YBŞ) de ji wê rêxistinê re ragihandine, ku wan beşdarî di şer de kirine û hinek ji wan zarokan jî di xalên kontrol û teftîşê de staf bûn, yan jî çek paqij kirine û amade kirine.

HRW tekez dike: “Heta eger ew komên çekdar rasterast zarokan neşînin eniyên şer, hêj jî jiyana xwe dixin xeterê, ew jî bi rahênana wan li wan deverên ku Tirkiye di şerê li dijî PKKê de êrişên esmanî dike ser wan cihan, weke mînak deverên Çiyayê Qendîlê li Iraqê.”

Nabe kesên bin temenê 18 salî bihên çekdarkirin

HRW bi piştgirêdan bi yasayên navdewletî, çekdarkirina zarokên bin temenê 15 salî weke tawana şer bi nav dike û dibêje: “Nabe komên çekdarî yên weke HPG û YBŞ bi ti awayekê zarokên bin temenê 18 salî di nav refên xwe çekdar bikin û wan li wan deverên ku şer û dujminkarî tê de heye, bi kar bibin.”

Iraq mûçe daye hêzên YBŞê

Di beşeke din a raporta xwe de, HRW amaje bi wê yekê kiriye, ku divê PKK lêkolînê û lêpirsînê li berpirsyarên revandin yan encamdana reftarên xirab li gel zarokan bike û divê Hikûmeta Iraqê ku mûçe daye hêzên YBŞê, guvaşê bixe ser wê komê, bi armanca nehêlana zarokên çekdar di nav rêzên wê de.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan behsa wê jî kiriye, ku raportên belgenameyî li ser 9 dosyayên bikarbirina zarokan ji aliyê HPGê ve amade kiriye, ku di 4 dosyayan de zarokan refên HPGê terikandine.

Ji 2013ê ve 25 kesan li Helebceyê pêwendî bi PKKê kirine

Ofîsa Komisyona Mafên Mirov a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Helebceyê ji HRW re ragihandiye, ku ji sala 2013 vir ve, 20 kur û 5 keçên devera Helebceyê pêwendî bi hêzên ser bi PKKê ve kirine û di nava refên wan hêzan de mane, 38 zarokên din jî pêwendî bi wan hêzan kirine, lê belê vegriyane nav malbatên xwe.

YBŞ dibistan kirine baregeha çekdarî

HRW amaje bi wê jî kiriye, ku raportên belgenameyî li ser 20 dosyayên bikarbirina zarokan ji aliyê YBŞê ve amade kiriye, ku di 10 dosyayan de, lêkolerên HRWyê li gel zarokan bi xwe qise kirine. Di raporta HRW de hatiye: “Li Xansorê, Çavdêriya Mafên Mirovan têbînî kir, ku YBŞê dibistana navendî ya Teimîm a kuran, weke baregeha serbazî bi kar dianî.”

Daxwazek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Di beşeke din a raportê de, HRWyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike: “Bi şêweyeke serke serederiyê li gel wan zarokan bike, ku guman tê kirin pêwendî bi komên çekdar re hebin, û wan weke qurbaniyên reftara xirab temaşe bikin, ne weke tawanbar.”

Rudaw

http://www.rojawelat.net/kurdistan/hrw-hpg-ybs-li-singal-zarokn-kurd-dikin-cekdar-h2170.html

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev