KESÊ NENIVÎSE, XWE JI MÊJÛ VEDIŞÊRE

KESÊ NENIVÎSE, XWE JI MÊJÛ VEDIŞÊRE

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Ciwanên Hêja!

Nivîsandin, çewa ku nasname ye û nexşên jiyanê ye, herweha nasandina meriv e jî di nava rûpelên mêjûyê de. Ji ber hindê pir girîng e her kes, di jiyana xwe de binivîse.

Nivîsandin jî, çi dibe bila bibe. Divê meriv xwe fêrê kultura nivîsandinê bike û her binivîse. Ne pêdivî ye ku nivîsa meriv bêkêmasî be, yan tenê li ser ziman û wêjeya kurdî be, yan jî xasma li ser siyasetê be. Ya girîng ew e ku meriv binivîse.

Binerin, dema meriv ji xewê radibe û heta derengiya şevê ku meriv dîsa radikeve, kêm-zêde 16-17 saet derbas dibin. Di van saetan de meriv bi dehan û bi sedan tiştên girîng ku hêjayî nivîsandinê bin dibîne.

Kesê yan kesa ku nenivîse, ew diziya xwe dike, yanî xwe ji tarîxê didize. Di Çanda Kurdî de jî pir şerm e ku meriv diziya xwe bike.

Mesela diziyê jî ev e:
Demek ji deman li Kurdistanê hin dizên zîrek, çalak, zana û bi tecrûbe hebûne ku di pîşeya xwe de qal bûbûn. Dema ku ew diçûn diziya gundekî û hin sewal dianîn, di vegera xwe de hej li pey xwe dikişandin, da rêça wan neyê dîtin. Lewra dema xelk li pey malê xwe diçû, rêça dizan dişopandin û diçûn, diçûn dizên xwe digirtin an malê xwe yê ku hatiye dizîn didîtin. Lê bi hejan rêça dizan bi erdê ve rast dibû û nedihate dîtin.

Kesê ku li ser tiştan nenivîse, eynî weke wan dizan dike û rêça jiyana xwe vedişêre da kes nebîne.
Dema kesê bênivîs bimre, piştî çend salan, kesên li jiyanê mirî jibîr dikin û êdî behs jê nayê kirin.

Hunera nivîsê ev e:
Demekê min li Pirtûkxaneya Qiraliyeta Swêdê beşa tekûzkirina pirtûkên kevn kar dikir. Li wirê min pirtûkên kevn ên temenê wan 800-900 sal didîtin, pêşî bala min dikete ser nivîskarê wan û min dipirsî ka ew nivîskar ji kîjan neteweyî ne. Ew nivîskar herwekî wê demê li jiyanê bin û bi min re dipeyivin, ez û berhemên wan pêrgê hev dibûn.

Ciwanên Hêja!
Binerin, bav û kalên me bi milyonan hebûne û bi sedê salan li vê jiyanê mane. Her yek ji wan, xwe ji Gurzê Rostemê Zal jî zexmtir û bi hêztir dîtine. Lê va ye tev mirine û çûne, niha tenê navê çend zatên weke Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û hinên wisa di mêjû de têne dîtin.

KESÊ BÊNIVÎS KOR E, KESÊ BÊZIMAN JÎ LAL E

Hêvîdar im ku hûnê jî mîna dizên Kurdistanê şopa xwe veneşêrin û binivîsin, binivîsin û ji nivîsandinê jî nesilikin…

Her şad û serkeftî bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev