
Karzan Sebah Hewramî
BasNews – Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, hebûna PKKê li Şingalê ne bi sûda PKKê ye ji ber wê jî divê ji wir derkeve û partiyên Kurdistanê jî li ser vê mijarê xwedan helwest bin.
Qaymeqamê Şingalê ji BasNewsê re got, hebûna PKKê li Şingalê dibe sebeba çêbûna aloziyê, bi sûda wan jî nîne ku li wir bimînin. Me giliyên xwe gihandiye NY û Amerîka. PKK nahêle ew dever were avedankirin, her ku diçe rewş aloztir dibe.
Mehma Xelîl anî ziman ku PKKê baregehên hikûmetê yên li Şingalê zeft kiriye û xelkê dikin çekdar û endamên xwe. Em dixwazin pir bi lez biryara derxistina PKKê ji Şingalê were dayîn.
http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/345101