Rostemê Zal û Feremezê kurê wî -1

Rostemê Zal û Feremezê kurê wî -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heyştêheyştan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a berhema bi sernavê Rostemê Zal û Feremezê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 88

(dûmayîka vê berhemê piştî heftêyekê bixwînin)

Rojekê Perwande Rostem girt, bi sêrê, bi îcata bir oda behrê da danî. Heft sala Rostem û Perwande şerkirin: yekî yek alt nekir.

Kurekî Rostem hebû, navê wî Feremez. Wexta Perwande Rostem bir, Feremez çûk bû. Zalê gote mala xwe:

-Feremez neyî başere, nefehme, nevêjin-tu kurê Rostemî, bêjin tu kurê Zalêyî. Hê zaroye, hûn bêjin-tu kurê Rostemî, wê pey qaçaxa bavê xwe keve. Qewata wî nagihîje gurza, gurzê dehwê. Perwandeyê wê Feremez bikujin: bizanek koka mala Zalê wê ji dinyayê biqele. Hema Feremez mezin bibe, wexta qewata wî bighîje gurza, wekî ku qewata xwe sitend, bira wî çaxî here pey qaçaxa bavê xwe keve, wê heyfa bavê xwe hilde.

Rojekê Feremez panzdeh salên xwe kir. Wî çaxî çû şeherê bavê xweda. Wî û hevala hol ji xwera lîstin. Hol ji nava hevala derxist. Kurê pîrê hebû, çû ser hola Feremez sekinî. Ewî hol careke din zivirand, kire nava hevala. Feremez got:

-Ez holê ji nava hevala derxim, ez Feremez bim, tu hola min bivî? Te çima hola min careke dinê kire nava hola, te ez bênamûs kirim?

Tamarek li anîya Feremez rabû, gihîşte kurê pîrê, destê xwe avît guhê wî rakir. Kurê pîrê kumê xwe hilda, berê xwe da diya xwe, çû.

-Kuro,- dê jêra go,- çi bû?

Go: -Hal û hewalê min û Feremez ev bû: min hola wî zivirand, kire nava hevala, li min xist, guhê min jî rakir.

Pîrê go: -Kuro, tu bise, ezê wexta gilîkî jêra bêjim: “Tuyî zef qoçaxî, tu çira guhê kurê min radikî, here heyfa bavê xwe. Tu kurê Rostemî, Perwanda îsal bû heft sal bavê te birîye, heyfa bavê xwe ji Perwanda hilde”.

Feremez îjar zivirî, hat mala xwe, ber Zalê sekinî, go:

-Bavo, çira koka we qeliya bû, heta niha te digo tu kurê minî, te çima ji minra negot tu kurê Rostemî, tu nevîyê minî. Koka we çima qelîya bû, we çima heyfa bavê min heta naka hiştîye? Pey qaçaxa bavê min ketana, heyfa bavê min we hilda.

Zalê jêra got: -Lawo, go, lema min ji tera got-tu kurê minî: tuyî hê zaro bûyî, qewata te tunebû. Min zanibû, tu kurê Rostemî, tuyê pey qaçaxa bavê xwe kevî, pelewanê te bikujin, heyfa min li te hat.

Jêra go, go: -Kaliko, karê min bikin, ez pey qaçaxa bavê xwe kevim, ezê belkî heyfa bavê xwe hildim.

Kalikê gote Guhderdî Pîr, go:

-Feremezî hê nizane: bive nava gurza, gurzê dehwê, bive gurzê xortanîya min, wê di erdêdane, xeleqa gurz jî dervane. Tu destê xwe bavêje xeleqa gurz, tu ji erdê dermexe, hema tu jî nikarî derxî. Feremez bicêribîne, bê: “Feremez, ez qurbana teme, were, gurz vaye, destê xwe bavêje vî gurzî”. Hergê Feremez destê xwe avîte gurz, derxist, bizanibe ki Feremez qewata xwe sitendîye, kuda ki here, talaşa Feremez nîne diha. Feremezê heyfa bavê xwe wê ji dijminê bavê xwe jî hilde.

Feremez destê xwe avîte gurz, ji erdê derxist. Gurzê xwe bilind kir, avît. Careke din gurz jorda hate xwar. Destê xwe da ber gurzê xwe, go:

-Apo,- ji Guhderdî Pîr ra got,- zanî, eva gurza hinekî pake. Guhderdî Pîr zivirî cem Zalê, go:

-Bavo, çevê te ronî, Feremez gurzê te xortanîyê ji erdê derxist. Gurz avît, destê xwe da ber gurz, careke dinê gurzê xwe girt, go: “Evaya pake, ne dilê mine, gurz wekî ji vî guclî tune, pake ji minra”.

Zalê go: -Şikir, Rostem çûye, Feremezê şûna Rostem dîsa bigire.

Feremez go: -Kaliko, tivdarekê min bike, ez pey qaçaxa bavê xwe kevim.

Zalê jêra got, go: -Guhderdî Pîr, tu tivdarekê xwe bike, tu jî Feremez ra here, Feremezî hê cahile, şer û dew hê nedîtine. Ew hê cahile, çola neketîye. De rave, xwedê oxirê bide te. Hema tûleke min heye. Êvarê ro çû ava, bisekine ji xwera hetanî sibê. Şeva ki tu sekinî, dengê tûla min hat, bizanibek, tu bizanibî, ku ew hene, dêwin, miqatî xwebe.

Rabûn çûn, tûle xwera birin. Hatine topraxa dêwê Sor: kevirê topraxê gişkî sore, ava wê sore. Êvarê ji xwera Guhderdî Pîr Feremezva lê hêwirîn. Guhderdî Pîr jêra got:

-Feremez, xwedê min qurbana teke, xewa te tê, tu jî xwera razê. Apê te wê miqatî kergedanê te be, talaşa tiştekî nekişîne.

Feremez got: -Apo, kêfa teye, tu zanî.

Feremez qapûtê xwe kişande ser xwe. Aminîya Feremez pê nehat, go: “Çika ez apê xwe bicêribînim”. Feremez serê xwe kir bin qapûtê xwe, ji xwera Guhderdî Pîr temaşe kir. Bîstekî şevê lê derbaz bû. Bala xwe dayê Guhderdî Pîr raza. Hindavda Feremez rabû. Gava ku rabû, bala xwe dayê, tûle ber hêwira wana çû. Dengekî tûle ewtîya, Feremez got, go: “Xevera Zalê kalikê mine, ezê herim teselîya dengê tûlê bikim, çika ew çiye?”. Feremez gurzê xwe hilda berbi dengê Tûlê çû. Bala xwe dayê, dêwek gurzekî ser milane pêra derket. Dengekî dêw Feremez kire gazî, go:

-Berxê hemlik, ne beranê qird îsal bû heft sal ez li ezmana digerîyam, diranê min diêşîya, ezê ancax te çêjikê kurêşîya têxime nav diranê xwe.

Feremez jêra got: -Dêwo, bixwe, paşê bişêkirîne, bêje dinya dore, yan zore?

Dêw jêra got: -Çêjikê kurêşîya, dinya bi dore.

Feremez jêra go: -Dêwo mala me bêbextî nekirîye, dora teye.

Dêw gurzek avîte Feremez. Çardeh salî bû Feremez. Ewî ji ber gurz xwe da alîkî, gurzê dêw hate erdê.

Feremez ajote ser dêw, jêra go:

-Dêw, dinya dore, yan zore?

Dêw jêra go: -Çêjikê kurêşîya, dora teye.

Feremez gurzek li serê wî xist, serê wî berbi cenimê şakir. Li ser peya bû, herdu guhê wî jêkir, avîte cuhurê kergedanê xwe. Zivirî hate cem apê xwe, dengek li apê xwe kir. Apê wî go:

-Feremez, ez bi qurbana teme, tu razê, sibeye diha, qe talaşa tişkî nekişîne diha.

Sibe lê safî bû, ji xwera risqê xwe anîn xwarin. Rabûn, kergedan anîn, siyar bûn. Feremez jêra go:

-Apo, vê sibê, go, dengê kelba vira nêzîk dihat.

Ajotin çûn. Çûne ber koçika dêwê Sor. Maşoqa dêwê Sor go:

Xortê minî delal, go, nizanim milyaketa tu ezmanada anî xarê? Ev çi topraxe, teyê anîye, lê bûyî mikan. Eva topraxa, topraxa dêwê Sore. Go, here-tu tîyî, ez avê bidime te, birçîyî, nan bidime te, here dêwê Sorê naka bê, heyfa min te tê, wê gurzekî texe.

Feremez jêra got: -Maşoqa dêwê Sor, te nanek bida min, te paşê kulek têxista dilê min.

Feremez destê xwe davê guhê dêw, cuhurê kergedan derdixe, li ser çoka maşoqa dêwê Sor datîne.

Li wêderê maşoqa dêwê Sor dilekî na, bîstûçar dila dihebîne. Êvarê maşoqa dêwê Sor cîyê xwe û Feremez tev datîne. Feremez şûr dikişîne, orta xwe û maşoqa dêwê Sorda datîne.

-Maşoqê, go, ez adkarim, ez ada xwe bînim sêrî, ezê te bivim.

Maşoqê got: -Feremez, ez qurbana tebim, çika ada te li ser çiye?

Feremez go: -Hal û hewalê min û bavê min: ez heme kurê Rostemî Zalim, îsal bû heft sal, Perwanda bavê min birîye, ez pey qaçaxa bavê xwe ketime, ez şuxulê usa nakim.

Maşoqê go: -Feremez, ez qurbana teme, sivê tu li vir siyarbe, here koçika dêwê Sipî. Xûşka min maşoqa dêwê Sipîye, bira ew salixa ji tera bide.

Feremez sivê rabû, berê xwe da koçka dêwê Sipî.

Maşoqa dêwê Sipî go: -Feremez, ez qurbana te, go dilê te ji min nemîne, ev çi hesavê te, ev koçka dêwê Sipîye, milyaketa tu ji ezmanada anî xar? Nizam, tu ji erdê derketî? Dêwê Sipî wê naka bê, te têxe nava diranê xwe.

Feremez jêra got: -Te nanekî xwe bida min, paşê kulek têxista dilê min. Sivê kê rê diçe, êvarê kîjan rê tê?

Go: -Feremez,- maşoqê go,- ez qurbana tebim, çevê te li bedewîya min ketîye, te hişê xwe unda kirîye, karê te dêwê Sipî neketîye, dareke ser milê wîye, heyfa min te tê, te têxe ax û toprax.

Ewî jî go: -Tu miqatî apê min be, ezê herim pêşîya dêwê Sipî, yan xwedê wê bide min, yan xwedê wê bide dêwê Sipî.

Feremez siyar bû, çû pêşîya dêwê Sipî. Dêwê Sipî pêşîya xwe dît, dît çêjikekî kurêşîya, dengekî lê kire gazî:

-Berxê hemlik, ne beranê qird, şîva şevê nagihîje teştê, benîademê axa ji axê, ezê darekî lêxim, wê bive ax, bive toprax, têra diranê min namîne.

Feremez lê kire gazî, go: -Kafiro, bixwe, paşê bişêkirîne, dêwê Sipî, dinya dore, yan zore?

Dêw jêra go: -Çêjikê kurêşîya, dinya dore.

Feremez jêra got, go: -Kafir, dinya mala me bêbextî nekirîye, dora teye.

Dêwê Sipî darek avîtêda, Feremez ji ber revî, dara wî hate erdê. Feremez siyar bû, ajot ser dêwê Sipî, go:

-Dêwê Sipî, dinya dore, yan zore?

Dêwê Sipî go: -Çêjikê kurêşîya, dora teye.

Feremez gurzek lêxist, serê wî pekand, herdu guhê wî jêkir, avîte cuhurê kergedanê xwe.

Maşoqa dêwê Sipî ji xwera rabûbû ser koçka xwe. Yazixa xwe gelekî Feremez anî, go: “Gelo wî kafirî, gelo Feremez nexist?”. Bala xwe dayê, hew nihêrî-Feremez hat. Çû pêşîya Feremez, hanî li ber koçkê da peyakirinê. Feremez bir mala xwe, jêra ezyat, îkram kir. Sekinî heta êvarê, li ber Feremez sekinî, kincê wî jê kirin, kire nava orxan-doşeka. Maşoqa dêwê Sipî, ewê jî kincê xwe êxist, kete paşila Feremez, Feremez rabû, şûr hanî danî orta xwe û maşoqê dêwê Sipî. Maşoqê go:

-Feremez, ez qurbana tebim, te çi qisûr minda dît, çima şûr tezî kir, da orta min û xwe, em jî mirazê xwe şabûna.

Feremez jêra got: -Maşoqa dêwê Sipî, ez adkarim.

-Ji bona çi?

-Ji bona Rostem. Ez kurê Rostemim, îsal bû heft sal dêwê Perwande bavêm min birîye, ez pey qaçaxa wî ketime: heta ez heyfa bavê xwe hilnedim, eva yeka nave, min hetanî heyfa bavê xwe hilanî, ezê te bivim.

Maşoqê got: -Feremez, ez qurbana te-aqilê serê tebim, raste te serê dêwê Sipî lêxist, te serê dêwê Sor lêxist, îjar birakî dêwê Sor heye. Ew Canpolate, tu nikarî pêra bikî dew. Here, maşoqa Canpolat, ew xûşka mine. Here, çika gilî-gotinê xûşka min, çika çiye. Bira xûşka min ji dêwê Canpolatra bêje: “Ez ji tera maşoqîyê nakim: wekî ez maşoqê teme, tu çima qe pirsekê ji minra navêjî, pirsa, çika tu çi têyî kuştinê, çi têyî altkirinê”. Wêderê xûşka min maşoqa dêwê Canpolate, wê cîyê ruhê wî pirs jê bike.

Sibe lê safî bû, Feremez berê xwe da koçka dêwê Canpolat. Maşoqa dêwê Canpolat dît xortekî delal têra derket, go:

-Xortê minî delalo, nizam milyaketa tu ji ezmanada kirî xaro: eva mikanê dêwê Canpolate, yazixa min li te tê. Ez zanim, te serê dêwê Sipî lêxistîye, serê dêwê Sor lêxistîye, hema dêwê Canpolat mirina wî tune: wekî usane, tu hatî cem min, tu guhdarbe, ezê te veşêrim heta êvarê. Êvarê dêwê Canpolat wê bê, ez nanê wî çênakim, agirê qelina wî saz nakim. Dêwê Canpolat êvarê gava ku hat, ezê pişta xwe pêda kim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev