Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1877-1878an da û kurd -2

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1877-1878an da û kurd -2

Me di 87 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa pêşin a bi sernavê ”Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1877-1878an da û kurd -2” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 88

(destpêk vê berhemê me berî heftêyekê çap kiribû)

Kurdên ku di nav eskerîya tirka da bûn, qet xema wan nîbû, ku ji bo kara Împêratorîya Osmanîyê şer bikin. Piranîya wana zûtirekê ji eskerîyê revîn û çekên bin destê xwe da – tivingên Îngilîsî yên bi sîstêma Martîn – û cebirxane bi xwe ra dibirin.

Faîq paşa 14-ê hezîranê sala 1877a têlêgramek li ser navê Muxtar paşa şand, li ku dihate gotinê, ku jimara kurda di nav eskerên wî da qe nagihîje 3 hezara jî (desta Ubeydulle – 1443 kes, Celaleddîn-efendî – 800 kes, Hemze-efendî – 450 kes). Yên mayîn bi çek û cebirxana va ev der terk kirine û fizirandine(15).

Pey çend roja ra serekê desteyên Wanê û Bazîdê bi ser wê navnîşanê têlêgrameke xirabtir şand. Ewî elam dikir, ku kurdên şêx Ubeydulle “dixwezin rûyê têrênekirina xurek û tunebûna çadira da birevin. Ewana çekên xwe yên kevin davêjin, dewsê yên nû hildidin û bi tiştên mayîn va, ku li Bazîdê hatine dizîn, diçine malên xwe”(16).

Di nava şandinnameyên xwe yên mayîn da jî Faîq paşa wek her cara dida kivşê, ku ji kurda bin destê wî da gelek kêm esker hene, yên heyî jî “guh nadine wî û canbazîya dikin” (17).

Ew eskerên kurd, ku diman jî, dema êrîşkirina xwe ta didan. Serbazê Îngilîs Norman, ku di nav eskerên Muxtar paşa da bû, bi berxweketin û heyflêanîneke eşkere dinivîsî, ku bal kurda daxaza şerkirinê lap kêm bû (18).

Bi vî awayî, ji hukumeta sultanîyê ra li hev ne hat kurdên Anatolîya Rohilatê xwe ra bike pişt (ermenîyên wê mentîqê eskerên rûsa wek azadarên xwe yên xilasbûna ji bindestî û zordestîya tirka dihesibandin) û ji ber wê jî hewil da, ku kurdên cînar – yên navçeyên Îranê, rake dijî Împêratorîya Rûsîyayê. Şêx Ubeydulle dicedand bi destî casûsên xwe kurdên wira bîne û bike bin xizmeta Sitembolê(19).

Hinek kurd bawerîya xwe bi serokê xwe yê ruhanîyê (dînî) anîn, ji tixûb derbaz bûn û hatine bal serokê xwe. Konsûlê Îranê li Erzurumê elamî Tehranê kir, ku 2 hezar kurdên ji wilayetên Ûrmîyê û Salmasê hatine, xwe gîhandine Ubeydulle(20). Ev hejmar hinekî hatibû zêdekirin û hema ew konsûl piştî demekê elam kir, ku bin destê Ubeydulle da serhevdu 2-3 hezar eskerên kurd hene(21).

Casûsîya Tirkîyê di nav kurdên xantîya Makûyê da jî (Îran) xebata agîtasyon dikir. Ev emelên hukumeta Tirkîyê ji bo Îranê bûne delîl, ku tevî şêr bibe û piştgirîya Rûsîyayê bike.

Di temamîya dema şerê di salên 1877-1878a da dîwana şah bi her awayî hewil dida, ku bi Rûsîyayê ra peymana eskerîyê girêde, lê herdem bersîveke nerm, xapxapok û ya “na” distandin. Lê soz dane Tehranê, ku dema hevraxeberdanên derheqa aşîtîyê da “ew daxazên dostîyê wê bi heqî bêne qîmetkirinê”.

Hukumeta şah gelekî aciz dibû û ber xwe diket, gava kurdên koçer diçûne zozanên Tirkîyê. Ewê şikyatê xwe ber Îngilîs û Împêratorîya Osmanîyê kir û tirs li wan da firandinê, ku eger kurd li ser sînorê Tirkîyê-Îranê xwe bilpitînin û serî hildin, wê demê ewê rabe şerê Tirkîyê(22).

Di nîveka meha hezîranê sala 1877a da eskerên rûs li Anatolîya Rohilatê şer geş kirin. Wek ku hate gotinê, alaya Êrîvanê dakuta Bazîdê û taxbûra rûsa ya di kela bajêr da dîlgirtî azad kir. Di wê demê da du alayên nû ji Rûsîyayê şandine Kavkazê. Lorîs-Mêlîkov carek din destbi êrîşê kir. Di îlona sala 1877a da alayên Kavkazê dora navbenda Rohilata Tirkîyê ya sîyasî û eskerîyê – Erzurumê girtin, lê di meha çirîya pêşin da careke dinê Qers zevt kirin.

Li wilayeta Qersê dîwana Tirkîyê hîç nikaribû usa bike, ku eşîrên kurdên wira bîne hêla xwe. Lê li Bazîdê ew di wî karî da bi ser ketibû. Kurdên wilayeta Qersê xwe tabîya nêytral -ne vî alî û ne jî wî alî-digirtin û ev yek bi dilê Rûsîyayê bû û ji bo wê jî ewê xurek û rihal dida kurda û hinek ji wana jî diketine nava eskerîya ordîya rûsa.

6-ê çirîya paşin sala 1877a pey êrîşeke xurt ra Qers teslîm bû. Eskera temamîya Abxazîyayê jî azad kirin. Bi hatina zivistanê ra, gava şerkirina di çiya û banîya da gelek dijwar dibû, li pêşenîya Pişkavkazê hal diseqirî.

Teslîmbûna Qersê û binketina eskerên tirka li navçeyên Erzurumê, Bazîdê û yên mayîn da, tesîreke moralî-polîtîkî yê mezin li ser Kurdistanê kirin. Gelek serekên kurda, di nav wan da Ubeydulle jî, Tirkîya terk kirin. Di dawîya sala 1877a û destpêka sala 1878a da rûs ketine wilayetên kurda: alayên gênêral-çawîş Lorîs-Mêlîkov, gênêral Şak û serhing Fîlîppov di meha çileya pêşin sala 1877a da bajarên Xinisê, Melazgirê û gundên der-dorên wê zevt kirin. Wana hêza xwe li Xinisê berevî ser hev kirin û berê xwe dane Mûşê û di rê da binecîyên kurd hîç qarişî wan ne bûn. Serhing Fîllîpov 8ê çileya paşin sala 1878a elamî serekê desta Êrîvanê kir, ku “hemû hereketên hukumeta Tirkîyê, ku Kurdistanê rakine dijî me, xwesma kurdên Patnosê û Melazgirê”(23), ne gihîştine tu netîcekê.

Tenê di dawîya çileya paşin sala 1878a, ango piştî girêdana peymana aşîtîyê di navbera Rûsîyayê û Împêratorîya Osmanîyê da (19ê çileya paşin sala 1878a) rex gundê Kaxçikê di navbera desteyên sîyarîyên kurda û êskadrona kazaka ya alaya Gorsko-Mozdokê da pevçûn çê bû, ji kurda 30 kes birîndar û şehîd bûn, lê ji kazaka – 9 kes. Eva pevçûna tek-tenê bû di navbera eskerên ordîya Rûsîya padşatîyê û kurda da di temamîya dema şerê di salên 1877-1878a da.

Di destpêka meha çileya paşin sala 1878a da dewsa Têrxûkasov gênêral Î. D. Lazarêv bû serekê alaya Êrîvanê. Serekê nû diha aktîv destpê kir rê û dirba bigere bona pêwendîyên dostanîyê bi kurda ra dayne. 18ê çileya paşin sala 1878a Lazarêv pey hatina xwe ya Îdirê ra, li ku serokatîya alaya Êrîvanê hatibû cîwarkirinê, bi bangeke xusûsî berbirî eşîretên kurdên ser sînor bû. Di wê bangê da derheqa binketina Tirkîyê li Balkana, teslîmbûna Adrîanopolê, Qersê da, derheqa tam dorgirtina Erzurumê da dihate gotinê. Lazarêv ber serekên kurda pêşnîyar dikir, ku terka emelên xwe yên xirabkarîyê hindava eskerên rûsa da bidin û qasidên xwe bişînin bona sitandina rênameyên “derheqa wê yekê da, ku çawa serkarî li gel bikin”.

Lê bangawazî îdî hinekî derengî ketibû, ji ber ku tirka Erzurum teslîm kiribû û peymana lihevhatinê hatibû îmzekirinê. Şer betilî.

Cêrbandina salên şêr (salên 1877-1878a) careke dinê îzbat kir, ku çiqasî jî dîwana sultanîyê ya zordestîyê bi hêz bû, çiqasî jî serekeşîr û derebegên cî dibûne berdevkê tirka û aktîvî kar dikirin jî, lê dîsa jî li hev ne hat temamîya Kurdistanê rakine dijî eskerên rûsa, çiqasî jî Îngilîs zêr bi kar anîn, lê dîsa jî piranîya kurda ne xwestin tevî wî şerî bibin, ku tirka navê ziyaretî lê kiribû. Hela di serda jî, ew kurdên ku tevî şêr dibûn, ew yek bi dil û can ne dikirin û hema dikirine çemê, difizirandin û ji şêr direvîyan.

Hukumeta padşatîyê, ku di şêr da bi ser ket, sozê ku dabû Îranê ji bîra ne kiribû. Bi peymana San-Stêfanê (3ê adarê sala 1878a hate qolkirinê) Erdehan, Qers, Batim, herwiha besta Eleşgirê û bajarê Bazîdê derbazî bin destê Rûsîyayê dibûn(24), lê hinek perçên axa Rohilata Tirkîyê diketine destê Îranê(25).

Wek hûn zanin, peymana San-Stêfanê qet ne bi dilê Îngilîs û çend welatên Awropayê yên dijî Împêratorîya Rûsîyayê bû. Hukumeta Brîtanîyayê bi tundî zor li Rûsîyayê kir, ji bo wê mecbûr bike dest ji Bazîdê û Eleşgirê bikişîne, hela di serda jî, dev ji peymana San-Stêfanê berde. Lihevhatina Îngilîs-Rûsîyayê ya 30ê gulanê sala 1878a da guhastinên mezin hebûn derheqa aşîtîyê da, yên ku bi hûrgilî li kongrêya Bêrlînê da hatibûne lênihêrandinê (13-ê hezîranê – 13-ê tîrmehê sala 1878a). Ji bo nimûnê, bi hevra pev ketin, ku gerekê bajarê Bazîdê û besta Eleşgirê li Împêratorîya Osmanîyê vegerînin, lê Tirkîya borc hildida ser xwe dewsa wê Kotûrê bide Îranê(26).

16ê tîrmehê sala 1880î nûnerên Rûsîyayê û Îngilîs – gênêral Zêlyonîy û Hêmlî peyman qol kirin, ku sînorên Kotûrê kivş dikirin, û pey gelek cara şûndaxistin û dirêjkirina dema wê ra, piştî sî sala, hema wê salê – sala 1880î ew mentîqe dane Îranê. Lê dîsa jî dîwana Tirkîyê bi destî hinek pelepistûkîya û tewlebazîya çend gundên Kotûrê bin destê xweda xwey dikirin û dora garnîzona Îranê ya li Kotûrê girtibû û kiribû nava hesarê(27). Girêdayî bi çend bîr-bawerîyên ku bayolzxanên Rûsîyayê û Îngilîs yên li Sitembolê derheqa wê pirsê da kirine, sultan gelekî eşkere got, ku ji ber wê yekê, ku çend xalên peymana Bêrlînê yên bi dilê Tirkîyê jî nayêne qedandinê, wê demê “ne xem e”, eger çend gundên Kotûrê bin destê tirka da bimînin(28).

Di rûyê van yeka da jî nerazîbûnên di hêla sînora da safî ne bûn û piştî çend sala tevrabûn bi hêzeke xurttir destpê bûn. Sebebê wan yeka him dijîhevderketina Tirkîyê-Îranê ya bona Kotûrê û navçeyên mayîn bû, him jî piranî bona wê bû, ku hemû “varyantên sînorkişandinê” gerekê daxaz û armancên kurdên wê mentîqê hilnedidane ser hesêb. Di vê yekê da dewletên kapîtalîstîyê jî rola xwe lîstin, yên ku dixwestin tevlihevîyên usa çê bikin, ku welatên Rohilatê bidne sistkirinê û dagîrkarîya xwe bidne sivikkirinê.

Çavkanî:

  1. “Prosêsa Faîq paşa”, rûpel 70.
  2. Dîsa li wir, rûpel 63. Têlêgrama Faîq paşa ya 17-ê hezîranê sala 1877a.
  3. Dîsa li wir, rûpel 75.
  4. Derheqa vê yekê da binihêre: G. B. Norman, Armenia and the campaign of 1877.
  5. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 15, dokûmênt 5, belge 3. Malûmatîya qasidê Rûsîyayê li Tehranê ji bo Wezîreta karên der va, ya 28-ê hezîranê sala 1877a.
  6. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 15, dokûmênt 4, rûpel 19. Malûmatîya konsûlê Îranê ya 28ê gulanê sala 1877a.
  7. Dîsa li wir, belge 24.
  8. Dîsa li wir, belge 4. Malûmatîya qasidê Rûsîyayê li Tehranê ji bo Wezîreta karên der va, ya 28-ê hezîranê sala 1877a.
  9. “Malûmatîyên bona şirovekirina şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ya salên 1877-1878a li Kavkazê-Asîya Biçûk” cild IV, rûpel 125.
  10. ASDR, fond 30, dokûmênt 4067, belge 474. Gotara XIX ya peymana San-Stêfanê.
  11. Dîsa li wir, belge 476. Gotara XVIII ya peymana San-Stêfanê.
  12. Dîsa li wir, belge 479-537. Protokolên kongrêya Bêrlînê û peymana Bêrlînê.
  13. G. N. Gurzon, Persia and the persian question, vol. I, pp. 568-570.
  14. V. F. Mînorskî, Sînorê Tirkîyê-Farizistanê,- “Malûmatîyên bona lênihêrandina Rohilatê”, weşana II, rûpel 408. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev