Kurd û Dîaspora

Kurd û Dîaspora

Wergera ji Îngilizî: Welat Agirî

Heta salên 1970ê, piraniya Kurda di gunda de jiyana xwe didomandin, gundiyan bi ajaldarî û cotkariyê aborî û îdara xwe dikirin. Ji 1970 û vir ve nifûseke Kurda ya mezin herêm terk kir ku hin ji wan bi daxwaza xwe û hinan jî ji ber zor û zilmê ji welatê xwe derketin.

Dewlemendiya petrol, derfetên kar ên bajarên din û ji bo çandiniyê bikaranîna makîna tesîreke mezin li ser vê rev û koçkirinê hîşt. Kurdên Tehranê, Baxdatê, Stenbolê, Îzmirê, Edeneyê her diçû zêde dibûn û ew cara yekemîn bû ku civakên Kurd li Ewropayê jî derdiketin holê.

Îraqê, Kurd ji Kerkuk û Xaneqînê dersînor kir ku ev bajaran aliyê petrolê ve dewlemend in, bi derketina Kurda ve Ereb hatin cihwarbûn.

Di merheleyeke din de, li ser sînorê Îranê “herêma qedexe” hatibû îlankirin ku gundên di wê herêmê de hatin talan û wêran kirin. Bi vê tunekirin û tedbîran ve dewletê dixwest çûyin hatina gerîllayên Kurd bide sekinandin, lêbelê bi wê rê û rêbaziyê negihiştin armanca xwe.

Di salên 1980yî de herêma qedexe bêhtir mezin bûbû û ji 5000 gundan 4000 hatibû valakirin û rûxandin. Ev polîtîkaya rûxandinê, di sala 1988an de li Anfalê, bikaranîna çekên kîmyevî ve derket asta herî bilind ku bi wê qetlîamê ve gund û navçeyên di bin kontrola gerîllayan de, yek bi yek hatin hilweşandin û sed hezar meriv ji cîh û warê xwe hatin derxistin.

Li Tirkiyê, bi awayekî sîstematîk valakirin û rûxandina gundên Kurda di sala 1991î de dest pê kiribû. Mebesta Dewleta Tirk xilaskirina têkiliyên navbera gundiyan û gerillayên Partiya Karkerên Kurdistan û birrîna alîkariya lojîstîk bû.

Dewletê ji sînorê Îraqê ve dest bi valakirina gundên Kurda kir ku em dikarin bêjin ji bilî gundên Kurdên dewletê yanî ji xeynî gundên notirvanan (qoricî) tu gund nema. Hilweşandin û valakirina gunda li sînor dest pê kiribû, lêbelê hêdî hêdî ber bi govekê dewam dikir.

Qet nebe bi deh hezaran malbatên Kurd ji gundên xwe hatin derxistin. Lê nefî û mişexta gundiyan ne carek bû, gelek caran hat dubare kirin û jixwe ji şert û mercên şer li herêmê de, tu mecal bona jiyanê nehiştibû.

Nifûsa bajarên Kurda yên wek Amedê, di nava çend sala de sê-çar qat zêde bûbû. Dîsa ji herêmê nêzîkê du mîlyon Kurd berê xwe dan Rojavayê Tirkiyê û bûn binciyê bajarên Tirka.

Malbatên Kurda ji cîh û warên xwe hatibûn derxistin, lê jiyana nû jî qet ne asan bû ji bo wan. Aliyê Rojavayê Tirkiyê, li derdorê bajaran gelek taxên feqîr û waroşan hene ku ji Kurda re bûbûn dar û diyarên nû.

Werger ji: Diversity and Division Among the Kurds, Martin van Bruiness

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev