Hema ji acizî

Hema ji acizî

Devliken Kelogirî

Nuh ji xew şiyar bûm.

Bêhna kartolên qelandî ji mitbexê ber bi firnikên min ve pêl bi pêl tê xwe li nav mejiyê min diqewimîne.

Straneke yaresanî bi ahengeke mîtolojîk di guhên min de olan dide vê sibê.

Ji ber ku rîha min zêde dirêj bûye, min tenê çend niqut av li dora çavên xwe kir.

Û li derve şerê ewran û tavê heye.

Îro qirka min gazinan nake

Ji deh deqeyan carekê urtînek bi min dikeve;

urtîneke bê belxem.

 

Di gera xwe ya rojevê de, li qonaxeke terkî însanî rast hatim.

Evdilmecîdê osmanî ku xwe kiribû xelîfê îslamê di dem û dewrana xwe de bi sedan keçikên temenê wan di bin deha re xera kiriye-ji qîzanî xistiye. Çend ji wan zarokan ji çirandinê xwîn ji wan çûye û mirine. Dû re vî dêqahpî sînorê tecawizê derxistiye şazdeha.

Ji xêndî zarokên wî yên ji jinên wî yên li ber çav, Xwedê jî nizane ji wan zarokan çiqas zarok çêkiriye.

Vî dêqahpî sîh û neh salan di ber îslamiyetê de xwîn rijand û di temenê xwe yê herî berhemdar de berê xwe da nav qefleyên hûriyan.

Bi hêviya li hêla din hûrî lê bibin nûrî…

 

Sifreya taştê vê sibê zû hazir bû.

Li demnameyê dinêrim rewşeke awarte tune ye, lê çima?

Nizanim.

De em ê jî îro zû taştêya xwe bixwin û zûtir dest bi rojê bikin bê fêde ye yan xisar…

 

Piştî strana yaresanî nuha jî Omer Dîzeyî “Çendî Geram Le Şaran” distirê.

Kûçikbavên tirkan ev stran dizîne kirine “Yaşa Kemal Paşa”

Ev e.

Heger dewleta te tune be, nirxên te ne nirxên te ne, mixabin.

Diz û keleş li ser didin çirvîtkan.

 

Wexta Daîşê dest bi êrişên xwe yên hovane kir, li ku berhemeke hunerî-dîrokî bidîta hildiweşand.

Û li navenda Siwêregê partîzanên “welatperwer” ên îdeolojîst peykerê Şivan Perwer hilweşandin.

Ji bo meriv miletekî bikuje, ewil meriv ji zimanê wî miletî dest pê dike, dû re ji bo dîrok tarûmar bibe hemû berhemên hunerî, kulturî, mîmarî û edebî ji ortê radike.

 

Û divê ez rabim.

Berê serê xwe boşom-ne ku ez ê xwe helal bikim, jixwe her sibe kulmeke av bi ser ser û canê xwe de berdidim.

Temiya min li we, heger hûn bi hezkiriyên xwe re pev şa bûn, rojekê xwe neşuştî bihêlin bila bedena we bêhna şehweta wê kêliyê vexwe û pê terbiye bibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev