Kinyazê me jî bû 70 salî

Kinyazê me jî bû 70 salî

Eskerê Boyîk

Nîvê salên şêstî, li bajarê Yêrêvanê komela me ya xwedevan û gêncên Kurd hebû. Xwendevan û gêncên me pirr bûn û bawarkî hevtêk tunebû ku em li hev necivyana. Cîyê civîn û xebata komela me jî tunebû (çawa li welatê Sovêtê bi giștî, wusa li Ermenistanê cî zêde nedidan komelên netewî. Bi rastî wê komela me ra çavê xwe digirtin). Em carna zanîngehan, carna odên xwendkaran yên razanê, carna jî hema nav baxçekî da dihatin cem hev. Me teva hev nas dikir. Gişka rind zanibûn kîjan zanîngehê da çend xort û keçên Kurd dixûnin. Heta niha jî nayê bîra min, ku ji xwendkarên meye wî nivşî yek xwe ji komelê, kar û barê kurdewarîyê dûr bigirta.

Nêzîkbûneke ruhî li nav meda çê bûbû. Wê demê Başûrê welatê me da bi serokatîya Barzanîyê Mezin tevger û serhildan bû. Xwenaskirina netewetiyê û hêza weletparêzîyê li nav kurdên Ermenistanê da pirr bilind bûbû. Eger qewl û merc, sûr û hidûdên welatê Sovêtê yê pola nîbûna, bi seda gêncê meyê biçûna çiyayên Kurdistanê, bigihîştana refên pêşmergên qehreman. Bawarkî mehê carekê komela me êvarîk li ser pirsgirêkên dîrok, çand, ziman, şerkarîya gelê kurd ya azadarîyê çê dikir, rastî kurdzan, nivîskarên bi nav û deng û dostên Kurdan dihatin. Di dawîyê da sitiran û dîlan bû… Temamîya rewşenbîrên kurd û usa jî kurdên Yêrêvanê û der-dorên wê dijîtin bi malêva, jin zarokava dihatin civînên me, dengbêj û sazbendan konsêrtên hewaskar didan.

Wê demê xortekî bedewî bilind jî bi aktîvî tevî xebatên komelê dibû… Bejin-bala wî merdane bû, lê ew di emrê xwe da yê herî biçûk bû, çiqas tê bîra min hê dibistanê da dixwend. Gotin, ku ew lawê xûşka nivîskarê kurdî bi nav û deng, remetîyê Wezîrê Nadirî ye… Ji wê demê da ez pismamê xweyî hêja Kinyazê Îbrahîm ra nas û dost im…
Rind tê bîra min paşê Kinyaz demeke dirêj bû rêvebirê wê komelê.

Rast gotî ji wî nivşê me gelek kadirên bi nav û deng derketin. Ji wan yek jî birayê minî hêja, akadêmîkê Akadêmîya xwendina bilinde navnetewî û Akadêmîya zanîstê sosîologîyê, prof. doktorê zimanzanîyê, prorêktorê Ûnîvêrsîtêta ser navê Abay ya bajarê Almatayê, Komara Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm e.

Bawarkî 35-40 salî me hevaltî kirye… Ew xortê aqilî bi şûret, li ber çavê me derecên emir, zanestîyê ra gav bi gav bilind bû: xwendkarê Zanîngeha dersdarhazirkirnê ya ser navê xêrxwezê gelê Kurd Xaçatûr Abovyan li bajarê Yêrêvanê para zimanê azerbecanî, aspîrant û dersbêjê wê zanîngehê, doktorîya ewlin, doktorîya duda, profêsorî, cîgirê dêkan, rêvabirê par û kafêdra zimanê azeyrbecanî, endamê Yekîtîya nivîskarên Welatê Sovyêtê, serokê beşa Azeyrbecanî ya rex Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê.

Wan sala Kinyaz çiqas jî bi pêşe û karê xwe ziman, çanda Azerîya va girêdayî bû, lê dilê wî li nav civak, tevger û hatin – çûyîna gelê wî da bû. Pêşewitîyekî kurdîtyêyî usa bû, ku navê wî tim di nav her dereceke kurdewarîyê da, cêrgên ewlin da bû… Herd dîsêrtasyayên wî û temamîya xebatên wî bi tomerî li ser pirsgirêkên edebîyeta Kurdî ne.
Ermenistanê da goveka heval, nas û dostê wî pir bû. Emekê wî pire ser wan xort û keçên kurdan ku mektebên Ermenistanê yên zimanê azerî da dixwendin, ji pey qedandina mektebê ra bi alîkarîya wî gelek ji wan dibûne xwedevanê wê beşa ku wî rêva dibir…

Dawîya salên heştêyî salên dijwar seva me Kurdan hatin.

Wan salên dijwar Kinyazê Îbrahîm ji bo Kurdên musulman, bi rastî jî bû rêvabirekî bi şuret û bi saya wî ew payê wê civakêyî pirrê bi tifaq, bê ziyan û qurbanîyên mezin cîguhestî Komara Qazaxistanê bû.

Wusa bû ez jî demekê malêva destguhastî bajarê Almatayê bûm. Jîyana min da ew salên here dijwer bûn: ne kar, ne guman, ne hêvî… Tiştê, ku ez hinkî ruhdar dikirim û ew dijwarîyên aborîyê û jîyanê min didan bîrkirinê karê efrandarîyê bû, hevalên wek Kinyazê Îbrahîm, Nadir Nadîrov, Ezîzê Zîyo dora min bûn… Ber min derê arşîva KGB vebûbû û ez ser wan belgeyên sirgûna Kurda ya salên 1937 a û 1944 a dixebitîm ku ji wana xûn û hêsirên evdên bê sûc diniqitî, rastî wan evda dihatim ku ew zulm bi çevê xwe dîtibûn û wê rêya xezeb ra derbaz bûbûn…Wê demê min gelek berhemên ronakbîr û hîmdarê edebîyeta Qazaxa Abay wergerand kurdî, tevî kar û barê komela kurdên
Qazaxistanê YEKBÛN dibûm…

Dema Sovêtê pirsa medyayê gelekî berk hatibû danîn. Her tişt gotî bi qirar û qayîlbûna serokatîya dewletê bihata kirin… Serê kesî ra nikaribû fikireke usa derbas bûya ku bêy qirara jorê karin bi înîsîatîv û mecalên xwe rojnamekê yan kovarekê biweşînin. Dawîya salên heyştêyî, heja kurdên Sovêtê jî geş bû. Kurd jî rabûn seva mafê xweye pelçiqandî… Wê demê (sal nayê bîra min) qirar ji Moskvayê stendin ku Kurd karin xwera kovareke bi nave KURD biweşînin. Dem derbaz dibû, lê weşena kovarê mîyaser nedibû… Meremekî çûyîna min li Almatê jî ew bû, ku em wê kovarê bi alîkarîya karbidestên Kurdê Qazaxistanê biweşînin.

Ji pey gelek astengîyên civakî û aborî ra weşena kovarê min û pismamê xwe Kinyazê Îbrahîm kir: Kinyaz wek rêdaktor, ez jî cîgîrê wî. Me heta sala 1995an çend hejmarên kovara KURD (paşe nave wê kirin NÛBIHAR) weşend.

Hinek pirojên xebata çandî, perwerdeyî yên min û Kinyaze bi tevayî jî hebûn, lê min dawîya sala 1995an Almata terk da…

Sal derbaz bûn, Kinyazê me jî êdî 70 salî ye…

Ez salvegera birayê xweyî hêja prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi dil û can pîroz dikim.

Knyazê bira ez te hemêz dikin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev