Elîyê Xarzîya -1

Elîyê Xarzîya -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nodî me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em beşa pêşin a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Elîyê Xarzîya” raberî we bikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 90

Lo xalo, lo xalo!

Dîwana gundê me xweş dîwane

Dîwana Têlî Temo, Têlî Hemze, Ûsivê Cazê dîwanek bi rengîne

Gundî, cînarê me têda rûniştine

Berpalê wan belgîyêd quştûkîne

Ûsivê Cazê fîncana qawê digerîne

Ber Têlî Temo û Têlî Hemze datîne

Têlî Hucê destê xwe fîncana qawê dixe, weldigerîne

Lo xalo, lo xalo!

-Yek gava dinê hatîye ji Hesenqela rengîne

Min lê kirîye pirs û pirsyarê dinêye

Divê: -Girtîk Hesenqela rengînda girtîye

Elîyê xarzîyane

Sê sehet diçe nîvê şevêye

Siyarî bînbaşî derdixe kêlek-kêlek weldigerîne

Divê: -Min bihîstîye

Xalê te mêrekî zorî bi zorbeye

Bira bê destê zorê te ji nav destê min derîne.

Lo siyaro lo, lo xalo lo!

Wêderê Têlî Hemze dike qîrîne

Dibê: “Temo lawo, rabe gazî Sivikê Eloke, ji minra bîne”.

Temo radibe gazî Sivikê Elo dike, tîne

Têlî Hemze dibê:

“Sivikê Elo, tu bavê min kiribî, bike û bilezîne

Riya deh seheta nava sehetekêda biqedîne

Xwe nava Hesenqela rengînra bigihîne

Li wêderê Mistefa çawîş bibîne

Berêda nasê mala meye

Dest têke cêva xwe, jêra du zêra derîne

Bê Hemzê kekê min ji tera silav û dua dişîne

Digot here Elîyê xarzîya bibîne

Cabekê jê hilîne

Xeberekê kekê xwera bîne

Kanê binhêre eva xebera hana

Raste, derew nîne?”.

Lo siyaro lo, lo xalo lo!

Sivikê Elo dike dilezîne

Boke ji mal dertîne

Sê tenga bi tengekî dişidîne

Du zêra ji tulisma zêr hiltîne

Riya deh seheta nava sehetekêda diqedîne

Xwe bi Hesenqela rengînra digihîne

Lo xalo, lo xalo.

Mistefa çawîş diçe çevê xwe nava girtîya digerîne

Elîyê xarzîya wêderê Mistefa çawîş dibîne

Qulapekê cixarê dixîne

Destê xwe Mistefa çawîşra dihejîne

Dibê: “Mistefa çawîş, virda were

Ez zanim tu cesûsê Hemzê xalê minî

Here bêje Sivikê Elo

Bira Hemzê xalê minra bêje

Bê navê wê mêranîyê te heram be.

Wekî ew dewsa min girtî bûya

Gelo minê bihişta van erda çevê xwe bibîne

Bira bêje Hemzê xalê min

Siyarî bînbaşî royê sê cara

Qamçîyê xwe davê, min dixîne

Dibê: “Min maka devê te, Hemzê xalê te…

Hergê Hemzê xalê te mêrekî xurte

Bira bê destê zorê te ji min bistîne”.

Lo, lo xalo, efato xalo!

Mistefa çawîş xwe bi Sivikê Elora digihîne

Go: “Here bêje Têlî Hemze

Bê, Xwedê mala te xirab bike

Halê Elîyê xarzîya destê

Kafirê siyarî bînbaşîda tunîne.

Elîyê xarzîya digot:

“Here bêje Sivikê Elo

Bira Hemzê xalê minra bêje

Bê navê mêranîyê li te heram be

Wekî ew dewsa min girtî bûya

Gelo minê bihişta van erda çevê xwe bibîne.

Bira bêje Hemzê xalê min

Siyarî bînbaşî royê sê cara

Qamçîyê xwe devê min dixîne

Divê, min maka devê te û Hemzê xalê te…

Hergê Hemzê xalê te mêrekî xurte

Bira bê destê zorê te ji min bistîne”.

Lo, lo xalo, efato xalo!

Sivikê Elo dike dilezîne

Riya deh seheta nava sehetekêda diqedîne

De wê xwe bi Qelenîyêra digihîne

Siyaro lo, lo, efato lo, lo!

Têlî Hemze dike qîrîne:

“Têlî Hucê, bike-bilezîne

Dûrebînê minra bîne”.

Dîna xwe didê

Rengê wî yê di dema şandinê nonî yê dema zivirandinê nîne.

Sivikê Elo dibê:

“Mala te xirav be

Konê teyî pêçayî be

Şirîtê kona qetîyayî be

Eva xebera hana raste, derew nîne”.

Lo xalo, lo xalo!

Têlî Hemze dike qîrîne:

“Têlî Hucê, bike-bilezîne

Li defa hewarê xîne

Serê malê siyarekî minra jê derîne”.

Têlî Hucê li defa hewarê dixîne

Serê malê siyarekî jê dertîne

Siyar dadikevin berîya jêrîne

Têlî Hucê hêşîya kon disekine

Fenanî tavê-teyrokê hêsira ser sûretê sorda dibarîne.

Têlî Hemze dibê:

“Dayê, tu çima hêsira ser sûretê sorda dibarînî?”

Dibê: “Ezê bala xwe didime siyara, kurêd xelqêne

Tivingê destada qapaxlîne

Fişekê wane bi rizîne

Gava bikeve qaymeqaymê giran

Tevê xwe kole-kendalada bitelîne.

Kes pişmêrê kekê te tunîne

Roma Reşê Elîyê xarzîya

Ji destê kekê te derîne”.

Lo xalo, lo xalo!

Têlî Temo dike-dilezîne

Bokê xwe ji mal dertîne

Sê tenga bi tengekî dişidîne

Kuçûkçapekê nava kuçûkçapa hiltîne

Hezar hefsid fişekî dide orta xwe û zîne.

Dadikeve berîya jêrîne

Çend gulla ser kekê xwe û siyarada dibarîne

Dîna xwe didê kurê dêkotîya û bavkotîya xwe kira û kendelada ditelîne

Kurê dêçêya û bavçêya serê meydanê teng û berê menegîya dişidîne

Wêderê Têlî Hemze bala xwe didê tapa siyara ber gullêd Temo lawê wî tunîne

Wêderê li Têlî Temo dike qîrîne:

“Temo, lawo, min di maka devê te…

Te çar tayê sipî nava rûyê minda dîne

Tu dikî çend gulleka kekê xwe bitirsînî”.

Wêderê Têlî Temo dike qîrîne:

“Keko, bibaxşîne

Min ev xebera hanê bihîstîye

Serê min dêşe, hişê min serê min nîne

Mîratê Boke min direvîne

Bêxweyîya kuçûkçapê xwexwe gulla ser çoka min diqetîne”.

Lo xalo, lo, lo xalo!

Têlî Temo wan siyara gişka paşda dizivirîne

Ûsivê Cazê û du siyara xwera nav hiltîne

Berê xwe didine kavila Hesenqela bi rengîne

Têlî Hemze dibêje:

“Temo, lawo, ew konê hana konê Emê Reşkêye

Min bîstûçar sala vira qaçaxî kirîye pêşîya padşêye

Emê Reşkê gotîye-

“Tu degmîşî dewleta min neve

Tu ketî qaymeqaymê giranda

Eva dewleta hana ya teye

Ya min nîne”.

Here bêjê, bê kekê min

Gele tu silav dikirî

Gotîye, eme têcirîne

Zêrê mera sed zêrîne

Perê hûr mera tunîne

Bira sed zêra mera bişîne

Gava em ki li qezîyayê zivirîn

Bira dusidî jî selefê xwe bistîne”.

Lo xalo, lo, lo xalo!

Têlî Temo dajo, dicedîne

Bala xwe didê bire qazî

Melle û miftî dîwanêda rûniştîne

Têlî Temo silavekê li wan dike

Silava Ele Reşkê şîrin hiltîne

Dibê: -Kekê min tu gelek silav dikirî

Gotîye, bira sed zêrî minra bişîne

Gava ku em qezîyayê vegerîyan

Bira dusidî selefê xwe bistîne”.

Lo xalo, lo, lo xalo!

Ele Reşkê çevê xwe wan dera digerîne

Quranê jorda tîne

Destê xwe li Quranê dixîne

Go: “Temo, Xwedê xirab bike, sala îsalin hine perê min tunîne

Çar kerî pezê mine nêr hene li deştêne

Donzde naxirê mine sitewr hene li eylê, serê çiyane

Xêrê ji kurê xwe nebînim

Hergê navê sika pera mala minda heye”.

Temo go:

“Ele Reşkê, Hemzê kekê min hewcê perê te nîne

Mêranîya camêra dicêribîne

Ji texmîna aqilê min, tu kesek xortê mîna min ji der mala bêqedir venagerîne”.

Têlî Temo devê boke dixe dizivirîne

Eyşana jina Ele Reşkê dike qîrîne

Xwe dizgîna bokêra digihîne

Dibê: “Birayo, bibaxşîne

Kotî dewarê mêrê min

Dewê tirş xwarîye

Haj ji serê xwe tunîne”.

Destê xwe xemila Kofîya xwe dixîne

Sêsid zêrê zer ber datîne.

Têlî Temo destê xwe çevê rikêfê dixîne

Zêrekî Tulismê cêva xwe dertîne

Dibê:

“Bona xûşk-biratîyê bal xwe hilîne

Kotî dewarê mêrê te bibîne

Wê arkotkê tendûrê hilîne

Te kêlek-kêlek welgerîne

Roma reş me bihesîne

Elîyê xarzîya destê me derîne

Kotî dewarê mêrê xwera bêje

Gava em zivirîn, emê talanê wî xin

Wekî kerê şivantîyê ber derê wî nemîne”.

Eme Reşkê dike qîrîne:

“Exteçî, minra extekî bîne!”.

Xurca zêra dide orta xwe û zîne

Dike-nake exte toza boke naqedîne

Têlî Hemze dûrebînê ber çevê xwe datîne

Dibê:

“Temo, lawê min çiqasî xirabe

Gelekî dewletîya dêşîne”.

Ûsivê Cazê pêşîyêda dişîne

Dibê:

“Bêjê, zêrê wî min lazim nîne”.

Dajon, diçin kewşenê Îboyê Çopiroxlî

Dibê:

“Wekî serê şebeqa

Berê qereberbanga

Me binîya kewşenê xweda bivîne

Wê fena tavê-teyroka

Gulla ser meda bibarîne

Taba me ber gullê wî tunîne”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev