Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da -1

Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da -1

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Vê carê me bona we beşa pêşin a bi sernavê ”Kurd di şerê hemcihanê yê yekemîn da” amade kirîye.

Ev berhema me ya 90î ye. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 90

Gelê kurd bû şehîdekî ewê bedbextîya sedsala XXî ya mezin. Mixabin, gelek kes vê yekê nizanin. Kurdistan û axa der-dorê wê bûne meydana şêr, welatê kurda di nav xwînê da mewicî û ewî şerî zirareke mezin da binecîyên wê. Her dewleteke di nav şêr da hewl dida kurda û miletên mayîn yên Tirkîya Rohilatê, Îrana Roava û Îraqê bona berjewendîyên xwe bi kar bîne. Evî şerî ew herêm kire gola xwînê û bû sebebê şerê navxweyî, hemû milet ziyaneke nebînayî kişandin.

Serokatîya cantirka di rojên şêr yên pêşin da xwe da alîyê Almanîyayê, tivdîra xwe dît bona eşîrên kurda bi kar bîne seba êrîşî li ser Pişkavkazê û Îrana Roavayê bike. Tirka hewl didan, ku careke din hemîdîyê saz bikin. Ji kurda desteyên êrîşkarîyê dihatine amadekirinê û wana li ser sînorên Tirkîyê-Rûsîyayê û Tirkîyê-Îranê tevlihevî û xiringêle çê dikirin. Casûsîya Tirkîyê û Almanîyayê destpê kirin li Kurdistana Îranê û Azirbêcanê da propoganda dijî rûsa dane derbazkirinê, wan ra li hev hat çend serekşîrên kurda yên navdar bînine alîyê xwe (Simko jî di nav da), ku bi sîyasî negihîştî bûn û her dema dikaribûn bawerîyên xwe biguhêrin.

Qumandarîya tirka, ku di dawîya meha çirîya pêşin sala 1914a di nav bloka Almanîyayêda kete nava şêr, bi bawerîyên pantyurkîzmê û panîslamîzmê va ruhdarbûyî, bi alîkarîya şêwrmendên Almanîyayê  planên xwe yên stratêgî û opêratîv amade kirin bona zevtkirina Pişkavkazê, Îrana Roavayê (paşdemê da Kavkaza Bakur, Qrîm û Tûrkêstan jî) û bi wî awayî ne tenê hemû gelên Împêratorîya Rûsîyayê yên tirkîaxêv û gelên Kavkazê, lê herweha hemû kurda, temamîya Kurdistanê jî bike bin bandûra Împêratorîya Osmanîyê. Evana hemû jî projeyên şerletanîyê û yên ne rêal bûn, lê tecrûba bi ser xistina wan ziraeke mezin da hemû gelên Asîya Roava.

Li Stembolê û Bêrlînê hêvîyeke mezin danîbûne li ser kurda. Di destpêka meha çirîya paşin sala 1914a dijî dewletên Antantayê cîhad hate îlankirinê, maqûlên ji hukumetê di nav kurda da deng bela dikirin, ku wê paşdemê da otonomîyayê bidne wan. Lê hêvîya ku danîbûne li ser kurda, qet bi ser ne ket, û ev sebebek bû, ku kar û barên Yekîtîya Çaralî (Almanîya, Austrîya-Hûngarîya, Tirkîya û Bûlgarîstan) di hêla eskerî-sîyasî da li meydana şêr ya li Rohilata Nêzîk ji hev çû û felişî.

Hela berî wê yekê, ku Tirkîya kete nava şêr, piranîya eşîrên kurd ne razî bûn, ku dîwana tirka lawên wana dibine eskerîyê, lê li Dêrsimê û Kurdistana Başûr bi awakî berk derketine dijî wê yekê. Îlankirina cîhadê li ser kurda tesîreke mezin ne kir, pir kêm kesa guh didane gazîyên çend şêxa ku “rabine şerê şerefîyê”, lê çend serekên dînî yên Kurdistanê eşkere dijî cîhadê bûn. Piranîya eşîra di berbirîbûna xwe ya hindava herdu alîyên di nav şêr da, motîvên sîyasî ser yên dînî ra digirtin.

Ji ber wê jî, wek ku li bendê bûn, keda kurda di nav hewldanên şêr yên Împêratorîya Osmanîyê da ne pir bû. Kurda ne dixwest ji bo armancên, ku ji wan ra kêr nayê şer bikin, dereca şervanîya siyarîyên kurda ser dereceke nimz bû û piranî ji ber wê yekê, ku qumandarî bawerîya xwe bi kurda ne dianî û kêm çek, hesp û cebirxane dida wan. Bin destê desteyên kurda da top û reşaşe tunebûn, hesp têrê ne dikirin. Gelek kurd ji deşta şêr direvîyan. Êdî di mehên şêr yên pêşin da jimara taxbûrên kurda ji 800î dakete 300î. Qumandarîya tirka desteyên kurda ji xeta şêr ya pêşin derxist û ew şandine piştê.

Di nav kurdên ku di ordîya Tirkîyê da bûn, dijberîya hindava wî şerî da carna derbazî protêstoya eşkere dibû. Gelek cara desteyên kurda diçûne pişta Rûsîyayê an jî wek dîl (hêsîr) teslîm dibûn. Serekên kurda yên bi nav û deng (Ebdurrezaq, Yûsif Kemal Bedirxan û yên mayîn) gazî li kurda dikirin, ku deşta şêr xalî bikin û berê çekên xwe bidne Tirkîyê.

Hema ji rojên şêr yên pêşin da di nav binecîyên kurd da nerazîbûna himberî hukumetê dihate texmînkirinê û ew yek jî alî wê yekê dikir, ku ordîya tirka li pêşenîya Kavkazê nikaribû bi ser keta û ji ber wê jî ordîya rûsa kete Anatolîya Rohilatê û havîna sala 1915a ji erdê wê bigre heta Wanê zevt kir. Desthilatdarîya dîktatûra eskerî-sîyasî, ku di temamîya Tirkîyê da, xwesma di herêmên ku şer lê hebûn da, nikaribû derketa himberî serîhildanên kurda yên dijî hukumetê. Li Botanê, deşta Mûşê, Dêrsimê û gelek cîyên mayîn destbi serhildanên kurda bûn. Hewldanên hukumetê, ku serokatîya kurda bîne hêla xwe, pûç derketin. Hela ser da jî, serekên kurda yên navdar (Ebdul Qadir, baylozê li Swêdê Şerîf paşa) bi awakî surî bi neyarên Tirkîyê ra (bi Rûsîyayê û Fransîyayê ra) ketine nava hevraxeberdana.

Wî çaxî desthilatdarîya cantirka ya gunehkar dest avête mêtoda çareserkirina pirsa miletîyê, ku serekên tirka gelek cara bi kar anîbûn – mêtoda gelkujîyê (qir, jênosîd). Pêşî ji xaçparêza – ermenîya û aşûrîya – destpê kirin, û ew yek ji xwe ra dikirine bahane, ku ewana piştgirîya eskerên rûsa dikin.

Bahara sala 1915a dîwana tirka, bi menîya ku ermenîya ji şêr dûr bixin û wana bişînine kampên Sûrîyê û Mêsopotamîyayê, destbi qira ermenîya kir. Dibêjin, ku heta mîlyon û nîvek ermenî hate qirê. Ji ber vê hovîtîyê û yên pey wê ra, temamîya axa Tirkîya Rohilatê (Ermenîstana Roava û Kurdistan) ji ermenîya hate paqijkirinê, ku ji demên buhurî da li ser vî erdî diman. Ziyankêşên vê gelkujîyê yên mayîn jî aşûrîyên nêstorîyan bûn, ku ji dest zordestîyê û ji bo serê xwe xilaz bikin, ji warê kal û bavên xwe – Hekarîyê revîne Îranê û di rê da bi deha hezara hatine qirê û mirin.

Ev gelkujî, ku wî çaxî hate pêkanînê, dema Împêratorîya Osmanîyê îdî li ber kenarê hilweşînê bû, ne tenê himberî xaçparêzên kêmjimar bû. Teşkîldarên van hovîtîyên bêwijdan û nebînayî, ku ji alîyê temamîya cihana pêşketî da têne gunehkarkirinê, usa hesab kiribûn, ku zirareke mezin bidne kurda jî, ew jî bi awakî bêbextî. Di hêlekê da dîwana tirka hewl dida serekên kurda derxe himberî ermenîya û aşûrîya, bi destî xelqê ji hesabên wan bê der, û di wî karî da tirk hinek bi ser jî ketin. Di alîyê mayîn da jî, Stembol hewl dida ber cihanê usa bide xuyanîkirin, ku gunehkarên van wehîştîya kurd in, û bi wê yekê va tevgera kurda ya ji bo azadîyê ber çevê cihanê reş bike.

Eva dereweke mezin û şerletanîyeke giran bû. Gunehkarên sereke yên qira ermenîya û aşûrîya eskerên ordîya tirka û serokatîya wan ya cendirmîyê bû. Tenê hinek cîya kurd tevî qirê bûne. Lê ji wan bêtir îzbatî hene, ku kurd û ermenî di rojên oxirmên giran da hevdu girtine, pişta hev sekinîne, gelek ermenî li bal kurda sitar bîne. Wek mînak, li Dêrsimê weke 20 hezar ermenî xwe veşartibûn. Kurdên, ku bi xwe jî nava xelayê da bûn, parîyê devê xwe didane ermenîya. Begên kurda gelek cara ermenî agahdar kiribûn, ku dijî wana bêbextî têne amadekirinê. Sîyasetmedarên kurda yên bi nav û deng, di nav wan da yên li Awropayê jî, bi awakî berk derketine dijî qira ermenîya û bi nasyonalîstên ermenîya ra ketine nava danûsitendinê, bona karê xwe bikin bi tevayî derkevine himberî hukumdarîya tirka.

Zûtirekê li Stembolê hatine bawerkirinê, ku kurd di sîyaseta wan ya zêrandina ermenîya da alîkarên ne baş in. Ji ber wê jî hukumdarên cantirka destpê kirin tivdîra xwe bibînin, ku ecêbeke usa bînine serê kurda jî, wek ku anîbûne serê ermenîya. Di salên 1915-1916a gorî biryarên sultan, hukumetê destê kir kurda ji navçeyên şêr derxe, berê wan bide Anatolîya Roavayê, usa ku ser 100 tirka 10 kurd hebin. Di salên şêr da weke 700 hezar kurd ji cî û warên kal-bava raqetandin, nîvê wana ji dest xelayê û nexweşîya (ta, çopilme û h.w.d.) di rê da mirin. Gelek navçeyên Kurdistana Bakur û Roava xalî bûn. Zirareke mezin gihîşte karê heywanxwedîkirinê, ku çara binecîyên kurda ya tek-tenê bû. Ji rûyê şêr da binecîyên kurd li ser axa Tirkîya Rohilatê, lê paşê jî li Îraqa Bakur, nikaribûn karê xwe yê rojane va mijûl bin.

Evê yekê nerazîbûna di nav kurdên Tirkîyê hîn zêdetir kir, di nav kurda da hesînên berxwedanê peyda dibûn. Dema ordîya rûsa li Kavkazê di salên 1915-1916a di şêr da bi ser ket û 250 kîlomêtra pêşda çû û piranîya erdê Ermenîsatana Roava û Kurdistanê zevt kir, Erzurum, Trabzon û navbendên mayîn yên giring xiste bin destê xwe, kurd derneketine dijî rûsa. Di dawîya şerê hemcihanê da di pêşenîyên Kavkazê û Mêsopotamîyayê da di nav ordîya tirka da kurd hema bêje qet ne mabûn. Çend “warên sincirî” yên Kurdistana Tirkîyê da (Dêrsim, Xarpêt, Botan, Mêrdîn, Dîyarbekir, Bîtlîs) di havîn û payîza sala 1917a pevçûnên çekdarî qewimîn. Xwesma li Kurdistana Başûr û Başûr-Roavayê rewşeke sert saz bû, li ku îngilîsa ji başûr êrîş dikirin, rûsa jî ji bakûr, û hema di wan deman da bû, ku tevgera kurda ya ji bo azadîyê rastî tevgera ereba hat û te digor qey dijî ordîya tirka pêşenîya duda vebûye. Ne tirka, ne almana bi firsendên xwe yên hukumkirina li ser kurda, negihîştine tu tiştekî jî. Lê binecîyên kurd yên Împêratorîya Osmanîyê di şertên şêr û zordestîyên eskerî-cendirmîyê da nikaribûn ji şerê herêmî derbazî şerê firehtir bibin, ji ber wê jî ne gihîştine serketinên mezin.

Li Kurdistana Îranê di salên şerê hemcihanê yên pêşin da rewşeke tevlihev saz bûbû, ya ku firsend da serokatîya kurda ya derebegî-eşîrtîyê kêm-zêde serbixwe kar bikin, ber tirka, ku almana piştgirîya wan dikirin, û ber rûsa, ku hewl didan hukumê xwe li temamîya Îrana Bakur û Roava bidne testîqkirinê, pelepistûkîyan bike, bona rêyeke ji xwe ra destdayî bibîne. Sala şêr ya pêşin da eşîrên kurda piranî xwe didane alîyê Tirkîyê, ya ku karkirina xwe ya pîre-pîrekirinê (jihevxistinê) li ser sînorê Tirkîyê-Îranê dabû gumrehkirinê û ew karkirin gîhande wê yekê, ku desteyên tirka û kurda bi tevayî êrîşî li ser axa Îranê dikirin. Dîsa Salar od-Dewle serî hilda (vê carê bi naznavê Hecî Riza Salar), ku tirk soz dabûnê temamîya Kurdistana Îranê bikine bin hukumê wî.

Desteyên tirka-kurda, ku qelsbûna dîwana merkezî li Îrana Roava û dijwarîyên Rûsîyayê li pêşenîya Kavkazê bi kar anîn, di dawîya sala 1914a – destpêka sala 1915a perçê roavayê yê Kurdistana Îranê û Azirbêcanê, bi bajarên Xoy, Soûcbûlak û yên mayîn zevt kirin. Di nîveka çileya paşin sala 1915a eskerên tirka ser demekê Tewrêz jî zevt kirin.

Lê zûtirekê tirka ji rûsa derbeke xweş xwerin û piranîya axên Îranê yên zevtkirî ji dest wan çû, Tewrêz jî di nav da, lê dîsa jî heta dawîya payîza sala 1915a qumandarîya Tirkîyê-Almanîyayê şerê ji bo bidestxistina darinda Îranê-Kurdistanê berdewam dikir. Rewş piştî wê yekê bi carekê va guherî, gava alaya rûsa ya bi serokatîya N.N.Baratov 30ê çirîya pêşin sala 1915a eskerên xwe li îskela Enzelîyê ya li derya Kaspîyê peya kir, êrîşî li ser başûr kir û bahara sala 1916a da darinda Tirkîyê-Îranê ya li Îranê ji holê da rakirinê. Bi vî awayî, hema bêje hemû kurdên Îranê ketine bin bandûra Rûsîyayê.

Awa, di destpêka sala 1917a da eskerên rûsa temamîya Kurdistana Rohilatê û piranîya axa Kurdistana Bakur û Roava zevt kirin. Sala 1917a eskerên rûsa gihîştine sînorên Kurdistana Başûr. Ber hukumet û serleşkerîya Rûsîyayê pirsa paşeroja Kurdistanê sekinî, diha rast pirsa derheqa pêwendîyên bi eşîrên kurda ra, ango bi beg, xan, şêx û axa û herweha bi ronakbîrên bi nav û deng ra.

Pirsa derheqa dûweroja Kurdistanê ne tenê ji bo Rûsîyayê pirseke giring bû. Hemû dewletên Antantayê destpê kirin bi lez û bez karê dîplomatîyê, sîyasî û eskerî pêşda bibin ji bo pirsa perçekirina Împêratorîya Osmanîyê yekser hel bikin. Herêma kurda ji bo her endameke ewê yekîtîya împêrîyalîstîyê parîyê xweş bû. Di adara sala 1915a di navbera wan da peyman hatibû girêdanê, ku Konstantînopolê (Stembol) bi devtenga va bidine Rûsîyayê, lê axa neytral ya Îranê, ku çend navçeyên başûrê Kurdistana Îranê diketine navê, para Îngilîs diket.

Di dawîya sala 1915a Îngilîs û Fransîya li hev rûniştin bona çareserkirina pirsa perçekirina Tirkîya Asîyayê. Di dema hevraxeberdana da ew fikir pêşda hat (ew fikir partîya ermenîya ya nasyonalîstîyê Daşnaksûtyûn pêşnîyar kiribû û Rûsîyayê jî piştgirîya wê dikir), ku li ser axa Împêratorîya Osmanîyê otonomîyayê bidne wan hemû mentîqa, ku ne yê tirkan in, di nav wan da Kurdistanê jî. Lê Îngilîs û Fransîya berk derketine himberî wê yekê û hewl didan ku hemû milkên Tirkîya Asîyayê, di nav wan da yên kurda jî, zevt bikin, dû ra jî bikine kolonîya xwe û Rûsîya mecbûr bû bi a wan bike. Di bahar û havîna sala 1916a bi Rûsîyayê ra çend hevraxeberdan hatine derbazkirinê û ewê razîbûna xwe da (qayîl bû), ku heta 1ê îlonê sala 1916a Tirkîya Asîyayê perçe bikin.

Ew peyman, ku navê “Sayks Pîko” lê kirin (bi navê amadekarên wê – nûnerê Îngilîs Mark Sayks û yê Fransîyayê Corc-Pîko), bilî wê yekê, ku axa erebe ya bin destê Împêratorîya Osmanîyê da di nav Îngilîs û Fransîyayê da parevedikirin, herweha qedera Kurdistana Bakur, Roava û Başûr û usa jî Ermenîstana Roava (ya Tirkîyê) ya dîrokî biryar dikir, û li wir jî gelek kurd diman. Perça Kurdistanê ya pir kete destê Fransîyayê (piranîya axa Kurdistana Îranê ya îroyîn, temamîya Kurdistana Sûrîyê û perça başûr-rohilatê ya Kurdistana Tirkîyê) û Rûsîyayê (perça mayîn ya Kurdistana Tirkîyê û Ermenîsatana Roava). Perçekî Kurdistana Îraqê ya başûrê Kîrkûkê jî kete destê Îngilîs. Wek îdî hatîye gotin, perça başûr-roavayê ya Kurdistana Îranê jî dane Îngilîs. Perça axa Kurdistana Îranê ya din, kete bin hukumê Rûsîyayê.

Bi vî awayî, dewletên Antantayê yên împêrîyalîstîyê ji bo perçekirin û zêrandina temamîya Kurdistanê planeke qilêr amade kiribûn. Hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê, ku nêzîk dibû, û ji alîyê Îngilîs û Rûsîyayê da bindestkirina Îranê, ne tenê firsend ne didane gelê kurd, ku ji bindestî û zêrandina pir sedsala derkeve û hemû axên xwe bigihîne hev ji bo damezirandina dewleta serbixwe, lê herweha tirsa ku wê xênji zordestîya dewletên ku Kurdistan nav xwe da perçe kirine, wê vê carê ji alîyê dewletên Awropayê yên împêrîyalîstîyê da jî bêne zêrandinê, kete dilê wan. Ew tiştekî din e, ku xalên peymana “Sayks-Pîko” paşdemê da nehatine bikaranînê û perçekirina Kurdistanê bi rêyeke mayîn bû – gorî guhartina rewşê û gorî hêzbûna dewletên dagîrkar li meydana Rohilata Nêzîk. Ya sereke jî ew bû, ku şerê hemcihanê yê yekemîn di nav dîroka Kurdistanê da guhartinek çê kir – xetera ji Roavayê zêdetir bû.

Di dawîya şêr da rewşa eskerî-sîyasî li Kurdistanê usa bû, ku kurd ketine ber derba êrîşên ordîya rûsa (ji rohilatê û bakur) û ya Îngilîs (ji başûr). Herdu jî hewl didan ku serokatîya kurda ya eşîrtîyê-derebegîyê bînine alîyê xwe û dewsa wê jî soz didane wana, ku wê hindava binecîyên kurd da dilqenc bin.

Di nîveka sala 1917a hêza ordîya Rûsîyayê di şerê li Tirkîya Asîyayê û Îranê da şikest: piştî şoreşa sibatê, ku padşê rûsa ji ser text avîtin, sazûmana Rûsîyayê ya sîyasî û eskerî ji hev çû. Serleşkerîya rûsa vê carê guhdarîke mezin dida ser hewldanên bi sîyasî tesîrkirina li ser kurda û bi wê yekê va dixwest wan axa bin destê xwe da xwey bike, ku ordîya rûsa li Kurdistanê zevt kiribûn. Hevraxeberdanên, ku nûnerên qumandarîya Rûsîyayê li Anatolîya Rohilatê bi Yûsif Kamil beg û serekên kurda yên mayîn ra derbaz dikirin, tiştekî berbiçav nedan, lê li Kurdistana Başûr hêvîyek mezin hebû, ku wê bi kurda ra li hev bên.

Serekên kurda yên bi nav û deng li Kurdistana Başûr seyid Ebdilla ji navê komîteya “Îstîhlyas Kurdistan” (“Rizgarkirina Kurdistanê”), seyid Taha û Mehmûd Barzincî berbirî qumandarên rûsa li Îraqê û Îranê bûn, ber wana pêşnîyar kirin, ku di şerê dijî ordîya tirka da û ji bo azakirina Kurdistana Başûr alî hevdu bikin. Hema di wan dema da îngilîs jî bi nûnerên kurda yên li Mêsopotamîyayê ra ketine nava pêwendîya, yên ku di payîza sala 1917a (piştî ku meha adarê Bexdad zevt kiribûn) xwe nêzîkî sînorên wilayeta Mûsilê kirin, ku piranîya binecîyên wê kurd bûn. Casûsîya Îngilîs ya pirjimar di nav eşîrên kurda û ereba da bi xurtî propoganda dikirin; komîsarê Îngilîs yê bajarvanîyê yê yekemîn li Îraqê Pêrsî Kox hinekî şûnda (meha hezîranê sala 1918a) li Marsêlê hevraxeberdan dane derbazkirinê derheqa sazkirina otonomîya kurda li Îraqê.

Ev hereketên Rûsîyayê û Îngilîs, ku bona wê yekê dihatine kirinê, ku serokatîya Kurdistana Başûr bînine alîyê xwe, wek ku wana dixwestin, bi ser ne ketin. Kişandina eskerên rûsa ji pêşenîya Kavkazê, ku rûyê bûyerên şoreşgerîyê li Rûsîyayê pêk hat, hemû cûrên pêwendîyên di navbera rûsa û serekên Kurdistana Tirkîyê û Îraqê dane birînê. Îngilîs pêşî hinekî bi ser ketin jî, lê kurdên Îraqê zû fêm kirin, ku eskerên Brîtanîyayê ji azayê zêdetir, wê derd û kul ji gelê kurd ra bînin û îdî sala 1918a di navbera eskerên îngilîs û kurdên Îraqê da pevçûnên çekdarî bûn.

Karê îngilîsa, xwesma yê rûsa li Kurdistana Îranê baştir pêşda diçûn. Bi îngilîsa ra li hev hat cîyê lingê xwe li perça wê ya başûr da mehkem bikin, li ku wana ji xwe ra sengereke usa çê kiribû, ku hukumdarîya xwe li herêma Devtenga Farizistanê bi serkanîyên (kanên) wê yên bi neftê va dewlemend kefîl (garantî) kiribûn. Rûsa sala 1917a dewsa mêtodên eskerî xwe li riya bi aşîtî lihevhatina bi eşîrên kurda ra girt. 17ê tîrmehê nêzîkî Kêrmanşahê kongra serekên kurda hate derbazkirinê, ku di nav dîroka Kurdistana Rohilatê da ya pêşin bû, û li wir dostanî û hevrakarkirina rûsa-kurda hate îlankirinê. 4ê îlona wê salê li Sennê (Sênêndec) di kongra pey wê ra, ku 27 serekên kurda tevî xebata wê dibûn, gênêral Baratov bi kurda ra peymana rûsa-kurda qol (îmze) kir, û bi wê peymanê eşîrên kurda gerekê di nav xwe da yekîtîyeke xurt çê bikin û Rûsîya gerekê alîkarîya eskerî, ango çek û cebirxana bide wan.

Eva serketina Rûsîyayê ya here mezin bû li Kurdistanê, lê çi mixabin, ku dirêj nekişand, ji ber ku mehkem nîbû. Hêza ordîya Rûsîyayê li Îranê her diçû sisttir dibû, lê piştî şoreşa bolşêvîka (ya Oktobirê) ya sala 1917a mecbûr ma eskerên xwe ji wira derxe. Derketina Rûsîyayê ji nava şêr, derxistina eskerên rûsa ji Anatolîya Rohilatê, Îrana Roava û Îraqa Bakur temamîya rewşa eskerî-sîyasî li Kurdistanê û axên cînar bi bingehê xwe va guhartin.

Hilweşîna Rûsîyayê rewşa kurda xweştir ne kir, hela ser da dijwartir kir. Xetera here mezin ji Tirkîyê dihat. Hukumeta cantirka jihevçûna pêşenîya rûsa li Kavkazê ji xwe ra wek şansekî dawî hesab kir, ku bikaribe pêşîya hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê bigre, rewşê ji bo kara xwe biguhêre û bi piranîya axa Pişkavkazê ra tevayî, hemû axên kurda jî zevt bike, him ewên ku berê diketine di nava erdê Împêratorîya Osmanîyê da, him jî yên ku bin destê Rûsîyayê û Îranê da bûn. Di wî karî da Bêrlînê tam piştgirîya Stembolê dikir.

Dema êrîşa li ser Pişkavkazê di ordîya Tirkîyê da desteyên kurda jî hebûn. Lê kurdên Pişkavkazê, xwesma kurdên êzdî, alîkarîya zevtkarên tirk nekirin. Hela serbara ser da jî sala 1918a kurdên êzdî bi serokatîya Cangîr axa di şerê Sardarapatê da piştgirîya ermenîya kirin û derketine dijî zevtkarên tirk.

Di wê salê da, ku sala şerê hemcihanê yê dawî bû, tirka ra li hev hat cîyê lingê xwe li Kurdistana Îranê mehkem bikin. Gorî peymana Brêst-Lîtovskê Rûsîya Sovyetî destpê kir eskerên ordîya rûsa ya berê ji Îrana Roava derxe, ku hela li wira mabûn û di nîsana sala 1918a xilaz kir. Ordîya tirka ev firsenda bidestketî bi kar anî, kete Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê û pişt ra jî berê xwe da sînorên Pişkavkazê. 14ê hezîranê sala 1918a tirka Tewrêz zevt kirin û di tebaxa wê salê da dagîrkirina Azirbêcana Îranê û navçeyên bakur yên Kurdistana Îranê (berbi başûrê derya Ûrmîyê) xilaz kirin.

Xênji ermenîya û aşûrîya, neyarên tirka li Îrana Roava da îngilîs bûn, yên ku bi qumandarîya gênêral Denstêrvîl êkspêdîsyona eskerî teşkîl kirin bona ji Îraqê hetanî derya Kaspîyê xeta eskerî-pevgirêdanê (komûnîkasyonê) çê bikin û paşdemê da Bekûya bi neftê va dewlemend zevt bikin. Di nîveka sala 1918a temamîya Îrana Bakur-Roava ser du beşa hatibû parevekirinê: beşê roavayê bi binecîyên wê yên pirmilet va, ku eskerên tirka zevt kiribûn û desteyên kurdên Tirkîyê û hinekî jî yên Îranê piştgirîya wan dikirin, û beşê rohilatê, ku pir milet lê tunebûn û ew bin destê eskerên Brîtanîyayê da bû û eskerên rûsa, ku hela li wir mabûn, piştgirîya wan dikirin. Tiştekî femdarî ye, ku him tirka, him jî îngilîsa ji bo berjewandîyên xwe alîkarîya eşîrên kurdên Kurdistana Îranê û Azirbêcanê dikirin.

Hemû tevgelên di nav şêr da (di nav wan da dîwana Îranê jî, ku rûreş bûbû) bi awakî eşkere di nav mileta da dijminaya dînî û miletî tevradikirin û ew yek ji bo hemû miletên herêmê bedbextîyên mezin dianî. Awa, dîwana cî di nîveka meha adarê sala 1918a di navbera serekê kurdên şikakî Simko û aşûrîyên cîlo da, ku sala 1915a ji navça Hekarîyê revîbûne Ûrmîyê, şer tevrakirin û di wî şerî da metranê aşûrîya Bênyamîn mar-şîmûn hate kuştinê.

Ew yek tenê ji dagîrkarên tirk ra dest dida û wana bi alîkarîya serekên kurda yên navdar (Simko, seyid Taha) di dawîya havîna sala 1918a temamîya Azirbêcana Îranê û piranîya axa Kurdistana Îranê zevt kirin. Wek ku îdî hatîye gotinê, di meha îlonê da tirka Azirbêcana Bakur jî bi paytextê wê Bekûyê va zevt kiribûn, lê ji wê zêdetir jî pêş neketin. Dema ku di dawîya çirîya pêşin – destpêka çirîya paşin sala 1918a Yekîtîya çaralî hilweşîya, di nav wê da endema wê Împêratorîya Osmanîyê jî, tirk mecbûr bûn bi lez û bez eskerên xwe ji navçeyên Îranê û Pişkavkazê, ku ewê zevt kiribûn, derxin. Bi hilweşandina împêratorîyê ra tevayî sîyaseta wê ya hindava kurda da jî hedimî, ku him sultana, him jî cantirka bi awayê fêlbazî derbaz dikirin.

Bi vî awayî, xetera ku tirk dikarin hukumdarîya xwe li ser temamîya Kurdistana Rohilatê û li ser wan hemû kurda ku li Pişkavkazê diman, bidne testîqkirinê, ji holê rabû. Lê li ser Kurdistanê, xwesma li ser navçeyên wê yên rohilatê û başûr xetera zêrandina nû daliqîyabû, berî gişka ji alîyê îngilîsa da, ku endama Antantayê bû û ji hemûya aktîvtir li herêma Rohilata Nêzîk da kar dikir.

Îngilîs bi lez ketin wê valahîyê bi kar bînin, ku piştî çûyîna eskerên rûsa ji Kurdistana Rohilatê li wir saz bûbû. Armanca wan ya yekemîn ew bû, ku li perça wê ya başûr-roava da, herweha li Lûrîstanê û Bextîyarîyê, bingeh bigrin. Nûnerên Brîtanîyayê li Îranê destpê kirin ji eşîrên kurda desteyên “lêvî” saz kirin bona wana wek alîkar bi kar bînin. Lê serketinên tirka yên demkurt li Îrana Roava di bahar û havîna sala 1918a da nehîştin, ku îngilîs di pêwendîyên xwe yên bi kurdên wira ra mêtodên wek ew dixwezin bi kar bînin. Çend eşîr (wek mînak, sencabî) şerê îngilîsa kirin. Evê yekê serokatîya Brîtanîyayê da hişyarkirinê, ku di sîyaseta xwe ya hindava kurda da guhdarîya mezin bidine li ser propoganda sîyasî.

Îngilîsa destpê kirin propoganda, ku eskerên Brîtanîyayê ji bo “azadarîyê” hatine Kurdistanê bikin. Wana hewl dan xwe nêzîkî nasyonalîstên kurda yên li Awropayê (Bedirxanîya, rûshizên berê Ebdurrezaq, Yûsif Kemal beg û yên mayîn) bikin, gazîyên nêzîkîhevbûna kurda û ermenîya bela dikirin. Çend serekên kurdên mukrî (navça Soûcbûlakê) bang dikirin, ku Kurdistana serbixwe ya bin bandûra Brîtanîyayê îlan bikin.

Ev hemû lîstikên dualî bûn. Di rastîyê da xema îngilîsa ne rizgarkirina Kurdistana Rohilatê bû, lê daxaza wan ew bû, ku kurda bi kar bînin bona eskerên tirka û casûsîya Tirkîyê-Almanîyayê ji wira derxin û hukumê xwe li ser temamîya Îranê, paşê jî li ser temamîya Kurdistanê bidne belakirinê. Bona gihîştina wê armanca xwe, ku di dawîya şêr da bûbû tiştekî rêal, wana hukumê xwe yê pir li ser Tehranê bi kar anîn.

Lê armanca sereke ya împêrîyalîstên Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk Mêsopotamîya (Îraqa niha) bû, ku Kurdistana Îraqê tam dikete nava wê. Pêkanîna wê pirsdanîna îngilîsa li Îraqê wî çaxî pir hêsa bû, ji ber ku reqîbê wê yê sereke – Rûsîya – ji meydana Rohilata Nêzîk hatibû dûrxistinê. Rast e, yên mayîn li wir diman, wek Fransîya û Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî, ku di dawîya şêr da de’wa serokatîya li ser temamîya cihanê dikir, di nav wê da Rohilata Nêzîk jî. Lê tenê hukumê îngilîsa li wê herêmê derbaz dibû, ji ber ku bi hêza eskerî va ew ser gişka ra bûn.

Bi gotina P.Kox, zevtkirina Kurdistana Başûr “problêmeke pir dijwar” bû. Kurda “azadarên”xwe bi şikberî qebûl dikirin, hin cîya jî – bi dijminayî. Tirk jî bi xurtî dij derdiketin. Tenê di gulana sala 1918a korpûsa Brîtanîyayê ya êxpêdîsyon kete axa Kurdistana Başûr. Îngilîsa bi awakî lezo-bezo serokatîya xwe li ser axa kurdên başûr kivş kirin û serokên wan jî hemû “zabitên sîyasî” bûn. Armanca wan ew bû, ku hemû serekên kurda yên pir-hindikî navdar bikine nava yekîtîya eskerî-sîyasî bi Îngilîs ra.

Di wî karî da ewana hinekî bi ser ketin. Eşîra hemewanda bi serokatîya şêxê xwe yê gelekî bi nav û deng Mehmûd Barzincî xwe li Îngilîs girtin. Serekên Suleymanîyê biryar kirin bi serokatîya Şêx Mehmûd hukumeta ser demekê saz bikin, ya ku gerekê piştgirîya dostîya bi Îngilîs ra bikira û gerekê hukumê xwe li ser temamîya Kurdistana Başûr û Başûr-Rohilatê bida belakirinê.

Lê zûtirekê eskerên Brîtanîyayê, ku berbi bakur diçûn, rastî dijwarîyên mezin hatin. Kurda destpê kirin nerazîbûna xwe dîyar kirin hindava hewldanên îngilîsa, ku bi awakî berk kontrola xwe li ser navçeyên Kurdistanê yên ji alîyê xwe da zevtkirî da bidne testîqkirinê û ji vê yekê casûsîya tirka û almana karê ketin. Çend eşîr (di devera Suleymanîyê, êzdîyên Şengalê) derketine dijî îngilîsa. Tenê di dawîya meha çirîya pêşin sala 1918a, piştî wê yekê, ku him Tirkîya, him jî temamîya Yekîtîya Çaralî di şêr da tam bin ketin, korpûsa Îngilîs ya êxpêdîsyon careke din êrîşî li ser Mûsilê kir û bi wê yekê va temamîya axa Kurdistana Başûr xiste bin hukumê xwe.

30ê çirîya pêşin sala 1918a lihevkirina Mûdrosê hate îmzekirinê, ku dihate wê manê, ku Împêratorîya Osmanîyê tam hilweşîyaye. Piştî 12 roja Almanîya jî teslîm bû. Şerê hemcihanê yê yekê bi dawî hat. Di dîroka kurda û Kurdistanê da êtapeke dîrokî ya mayîn jî buhurî û destbi derbazbûna berbi êtapeke nû bû.

Di dema şerê hemcihanê yê yekê li meydana Tirkîya Asîyayê û Îranê da gelê kurd zirareke mezin ket û ziyaneke pir kişand – him di alîyê meriva da, him jî bi aborî. Rewşa kurda rûyê wê yekê da xirabtir bû, ku serokatîya tirka hindava wan da emelên zordestîyê bi kar dianî, ku rewşa ji şêr pêşdahatî dida xebitandinê bona hindava gelên kêmjimar da gelkujîyê pêk bîne, ku li wan çaxa li mentîqên rohilatê yên împêratorîyê diman, di nav wan da kurd jî. Tevgera kurda ya millî di wan şerta da ser demekê hate hincirandinê, ew zirareke mezin ket. Ji alîyê mayîn da jî xetera hindava kurda û Kurdistanê da zêde bû: dewletên Antantayê bi hêzên xwe yên eskerî dakutane ser axa Kurdistanê, lê li ser pêşenîya dîplomatîyê perçekirin û zêrandina wê ya bi awakî nû amade dikirin. Kurd rû bi rû ber talûkên mezin sekinîn.

Eger em mefayên (rêzûltat, eser) dîroka nû ya kurda û Kurdistanê serhevda bînin, ku di beşên III û IVa da me qala wê kir, em gerekê kemala wê ya gelekî giring destnîşan bikin û bidne kivşkirinê, ku di qedera kurda da lîst. Di nav wan sed salên buhurî da (zêde jî) kurda tecrûba şerê ji bo azadîyê girtin û ewana gihîştine wê bawerîyê, ku gerekê bi awakî yekgirtî derkevine himberî hemû cûrên zêrandinê. Di nav wê demê da sazûmana derebegîyê li Kurdistanê felişî, ku bi piranî ser bingehê eşîrtîyê-qebîltîyê hatibû çêkirinê û evê yekê di hêla civakî-aborî, sîyasî û çandî da ber kurda esparêzeke (meydan) pêşdaçûyînê ya fire vekir. Em wê jî bêjin, ku di hevgirtina kurda da pêşketinek mezin peyda bû (şerê wê yê ji bo azadîyê gelekî alî wê yekê kir), kurd diha rind armancên miletîyê fêm dikirin, destpê kirin xwe li riya pêşketina di her warî da girtin. Bi saya serê van yeka, kurd bûne ne tenê obyêkta dîrokê, lê herweha sûbyêkta wê jî.

(dûmayîk piştî heftêyekê)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev