Pirsa we û bersîva me – 31

Pirsa we û bersîva me – 31

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Kurmanc Bakurî û bersîva me

Pirs: Gelo bo çi di radyoya kurdî ya Rewanê da navên dengbêjên ermenî, ku bi kurdî distirên, ne bi awahê ermenkî (ango, ne bi cûrê navên wan yên fermî), lê bi awahê kurdî têne binavkirin?

Bersîv: -Bi biryara serokê 24 salan yê radyoya kurdî a Rewanê Xelîlê Çaçan nav û paşnavên dengbêjên ermenî ku bi kurdî distiran, kirine qalibê zimanê kurdî bona guhê radyoguhdaran fêrî cûrê bilêvkirina nav û paşnavên kurdî bibe. Bo nimûne, nav û paşnavê Aramê Tîgran bi ermenî, ango bi fermî Aram Mêlîkyan bû. Lê ji ber ku navê bavê Aram Tîgran bû, biryar kirin navê wî bi cûrê kurdî, wek Aramê Tîgran belav bikin. Bi eynî cûreyî jî navên dengbêjên ermenî yên din, wek Karapêtê Xaço, ku di esilê xwe da nav û paşnavê û Karapêt Xaçatûryan bû.

Bingeha vê helwesta serokê radyoyê ew bû, ku madem ew ermenî dengbêjên kurdan in, gerekê nav û paşnavên wan jî kurdî bin.

Lê hinek kurdên Bakur eksî vê welatparêzîya kurdên Sovyet navên van dengbêjên ermenî ku bi kurdî distirên (di rastîyê da, ew dengbêjên kurdan in, bi esilê xwe va ermenî ne) ewqas diguhêrin, ku nayêne naskirin. Ji bo nimûne navê “Karapêt” dikin “Gerebed”. Ango ji 7 herfên navê dengbêjê me 6 herfan diguhêrin û tenê herfek jê wek xwe dihêlin, herfa “r”.

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev