BELGEYEKE DÎROKÎ

BELGEYEKE DÎROKÎ

Nameke dîrokî ya Komeleya Jiyanneweyê Kurdistanê (K.J.K)

ji birêz Mele Mistefa Barzanî re

 

Ziya Avci (Elîşêr)

(Ji ber giringiya vê nameyê û ji aliyê kurmancîaxêvan baş fehimkirina wê, em Kurmanciya wê jî diweşînin – Z. Avci)

 

“Bo cenabî ze’îmê azadîy Mela Mustefa Barzanî

Be nawî heyetî Komeley J.K … lepaş zanînî dengûbasî şoreşî azadî muqeddes îwe em muxabere … hîwaman wa ye be tefsîl  welamman bidenewe:

1-Le pîş hemî şitîk ze’îm û leşkerî azadî Kurdistan dekeyn ke zal bûye be ser dujmin da.

2-Bo ewey ke îme ew ‘atîfe cwaney ke beramber îweman heye û şu’urî birayetî, kurdayetî, yeketî yarmetîyek ‘emelî û fî’lî bi wa lîye em me’lumatey xwarewe bizanin. Çunke xwoman teqdîrî mewqîf eme dekeyn beramber be mesuliyet siyasetî dewel.

3-Bera’tê  sureyî îwe çi ye aya îdî’ay Kurdistani Iraq deken weyaxud hemû Kurdistanî gîtî we zimmen Kurdistanî Turkiya.

4-Mewqîf îwe beramber siyasetî ecnebî le Iraq da çi ye û eger hat le teref em siyasete tehdîd weyaxud îqna’i kiran sewre radewestînin weyaxud dewam deken.

5-Reî îme ewe ye ke sewrey muqeddes îwe nawîk ‘umum werbigirî ye’nî ‘îdî’ay azad kirdinî hemû Kurdistan biken we bo eme debi hemû kurdî gîtî be meşweret te’awintan le gel bika û jêr qiyadey îwe leşkerîk kurdî le hemû kurdî gîtî bo eweş debî amade … mutemerîk le hali hazir le îwe û heyet îstîşarî îwe û heyet îstîşarî îme tenzîm bikirî û cîga û zeman te’yîn bikirî … em mu’temere çi le erzî Iraq çi le erzî Kurdistan Îran lem mu’temere hemî … kurd be şiklî peymanîk millî te’yîn dekrî û wacibat hemî layek le sewrî millî te’yîn dekrî.

6-Pîwîst e mewqîfî herbî xwotan le gel mewqîfî herbî dujmin bo man mufesellen û be dîqqet te’yîn bifermûn le gel mewqîfî ‘eşaîrî kurdî Iraq beramber îwe.

7-Bo azadbûnî Kurdistan debî siyaset yek le diwelî mu’ezeme le gelman bi be reyî îme ew dewlete dewletî Şorewî ye. Ray îwe bem xusûse çi ye? çunko nabî ‘elî elheyad bîn le gel hemû dewletan.

8-Le hemûy muhîmtir pîwîst e be suretîk muste’cel îctîhadî xwotan beyan biken be xusus ray Ingilîs beramber sewrî îwe û guftûgoyan le gel  îwe çiye çunkî îme ezanîn be … nabî Ingilîs lem sewreye da bi dexil bi.

9-Îwe ze’îmîk azadperest in hîç nebî mukafehey zulm eken bo eşîretî xwotan we kurdî Îran be ruhî birayetî kurdayetî zor îştiyaq heye bo miwefeqbûnî îwe be herçî new’îk  bibi.

We amade ye bo yarmetî îwe be goyrey musamehey zuruf siyasî memleketman we ke em sualane ekeyn meqsudman ewe ye ke temîn yarmetîyek zor gewre bo îwe bikeyn û hereketî mubarekî îwe bikeyne hereketî millî ‘umumî ta ku le tarîx da em fexre bo îwe tescîl bikirî.

La layen Heyetî Şuray Şarî

E-X”

“Ji Bo Cenabê Ze’îmê/Mezinê Azadîyê Mela Mistefa Barzanî

Bi navê Heyeta Komeleya J.Kê… piştî zanîna deng û behsên şoreşa we ya azadîyê ya muqeddes, bi vê muxabereyê… hêviya me ew e hûn bi tefsîl bersiva me bidin:

1-Beriya hemî tiştekî em pîrozbahiya ze’îm û leşkerê azadiya Kurdistanê dikin ku hakimiyeta xwe li ser dijmin pêk aniye.

2-Ji ber ew evina me ya ji dil a bi we re heye û şuura biratî, kurdayetî û yekîtiyê, ew alîkarî bibe emelî û fîîlî, em dixwazin van me’lumatên xwarê bizanin. Ji ber ku em li hemberê mesuliyeta siyasî ya dewelî (navneteweyî) xwe teqdîrê zanîna vê rewşê dikin.

3-Nêrîna we çi ye, gelo hûn îddîaya Kurdistana Iraqê dikin an hemî Kurdistanê û zimnen (ne raste rast) Kurdistana Tirkiyê?

4-Helwêsta we li hemberê siyaseta biyaniyan li Iraqê çi ye û eger hat hûn ji aliyê vê siyasetê ve bên tehdîd yan îknakirin dê hûn şoreşê rawestînin an dê hûn dewam bikin?

5-Baweriya me ew e ku şoreşa we ya muqeddes navekî umumî werbigire, yanî îddîaya azadkirina hemî Kurdistanê bikin û ji bo vê dibê hemî kurdên cîhanê şêwra alîkariyê bi we re bikin û di bin serekatiya we de leşkerekî kurdî ji hemî kurdên cîhanê pêk hatî bê çêkirin, ji bo vê jî dibê amadetiya… kongrek di halê hazir de di navbera heyeta istişareya we û heyeta istişareya me de bê rêkxistin û cih û zemanê wê bê tespîtkirin… Ev kongreya han çi di erdê Iraqê û çi di erdê Kurdistana Îranê de, di vê kongreyê de hemî… kurd bi awayê peymaneke millî bên tayînkirin… em hemî em ê imza bikin û di vê kongreyê de nîzama eskerî ya kurd bê tespît kirin û wacibê hemî milekî dê di kongreya millî de bê tespîtkirin.

6-Pêwist e hûn ji me re helwêsta şerê we bi dijmin re û helwêsta eşîretên kurdên Iraqê li hemberê we bi firehî û bi dîqqet bidin diyarkirin.

7-Ji bo azadbûna Kurdistanê dibê siyaseta yek ji wan dewletên dinê yên mezin bi me re be, li gor baweriya me ev dewlet Yekîtiya Sovyetê ye. Raya we di vî warî de çi ye? Ji ber ku nabe em li hemberê hemî dewletan bêteref bin.

8-Ji tevan giringtir pêwist e hûn bi awakî bi lez raya Ingilîzan li hemberê şoreşa we û guftûgoyên wan bi we re çine bidin xuyakirin. Ji ber ku em dizanin bi … nabe Ingilîz di vê şoreşê de bêdeng bisekine.

9- Hûn ze’îmekî azadperest in, qet nebe hûn li hemberê zilma li eşîreta we tê kirin disekinin û kurdên Îranê bi ruhê biratî yê kurdîtiyê biserketina we di çi awayekî de be gelek hez dikin.

Em ji bo alîkariya we li gor şert û mercên siyasî yên welatê me amade ne. Armanca me ji van pirsan ew e ku em bikaribin alîkariyek gelek zêdetir ji bo we bikin û tevgera we ya pîroz bikin hereketê millî yê gelemperî, daku dîrok vê serbilindiyê ji bo we tescîl bike.

Ji aliyê Heyeta Şuray Şarî

  1. X”).

Redaksyona malpera me sipasîyeke taybet dide nivîskar û lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) bona vê belgeya ku ji malpera me ra şandîye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev