Pîrozbahî ji bo Ahmede Hepo

Pîrozbahî ji bo Ahmede Hepo

Rojbûna nivîskar, zanyar, welatparêzê hêja Ahmede Hepo pîroz be!

Îro 83 salîya heval, hogir û xêrxazê gelê meyî hêja nivîskar, zanyar, dîrokzan, xebatkarê mexlûqetîyêyî eyan Ahmedê Hepo temam dibe. Mamosteye navdar, bi kar û barê xweyî piroz û welatparêzîyê va zûva di nava dîrok û çanda gelê kurd da cîye xweyî layîq girtîye. Ew ji wan nivîskar, helbestvanêd kurdêd Sovêta bereyê ku pêş tu astengî û dijwarîyan nesekinî, pênûsa xweye zêrîn va xastek û nêta gelê xwe bi hostatîke mezin va sêwirand. Welatê Şewrê da û dû hilweşandina wî da bi dehan nimûnêd dur û cewahirêd gelê kurd berevkir û vegerande gelê xwe. Nivîsêd Ahmedê Hepoye vekirîye pir serecem û giranbaha: roman, romanok, serhatî û serpehatîyê wî bi zaravakî şirîn û dewlemendva hatine nivîsarê. Mijarêd efrandinêd Ahmedê Hepo hîmlî şerkarîya gelê kurde di rêya milletî – azadarîyê, himberîhevkirina jîyana gelê kurde berê û îroyîn, şerkarî pêş erf-edetê berêye ziyankar, rexnekirina zulm û koletîyê, îlahî sirgûnîya bi hezaran kurdê bê gune ji cî û warê kal û bava derxistî, merxasî û efatîya dota kurda, dostî û biratîya gelan, pesnê tebîyetê û yêd mayînin.

Ahmedê Hepo xudanê bi dehan kitêbêd bedewetîyê ye. Di nava edebîyeta (wejê) kurdê Sovyeta berêda, ûsa jî ji hudûdêd wê der cîkî berbiçav digre. Di salêd cude-cudeda ewî kitêbêd «Adar», «Emir gul vedide», «Bawarî», «Birîn», «Karûbarên gelê kurd», «Hesirên  xwîne», «Rêwîye bê mal» û yêd mayîn nivîsîne. Berhemên wî bi azerî, ûrisî hatine wergerandin û çapkirinê.

Em kubar in ku îro jî li komara Azerbaycanê karek ku berê ji alîye rewşenbîrê kurdê Azerbaycanê da di dereca peşdaçûyîna çand û zanîsta kurda da hatibûn kirinê ji alîyê Ahmedê Hepo da  bi serfinyazî tê domandînê.

Daxaza me kurdê Qazaxistanê û Asîya Navîn ew e ku pênûsa niviskarê meyî hêja, rûspîkî çanda meyî navdar Ahmedê Hepo vir hada jî kar bike, êgin be, efrandinêd wî wek çemê Diclê û Firatê bikişin, her çar parçêd Kurdistanê da belabin, xwedîyê xwe ra pêkelekî miqîmî avakin.

Seydayê hêja!

Îro vê roja teye nav û nîşanda em tevî we şa dibin, ji tera emrê dirêj, bextewarî û efrandinêd te da açîxî û serkeftînê dixazin: «Ger tu sed salî emir nekî, tuyê gunehekî mezin ji gelê xwe ra bikî»!

  1. Nadirê Kerem Nadirov– akadêmîk, zanyarê kurdî dinêeyan.
  2. Knyazê Îbrahîm  Mîrzoev– prêzîdentê Assosîasya kurdên Qazaxistanê, Karkirê Komara Qazaxistanêyî Emekdar, akademîk
  3. Ezîzê Zîya– profêssor-dîrokzan
  4. Şirîne Elî– karsaz û karmendê Qazaxistanêyî emekdar
  5. Ezîme Şemo– karsaz, nûnerê Assambleya gelê Qazaxistanê
  6. Barîyê Bala– helbestvan û mamoste
  7. Hesenê Evdoyê Elî– helbestvan, redaktorê rojnema ‘’Jîyana kurd’’
  8. Mecîdê Silêman– dengbêj û helbestvan

Ji alîyê redaksyona Riataza da

Desteya Rêbvebir ya redaksyona malpera Riataza bi dil rojbûna nivîskarê kurd yê ji Azirbêcanê, welatparêzê mezin Ahmedê Hepo pîroz dike, jê ra cansaxîyê, emirê dirêj dixweze û jê berhemên nû hêvî dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev