Di kilam û dengbejîya kurdî da pêkenokî (komedî) -1

Di kilam û dengbejîya kurdî da pêkenokî (komedî) -1

Nivîskarê malpera me Ercan Aras bo me gotareke balkêş amade kirîye. Em gotara wî îro çap dikin, lê sitirana bi naveroka gotarê va girêdayî emê sibê çap bikin.

Me lezeteke baş ji vê gotarê dît, bi hêvîya ku hûn jî wê lezetê bibînin û aqilmendîya gelê me zêdetir bihesin.

Ercan Aras

Nizanim ez wusa dibînim, yan jî hema ji xwe wusa ne: di her deveran da gelek merivên pir ciddî li ser meseleyên ”pir ciddî” dinivîsin û dipeyîvin. Yanê hema hema kenandin qedexe ye.

Pêkenokî wek her gelên din, di rojev û jîyana gelê kurd da jî hebûneke gelek girîng e û herwaha di çand û kilama kurdî da jî her dem cîhê xwe bi giranî girtîye. Bê guman di dinyayê da çiqas tişt hebe bûye naveroka kilama kurdî. Nebe derew, dengbêjan li ser mar û mişkan jî kilam gotine. Herwaha dengbêjan gelek kilamên pêkenokî jî gotine. Lê mixabin ev rastîya di çapemenîya kurdî da ne gelekî (dibe kû qet) nehatîye rojevê.

Dengbêj hene ku tenê kilamên pêkenokî gotine û bi wî awayî di nava gel da deng dane. Lê pir mixabin, her çiqas ew ji alîyê gel va hatibin hez kirin jî, piranîyên wanan hatine ji bîr kirin. Ez bi xwe tenê dengbêjekî wusa nas dikim, ew jî Emînê Zezê ye.  Ez hêvîdar im ku kesên vê gotarê dixûnin ji me ra behsa dengbêjên pêkenok yên li heremên xwe bikin û nimûneyên kilam û helbestên wan ji me ra bişînin. Bê guman ez behsa kesên dînomîno ku şaltobalto lê dixin nakim. Dengbêjên pêkenok merivên herî zîrek in û xwedanê hebûneke wusan in ku dikarin di her tiştî da pêkenokîyekê (komîkekî) bibînin.

Bi rasti ez naha nizanim ku Emînê Zezê hin li jîyanê ye yan na. Min ew di sala 2005 an da dit û pê ra hevpeyvînek çêkir, ew dem imrê wî dor 70 sal bû. Emînê Zezê ji Qereyazîyê ji gundê Kinaqo ye. Lê wek gelek kurdên din ewî jî ji sedemên aborî û şerê di Kurdistanê da mala xwe ji gundê xwe bar kiribû û çûbû bajarên tirkan Qeyseriyê. Dema min kilamên wî yên pekenok ji bandan guhdar kirin, pir xweşa min çû û min xiste hişê xwe ku ez ewî bibînim. Lê mixabin baş nedihate zanîn ku ewî koçê ku kiribû. Lê min got ”serîyo tu qurbana lingan bî” û ez wek dedektîvekî fîlimên amerîkanî ketim pey şopa Emînê Zezê reben. Di dawîyê da min ew li Qeyseriyê dît.

Rebeno dema ku çev li kameraya destê min, tevdîr û tivdareka min ket, şaş û metel ma û di despêkê da nexwest ji min ra tiştekî bibêje. Dehsalên 1990-î ku di Kurdistanê da bi şerekî mezin va hinga qewimîbû û malwêranîyeke mezin çêkiribû. Wusa xuya bu ku apê Emîn jî pir tirsîya bû. Ji wî wetrê ez yan MITê tirka bûm, yan jî CIAya amerikîyan bûm, û got ”wellahîn ez tiştekî nizanim”.

  • Xwedê ji te razî, de te ew qas kilam û qewlok gotine, te dilê gel şad kirîye, cawa tu tiştekî nizanî? Hela were xêra îmana xwe ji min ra bibêje: te çawa dest bi kilamên pêkenokî kir? Te çawa kilamên xwe çêdikirin? Tu şagirtê kê yî…?

Apê Emîn demeke dirêj fikirî û di dawîyê da serê xwe bilind kir û got: ”ezê ji birazîyê xwe ra behsa mesela Filîtê Quto bikim”. Min got ”xwedê ji te razî, ez mesela Filîtê Quto dizanim, tu çima behsa xwe nakî”?

Ez wusa bawer dikim, apê Emîn ji dewlata Romê wusa tirsîyabû, ku dixast min ji serê xwe wêda bike. Ji bo wî jî dixast behsa meseleyeke gelek kewnare a dûrî dîroka dewleta Romê ya naha bike. Heger ku meseleyeke ji ya Filîtê Quto kewintir bihata bîra wî  wê behsa wê bikira.

Lê dîsa jî mala wî ava be, me gelek melumat girtin. Kilamên wî li bal min pir bi qîmet in û herwaha qîmeta wî jî bê hesab e. Merivên waha zîrek ne gelek in û ji bo çanda kurdî jî xwedanê cîhekî pir bi rûmet in.

Ka werin em bi hev ra guh bidin kilameke Emînê Zezê (yan jî Emînê pîrê). Emînê Zezê diçe gundê Çêrmelîyê girêdayî bajarê Qersê û li wêderê dibe şehedê şerê malbatekê. Li gor min eva kilama di vî terzî da nimûna herî baş e: Naverok bi giştî pir xweş hatîye neqişandin, karakter bi baqilîyeke mezin tên pêşkêş kirin, henek, îronî û tinaz wek gulên devê modolîyê li ser hevdû tên û metafor bêhempa ne.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Wêne: Karin Aras

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev