
Nivîskarê malpera me Ercan Aras bo me gotareke balkêş amade kirîye. Me gotara wî duh çap kir, lê sitirana bi naveroka gotarê va girêdayî em îro çap dikin.
Me lezeteke baş ji vê gotarê dît, bi hêvîya ku hûn jî wê lezetê bibînin û aqilmendîya gelê me zêdetir bihesin.
Ercan Aras
Şerê Çêrmelîyê
Axao dilê min deman e
Wey maqûlo dilê min deman e
Bahar e wextê cot û cobaran rêjberan e
Li Milazgirê bêder kutane xerman hildane
Li Qereyaziyê teze zevi avdane
Genim ketine yapraxa gîha xiçil dane
Ezê gerîyam li Xaylazê, li Newalê, li Parsinê li herçar qezayên giran e
Şevekî li Çêrmelîyê bûm mêvan e
Şebekê zereqên tavê xwe avêtîye serê çîyan e
Min mêze kir li taxa jêrîn bu mazereke giran e
Şerê axir dewrê heşir nîzan e
Şênî dikişe li şibaka Memê Elixan e
Min dît Besa Heso dergûşeke lawîn li milan e
Min got metê ev çi şer e, çi alan alan e
Li vê mehlê mêr hatine kuştinê yan jî jin revîyane
Ji min ra got: ne mêr hatine kuştinê ne jî jin revîyane
Bi salixan mala Husoyê me yê gavan e
Şerê Têfûr û Fêto qewga herdu biran e
Di destê yekî da lom e, di destê yakî da jî taşqiran e
Mesela dîk û mirîşkan, dîsa şerê kambaxên hêkan e
Yabooo…
Lo begooo…
Digot mesela dik û mirîşkan qewga kambaxên hêkan e
Ez bîst û çar seetan sekinîm li ser darê pîyan e
Fikirîm ketim xeyal û dişuncan e
Min got gelo ezê çi bidim bersiva van herdû zilamên ha ne
Min got Fêto te agir di malê keto, de tu mezin î du têlên sipî li rûyê te xûyane
Ev çi zarîn û zêwîn e te kirîye nava sêbîyan e
Ji min ra got birazî derdê dilê min giran e
Melese kûr û dûr e çîroka mergan e
Mîna gotina şahmaran e
De xwedê qebûl neke heft mirîşkên me ji cisnê berê ji maçê kurka zane
Işev di pûnikê da pacekên me şikîyane
Bend û balên pûnikên me qetîyane
Mîna pênc gulên modolîyê berê bedena xalê te dane
Qidûmê çokên min şikîyane
Îşiqê çavên min nemane
Lewra çavên min nabînin qeretûyên merivan û bedînsan e
Lilyooo…
Min got malmîrato malê dinyayê qirêca destan e
Te hê neterikandîye seneetên kal û bavan e
Yeqînîya te pê hebe çiyaayê Kosedaxê ji te ra bibe pere û semîyan e
Temamî Tirkîya ji te ra bibe qeyd û koçan e
Newala Qaqizmanê çijî hêk bibe xwe bigihîne ber erşê di asîman e
Ferzek nimêj beramberî hemîyan e
Dema min jê ra got ev gotina ha ne
Min dît camêro fena kapekî tîk ji kozîkê rabû ser darê pîyan e
Ji min ra got hela li min li vî teresê han e
Lawo malê dinê isûla mêran e
Giha rojî ye, ka hec e, pûş zikat e, çilo şert e, gûnî telaq e, hêk îman e, qûtê mirîşkan qebristan e
Ma îsal hîjdeh çêlekên zabotê ji min ra zane
Min heft cotên çargahê girêdane
Min jê ra got heramo çiqas ker e, ewqas jî şeytan e
Rast û çepên xwe nizan e
Ji dinyayê rureş e, ji axiretê bê guman e
Wexta min jê ra got ev gotina hane
Min dît li orta herdû hewlîyan bû teqînê deryan e
Qêrînê qîzan û bûkan e
Lorînên jinebîyan e
Repînê daran e
Gulîzer derket ji orta herdu hewlîyan e
Gulîzer pîr e dişkûn e dayîka van herdu zilaman e
Got; lawo meriv naşkîne xatirê mêrkê mêvan e
Fêtoyê Hiso kela kevirî rewşa eşîran e
Gula meclîsan e
Xwedanê ra û tevdîran dem û dezgan e
Kurmê zikê însan e
Ji heft tebekên binê erdê dizan e
Bi şexsê xwe weka yekî Efendîyê Qulîxan e
Di mêranîya xwe da tekê Hemzê û Tarxan e
Di mezintîya xwe da tekê Hetemî Teyrî Loşî Rewan e
Min jê ra got: metê gotina te got ne wusa ne
Ji gotina te ra bi kurdî dibêjin vir e
Bi tirkî dibêjin yalan e yalan e
Hey metê…
Lo begooo…
Di dawîya imrê metê da min jê ra got amojnê
Ji min ra got: hêtîmo kurederê jerê û janê
Min got metê çira xwedê te şa bike bi ferza îmanê
Ma nayê bîra te dema meha mardê xilas dibû dikete meha nîsanê
Te sê qet nanê cewer davête binê hebanê
Neh mehan ho dikire naxir û garanê
Tu îro bûyî xwedanê cot û kotanê
Te girtîye xefrê û qapanê
Lewra bi te ra nayê qisedanê
Te pîrê mezinê heftê zemanê
Mezina heft xuşkan û donzdeh biranê
Tu çil salî jin bûyî berya şerê doxsanê (şerê doxanuçê 1875)
Ma îro li şexsê te mêzedikim fenanî çêlekên derê bahara mirar dibin li binya Xoso li serê Doavanê
Ji wezabûna nayê guranê
Pişta te klûz e milika te fena sirtê kela Xaweranê
Serê te qirêc e ji gijikê nayê xuranê
Inya te qurçimîye ji tozê ji topraxê û ji xûdanê
Çavên te kor bûne ji dûyê tepikan ji dûxanê
Çar payê wî ji lêxistina bûkan ji kutanê
Pozê te gir e fena çortanê
Lêvên te daketine fena gulikên tapanê
Du qîlen te li pêşîyê ne fenanê kelbetanê
Devê te ji hevda ketîye fena kefta Simedêranê
Çil û çar salan berîya vê sefera hanê
Kevirên heft aşan li ber motora te dihate hêranê
Îro ew qanûn degiş bûye ew mode hatîye hildanê
Kevirên heft aşan ketîne ji kiranê
Rêveçûyîna te fena gurê ketanê
Çokên te tewîyane fena darên tîrkebanê
Ber û pêsîrên te fena aşê xerabe jor da nayê dadanê
Gava nin ji metê ra got ev gotina hanê
Metê teze tevizîk da xwe û rabû ji ber dîrega eywanê
Got: lawo dinyayê ez pir kirime derdê mexbûlê kulê wê zozaxanê
Ji baharê hayanî zivistanê
Hêkên sed mirîşkî temem dane bi êmîşê dikanê
Dema ku ez dibêjim lawo hêkê sed mirîşkan kanê
Ji min ra dibêjin kelbê kopekê bê îmanê
Me hêkên mirîşkan kirîye mesrefa malê geren û cîranê
Min got amojnê bi salên xwe mezinê bi qafayê xwe noxsanê
Tu pîr bûyî ketî ji şopa aqil û îzanê
Vê gotinê bibêje Fêto kela kevirî bavê xezebê gula Kurdistanê
Got: gava ez vê gotinê dibejim Fêto kela kevirî bavê xezebê gula Kurdistanê
Berê sond dixwe bi Quranê
Paşê dest davêje pêsîra telaqan û jin berdanê
Bê namûs e pê ra nemaye ferza îmanê
Yabooo…
(destpêka gotarê me duh çap kiribû. Hûn dikarin li vir bixwînin: http://krd.riataza.com/2017/05/24/di-kilam-u-dengbejiya-kurdi-da-pekenoki-komedi-1/)
Riataza