Alîkarîya Faruqê Xwedêda bikin

Alîkarîya Faruqê Xwedêda bikin

Xortekî êzdî hewara xwe li we dadixe

Xortek Êzidî bi navê Faruq Xwedêda Xidir, ji Şengalê nexweşê penceşêrê ye. Anîne bajarê Edene li Turkiyayê ji bo emelîyatê. Cerek hatiye emelîyatkirin, emelîyat bi serkeftî, baş derbas bûye.

Çend xortên me ji Bakurê Kurdistanê di nav xwe de ji bo emelîyatiya vî xortî pere kom kirine, lê têrê nake. Gor nêrîna me em dikarin li Faruq xwedî derkevin. Ji kerema xwe ji dost û hogira xwe re bêjin bila alikar bin.

Sibê an dusibe mumkun e, mirovên Faruq ji bo wî li ser navê xwe hesabê banqayê vekin. An jî kî dixwaze bira li ser navê KHALEEL OMAR BURDOO bi “Western Union” pere bişîne. Em dikarin di rûpela xwe ya Facebookê de agahiyên derbarê vê bûyerê biweşînin. Îşev wê heval bi navê Faruq Xwedêda Xidir hesabê Facebookê jî vekin. Nav û paşnav: Faruq Xwedêda Xidir. Ji gundê Cegana komelgeha Babîlê ye.

Cara pêşîn 26ê gulanê hatiye emalîyat kirin. Nexweşiya pençeşêra çenê ye.

Di nexweşxaneya bajarê Edene de ye. Navê nexweşxanê: Medlayn.

Navê apê wî jî Xelîl Emer Bro ye. Numarên telefonên apê wî ev in Whats-App +964 750 416 6730 numara Turkiyê +90 (543) 220 67 41

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev