MATENADARAN AN GEWHEREK JI GEWHERÊN ROJHILATÊ

MATENADARAN AN GEWHEREK JI GEWHERÊN ROJHILATÊ

Amadekar: Zîya Avci -Elîşêr

Ermenî(*), yek ji wan gelên herî kevn ên li ser zemîna cîhanê ne(1). Berî Îsa, Ermenî xwedîyê jîyaneke pêşketî bûn. Welatê wan Ermenistan yek ji wan welatan e ku di der barê bermayîyên dîroka kevn de gelekî dewlemend e, heta niha gelek bermayîyên kevn tê de hatine dîtin.

Ermenî wekî gelên din ên Rojhilatê, di destpêkê de, dema ku wan dixwest tiştekî binivîsin, wan ew li ser kevirê qeraxên çîyayan bi kolînî dinivîsand. Beşek ji van nivîsên kevn hatine dîtin û naveroka wan hatiye pişkavtin. Lê du sebeban hîn ji mêj ve, li ser pêşveçûna nivîsandina bi zimanê Ermenan, tesîr kiriye. Yek: Ji destpêka sedsala 4ê û bi şûn de, qebûlkirina dînê Mesîhî ji alîyê Ermenan ve ku ew dînê resmî yê wan e, Dudu: Di xelasîya sedsala 4ê de, ji bo zimanê Ermenî danîna alfabeyeke taybet(2) ku ev ji ya yekê girîngtir e.

Ji zemanê kevn de, lawên hişyar ên Ermenên xwedîyên dîroka tijî bûyer û karesatên kevn, Ermenên xwedîyên edebîyata esîl, Ermenên xwedîyên fêrgehên ayînî yên curbicur û didin mezin û biçûk, dest bi weşandina hemî alîyên jîyana rewşenbîrî yên bav û bavpîrên xwe kir. Ji bilî van, di wextê xwe de, zanayên Ermenistanê, ji destpêka sedsalên navîn ve, ketine wergerandina berhemên felsefeyî û zanistî yên gelên din bo ser zimanê xwe. Bi vî awayî, ji demeke gelekî dirêj ve, di nav Ermenan de, nivîsandin, belavkirin û parastina destnivîsan bûye karekî zanistî û edebî yê rewac û layîq. Beşekî zêde ji van destnivîsên han, di kitêbxaneyên zanîngeh û dêran de hatine parastin. Mezintirîn cihê parastina van destnivîsên han, cihekî bi navê Matenadaranê ye û ew di sedsala 5an de li Eçmazdîna nêzîkî Êrîvanê hatiye avakirin. Bi vî awayî, xezîneyeke dewlemend a tijî bi gewheran li Ermenistanê dirust bû ku niha yek ji wan çavkanîyên hêja yên herî girîng ên dîroka kevn û navîn a gelan tê hesabkirin, her ji ber vê jî, ew bûye xezîneyeke biqîmet ji kesên îro re. Wekî nimûne, gelek destnivîsên kevn ên wisa tê de hene ku di wextê xwe de bi zimanên din hatine nivîsandin, lê niha tenê wergera wan ya Ermenî maye û esil û wergerên wan ên bi ser zimanên din jî, ji ber sebebên tên zanîn, têk çûne.

Di vî warî de, zerera Ermenan jî ne kêm bû. Tenê di dema dagirkerên Selçukî ya di sala 1170ê de, wan zêdetirî deh hezar destnivîsên Ermenan îmha kirine. Di dema Komkujîya Ermenan a dema Osmanîyan de (1894-1896, 1909-1915)(3), hejmareke gelekî zêde ji destnivîsên Ermenan ên hêja, bûn qurbana hestên korîtîyê yên grûpeke karbidestên kurtbîn ku wan bi vî awayî zerereke mezin gihand xezîneya rewşenbîrî ya mirovahîyê. Lê ji ber ku qîmeta fikir û jîyanê li ba Ermenan wekî hev bû, wan dikarîbû ji ber sebeba van bîr û bawerîyên xwe yên bilind û zîrekîya xwe ya bê mînak a dilsozîya bê sînor, bi zêran beşekî ji gewherên vê xezîneya han rizgar bikin. Li vir, ez ê di vî warî de tenê nimûneyeke gelekî bi mane û balkêş bidim:

Ermen ji sala 1170yê û bi şûn de, ketin pey wan awayên destnivîsên xwe yên ku Selçukîyan ew têk biribûn an zeft kiribûn. Di sala 1205ê de, wan destnivîseke xwe ya gelekî biqîmet, bi çar hezar Dirheman -li gor wî wextî pereyekî gelekî zêde bû- ji Selçukîyan kirîye. Ev destnivîs heta niha jî maye û ew bi hecim û giranîya xwe yek ji wan destnivîsên Ermenan ên herî mezin tê hesabkirin. Di dema komkujîya sala 1915ê de, Ermenî dixwazin vê destnivîsê neqilî Ermenistanê bikin. Ew wê dikin du parçe û her yekê ji wan teslîmî pîrejinekê dikin û ew ber bi Ermenistana bakur ve dixin rê. Yek ji wan pîrejinan digihîje cihê xwe û ew qisimê pê re ye rizgar dibe, lê ya din, di rê de ji ber serma û nexweşîyê bê taqet dikeve û tu mecalek jê re namîne. Li ser vê, berî ku bimire erdê dikole û ew qisimê berhemê yê pê re ye, çal dike. Çend sal bi şûn de, bi tesadûfî rêya gerokekî Ewropayî li wê navçeyê dikeve û ew çend rûpelan ji wê destnivîsê di destên zarokên biçûk de dibîne û hinekî bi devşîrînkirina zarokan xwe digehîne ser wê çala ku ew destnivîs tê de hatiye veşartin. Dema ku ew gerok digihîje Ermenistana rojavayê, bi çi halê be, Ermen bi vê bûyerê dihesin û hewl didin careke din wî qisimê din ê destnivîsê bi dest bixin. Li ser vê, ew di navbera xwe de 400 hezar pawen pere berhev dikin û wê qisimê mayî yê destnivîsê ji wî gerokî distînin.

Bi vî awayî, bi hezar belayên ku bi serê wan de hatin jî, Ermenan dikarîbû wan hebûnên xwe yên mezin biparêzin. Piştî ku ji sala 1828an ve Ermenistan bû beşek ji Rûsyaya Ewropayê û Xiristîyan, herçendî beşekî kêm ji destnivîsan birin dezgehên zanyarî yên Moskova û Petersborgê, lê firsenda parastina destnivîsên Ermenan ji berê gelekî zêdetir bû.

Bi damezirandina komara Ermenistana Sovyetê re, di berhevkirin, parastin û lêkolîna destnivîsên kevn ên Ermenan de, qonaxeke nû dest pê kir. Ji kanûna pêşîn a sala 1920ê û bi şûn de, wan Matenadaran kir dezgeheke dewletê. Demeke kurt piştî wê, ew 4.660 destnivîsên ku wan ew di sala 1915an de biribûn Moskovayê, paş de anîn û ew li Matenadaranê bi cih kirin. Ji sala 1939an û bi şûn de jî, wan cihê wê guhert û ew bir Êrîvana paytext. Di sala 1959an de, Matenadaran ji bo lêkolîn û parastina destnivîsan bû enstîtuyeke serbixwe. Koşka spehî ya Matenadaranê(4), niha li ser cihekî bilind li bajarê Êrîvanê dinêre û gewherên biqîmet ên ku tê de ne, her yek bi awayekî, serpêhatîyên xwe yên gelekî hêja û zanistane, ji bo nevîyên xwe yên îro û yên pêşerojê diparêze.

Hejmara destnivîs û parçedestnivîsên di Matenadaranê de, ji 15 hezaran zêdetir e (berî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji 5 hezaran kêmtir bû), li derûdora 13 hezarên wê bi ziman û alfabeya Ermenî ne, ên din bi Yûnanî, Erebî, Farisî, Tirkî, Hindî, Rûsî, Hebeşî û zimanên din in. Kevintîrîn parçedestnivîsên Matenadaranê yên sedsalên 5, 6 û 7an in. Yek ji wan destnivîsan Încîlek e ku di sala 887an de hatiye nivîsandin. Mezintirîn destnivîsa Matenadaranê 32-34 kîlogram e û 609 rûpelî ye, di sala 1201ê de hatiye nivîsandin. Ew ji birekî gotarên dêran, nivîsên dîrokî û felsefeyî pêk tê. Nivîsên vê destnivîsê, pêwîstî nêzîkî 700 postên golikan bû. Giranîya biçûktirîn destnivîsê, tenê 14 gram e û 104 rûpel e û ew salnameyeke dêrê ye. Ev destnivîsa han a hêja, di sala 1436an de li ser postê karikek nazik (hîn nehatî dinyayê) hatiye nivîsandin.

Bi nirxandinê, pesinê destnivîsên Matenadaranê ne mimkin e. Berî her tiştî, bi saya van destnivîsan, beşên rûpelên mezin û girîng ên dîrok, edebîyat û jîyana civakî ya gelê Ermenî a qonaxên cuda cuda hatine parastin û bi rêya wan re, ew tên zanîn. Ji derveyî van, ev destnivîsên han tijî ne bi zanyarîyên biqîmet ên di der barê jîyan û dîroka gelên Rojhilata Navîn de, bi taybetî yên ku cîranên Ermenan in. Gelek ji wan jî di der barê navçeyên Qafqasya, Îrana Sefewî, Împaratorîya Bîzansî, dewletên Ereb ên Misilman, şer û êrişên xaçperestan, Moxol, Teter, Selçukî , Tirk û gelekên din in.

Beşê herî girîng ê destnivîsên Matenadaranê, ji bo behsa dîrokê hatine amadekirin. Dîroknivîsên binavûdeng ên Ermenî, gelek nivîsên biqîmet li pey xwe hiştine ku ew bi destnivîsên herî hêja yên naskirî yên cîhanê re tên miqayesekirin. Wekî nimûne, yek ji wan destnivîsan a sedsala 5an e û di der barê belavkirina dînê Mesîhî di Ermenistanê de hatiye amadekirin. Destnivîsa bi navê “Dîroka Xelîfeyan,” behsa serpêhatîyên dema fermanrewatîya Ereban ên di navbera salên 632-1788an de qewimîne dike. Ji bilî vê, di Matenadaranê de, nêzîkî 600 destnivîs hene ku bi alfabeya Erebî, Farisî, Tirkî û hinekên din hatine nivîsandin. Navê Îbn Sîna, Şehabedînê Şîrazî, Firdewsî, Hafiz, Seidî, Nîzamî û gelek navdarên din ên Rojhilatê, di gelek destnivîsên nav vê dezgehê de dikevin ber çavan.

Hejmareke zêde ji wêne û nîgarên rengereng ên kevn di Matenadaranê de hatine parastin, hinek ji wan di sedsala 5an de hatine çêkirin û ew hemî belge û nîşanên hestên hunerîya Ermenan in. Ew rengên ku wan ew ji bo çêkirina van nîgaran bi kar anîne, bi sedan salan wekî xwe mane, dîyar e ev tenê bi serê xwe di warê kîmyagerîyê de nîşana pêşketinê ye.

Bi rastî, behsa Matenadaranê, gewherên di nav Matenadaranê de, kitêbxaneya Matenadaranê û bi sedhezaran belgeyên di Matenadaranê de hatine parastin, ne karê gotareke biçûk e(5).

Gelê Kurd jî yek ji wan gelên herî nêzîk ên cîran û têkilî nav Ermenan e ku di Matenadaranê de xwedîyê beşê xwe ye. Di gelek destnivîsên kevn de, navên gelên Zagrosê, Medî û Kurd derbas dibin û behsa navçeyên kurdewarî hatiye kirin. Em gelekî dûr neçin, Mînorskîyê binavûdeng, ji bo nivîs û lêkolînên xwe yên di der barê Medî û Kurdan de, feydeke mezin ji kitêbên dîroknivîsê mezin ê Ermenan, Movsîs Xorînatsî (Maysay Xorênskî) wergirtiye(6). Wî ev berhemên xwe di sedsala 5an de nivîsandine û ev nivîs di Matenadaranê de hatine parastin.

Ji derveyî vî milê girîng, birekî destnivîs û parçedestnivîsên taybet ên li ser Kurdan ên bi Kurdî, di nav Matenadaranê de hene. Tiştî ji bo me balkêş ev e ku di gelek destnivîsên Ermenan de, çend rêz bi Kurdî bi alfabeya Ermenî hatine nivîsandin. Yek ji wan destnivîsan, di der barê rêzimana Ermenî de ye û ew di sedsala 15an de hatiye nivîsandin. Lê çend duayên bi Erebî, Farisî û Kurdî tê de hene. Herweha Încîleke bi destnivîsa Kurdî û bi tîpên Ermenî heye ku ne dûr e di sedsala 18an de hatibe nivîsandin.

Ji derveyî van her duyan, hin destnivîsên gelekî girîng ên di der barê Kurdan de, di Matenadaranê de hatine parastin. A yekem, destnivîsa hejmara 1799an a beşê Erebî ye ku destnivîseke birêkûpêk a Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî ye. Ev destnivîsa han di sedsala 18an de, li ser 412 rûpelên mezin ên her yek jê 21 rêz e, hatiye nivîsandin. Ez di wê bawerîyê de me ku ew kesên heta di der barê Şerefnameyê de nivîsandiye, behsa vê destnivîsa han di Matenadaranê de nekiriye.

A duduyan, destnivîsa hejmara 612an a beşê Erebî ye ku ew destnivîseke girîng û hêja ya li ser eşîra Dunbulîyan a ku kêm tên naskirin e(7).

Ev destnivîsa han 253 rûpel e û pîvana rûpelan 15×25 cm ye, di sala 1850yê de (1260ê koçî) li Tehranê, di Medreseya Mîrza Salih de ji alîyê Elî Ekberê Hisênê Tefreşî yê kurê Hacî Seyîd Îsmaîl ve hatiye nivîsandin û ji sê beşan pêk hatiye: Navê beşê yekê Îşaretû’l-Mezahib (Îşaretên Mezheban -Z.A.), a duduyan, Îşaretû’l-Edyan (Îşaretên Dînan -Z.A.) e û ev her du nivîsên Rustem Xanê kurê Ehmed Xanê Dunbulî ne û bi xeta Nestelîq hatine nivîsandin. Beşê sisêyan, di dawîya rûpelên destnivîsê de ye û navê wê Tarîxa Denabîle (Tarîxa Dunbulîyan -Z.A.) ye û ji alîyê Evdilrezaqê kurê Necef Qulîxanê Dunbulî ve hatiye nivîsandin. Ev beş ne temam e û bi xeta Nesxê hatiye nivîsandin.

Di beşên yekê û duduyan de, Rustem Xan behsa dîn û dîroka eşîra Dunbulîyan dike, herweha behsa şahên Îranê yên berî Îslamê û Bermekîyan jî kiriye û wî Dunbulî bi nijad bi wan ve girêdaye. Ew behsên ku wî ew ji bo bûyerên dawîya sedsala 18an û destpêka sedsala 19an amade kirine, qîmeteke wan a gelekî hêja heye. Bi taybetî, ji bo neqila wan bûyerên ku nivîskar bûye şahid an bi xwe tê de beşdar bûye. Li qerax û perawêzên vê destnivîsa han a di Matenadaranê de, Rustem Xan bi xeta xwe têbînî nivîsandine û hinek cih rast kirine, vê yekê jî bêguman qîmeta destnivîsê zêdetir kiriye. Ev demek e ku birêvebirên Matenadaranê biryara weşandina vê destnivîsê daye.

Jêrnot:

(*) Ev gotara han di rûpelên 7-10an ên Kovara Beyanê, hejmara 30ê ya çirîya pêşîn a sala 1975an de hatiye weşandin.

(1) Beşê zêde yê zanyarîyên vê gotarê, ji alîyê nivîskar bi xwe ve ji Matenadaranê hatiye berhevkirin. Beşên din jî ji hinek çavkanîyên din hatine girtin, bi taybetî ji kitêba: G. W. Abgar, The Matenadaran, Erevan, 1962.

(2) Misorp Maştots alfabeya Ermenan çêkir. Ev alfabeya han heta niha jî di nav Ermenan de gelekî belav e û her salê, bi taybetî li Ermenistana Sovyetê, bi sedan kitêb tên weşandin. Misorp Maştots yek ji wan mirovên mezin ên Ermenan e ku heqê wan heye pê şanazîyê bikin.

(3) Nivîskarê vê gotarê, hinek beşên kitêba Kurdistan Di Salên Şerê Cîhanê yê Yekem De, ji bo vê meseleyê amade kiriye. Herweha bnr: Kovarî Korrî Zanyarî Kurd, h. 3, cild: II, r. 75-157.

(4) Ev koşka han li ser awayê avayîsazîya (mîmarîya) Ermenan a kevn hatiye çêkirin û ji bo pêwîstîya parastina destnivîsan hemû pêdivî tê de hene.

(5) Gelek tiştên Matenadaranê hêjayî lisersekinandinê ne. Ew gelekî bi dîqet destnivîsan di germîyeke taybet de diparêzin. Ji 120 kesan zêdetir li Metênederanê kar dikin, ji wan 20 kes doktorant û 7 kesên wan jî xwedîyên doktorayên zanistî ne. Her sal hejmareke zêde ji kitêb û gotarên zanistî yên biqîmet ji alîyê Matenadaranê ve tên belavkirin.

(6) Di vî warî de, bnr. F. Minorsky, Kurd Nevîyên Medîyan, Kovarî Korrî Zanyarî Kurd, h. 1, cild: I, r. 552-566.

(7) Cara yekê E. D. Papazyan, bi Ermenî û di bin navê Serokatîyeke Nû Di Der Barê Gelê Kurd De, gotarek di der barê vê destnivîsê de (di hejmara 8an a sala 1967an a Akademîya Zanistî Ya Ermenistanê de) weşandiye.

Koçberên Ermenî, di sala 1916an de, ev destnivîsa han bi xwe re anîne û ew ketiye destên Prof. Aşot Efanisyan, wî jî ew wekî dîyarî şandiye ji Matenadaranê re.

 

Çavkanî: Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd C. I 

Kurmancîya wê: Zîya Avci –Elîşêr

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev