Erdem di Felsefeya Antîsthenes de

Erdem di Felsefeya Antîsthenes de

Ali Gurdilî

Antîsthenes, Berî Zayînê di navbera salên 444-365an de jiyaye. Damezranerê Xwendegeha Kinikê û Kinîzmê ye. Antîsthenes fîlozofekî yewnanî ye, di destpêkê de şagirdetiya Gorgîasê sofîst û piştra jî, şagirdetiya Sokratesî kiriye. Piştî Sokratesî, xwendegeha xwe ava kiriye û Sokratesî, ji xwe re wekî rêberekî dîtiye. Peyva <Kinik> ji peyva <Kyonê> tê, ku peyveke yewnanî ye.

Li gor bîr û baweriya Antîsthenesî tiştê herî girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku ev rewş, besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe.

Di vê xalê de azadî, ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî xwe rizgarkirin e. Di vê wateyê de ramanên Antîsthenes yên felsefik, rexnekirina nîrxên medeniyetê û nepejirandina wan diguncîne. Antîsthenes gelekî di bandora Gorgîasî de maye û di felsefeya wî de mirov dibîne ku gelekî şopên Sofîzmê jî hene. Di mijarên yekîtiya heyînê û nebesbûna (têrênekirina) danasînên me de, ramanên wî gelekî nêzîkê nêzîkayîtêdana Gorgîas e.

Zanayî, peyvên binavkirina waneka (nesneyan) ye û darazên me jî, bi tenê kombûna van peyvan e. Di vê xalê de ramanên wî ji ramanên Platonî cuda ne, ku Platonî têgehan weke tiştên rasteqîn didît û zêdetir wek ramaneka Nomînalîst e. Armanca jiyanê berxwîdarî (endaimonia) ye û ev yek jî, encax bi erdemê dikare pêk were. Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna <ji xwe re ji xwe re> ya mirovî ye. Di vê wateyê de erdem, azadiya rih e yan jî, azadiya ruhî (giyanî) ye. Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî (nexwezayî) ne û divê mirovî bi guman, xwe nêzîkê wan bike. Hebe hebe mirovî dikare bibêje ku encax dijberê van peyvan, di ramana <kinikî> de xwediyê wateyeke ne. Bêmilkbûn, bênavbûn, bêhewcedarî, dûrketina delkên civakî yên exlaqî, rê li azadiya mirovî vedikin û wiha dikin ku mirov pêdivî bi ti tiştan naynin û dikevine rewşeke ku besî xwe ye. Antîphenes di vê rexnekirina nirxî de, ne xwediyê nêzîkayîtêdaneke hedonîst (hezperest) de ye, beravajiya vê yekê; bertekên mezin nîşanê hedonîzmê dide. Lewra xweşî (kêf, hez) sedemê koletiya mirovî ye.

Ji bo armanca bextewariyê, erdem bi serê xwe tenê jî bes e û hewcedarî bi tu tiştekî din tune. Li gor Antîsthenesî erdem, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan xwerizgarkirin e. Fîlozofên Kinikî, rasterast dijberê hemû tiştên ku di jiyanê de bi kêrî tu tiştî nayên in û tu meyla wan li ser van tiştan tune. Ev helwest, van kiriye dijberê medeniyetê. Kinîst ehlaqa ku heye, nîrxên civakî, ol, malbat û dewletê napejirînin û wan bi temamî red dikin.

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev