STÊRKÊN KU ZÊDE DIÇIRISIN ZÛ VEDIMRIN

STÊRKÊN KU ZÊDE DIÇIRISIN ZÛ VEDIMRIN

Gird Elî

Ji paşayê kereman û mîrê miradan re!

Tu ko li ser textê asîmanî daniştiyî û li xelkê miradan belav dikî!

Cara pêşin dema em li hevdu warqilîn xweş tê bîra min. Tu mîna dêwekî li ser sînga min mexel ketibû. Bêguman min tu nas nedikir hêj û hayê min ji hebûna te tunebû. Gava min xwestibû li wî serê te î mezin, ko ber bi perê ezmanan ve diket, binerim, min tenê dîmeneke ximamî, ne eyan û bêşirove dîtibû. Dûv re, di axaftin û şiroveyên mezinan de, min dê fam bikira ko tu Kabûsek bû û ev nava min dê li ba xwe veşarta ta roja îro.

Nizanim!
Çima?
Tu ji ser singa min rabû û te hişt ko dîsan biçim nav zarokan û bi wan re bilîzim. Te mefer da min ko ez ewqas xeyal, raman û bîrewerîyan li xwe bicivînim. Ji xwe ew xewnên nîvço nîvço, qetiyayî ko li pey hev rêz bûn… mîna dirûnkerekî te ez danîm ber wan. Û min bi hêviyekê ew xistin dorê, da wan bidrûm û pîne bikim. Lê nuha, tu vê hêviyê jî ji min werdigrî.

Erê
Te
Hiştiye
Gelek xweşmêr, egîd di qada şerî de, dev ji şerê xwe berdin.
Te
Nehiştiye
ko gelek serdar serkeftinên ordîyên xwe pîroz bikin. Gelek caran te dost behît hiştine û dujmin kenandine. Bi tevan re, mîna ko pisingek çawan bi mişkekî re bilîze, te lîstiye.

Tu ko xwedîyê gotina ko hêj nehatiye gotin e.

Jiyîn bîrewerî ye, serborî ye. Belbî ên me, hêj nebûne heksametrên Homerosî, lê feylesofekî gotiye: »Çi tiştê ko li ser ruwê dunyê heyî bûye, winda nabe. Bi bawerîyeke wusan, min jî pala xwe da axa sar.«

Her cara ko mirovek dimre pirtûkxaneyek tê şewitandin.

Lewra her bîrewerîyeke me pirtûkek, her serborîyeke me pirtûkxaneyek e.
Ji rûpelên nexwendî û derîyên kilîtkirî…

Pîredeya min digot: ên ko di seferê de dimrin şehîd in.
Û Şehîd namirin!
Di sirûdan de, di destanan de…
Ey Şehîd!

Ez dê vî dengî bibihîzim hertim
Di şahî û Newrozan de, di xwepêşanan de.
Ne bi nameya nûçegîhanekî re, lê bi gurîna tavikên biharê û bi xuşîna dengê baranê re ê darbesta min her car bilerize bi vî dengî.
Eviya jî ê bextewarîya min be.

Bextewar ew e ko weko însanekî tê dunyayê
Û mîna mindalekî dilîze, mezin dibe
Hes dike û weko evîndarekî dijî
Ko zilm jî dît, weko kurdekî şer dike

Min evana tev dîtin
Min evana tev kirin
Ne poşman im
Ne jî xemgîn im
Ji vê axê veketim
Dîsan lê vedigerim

Min himêz bike.

Têbînî: Ji bo bîranîna hevalekî, dostekî, birayekî Alan Dengîn (Ikram Yilmaz) 01.04.1962 Hîzan-30.05.2003 Stockholm. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev