Kobanî dê ruhê we bilerizîne, dê qirikê li we ziwa bike….

Kobanî dê ruhê we bilerizîne, dê qirikê li we ziwa bike….

Mihemed Sanri

Hec Mislim bavê wî, Hemzirav digel dayîka xwe û du xuşkên xwe di 16 saliya xwe de ji Qersê, je sedema şerê osmaniyan û rusan qoçberî Elezîzê dibe.

Paşê Hemzirav tevlî serhildana Şêx Saîd dibe, ji sedema serhildanê dayîk û xuşkên xwe jî di şûn de dihêlê qoçberî Kobanî dibe, jiyana wî pir trajîk e, dêya xwe xuşkên xwe êdî qet nabîne.
Hec Muslim bixwe çar jinan tîne; jineyeka wî birayê wê di şerê ereban û îsralîyan de hatiye kuştin, jinek dî jî mêrê wê yê berê her casrdî di şerê ereban û îsrîliyan de tê kuştin, jina wî ya ji Bingolê jî mêrê wê yê kevin di şerê tirkan û grekiyan yê Qibrisê de hatiye kuştin, kurek yê wî Mistafa di leşkeriya Suriye de hatiye kuştin, keçikek ya wî ya 14 salî jî şehîda Kobanîyê ye, lawekê wî Metîn hêj di temenê biçûk de gerîlla ye.

Kobanî wêran e, lê dê hêj çi bobelatên dî bihêne serê Hec Mislim û Kobanî ez û yên ko hêj romana Jan Dost ya bi navê Kobanî bi temamî ne xwendine, em nizanin.

Zimanek sivik, kûr, dûr û dêrîn…. Zimanek wesa zelal û delal mirov xwe di nav uslubê çîrokên zarokitiyê de dibîne, her wekî behsa zemanên berê bike, “hebû tune bû…” lê nivîskarê hosta rê nade yê dixwîne xwe di nav wan xeyalan de berde. Bi qirika yê dixwîne re digire, çav lê beloq dihêle… nivîskar bi xwe jî lehengek yê romanê ye, qet ne bîyaniyê çîrok û serpêhatiyan e. êşa sax û miriyan dikêşe; şer, penaberî, mahcirî…

Ji zû de bû min romanekya bi vî rengî mûyê laşê mirov gêj dike ne xwendibû…. bixwînin fêrisê qelema kurdî perdehê ji ser êş û xema sax û miriiyên kurdan radike, çavê we beloq, qirika we ziwa dihêle.

Hon ne xwînin jî ev berhema hêja tiştekê ji hêjayiya xwe wenda nake, lê dê kêmasî li we bimîne, keyfa ya we ye…
***

Romana Kobanî, hêj nû derket, li Stenbolê danasîneke wê ya pir mitewazî hebû, rojnameya BasNewsê çalekiya danasînê organîze kiribû…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev