Rojeke rûmetê ji bo nivîskar Yaşar Kemal

Rojeke rûmetê ji bo nivîskar Yaşar Kemal

Wêneyek û nivîseke bîranînê ji sala 2014 an

Universîteya Bîlgîyê ya li Stenbolê 12/11 2014 sempozyumek di heqê nivîskarê navdar Yaşar Kemal de amade kir. Zêdetirî deh lêkolîner û nivîskaran gotarên cida di heqê Yaşar Kemal de pêşkêş kirin.

Rohat Alakom ko ji Swêdê tevlî wê sempozyumê bû bi sernavê “Di berhemên Yaşar Kemal de xwendina dîroka kurdî” axaftinek pêşkêş kir û dîyar kir ko Yaşar Kemal di berhemên xwe de behsa gelek bûyer û rûpelên balkêş yên dîroka kurdan ya van hezar salên dawîyê dike. Kesayetiyên wek Selahadînê Eyûbî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, bûyerên wek komkujiya kurdên êzîdî, serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersîmê û gelek mijarên dî.

Piştî sempozyumê berpirsên Universîteya Bîlgîyê xelata doktoriya rûmetê pêşkêşî Yaşar Kemal kirin. Ji ber saxlemiya xwe ya nebaş Yaşar Kemal nekarî tevlî sempozyumê bibe. Xanima wî Ayşe Babanê bi navê wî xelat wergirt.

Piştî axaftina beşdaran û nîşandana fîlmekî li ser jiyan û berhemên Yaşar Kemal ekspozîsyonek li ser berhemên Yaşar Kemal hat amade kirin. Di vê pêşangehê de çapên yekem yên berhemên nivîskar, wergerên van berheman û lêkolîn û xebatên li ser Yaşar Kemal digel gelek wêneyên nivîskar hatin nîşandan.

Di wêne da:

Rohat Alakom û Ayşe Baban (jina Yaşar Kemal)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev