Intelektuelên Kurd -1

Intelektuelên Kurd -1

Xwendevanekî me vê gotara balkêş ji malpera me ra şandîye û ew nêrîneke ser ronakbîrîya gelê me. Em îro beşa wê a pêşin raberî guhdarîya we dikin, beşa duduyan emê sibê biweşînin. Çaverê bin!

Pêşeroj û berpirsiyarî*

Suleiman Sulevanî

Mijara intelektuelên kurd mijareke aktuel e, bi taybetî di demekê de ku dewleta kurdî jî bi qatan aktueltir e. Kurd di rewşeke dijwar û pirhêvî derbas dibe. Di dîrokê de, ev cara yekê ye kurd ewqas nêzikê serxwebûnê ne, bi hêvî ne û bi heval in. Kurd gavên mezin davêjin berev dewletbûnê. Rol û berpirsiyariya intelektualan yekcar giring e da ew dewlet zû, rast û saxlem bê avakirin. Delîvek zêrîn li pêş kurdan e, rewş û dem nazik e, marjînala şaşiyan ne gelek e, û her gaveke ne bi xwendin û pîvan be; wê giran ser kurdan rawiste. Û loma jî giringî û aktivbûna intelektualên kurd jibo YEKITÎ, pêşveçûn û bextewariya milletekê bindest; tê xwestin û hêvîkirin.

Rola intelektuelan di pêşveçûn û azadiya her milletekê de bilind tê dîtin û nerxandin. Mixabin rola intelektuelên kurd, ne li duf hêvî û daxwaziyan e bi taybetî intelektuelên serbixwe. Nebûn yan kêmbûna kesên intelektuel yên aza û welatparêz li meydanê, rê li ber siyasetvanên oportunist, gendel û berjewendîperst xweş dike.

Di vê nivêsînê de emê hewl bidin ji nêzîk ve berpirsiyarîya intellektuelên kurd û peywendiyên navbera “intelektual” û “politîk”bi şopînin, çend cureyên intelektuelan bînin ziman û hinek dîtin û têgehiştinan pêşkêş bikin.  Ne heceyê navan e lê hema bêje her kesek dikare xwe û yên din têde bibîne.

 

Çend pisyar û terminolojî

Intelektual û politîk du peyvên aktual in di jiyan û tevgera kurdî ya modern de. Rawistaneka hûr û kûr ser van herdu peyvan pêwist e da em bikarin bersiva hine pirsên girêdayî pirsgirêka kurd; bidin. Gotubêj kirina wan bi firehî û vekirî wê ast û sêwiya kulturî, berz û bilind bike nexasim kultura politîkî ku dibe nuha mijara herî  giring be bo me kurdan. Destavêtina mijarek wilo giring û pirhêl ne hêsan e û pirsên li bersiva digerin gelek in. Pirsên mîna: Gelo intelektuelê kurd kîye? Gelo çima intelektuelê kurd wisa bêdeng/kêmdeng e hember rûdan û buyerên li Kurdistan çêdibin? Erê hêz û partiyên kurdî rêxweşker in an jî rêgir in bo intelektualê kurd da ew bikare fonksiyona xwe bi cih bîne? Gelo çima rola intelektualên kurd wisa lawaz, kêm û bi sinur e? Gelo çima koordinasyonek rêk û pêk navbera wan de nîne? Erê ew li kîve ne? Peywendiyên di navbera intelektualên kurd û hêzên kurdî de çawa ye? Erê ew dikarin roleka bihêztir bilîzin? Û gelek pirsên ji vî rengî tê bîra mirov.

Kurd ser çîna ku bi karê bîrî ve mijul dibe çend peyvan bikar tîne wek intellektuel, ronakbîr û rewşenbîr. Ev hersê gotin jî gelek nêzikê hev in lê peyva intllektuel watek firehtir û globaltir heye. Hinekên din jî gotina zana, pispor an jî mamoste di wateya intellektuel bikar tînin.  Mijara me wê sivik û zelal be bi şirovekirina hine peyvên internasiyonal wek intellekt, intelektual, intellegent û politîk. Mirov bixwaze dikare pir dirêj ser van gotinan rawiste, lê emê hewl bidin wan bi kurtî bînin ziman.Intelektual, peyvek latinî ye û ji peyva intellekt(hiş) hatîye. Ew di ensiklopediyan de wilo tê şirovekirin: Mirovê kultur-berz ûintelligent(bi talant, bi mewhibe), û yê ku interesa wî bi çalakiyên ku peywendîya wan bi hiş û karê mejî ve; heye. Mînak.Piranîya îmzeyên ser deklarasyona serxwebûnê hatibûn avêtin, mirovên intellektuel bûn.(1) Û politîk peyveka yunanî ye û gelek wateyên wê hene. Di ferhengan de wisa tê şirovekirin. 1)Hunerê birêvebirina dewletê. 2) Karê dewleta desthelat di warê rêvebiriya hundurîn û peywendiyên navnetewî. 3)Komek ji rêvebiran jibo rêvebirina karekê dewletê, organizasyonekê, partîyekê, çînekê û hwd. 4)Karaktereke giştî, xêzên taybetî bo rêvebirina karekê. 5)Serpêhatî û pirsên jiyana hundurîn û navnetewî. Lê “politîk” di wateyek din de, metaforî jî tê bikaranîn ku mebesta peyvê sedî sed ew nîn e. Bo nimune: 6) Bi taktîk û bi jîrî karkirina ji bo gehiştina armancekê; fêrbazî, peywendiyên pîvandî û pilankirî di gel xelkê; pesinkirina bêbawerî û nerast [durûtî].(2) Bi dîtina min piraniya politikvanên (siyasetvanên) kurd xala şeşan herî zêde bikar tînin û wê dixin qalibê jîrîtî û zîrekiyê.

 

Kî intelektual e?

Di hine rojname û kovarên kurdî de mirov gelek caran rastî vê têgehiştinê dibe ser intlektualn. Ew dibêjin, kesê xwendin û pênusa wî hebe mirovekê  intelektual e bo civata kurd, çunkî milletê kurd bi piranî milletekê nexwenda ye. Ew dikarin kesên din fêr bikin, hişyar bikin û bi pêşve bibin. Ji ber vê yekê jî ew wî/ê xwendevanî/ê wek mirovekê intelektual li pênus didin. Nuha ev têgehiştina han pir sade û primitiv e û ew ji gelek aliyan ve dûrî rastîyê ye her çend rastîyek jî têde hebe.

 

Mirovê intelektual mirovekê xwedan armanc e û ew bê paldan xwe angajire dike di çareserkirina pirsgirêkên civata xwe de. Ew dûrî destalata institusyonên (dezgehên) fermî ne û ew wek mirovên serbixwe kar dikin. Intelektualê filistînî  Edward Said di hevpeyvînekê  de weha dibêje:”Ez herdem behsa du modelan dikim: MODELA YEKEM ji intelektualan ewê Gramsci behs dike di deftera xwe ya rojane de ji zindanê. Li wir ew dibêje her kesê ku dikare bîr bike mirovekê intelektual e. Intelektualên Gramsci du cur in: Intelektualên Tradisyonal, bo nimune mamoste, qeşe û hwd. Û Intelektualên Organik yên ku girêdayne bi çîneke taybetî û ew hewlên xwe didin da hegamoniyekê  qezenc bikin di civatê de, nimune bo tîpê van intelektualan dikare bibe mirovê ku di masmedya an jî  propagandayê de kar dike an jî  teorivanê partîyekê (partîteoretik) be. MODELA DUWEM jî ewê ku Julien Benda bikar tîne di pirtuka xwe “La trabison des Clercs” de. Li vir ew(Benda) idda dike ku intelektual, mirovekê unikal e, û ew pir kêm tê dîtin mîna Jesus (pêxember Îsa), Sokrates, Nietzsche an Voltaire; ew mirovekê behsa rastiyê û dadiyê (heqiyê ) dike bêyî ku bîr li interesên  xwe yên kesanî (şexsî) bike an jî bîr li pêşeroj û qedera xwe bike. Ez bawer dikim, rola herî  giring jibointelektualên hemdem (modern) ew e ku kombinasyonekê  ji Gramsci û Benda bikin. Jiber ku rola intelektualan dimîne di nav sinurên ziman de, gereke ew piştgirî û berevaniya gotina azad bikin. Pirsgirêkên ziman anku ew çi zimanî  bikar bîne, problem û pirsgirêka herî giring e. Ew zimanê danustandinê yê ku em hemî li xwe par ve dikin û xwe pê didin têgehandin û têgehiştin; zimanê grup û welatê me ye. Ev zimanê han tije ye bi rengên cuda cuda ji alavên (rêyên) qanikirinê û bawer pê kirinê  mîna van têgehiştinan:- nasyonalism, destalat, galegal, suhbeta bê wate û gelek diruşmên vala. Ev intelektual gereke bi rêya ziman, idiomekê  pêşkêş bike ku bikare herdu modelan bîne ziman. Prinsipên ku Benda behs dike û interesên moralî yên  fireh, ku di Intellektuelên Organik de yên Gramsci, peyda dibin. Û yên ku ne girêdayne bi çi tevgereka privilige ku xwedan nav û status be, lê bi tevgereka jêr ji xelkê  kedkar. Ji vir û wê ve rola intellektuelan tê wê wateyê ku ew bibin şahid. Ew şahidiya bê dadiya ser mirovên bindest çêdibin. Ez gereke wê jî  bêjim ku ew pêwist e serî heldin dij destalatdaran û dij wan ide û bîr û baweriyên heyin. Ew intellektuel gereke wisa dudil û bigoman bin ser illusyonên dewrubera status quo, ser hemû tiştên ku bêhna tyranî û diktaturîyê jê tê di civatê de û berî her tiştî ji bo wî xelkê bê destalat, jar û bindest. Helbet li vir telek (xefek) heye bo intelektualan di jiyana karkirinê û praktîkê de, û hewlên wan intelektualan da destalatê bo xwe peyda bikin û da xwe interese û nêzîk bikin bo destalatê di sinurê karê xwe de”(3). Bi gotineke din ew intelektueliya dikin qurban û bo xwe karierekê çêdikin, dibin karierist.

 

Bandora intelektuelên kurd

Intelektualên kurd bi çi tiştî nayên cuda kirin ji intelektualên milletên din  jibilî wê ku ew ji welatekê  bindest, parçekirî  û ji milletekê bê nasname, bê al û bê pasport tên. Û dibe her jiber vê yekê jî rola intelektualên  kurd yekcar giring tê dîtin û xwestin. Pêwistiya me Kurdan gelek heye bi intelektualên bîr azad yên ku berpirsiyarîya xwe radikin û taritiyê dipijiqînin bi tîrêjên ronahiyê, zanistiyê û mirovahiyê. Bi vê yekê ew tovê ronesanseke kurdî diçînin û kultureke nûjen û pirreng diafirînin û pêşkêş dikin.

 

Da intelektuel rola xwe bilîze û fonksiyona xwe bicih bîne gereke hiş û mejiyê wî serbixwe û azad be. Bi vî awayî ew dikare bibe destek alîkar bo pêşveçûna kurdan û bidest xistina mafên xwe yên xwezayî. Di van salên dawî  de ronesansek nav intelektualên kurd de dest pêkirîye, hinek ji wan rola xwe wek pêwist dilîzin di xizmeta milletê xwe de. Rola huşyarker, rênîşander û pêşeng bi cihtînin. Ew wek lobbîyekê veşartî  û aşkere, bêdeng û vekirî dixebitin nav kurdan û biyanîyan de. Ew peywendiyên xwe girêdidin digel kesên destalatdar û pirsa kurdî bi rengek bajarvanî û mafdar radixin ber wan platformên cuda û daxwaza piştgirîyê dikin. Ew di rojname û masmedya kurdî  û  biyanî de dengê  xwe bilind dikin û dîtin û zanîna xwe pêşkêş dikin vêce çi bi nivîs û raporeke taybetî*be, çi bi nivêsîneke  jornalistî be û çi bi beşdarbûneke gotubêjî be, di panel û siminarên kulturî û politîkî de. Ez li wê  baweriyê  me ku peymana aştiyê navbera PUK/PDK (17.09.98) li Waşington ku bû bingeh bo pêşveçûna başûrê welat û hêşte didome, ji hin aliyan ve, keda intelektualên welatparêz e. Gelek rexne û pêşniyar bo serokatîya herdu partiyan çûn û hêşte jî dikin/diçin, vêce çi bi rêya endamên wan partîyan be û çi bi rêya dezgehên ragehandinê yên curbecur de. Di hevpeyvîneke televizyonî de piştî mohr kirina wê peymanê, pirsek ji sekreterê giştî yê PUK birêz Celal Talebanî bi vî  rangî  hat:” Birêz Talebanî , peymanên ji vî rengî berê  jî çêbûne, anku piştî  ku hun lihev tên, destên xwe didin yekudu û heçku her tişt li cihê xwe runiştîye wek pêwist; ji nişka ve pirsgirêk derdikevin,  problem  çêdibin û hun vedigerin bo çargoşe (kvadrat) numer yek. Eve li Parisê  çêbû û li hin derên din jî çêbû ku ew jî di bin çavdêrî û harikarîya biyanî de bûn. Vê carê çi tiştê nû heye ku di peymanên din de nebûn?

 

Ser vê pirsê birêz Talebanî weha bersiv dide:”  Yê nû di vê peymanê de jibilî amadebûna min û birêz Mesud Barzanî û giranîya helwêsta Amerika; ew e ku li vir bawerîyek heye nik herdu aliyan û herdu partîyan ku pêwiste bigehin vê peymanê, ya ku helwest û berjewndîya herdu aliyan û berjewendîya milletê kurd garante dike. Li wir zorek(fişarek) millî jî hebû ji endamên  gelê Kurdistanê ve, ser herdu partiyan, da em bigehin vê bawerîyê. Di dîtinên min de digel hêja Mesud Barzanî li Waşington em gehiştin qenaetek hevpişk bi pêdiviya derbas kirina vê peymanê bo jiyanê (praktîkê). Me soz da hevalên amerekî ku em ê hemmî hewlên xwe bidin da ev lihevhatine bê bi cihkirin. Û eve bi dîtina min garantîya herî giring e bo bicih kirina vê peymanê.”(4)Birêz Talebanî  li vir pir zelal dibêje ku zoreke endamên gelê  Kurdistanê hebû ser herdu partîyan û bi dîtina min giranîya gelê  Kurdistan di intelektualên wî de ye.

 

Hêjayî gotinê ye ku intelektualên kurd û bi taybetî jî intelektualên çavnetirs ji bazinê bêdengiyê û ne rexnekirina şaşiyên kesên berpirsiyar û partîyan; derketine û ew psikolojiya tirs û parastina interesên xwe yên kesanî şikandine û gavên bilez bi mejyekê vekirî û aza avêtine, nexasim li dervey welat. Mixabin hinek sinûrên rexneyan dibezînin, zimanekê kirêt yê birîndarkirinê bikartînin ku çi peywendiya wan bi rexneyên avakirinê namîne.

 

Nimuneyên baş li hundur welat jî hene, kesên ku dixwazin pirsa kurdî bi awakê aza û aştiyane bê çareserkirin. Carnan hêvî û rastiya li meydanê hev nagirin lê ya giring hewl hebe, xwestika dilê mirov rast be, xizmet be û paqij be. Gotinên advokatê Abdullah Ocalan yê berê  Ahmed Zeki Okcuoglu gelek bi wate ne. Ew di hevpeyvînekê de weha dibêje:”Abdullah Ocalan kurd e, û ez intelektuelekê kurd im. Di salên derbasbûyî de min buhayekê giran da jibo têkelîya min bi pirsa kurdî ve. Ez çar salan li zindanê mam. Ez hêşte ji nêzik ve têkilî vê pirsê dibim, da berpirsiyarîya xwe wek intellektuel bicih bînim. Jimarek mezin ji dawa (lawsuits) dij min heye. Êreşên dijwar hember milletê min, ziman û kultura min heye û ev yeke min nerehet dike. Di dawiyê de, ew hewl didin dadgeha milletê kurd bikin di kesê Abdullah Ocalan de. Di vê rewşê de min nikaribû wek çavdêr bimînim. Min biryar da kumê advokatiyê bikime serê xwe û parastina milletê xwe bikim di kesê Abdullah Ocalan de”(5). Helbet li vir prinsip hene û parastina mafên mirov, mafên miletekê bêmaf di prinsip de fonksiyona intelektualan ya herî bi rumet û hêja ye.

 

Hin dîtin ser intelektualan

Dîtinên cuda ser intellektuelan hene. Bi baweriya min bi giştî mirov dikare sê cure dîtin ser intellektuelan bibîne. a)Algirê maksîmuma posetîv. Kesên ku navê intellektuel bi hêsanî li her kesekê dikin bê pîvan û ger ”intellektuelekê” wan tiştekê biçuk jî afirand, ew wî/wê difirînin û dibin ber asmanan. Bi taybetî jî mirov vê yekê bi zelalî dibîne nik partîyên kurdan. b)Algirên boçuna objektiv. Kesên ku hewlên xwe didin da wênek rast, zanistî û objektîv bidin ser intellektuelê kurd. Ew hine caran serkevtî ne di nirxandinên xwe de û hine caran jî ne ewqas serkevtîne. Lê her çawa be ew hewlên xwe didin bo rexne û nerxandinên vekirî ku mirov dikare ser rawiste û wê gotubêj bike. Birêz Cemîl Gündogan di nivêsînekê de ser intelektualên kurd dibêje:”Ev rastîyek e ku jiyana intelektualî ya kurdan gelek li paşmayî û hovane ye.(Ji ber jiyana intelektualî li welatên ku em xistine bin destên xwe ewqas li paş e, lipaşmayîna me jî ne ew çend anormal e.)”(6). Ev yeke ta raddeyekê raste lê bi dîtina min ew derbas nabe bo kurdên Sovieta berê. Ew bi hejmar, kalîte û xizmeta millet bi qatan li pêş in. Her wesa ev gotin bo kurdên diaspora jî derbas nabe. Awarte li Kurdistan jî hene. c)Algirê maksîmuma negativ. Kesên hebûna intellektuelê kurd ji binî ve inkar dikin û wan nabînin an jî naxwazin bibînin. Hinek ji nezaniya xwe van gotinan dikin, hinek ji çavnebariyê dikin, hinek interesên xwe yên teng bi vê yekê diparêzin û dibe jî hinek bi mebesta vekirina gotubêjeke germ ser vê mijarê, dengê xwe yê dijber bilind dikin. Bêgoman dengê dijber(opozisyon) herdem baş e ger mebest sax û jidil be. Birêz Huseyn Kartal di paneleke MEDTV’ê de dibêje:” Rewşenbîrên Kurd tunene û ew kesên em ji wan re dibêjin rewşenbîr jî di esasê xwe de ew ne rewşbîr in”(7). Ez nizanim birêz Kartal teza xwe ser çi avakiriye û wî çi norm û pîvan girtîye. Helbet li vir boçuneke dijber heye û bi dîtina min ew di alê maksîma negativ de cihê xwe digire. Gomana min nîne ku dîtinên mîna yên birêz Kartal jî pêwist in da em bikarin rastiyê bibînin. Şaristanî di kultura gotubêjî de ewe ku mirov bikare digel yên ne wek xwe fikir, rûne û bi awakê serxwe û lojîstik pirsgirêkan danustandin bike û hewl bide ji gotubêjan bi encameke çareser; derkeve.

Ez bawer dikim gotinên C. Gündoğan nêziktir in ji rastiyê her çend ez ne wisa reşbîn û pesimist im. Çi goman nîne ku intelektualên kurd yên bi kalite hene û hema bêje ser hemî astên zanistî. Belê, weke Zinarê Xamo dibêje:”intelektuelên kurd hene û ji kesî ne kêmtir in”(8). Lê çend mixabin ku wec û fêde ji wan nayê kirin wek pêwist. Dibe ew bi jimar kêm bin jibo milletekê 50 milyonî lê gereke mafê ewên heyin neyê xwarin her çend ewên heyn ne hewceyê pêzanîna kesekî ne, ew hene bi xebat û keda xwe. Giring ewe em xwe ne mezin bibînin û ne jî xwe biçuk bibînin, lê belkî em rastîya xwe bibînin bi çavekê objektîv û aqilane. Objektîvbûn jî ne di wê watê de ku mirov xwe biçûk bibîne û xwe dûrî tevgera netewî bigre û weke çavdêrekê bîyanî li bûyeran temaşe bike.  Li vir mebest dûrbûn û nêzîkbûn ji mirovatiyê ye ku di encam de, doza milletekê bindest otomatîk dibe kurdayetî. Mirov şerm ji kurdbûna xwe neke, pê serbilind be û çi diplomasîyeke sexte neke. Kovara kurdî KURDISTAN TIMES ku bi zimanê ingilîzî li Amerîka dedikeve di pêşgotineke xwe de weha dinivêse:”Her çawa be, KURDISTAN TIMES di orientasiyon û politîka xwe de xeta Tevgera Netewî ya Kurd (Kurdish Nationalist Movement) digire û dişopîne”(9). Helwest û dîtina kovarê ser pirsgirêka kurdî û politîka kurdan bêxapandin gelek diyare bo xwendevanê ingilîzî. Ser bergê jimara yekê ji kovarê hatiye nivêsîn Azadî û Demokrasî bo millet kurd (Freedom & Democracy for Kurdish Nation) û di bergê jimara duwem jî, Milletê Kurd Mafekê Legal heye bo Çarenivîsa xwe (The Kurdish Nation has the Inalienable Right to Self- Determination). Di wê kovarê de mirov hest bi objektibûn û pluralismê di nivêsînan de dike. Ew kurdistanîya xwe ji nav û slogana mafên xwe dest pêdike û bi naveroka xwe mesaja xwe dide bi awakê rastîn û vekirî.

Dîyare ku hindî diçe milletê kurd hişyartir dibe, intelektualên kurd xwe angejetir dikin di pirsgirêka kurdî de û politikvanên intelektual pirtir dibin û dibe ya herî giring jî ewe ku pirsa kurdî hindî diçe navnetewîtir dibe û hevalên kurd zêde dibin. Aliyekê ne ewqas baş jî heye wek kêm xemî û sistîya hine intelektualan, partiyatîya teng, çavnebarî, xweperestî, kevneşopî û kêm baweriya intelektual û hêzên politikî bi hevdu ye. Eve hinek ji wan sedem û elementên negetiv in ku milletê kurd bo paş û sernişiv dikşîne. Mirov ji yekê piştrast e, û ew jî ku kurd di rewşek pir nazik û tenik de derbas dibe û loma jî gereke her livbazîyeke kurdî, çi bi kirde û çi bi gotin; bi pîvan û xwendin be nexasim ji alê serok û rêvebirên kurd ve. Goman tê de nîne ku berpirsiyarîya herî mezin dikeve ser milê partiyên kurd û rêveberiya wan partîyan, lê eva han hiç nayê wê wateyê ku berpirsiyarîya intelektualên kurd kêmtir e. Rola intelektuelan rênîşander û rastkirne. Gereke em wê jî bizanin ku politîkvanê baş jî roleke intelektualî ya herî bilind dilîze. Intelektualên kurd divê ronesanseka bîrî, civatî, kulturî, leteraturî û bi taybetî jî politîkî, geş û bi pêş ve bibin.Milletê kurd bi wê ronesansê hişyar bikin û wî bigehînin girava serfiraziyê, girava dewletbûnê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev