Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -2

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -2

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemên Qedrî Can yên di hejmarên 3 û 5 yên di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Silêman Beg Bedir-xan

Silêman beg, kurê Xalid beg Bedir-Xan e. Di (1890) mihaciriyê de hatiye dinê, li Stenbolê, di Siltaniyê de xwendiye, xortekî jîr, eqilmend û delal bû, ji miletê xwe gelek hej dikir.

Vê paşiyê yekî ji hevalê min ji min re şihreke wî da bû. Ev şihr li ser Kurdistanê, li ser welêt hati bû nivîsandin. Min jî bi vê hêncetê dil kir serhatiya Silêman begî di vê kuncikê de vejînim û pêre navê wî ji winda bûnê xelas bikim.

Hejkirina welatê wî jê ra bû bû îmanek. Herwekî- di şihra xwe- di beyta jêrin da dibêje:

 

Hiba welat ji îman e

Ax Kurdistan! ax Kurdistan!

 

Hesreta welat, jê re bû bû kulekî mezin:

 

Eşqa welat dil şewitand

Can û ciger tev peritand

 

Her çend welat biyaniyan lê xweş dihat. Lê halê zozan bi awakî din didît:

 

Herçî welat wek şekir e

Halê zozan şîrîntir e

 

Gava ev ax û kesera ha ji dil hat û di şihra xwe da:

 

Sed ah! destê firqetê

Sed ah! ji bo vê hicretê

 

Nivîsand, kesî lê mêze nekir, qerara xwe a dawî da:

 

Heta kengî vê xurbetê

Da em biçin nav miletî

 

Û bêtirs çû nav welat, heval û hogirê xwe.

 

Ji bona dîtina welat, wî cehd kir. Xwedê jî jê ra miyeser kir. Di nav xortên Kurdan da ruhê Kurdîtiyê tehimand, ji wan re xwendin û rêya rast nîşan da. Lê, hezar esef xwedê pê ra nebir serî. Emrê wî di wê rêyê da nîv qurmiçî bû, bû qurbana gula tirka, rûviyê wî li ser sungiyê tirka geriya…

Belê, Silêman beg bi ciwanî serê xwe di rêya welat de da. Bîst û du salî bû. Lê, hesreta welat pê ra ne ma. Digel vê qasê rêya xwe ne qedand. Lê bi nêvî kir, fikr û serhatiyên wî ji bona xortên Kurdan, bû dersek… dersek bi ibret.

Îro xortê me yên ko Silêman begî dinasin hemî jî bi serê wî sund dixun û dixwazin wek Silêman begî di rêya felata welat da bixebitin. Ger wê rêyê ne qedînin jî tu beis ji aqibeta Silêman begî ra nine. Xwedê ki barana rehma xwe lê bike û me jî bi rehma wî şa bike.

 

Hawar, Hejmar: 3, sal: 1932. Rûpel: 4, 5.

 

Besreka Zêrîn

– Ji rêberê me ê gewre Qedrî beg re-

 

Besreka Zêrîn xerab û qotoyê Mekso şikest,

Tûrcela xopan bêkesma Bazbelek çû bûn ji dest

Baniya Kanîhinarê Dêrika rengîn bû mest

Meyperest bû bûn ji derdan rûj be rûj gazî dixwest.

 

Îro Meks; mîrê Besreka Zêrîn, ne hati bû dîwanê. Di aliyê malê da li ser kurkê qwîzîn rûniştî, serê xwe kiri bû nav kefên destên xwe, mat, ji xwe re texmînan dikir.

Xelkê malê bîr di birin ko tiştekî mezin lê qewimiye. Mîr madê xwe dikir, ji lewra tukes ne wêrî bû nêzîngî wî bibe.

Pêlekekê visan ma. Piştî gavekê ji vê bêhişiyê veciniqî. Simbêl keti bû dev; Çavên wî bû bûn wek kodikek xwîn; mûwên wî gijgijî, nola şûjinan…

– Deng li kurê xwe Şewl kir:

– Kurê min Şewlo, herwekî tu dizanî vê paşiyê, Mîrzoyê Burca Metînan bûye kelemek û ketiye çavê me. Bi ser da dixwaze xweha te Pîroz bi kotekî ji me bistîne. Ez, ko Mekso, Mîrê Besreka Zêrîn im û hetanî vê gavê min qehra tukesî ne kişand, ma ko ya Mîrzoyê Metînî… Tu bawer nakî, ev e reşbeleka wî :

Burca – Metînan 10- 7- 1200

Mekso!

Ev reşbeleka min a çaran û bizan a dawîn e. Heta niha te guh ne da. Xwedê mezine ji guhnedana vêya re? Ma qey tu bawer nakî ko ezê fermana Metînan li serê te rakim, ew Besreka ko pir li ber dilê te bihuriye ezê xanxerab bikim. Ew dotmîra ko tu hêjayî min nabînî ezê para dilê xwe bikim. Ko binêrim tu çi dibêjî?…

Mîrza Pîroz

* * *

Şewloyê Mekso bi kerbeke mezin xwend. Ev reşbelek çi bi bongî hati bû nivîsandin. Canê Şewlo ji nişka ve ricifî. Li bavê xwe mêze kir û got:

– Bavo! desthilanîn mifta xêrê ye, çêtirê vê tu dizanî.

Meks dîsan fikirî, dizanî bû ev ne pariyê daqurtinê ye. Êdin kişandina cila bê namûsiyê li serê xwe şerm dît. Çar neçar ji kurê xwe re got:

– Çekên xwe girêdin, her tiştê xwe tekûz bikin da ko îcar hustûyê Mîrzo di bin wî vekim! Reşbelekek bi vî lewnî ji Mîrzo re şand…

* * *

Mîrzoyê Burca-Metînan li ser reşbeleka Meks pir tehl bû. Bi carekê fermana Metînan li ser Besreka Zêrîn ve reşand. Dêrika çayê Mazî û Baniya Kanîhinarê di ber lingan de çûn. Ew xortên bi navê bazan dihatine gotin, xwe ji Tûrcelê beradan, li ber Metînan kozik vegirtin. Her du alî ketin ber hev. Şev dest pêkir…

* * *

Hêvîna dilê Mîrzo qeynata çavê Pîroza keçîn bû. Pîroz, li ser banê qesrê digeriya, dilê wê çargopal lêdixist, tengasiya bav û bira û pismamên wê jê re ne tu kul, lê xurtiya Mîrzo. Pîroz ji bona wê dilxweşîke mezin bû. Ji vî alî, wî aliyê qesrê ve diçû dihat; paçê hevirmiş wek pêlê behrê li ser canê wê pêl di bû; dilketiyê wê li hember, bi hêvîna wê ra diajot ser bav û bira û pismamên wê û ew dişkênandin.

* * *

Felekê berê xwe jê guherî bû; neçara Mekso ne ma; Besreka Zêrîn xera bû. Pîroza qîzîn biderda…

Êdin ji bona xwe jiyîn bikêr ne dît; Serê xwe li zinarekî xist û perçivand, mejiyê xwe teqand…

Hawar, Hejmar: 5, sal: 1932. Rûpel: 6, 7. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev