ÇANDXANE

ÇANDXANE

JÎ BÛ MALÊ ÇANDA KURDÎ

 

Ev pirtûka bi navê ÇANDXANE ku ji 650 rûpelî û 286 gotarên cuda pêkhatiye, ji aliyê

Zeynelabidin Zinarî ve hatiye nivîsandin û li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Pencînarê ve hatiye çapkirin. Bi vê berhemê re,  jimara pirtûkên nivîskarî gehaye 125an.

Ev gotarên pirtûkê sal 2016, li rûpela Facebook Zeynelabidin Zinarî hatine weşandin, piştre hatine komkirin û ev cara pêşî ye ku weke pirtûk pêşkêşê xwendevanan dibe.

Her gotarek bi navek û naverokek cuda hatiye nivîsandin û li gor jimara rêzê li pey êkdu hatine bicihkirin.

Bi piranî naveroka gotaran li ser Ziman û Çanda Kurdî ne. Herweha ev gotar rê li gelek babetên cihê vedikin ku xwendevan têkevin nava lêkolînên cuda û pêrgê xebata ku divên bibin. Xasma jî wê ji bo xwendekarên Beşên Kurdî yên zanîngehên Bakûrê Kurdistanê jî bibin alîkar.

Li dawiya pirtûkê, lîsteya 125 pirtûkên nivîskarî jî cih girtiye.

Bi hêviya ku ev pirtûk di warê Çanda Kurdî de bibe alîkar û refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pê şên bibin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev