Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -3

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -3

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 28an a kovara Ronahî da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Inqîlaba Sor a mezin

– Em cengê naxwazin!

– Me Qeyser navê!

– Her bijî koma milet…

Di meha marta 1917an de bû; bi hezaran pale û xelkê Petêrsbûrgê girûh-girûh, di kuçeyan de digeriyan û ew pirsên jorîn bi hev re û bi yek dengî digotin…

Qeyser û malbata wî û zadeganan; ji paş pencereyan, li van komên rêncber, pale û cîwelekan dinêrîn, qeh- qeh dikeniyan û digotin:

– Zûrîna van seyan em gêj kirin…

Bi rastî jî Qeyser û zadegan gêj bû bûn. Lê ne gêjbûneke tebiî, gêjbûneke siyasî bû… Rûyê wan, heke bi sextekarî dikeniya, dilê wan bi rastî digiriya, taya mirinê bi qirika wan girti bû, text û bextê wan dihejiyan.

Ev hal ne tenê di kuçên Petêrspûrgê de çêdibû; li welatê Ûris, li her cî qewimî bû… Pale, rêncber û cîwelekan azadî û serbestî dixwestin.

Mîna her derê, li Ûristanê jî milet tebeqe tebeqe bûn; Zadegan, bajarî, gundî, pale, rêncber, cîwelek… Bajarî (burjawzî), tebeqeyên navîn, zadegan tebeqeya serdest, pale, rencber û cîwelek bindest bûn. Zadegan bi keda wan dijiyan, bi keda wan zewq û sefa derbas dikirin, her çeşîd cewr û cefa li rêncber û paleyan dikirin.

* * *

Di bablîska nozdan de cara pêşîn, Karl Marks derket meydanê û ev nîzama civakî… nîzama tebeqeyan ya tewş qebûl ne kir, û fikrên xwe ên Marksî pêş ve ajot…

Karl Marks digot: ”însan e, xwîna ku di damarê wan de digere, giş sor e… kes xwediyê xwîna kesk nîne û heqê tu kesî tune bi keda xelkê bijî, û ew kes bi xwe bê kar û bê emel be…”.

Înqîlaba Fransa a mezin (1789) jî, li ser bingehekî wisan çêbûye û ji wê rojê ve, pozê zadeganiyê hatiye şkandin û her kesî lezeta azadî û serbestiyê tam û fam kiriye.

Mizgînbelav ”mibeşîr”ê fikrên Marksî û qehreman û fermandarê înqilaba bolşêwîkî ”Lenîn”, navê wî ê rastî ”Vladîmîr Îlîtş Ûlyanov” e. Di sala (1870) de, li (Sîmbîrsk)ê hatiye dinê. Ji roja ku bîr biriye, fedaiyê azadî û insaniyetê bûye û di vê rê de bi şev, bi roj mejiyê xwe, bi dest û lepên xwe xebitiye.

Înqilaba(1917)an ku di Ûristanê de çêbûye, ne înqilabeke ji nişkave bû, ne jî mûcîzeyek bû. Na ew, berê dara ku ”Lenîn” ji sî salî ve çandi bû… Zadê tovê ku Lenîn ji salan ve li zeviyên Ûristanê belav kiri bû… Di zemanê ku nîrê Qeyser hustiyê wî û hevalên wî ba dida.

Lênîn hêj hevde salî bû ji darilfinûna Qazanê hate qewitandin. Çima ku têkilî nimayişên sewrewî bû bû. Di wê salê de birayê wî ê mezin ”Aleksandir” jî hate dar ve kirin.

Lenîn pir ji xwendinê hez dikir, nemaze pir bala xwe dida kitêb û fikrên Karl Marks û ji wan fikrên civakî hîn bû, cara pêşîn kitêba xwe a bi navê ”Mesela gundiyan” nivîsî û ji sala 1893 an ve li Pêtêrsbûrgê dest bi karê xwe î fermandarî kir… Berê xwe da siyaseta iştirakiyê û berî her tiştî xwest ku karê paleyan rêz û xêz bike… di navbera sala 1894-1898an de, partiyek iştirakî demoqratî çêkir û fikira înqilabê, bere-bere, belav kir. Rojnameyek bê îzin jî derdixist. Paşê hate girtin û nefiyê Sîbîriyayê bû… hetanî sala 1900 li wir ma. Li wir jî ji xebata xwe ne dima.

Piştî ku ji menfayê vegeriya, teva du hevalên xwe (Martov) û (Tobrîson) ji Ûristanê derketin û çûn, li mehcerê teva (Plêxanov) û (Aklorê) û (Fîra Zasolîts) rojnameyek bi navê (Îskra)- yanî pirîsk- derxistin. Paşê çûne Brûksêlê. Li wir jî hewîn ne kete wan, rabûn çûn Londrê, dubirî(ixtilaf) ket navbera civata (Îskra), bûne du partî. Bolşevîk û Menşevîk!… Lenîn serekê bolşevîka me; bi navê (Pêrîod) yanî ber bi pêş rojnameyek derxist. Di (1905) an de Lenîn vegeriya Ûristanê. Di wê salê de li Ûristanê hemî fikir û nezeriyatên inqilabê ketin meydana emelî. Di meha çeleyê pêşîn de li Moskoyê, di bin fermandariya civata soviyêtan îxtilateke miseleh çêbû; deh rojan xwe li ber leşkerên Qeyser ragirtin û pê re şer kirin. Menşevîka ev îxtilala bi xwîn û agir ne dixwestin; wan jî hevaltiya Qeyser û bûrjwan dikirin.

Di sala (1907) de, Lenîn, dîsa mecbûr bû, ji Ûristanê bi derket. Sala (1912) de, Lenîn ji xalîçya-sînor Ûristanê-dest bi cidalê kir. Gava cenga mezin di sala 1914 çêbû, îşaretên ixtilalê bêtir xuya kirin û Pêtêrsbûrg dida veciqandin.

Di sala 1917 de îxtilala îştirakî li Ûristanê, di bin fermandariya partiya bolşêvîkî û Lenîn de xuya kir. Eve serê dîroka wergerandina zadegan û sermayedaran, serê dîroka heq û rastiyê, serê dîroka azadî û serbestiyê…

Di meha Adara wê salê de, paleyên Petêrsbûrgê girêv û nimayiş çêkirin, li kûçeyan bi sed hezaran digeriyan û digotin: ”Em Qeyser naxwazin… Em azadiyê dixwazin… Her bijî koma milet!…”. Di serê meha martê de agirê îxtilalê gurtir bû; qozak û leşkerên ku Qeyser dişandin ser nimayişkaran, teva wan dibû û bi wan re, li polîsên Qeyser dixistin… Êdî, reyek li ber Qeyser ma bû: ji textê xwe î zêrîn daketin!

Bi daketina Qeyser, derbeke mezin li iqtisad û idareyên pê cengê û li rûyê zadeganan ket. Îxtilala Martê, tenê bi destê gundî û leşkeran çêbû… piştî heşt mehan ixtilala çiriya paşîn dest pê kir. Vêcar li her cî bolşêvîk serdest bûn… Di bin serdariya Lenîn de hikûmetek bolşevîkî çêbû. Hingî bajarî (bûrjwazî) an jî, di bin serektiya prens Lifof û Mêlîkof de hikûmetek çêkiri bûn. Di Nîsanê de, Lenîn programa xwe ya ji deh madeyan belav kir. Ev program, mîna bombeyekê teqiya. Di pişt re îxtilala çiriya paşîn dest pê kir. Di Îlonê de Lenîn, dixwest dawiya her tiştî bîne. Lê di meha çiriya pêşîn de, her tişt safî û paqij kir. Împeratoriya Ûrisa xûnxwar û xedar hilweşiya, li dewsa wê yekîtî û biratiya miletên Sovyêt çêbû…

Di nav heşt mehan de nav û dengê fermandariya Lenîn bi ezmanan ket. Di salên paşîn de, wacibên Lênîn bêtir û mezintir bûn. Lê mixabin mirinê ew ji wan bê par kir.

Piştî Lênîn, Stalîn bû fermandar û serokê welatên sovyêtan. Ev merivê polayî roj bi roj welatê sovyêtan kire bihuşt, ji miletên wê derê re, her çeşîd refah û bextiyarî bexş kir û dike. Îro li Ûristanê herkes, li gorî xebat û karê xwe, digêje mirazê xwe… herkes azad û serbest e. Yek nikare li ê din cewr û cefayê bike û yek nikare bike dû xebata ê din bijî… Mezinatî û biçûkî bi bav û kalan nayê qiyas kirin, tenê bi xebat û têgîştinê…

Di nav miletên Sovyêt de yekîtiyek û girêdanek yekta heye. Miletên biçûk û mezin di hiqûqên qewmî û dînî de qandî hev in. Her milet bi zmanê xwe dipeyive, dixwîne û dinivîse…

Kes nikare dîn û qewmiyeta ê din tehqîr bike, ji bona vê cezayên mezin têne dayîn.

 

* * *

Li welatê Sovyêt de çend gundên Kurda jî hene. Ew jî, ji her heqê xwe ên qewmî û dînî îstifaê dikin. Di her gundê Kurd de dibistan û kolxozê Kurdî hene, rojnameyek bi navê (Riya Teze) li wir derdikeve. Em bi dilxweşî dibihîzin, darilmielimîn û lîseyek, encimenek zanistiyê jî hene. Libatên vê encimenê, salê, bi sedan û ji her çeşîdî kitêbên Kurdî dinivîsin û didin çap kirin. Daxwaza me, ji bona wan ev e: Her tim pêşveçûn û serfirazî!

Ronahî, Hejmar 28, sal: 1945. Rûpel: 23, 24.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “..Înqîlaba Fransa a mezin (1789) jî, li ser bingehekî wisan çêbûye û ji wê rojê ve, pozê zadeganiyê hatiye şkandin û her kesî lezeta azadî û serbestiyê tam û fam kiriye..“

    Ez dibêm, dibe ku wê demê gelik tişt neyên zanîn..
    Loma merî dikare zanayê me Qedrî Can mafdar bibîne ku, pesna vê Înqilaba Fransayê dide..
    Lê îro êdî ew inqilap wekî zindanên netewan tê nirxandin..

    Bila neyê bîra kirin ku “yek netew.. yek ziman..“ du 1789 ra êdî bûye bingeha avakirina pirranîya dewletan..
    Ji xa dewleta tirk jî ew vê şoreş şopnadiye û hê jî dişopîne..

    Erê, ew pesna Lenîn jî ne di cîyê xa da ye.. Ji berku, sînorên îro yên dewleta tirk bi piştgirîya wî hatîye pejirandin..hwd.
    Dirêj nekim..

Şirovekirin hatine girtin.