AMACA NIVÎSANDINÊ

AMACA NIVÎSANDINÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Ji bo nivîsandinê gelek xalên girîng hene, divê ew bi cih werin. Lê belê 5 xalên sereke hene, eger ew bi cih neyên, nivîsa ku tê weşandin, sûd nade xwendevanan:

1- Di nivîsê de, Bikaranîna Bêjeyên Alecî:
Divê ku di nivîsan de bêjeyên alecî pir bêne bikaranîn, da ku ziman dewlemendtir bibe. Hetanî dest bide, tê de bêjeyên biyanî nêne nivîsandin. Lewra eger di nivîsekê de bêjeyên biyanî hebin, her wekî di nava savarê de kevir hebin, eynî wisan mirov dizêvire.
Îro Zimanê Kurdî di warê dadgehî, felsefe, bizişkî û leşsaxiyê de lewaz maye. Ev sedem jî, ji ber nebûna desthelatiya kurdî ye. Ji ber hindê bikaranîna bêjeyên biyanî, ne sergêjî ye. Hingê sergêjî çêdibe ku bêjeyeke kurdî heye, lê di şûna wê de bêjeyeke biyanî tê nivîsandin. Mînak: Dema behsa mala Xwedê bête kirin, eger li şûna mizgeftê mirov camî binivîse, ne karekî rewa ye.
Niha gelek bêjeyên kurdî hene ku tenê kal û pîrên me pê dizanin. Îcar ew bêje eger niha neyêne nivîsandin, bi mirina wan re, valahiyeke mezin çêdibe û dagirtina wê jî pir zehmet e.

2- Bikaranîna Rênivîsê:
Rênivîsa kurdî (îmla), ji rênivîsa tirkî û ji ya erebî cihê ye. Lewra Zimanê Kurdî, ji famîleya zimanê wan cuda ye.
Di Zimanê Kurdî de, rastnivîsandina rênivîsê dilqekî girîng diparêze û pêwîst e ku ew li gora wî qalibê xwe bête nivîsandin.
Wek mînak: Di zimanê tirkî de, kirdeya ”ben” di her hevokê de her ”ben” û ”ben” e. Mesela: ”Benim vatanım…, ben gidiyorum…” Lê di kurdî de gava kirde li kiryarê bitewe, kirde dibe ”ez” û gava kiryar li kirdeyê bitewe dibe ”min.” Mesela: ”Welatê min” , ”Ez diçim…” û hwd.

3- Danasîna Bûyerekê:
Ji van herduyên li jorê zêdetir, kesê ku dinivîse, dixwaze ku bi nivîsa xwe bûyerekê, siqûmatekê, rûdanekê bi xelkê bide famkirin û bide zanîn, ew zanîna xwendevanên xwe xurttir dike.
Nexwe berî her tiştî divê ku rastiya meselê çi be, her wisan bête nivîsandin, ne zêde û ne jî kêm, ne neweyî û ne jî helandina mêlekan… Lewra çi nivîsa ku tê weşandin, bi sedsalan piştî xwediyê xwe dimîne û gelek kesên zanistiyê ew dixwînin, li serê lêkolîn dikin û li pişkaftina wê hûr dibin.

4- Danasîna Ramanekê:
Eger nivîs bi amaca danasîna ramanekê be, pêşî xwendevan her li terbiya nivîskarê nivîsê disêwirin û piştre jî li jidiliya kirin û gotinên nivîskarî…
Gotin, axavtin û nivîsandin, pir hêsan dibin û bê lêçû ne jî. Lê kirin û fikirandin, ne wilo hêsan in. Danasîna ramanekê, hingê tê pejirandin eger kirin û gotin li hev derkevin.

5- Nîşandana Riyeke Rast:
Eger nivîs bi amaca nîşandana riyeke rasttir be, hingê pêwîst e ku bi delîl û pêgirên xurt bête xemilandin û bo mejiyên mirovan jî pirseşanî nehêle. Herweha ew, divê ku wan delîl û pêgirên tersê xwe jî birrizîne û tîna wan li holê nehêle. Hingê ew nivîs dibe pêbawer û ji xelk re jî dibe nîşandana riyeke rast.

Bi hêviya nivîsandineke rast û dirust, her şad û serkeftî bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev