Ez li xwe hesiyam ku nimêja xwe bi kurdî dikim…

Ez li xwe hesiyam ku nimêja xwe bi kurdî dikim…

Nura Şane

Carna meriv tiştek bi salan her ro bike jî dîsa pir caran ferq nake ka çi dike? Ezê nîmûneyek ji jîyana xwe bêjim; Bo kurdên misilman nimêj hem îbadet e, hem jî wek edetekî gelêrî ye. Ji 7 salîya xwe heta 24 salîya xwe min nimêj dikir, dû ra bi qewlê diya xwe nizanim çima jê sar bûm.

Birayê min dema em sebî bûn, seccade rêz bi rêz ber hev radixistin û me didan ser wan, ew jî li kêleka me, lê gavek pêşîya me da disekinîya, wisa me rehet wî didît, ew destpê dikir bi dengekî ciddî û bilind nimêja xwe dikir, me jî gotin û hereketên wî texlît dikirin…

Li zanîngehê di lojmana keçan da dimam, ji berbangê heya êvarê li mektebê bûm, loma her şev diçûm mescîda lojmanê hemû qezeyên nimêjên xwe dikir û ser da jî bo miriyên xwe yê li welat Yasîn dixwend. Ev her wisa bû. Ji ber vê yekê hemû keçikên cimaatên cûr bi cûr li dû min bûn, dixwestin ez tevlî wan bim.

Şevek li mescîdê min Yasîn dixwend. Keçikek xwe nêzî min kir got; “Bana namaz kılmayı öğretirmisin, çok istiyorum. Abdest de aldim” (Pir dixwezim fêrî nimêjê bibim, fêrî min dikî, destnimêja min heye) Min got baş e tu seccadeya xwe amade bike ezê niha xwendina xwe xelas kim.

Neyse keçik ser seccadê, ez jî rex wê. Min jê ra got; gotin û hereketên min dubare bike. Eynî wek wan rojên me yên berê min jî bi dengekî xurt; “..Nîyet im berê min qibla şerîf, dikim çar qamet ferza mêja…..”

Keçika feqîr zivirî û bi çavên metel li min nihêrî..

Xwedê şahîd e di nav ewqas salan da ez tenê wê rojê têgihiştim ku ez nimêja xwe kurdî dikim. Ango di 22 salîya xwe da.

Ev rewş bi min ecêb xweş hat û carek da pirqînî bi min ket, min xwe bi zorê girt, lêborînê ji keçikê xwest û hema xwe ji mescîdê avêt derva heta gihîştim oda xwe, hirehira kenên min di hemû korîdoran da olan dabûn jî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev