P I R S N A M E

P I R S N A M E

Ji weşanên Pencînar”ê

 

PIRSNAME ji aliyê Zeynelabaidin Zinar ve li ser pirtûka Cegerxwînî ya bi navê JÎNENÎGARIYA MIN hatiye nivîsandin û sala 2002an ji bo çapê amade bûye, lê ji ber hin sedeman 15 sal piştre hêj nû hatiye çapkirin.

 

Cegerxwîn gotiye:

1- ”…naxwazim çîrokên bi sawîr û goman, di nav jînenîgariya xwe de bidim xuyakirin û binivîsim. Herwekû min di pêş de jî gotiye: Dixwazim her tiştî bi kurtî, bi rast û ronî bidim xuyakirin û binivîsim…”

2- ”…bawer bikin ko min li tarîxê derew nekirine…”

3- “ji vê niviştê biguhêzin û bêjin ‘Cigerxwîn bi xwe gotiye….” Min jî nivîsiye û gotiye ku ”Cegerxwîn wisa gotiye.”

 

Lê Cegerxwîn di bîranînên xwe de ji ber ku Neteweyê Kurd û Kurdistanê bi kêşana Markîsî kêşaye û bi gaza Lenînî jî pîvaye, niheqiyeke mezin û nebûkarîne derdemî li hemû rêber, pêşîwan, serok û xuyaniyên Kurd kiriye û wan wek ”xayinê miletê Kurd” nirxandiye.

 

Di pirtîkê de 171 mebestên gotî yên Cegerxwînî hene.

Li ser gotinên wî, 660 pirs di PIRSNAMEyê de hatine pirsîn.

Ji wan pirsan 610 ji Cegerxwînî û 50 pirs ji xwendevanan hatine pirsîn.

 

Kî PDFa pirtûkê bixwaze, bila ji vê e-mailê bixwaze: pencinar.z@gmail.com

Bi hêviya ku careke dî nebûkarîne wisa êdî li wan pakrewanên Kurd neyêtin kirin. Bila rihê wan şad be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev