Îbn Xeldûn (1332-1406) -2

Îbn Xeldûn (1332-1406) -2

Lêkolîner Emîn Narozî bi vê nivîsa delal ra, ku ji redaksyona malpera me ra şandîye, nameyeke ha jî nivîsîye:

-Min di nav hinek wergerên xwe yên berê de ji Tarîxa Ibn Xeldûn hinek beşên ser kurdan dîtin ku yek jê jî li ser Dewleta Hesnewîyê Kurd bû. Min ew ji nû ve xwend li hev rast û nû kir, lê ji ber dirêjîyê min kir du belkî sê beş û va ez ji te re dişînim.

Digel silavên biratî: Emînê Narozî

 

Em jî bersîva birêz Narozî bi van gotinan didin: Ji erd heta ezman em ji te razî ne û mala te hezar carî ava.

Me duh beşa pêşin a gotara wî a delal çap kir. Îro em beşa duduyan çap dikin. Fermo!

 

Emînê Narozî, lêkolîner 

Mirina Hesnewîh û Deshilatdarîya kurê wî Bedir

Di sala 369/979an de Hesnewîh wefat kir û zaroyên wî li ser şerê navbera Adud ud-Dewle[1] û birayên wî Mihamed û Fexr ud-Dewle[2] ji hev qetiyan. Birrek kurên wî hebûn: Ebû ‘Ula, Ebdurezaq, Ebû Necim Bedir,[3] ‘Asim, Ebû ‘Ednan, Bextîyar û Ebdulmelik.

 

Bextiyar ku li keleya Sermacê dima û mal û zexire jî tev li cem bû name ji Adud ud-Dewle re rêkir û ket ber fermanrewayiya wî. Lê pişt re ew ji ber fermandariya wî derket ku Adud ud-Dewle jî leşker şand ser, keleya ku lê dima û yên din hemî ji wan sitand.

Dema Adud ud-Dewle çû şerê birayê xwe Fexr ud-Dewle û Hemedan û Reyê jê sitandin, rabû ew dan birayê xwe Mueyid ud-Dewle.[4] Hingê Fexr ed-Dewle jî çû gihişt Qabûs ibn Weşimgîr[5] û Adud ud-Dewle jî zivirî ser desthilatdarîya Hesnewîyê Kurd.

 

Wî dest danî ser Nehawend, Dînewer û Sermacê û ser mal û zexîre û gencîneyên wî ku gelekî pir bûn û giş zeft kirin. Bi wan re wî dest danî ser hinek keleyên Hesnewîh yên din jî ku zaroyên Hesnewîh jî rabûn çûn cem Adud ud-Dewle. Gava ew çûn cem, wî ji nav wan Ebdurezaq, Ebû ‘Ula û Ebû ‘Ednan desteser kir û Ebû Necim Bedir îbn Hesnewîh ji xwe re hilbijart. Wî ew [Bedir] perû kir, zilam danê, ew xurt kir û kir pêşik û mezinê kurdan.

 

Wî [Bedir] jî ew navçe tev zeft kirin û nehişt ku dijîtî û xirabiya kurdan li wan hêlan belav bibe. Rewşa wî pir baş bû û [ji ber vê yekê] birayên wî jê hesidîn, ji nav wan Asim û Ebdulmelîk serî rakirin û kurdên li dijî wî dane hev. Adud ud-Dewle leşker şand ser Asim ku êrîş birin ser, ew şikandin, dîl girtin û ew birin Hemedanê.

Piştî vê yekê ku di sala 370/980’yî de qewimîbû, êdî tu xeber jê nehat. Zarûyên Hesnewîh yên din giş hatin kuştin û Bedir jî li ser deshilatê qenc bi cih bû û karûbarê wê xweş li hev gerand.

 

Cengên Bedirê kurê Hesnewîh û leşkerê Mişeref ud-Dewle

Gava Adud ud-Dewle mir û kurê wî Samsam ud-Dewle[6] ket cihê wî, hingê birayê wî Mişeref ud-Dewle[7] li Fars serî li ber rakir û pişt re jî Bexdayê jê sitand. Piştî mirina birayê xwe Mueyîd ud-Dewle, Fexr ud-Dewle îbn Rikn ud-Dewle jî ji Xorasanê zivirîbû Esfehan û Reyê. Hingê di navbera wî û Mişeref ud-Dewle de xirecir derket, çunkî Mişeref ud-Dewle berê kîn jê girtibû.

 

Dema Mişeref ud-Dewle Bexdad ji destê Samsam ud-Dewle derxist, hingê Kara Tekînê Cehşarî serdar, rêçenas û desthilatdrê ser dewleta wî bû ku ev jî pir li zora Mişeref ud-Dewle diçû. Ji ber vê gava ew li Bexdayê bi cîh bû hingê wî ji Kara Tekîn re ji bo şerê Bedirê kurê Hesnewîh leşker amade kir. Lewra wî dixwest ku yek ji herdu aliyan, yan Bedir yan jî Kara Tekîn ji holê rake.

 

Kara Tekîn di sala 377/987an de çû Bedir û li newala Qermîsînê[8] leqayî wî bû. Bedir şikest, reviya xwe veşart, wan ew nedît û xwe berdan nav konên wî. Dû re Bedir li wan zivirî çû pêşîbirrê ji wan sitand, ji nedî ve êrişî wan kir, ew ji hev dêrdexan kirin û şêlandin. Kara Tekîn di çolekê de xwe ji wan xelas kir û çû xwe gihand pira Nehrewanê[9] ku hevalên wi yên şikestî jî li wê derê gihanê û çûn Bexdayê.

 

Di pey vê bûyerê de Bedir deverên çiya giş zeft kirin, hêza wî bêhtir û rewşa wî baştir bû û her serkeftî û payedar ma. Di sala 388/998-99an de di heyamê Siltan Beha ud-Dewle[10] de Ew ji aliyê dîwana Xelifetiyê ve hat xelat kirin û bi nasnavê Nasîr ud-Dewle hat navdin.

Wî pir xêr li Meke û Medîneyê didan û li Hîcazê zahf xwarin dida nobetdarên Hecê. Wî nehişt ku hevalbendên wî yên kurd xirabî û şêlandinê bikin û ji bo vê yekê jî her ku çû qedrê wî bilind bû û navê wî bi başî belavbû.

Wergera ji erebî: Emîn Narozî

 

[1] Adud ud-Dewle: Ew Adud ud-Dewle Fena Xwisro (m. 983) ibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Ew kurê birayê navî yê Ebû Şuca´ Biweyh bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser desthilatê. bnr. Ibn Esîr, bûyerên sala sêsed û bist û yekê (321/933) yên ser desthilata biweyhîyan ku li pey vê beşê tên.  

[2] Fexr ud-Dewle: Ew Fexr ud-Dewle Elî (m. 997) ibn Rikn ud-Dewleyê birayê Adud ud-Dewle Fena Xwisro bû ku li Îran û Iraqê tev şerê birayên xwe Adud ud-Dewle û Mueyid ud-Dewle kiribû, lê ew piştî mirina herduyan hê keribû deshilatdarî bike. Bnr. el-Muncid fî l-Luxe we l-E´lam, Dar ul-Meşriq, Beyrût, 1986, r. 520.

[3] Ebû Necim Bedir: Ew Ebû Necim Nasir ud-Dewle Bedir (m. 405/1014-15) ibn Hesnewî ibn Hiseynê kurd bû ku di sala 369/979an de piştî mirina bavê xwe Hesnewî hatibû ser desthilatê û dest pê kiribû, sînorên dewleta xwe berfireh kiribû.  Bnr. Ibn Esîr; el-Kamil, b. n., 7/388 û yên pey, sal 369; M. E. Zekî, Xulasetu tarîx il-Kurd we kurdistan:, wergera erebî M. Elî ´Ewnî, 1939, Misir, çap 2, 1963, Bexdad, 2/74; Merdûx Rûhanî, Tarîx-i Meşahiri Kurd, Sirûş, Tehran 1371, 2/41-42; D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye fî ´Esr il-´Ebasiyî s-Sanî, Spîrez, Dihok, 2005, r. 193.

[4] Mueyid ud-Dewle: ew Mueyid ud-Dewle ibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Hê Adud ud-Dewle sax bû hinek dever dabûnê û piştgirîya wî dikir. bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, bûyerên sala sêsed û bist û yekê (321/933) beşa destpêka desthilata biweyhîyan û agahên ser wan ku li pey vê beşê tên.     

[5] Qabûs ibn Weşimgîr: Şems ul-Me´alî Qabûs ibn Weşimgîrê kurê Ziyar/Ziyad ku yek ji mîrek û sedarên zîyarîyan bû û di sala 366/976an de ketibû cihê birayê xwe Bîsetûn/Bêsitûn û bûbû desthilatadarê Curcan/Gurcan û Teberistanê û bi Hisam ud-Dewle re beşdarî desteserkirina Curcanê jî bûbû. Wî bi rîya nîşanên stêran dîtibû ku dê kurê wî wî bikuje lê wî texmîn dikir dê Dara be çunkî ew dijî wî radibû, lê kurê wî Minûçehr ew di sala 403/1012an de bir helakê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/375, 8/75, sal 366/976, 403/1012; Ibn Kesîr, ´Imadu ud-Dîn Ebu l-Fîda Ismaîl ibn Kesîr, el-Bidaye we n-Nihaye, Daru Ihya ut-Turas il-Erebî, Beyrût, 1997, 11/263, sal 403/1012.   

[6] Ew Samsam ud-Dewle Ebû Kalîcar Merzuban ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe hatibû ser desthilatê, lê jê re li hev nehatibû, çunkî birayê wî Mişeref ud-Dewle zora wî biribû, ew avêtibû zindanê û herdu çavên wî derxistibû. Ew heya birayê wî Mişeref ud-Dewle mir jî di zindanê de ma, lê gava ji hebsê derket çendî ku kor bû jî xelk li dorê civîyan ku ew jî rabû çû Faris, dest danî ser Şîrazê, lê kurapê wî Ebû Nesir ibn Bextîyar dijî wî derket û dû re di sala 388/998an de ew kuşt ku hingê 35 salî bû. Bnr. Ibn Kesîr, el-Bîdaye, b. n., 11/246.

[7] ew Mişeref ud-Dewle ibn Biha ud-Dewleyê Biweyhî bû û birayê Adud ud-Dewle bû ku piştî wî demekê li ser navê Biweyhîyan li Bexdayê fermandarî kiribû.

[8] Qermasîn/Qermîsîn/Kermanşah/Kirmanşah: herêm û bajarekî nêzîkî gundê Zibeydîyeyê ye û gund jî navê xwe ji Zibeydeya jina Xelîfe Harûn Reşîd girtîye ku wê Qesrek û mizgeftek lê ava kiribû, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/375; Ebu l-Fîda, Teqwîm, r. 212-13.

[9] Nehrewan: sê Nehrewan hene: Nehrewana jorîn, ya jêrîn û navîn in ku wilayeteke fireh e û ji hêla rojhilat ve dikeve navbera Bexdad û Wasitê û çend bajarên wê yên navincî hene, mîna: Iskaf, Cerceraya, Safîye, Dêr Qunna û yên din. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/375.

[10] Siltan Beha ud-Dewle: ew Beh ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî (m. 1002) ye û siltanek ji yên biweyhîyan bû ku bi tehrîka wî Xelîfe Tai´i di sal 991ê de ji ser xelîfetîyê hat avêtin û li Mûsilê bi ´uqeylîyan re şer kiribû. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 145.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev