Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 95an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 95

 

MERÎYÊ ŞÎRHERAM,

DURÛ Û HELIKBAZ

 

=Merîkî bê nan û xwê ye.

 

=Mişk bûne xwedî deng,

Pişîk kirine serheng.

 

=Banga dîk berî her kesî

Rûvî hişyar dike.

 

=Mirîşk kor bû,

Rûvî doxtir bû.

 

=Hin kes bi bav in,

Hin kes segbav in,

Hin kes bêbav in,

Hin kes jî bi gelek bav in.

 

=Bitirse:

Ji ava bê deng,

Ji merivê bê reng.

 

=Nanê wî ser çokê ye.

 

=Kûçikê me ye,

Ber derê xelqê diewte.

 

=Ji kê ra dibêm “bira”,

Ew dibê “birakujo”.

 

=Şev merîyan dişêlîne,

Rojê dua dike.

 

=Bi zimanê xwe maran ji qulan derdixe.

 

=Merîyê xirab tunebin,

Gur û mîyê tev biçêrin.

 

=Navkê min li te,

Kumê min serê te.

 

=Gula berbiro ye.

 

=Dinya roj û denek nîne.

 

=Keşîş hînî kodikan bûye.

 

=Gayê sor çermê xwe naguhêre.

 

=Xeta xar di bin gayê pîr da ne.

 

=Şedê rûvî poça wî ye.

 

=Kopekan digerim, dêl derdikevin.

 

=Destê xwe ne dêrê dike,

Ne jî mizgeftê.

 

=Te ji kanîkê av vexwar-

Keviran navêjê.

 

=Xêra hevalan bixwaze,

Ku xêr bê pêşîya te.

 

=Rihanan av li bin,

Zarxweşan dil dijmin.

 

=Merî bi xirabîyê

Çev nade hev.

 

=Ne duxum virîka te,

Ne dajom horîka te.

 

=Ez bûme gur,

Min malê dinê xwar.

Min çî te xwar?

 

=Diçe ser çeman,

Çem lê dimiçiqin.

 

=Ne xema min e,

Ne dema min e.

Qirçeqirça benuştê min e.

 

=Tûyî wî dikin,

Dibê baran dibare.

 

MERÎYÊ DEREWÎN

Û NEWÊREK

 

=Axirîya derewan rût e.

 

=Aşek ne hîştîye,

Ku arvanê xwe lê nekirîye.

 

=Derewîn,

Carekê dixwe firavîn.

 

=Derewan dikî, qe na bi cî bîne.

 

=Derew pêşê mêran nîne.

 

=Derew dijminê Xwedê ye.

 

=Bi derewan zef dûr naçî.

 

=Bi vê gepê don dixwe,

Bi wê gepê sond dixwe.

 

=Rast xeberde,

Ku pirç li ewledê te bê.

 

=Ji aş bê, serê wî ar be,

Jê bawer neke.

 

=Kelb ber derê xweyê xwe

Diha dirr e.

 

=Kumê Elî dike serê Welî,

Kumê Welî dike serê Elî.

 

=Keçel Hesen,

Hesen keçel, yek e.

 

=Gayê pîr ji tirsa xwe boxetîyê dike.

 

=Ne birayê xirav,

Ne hevalê bê zirav.

 

=Eva dirêjayî;

Ka berayî?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev