Pirsa we û bersîva me – 36

Pirsa we û bersîva me – 36

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva du pirsan ha da:

Pirsa Dildara Erfût û bersîva Nura Şane

Pirs 1: -Dema hinek kes dibêjin:

-Wî ser vê nivîsê xwe gelek westandîye. An jî: -Filankes ser vî karî serê xwe pir êşandîye. Gelo ev herdu hevok li zimanê me tên?

Bersîv 1: – Na, ne gorî qanûnên zimanê me ne, ne jî gorî mantiqa kurdî ne. Bersîva me bo wan kesan ha ye:

-Karê ku me biwestîne û serê me biêşîne, em qet nakin. Em wê demê karê xwe bi serketî dikin, dema em ji karê xwe zewqê distînin.

 

Pirsa Aramê Barî û bersîva Nura Şane

Pirs 2: Dema kurdek kurdîyeke şaş xeber dide, ez pir aciz dibim. Gelo şaş peyivîna hinek kurdan û acizîya min tiştine normal in?

Bersîv 2: -Dema kurdek kurdîyeke şaş xeber dide, ez zêde aciz nabim û ecêb jî nabînim. Acizîya min û ecêbmayîna min ji wê ye, ku kesên dora wî jê fêm dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev