Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -4

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -4

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemên Qedrî Can yên di hejmarên 13 û 22 yên di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Buhara Dêrikê

(Rûpelek ji bîra yekî dîl) 

Buhara Dêrikê ji 25ê Şibatê dest pê dike. Lê, heta pazdehê Adarê baê reş merivan diêşîne. Ji xwe newala (Zinara sior) neba ji baê jêrîn pêve- ko ew jî ji behra sipî baranê tîne- tu baên din lê naên.

Ji ber ko birekên çiyan ji rojhelat, rojava û bakur da wek hêveke sê şevîn lê digerin û dora wê digirin.

Di paş van çiyan de Rêla çiyayê Mazî heye. Dêrikê pala xwe daye çiyan û berê xwe daye şorezara Erebistanê…

* * *

Gava buhar tê, xwîn li canê min vedigere. Jiyînek nuh jî pêre tê. Em, zaroyên dibistanê- nola dîlên ko ji çalan bi ser rûyê dinê dikevin- hol dibin bi ezmanan dikevin û çirivîtan didin xwe.

Em, bi dora Mamosteyên xwe dikevin; hinek ji me xwe davên hustû û destên mamoste, hinek jî rû û çavên wî maç dikin, destûra gerê jê hêvî dikin. Paşê em bi rê dikevin. Ma qey dibistan e? Na! Em ji hev belav dibin. Mamosteyê me, me wek çêlkewan ji binlat û zinaran derdixe; dixeyide tewş e, dikene rû dide me. Vêca em digihêjin nav baxçekî, li ser mêrgekê rûdinin, taştêya xwe dixun û dest bi lîskê dikin. Her kî ji me destdirêjî dike, Mamoste gopalê xwe diheziqîne, me ditirsîne û dibêje:

– Ez nabêjim kulîlkên xelkê me qurifînin, pê li çandinîyên wan mekin.

Şîretên dûr û dirêj li me dikir. (Eha min şîret got) Na!!! şîret ne ev in. Şîret ew e ko buhara sala çûyîn mifetişê kulî Arif Ebas beg- îro li Hesiçê ji bona felata miletê me rêberiyê dike- li me kir. Herê, şîreteke ko tu car ji bîr nabe.

Rojekê Arif beg em civandin, li me şîret kirin û ev çîrok pêre got:

– Hûn mêze bikin, jiyîn wek vê buharê delal û şêrîn e. Dil dixwaze ko em bi xweşiyeke geş bijîn. Ev jî bi xebat û destgirtina hev dibe. Qenc bala xwe bidinê, di zemanê berê da padişahek di nivîna mirinê de gazî zaroyên xwe dike û ji her yekî re darikekî biçûk dide û darê her yekî bi wî dide şikestandin. Şûnda qandî wan darikan qevdeqî çêdike û dide destê wan, yek bi yek. Ji wan yek jî nikare wî qevdê darikan bişkênîne. Hingî ji wan re dibêje (Hûn jî wisan in. Hûn jî yek bi yek têne şikestin, lê hûn gihiştin hev kes nikare we bişkênîne).

Arif beg li vir gotinên xwe qedand û bi çavên zelûl xatir ji me xwest, da rê û çû…

Hawar, Hejmar: 13, sal: 1932. Rûpel: 4 

 

Şîna Xalê min

Di sisiyê Hizêranê de, li ezmanê Kurdan, tofanek ‘ecêb qewimî; histêrkek pir bi şewq û pir bi nûr ji nişka ve rijiya, xîdî, xwe da riya dinyake din û ne hat!

Ji ber vî halê ko îro li dinya me ronahî kêm, hizin û milal zêdetir bûye; ehlê dunya Kurdan- nemaze rewşendar ji rewşa wî histêrkî- kezeb birîn û dil bi xwîn mane. Yek jê ez im; baxê giyanê min mij û xumama şînê girtiye; hindirê min ji xem û xeyalan can bi can zebûn û birîndar e.

Gelo çi bû? ma hîn dê çi bibe! Xalê min, welatê min, mamosta û rêberê min destê xwe ji min qetand û ket bin axa reş û sar. Hey wax! hey wax!

Xalê min ji bavan de xesmê min bû; lê roja ko ez agahî çêyê û xerabiyê bûm ew bû dostê min. Ji lewra ko miletperwerekî hêja bû… Tirsa bav û birê min, riya min li ser mala wî ne birî, tehdîdê mirovê min stewr man…  min bi rûhê xwe ve ew diparast. Wî jî bi dilê xwe ve ji min hez dikir…

Gelo ji bû çi welatê xwe î buhiştîn terk kir, dest ji xaniman û şanişînê xwe kir û hat li van çolan û çiyan der bi der geriya? wî bi xwe ev pirs ji xwe ne kiri bû. Işqa miletî her tişt li ber wî bê qîmet kiri bû…  Hati bû xebata welatê xwe, tola kuştiyê miletê xwe. Heyhat! Xwedê pê re ne bir serî, pêta agirê hindirê wî ew kuşt, mirazê wî bi wî re çû gorinê.

No! no! ne mirazê wî, ne ew bi xwe jî ne çûne gorinê. Mirazê wî mirazê me, mirazê gişkan bû. Ji lewra bi me re, di me de dijî û heta roja paşîn jî dê bijî. Bi xwe jî ne çûye gorinê. Ji ber ko her çi di riya miletê xwe de dimirin laşê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezman ve bilind dibin û ew bixwe di dilên welatiyên xwe de dijîn.

Efendî di lawaniya xwe de Kurdperwer bû. Di mitarekê de civata kurdî li Dêrikê eşkere vekir. Ew bi xwe bû serwerê civatê, ji her alî libat (ÇÚÖÇ) civandin. Pirî jêhatî bû, hêj bîst û çar pênc salî bû, bû serekê du sê eşîran. Memûrîtir ko di destê xwe de dida lîstin. Di şerê Şêx Se’îdê rehmetî de çiqas beg û axayên welatê me û nêzingî me hine bi piyayên xwe ve çûne hemberî Şêx. Lê Efendî ne çû. Bi ser da bi çend piyayên xwe ve derket çiyayê Mazî. Ajot ser qereqola gundê (Şewaş)ê. Esker û ceberxana wan dîl girt. Gava şehîdê şêrîn Kemal Fewzî beg hate girtin, Efendî bihîst ko ewê Kemal Fewzî beg di riya Sêwrekê de bibin Enadolê. Ji ber bihîstina vê xeberê birayê xwe Salih beg (ew jî bû şehîdê miletê xwe) bi çend peyan ve şand ser riya Sêwrekê ko Kemal Fewzî beg ji destê neyaran bi derxîne. Lê sed heyf di riya Xarpêtê şan dibûn.

Di pê şikestina Şêx de serwerê delal jî birin ber pirsiyariya Istiqlalê. Lê xwedê ji wî afatî xelas kir. Şûnda sorgonî Enadolê kirin. Li wê jî rahet ne disekinî; hevalê xwe yê nezan îqaz û irşad dikir, bi hevalên zana re civat çê dikir. Ji lewra li cîkî sekna wî tune bû, du rojan li cîkî ne dima. Bi derekê din ve dişandin.

Piştî ‘efwê dîsa hat welatê xwe, xort li dora xwe civandin. Bi civata mezin re mixabere kir… Ji xortên dora wî yek jî ez bûm. Tiştekî wî ji me veşartî tune bû. Gava ko hate Sûriyê xeber da min û çend hevalan. Lê her wekî Hawarê nivîsandiye, Xwedê ji tu û wan ra li hevdû ne anî.

Berê wî bi jêr ve rast kirin, piştî hatina wî zarokê wî jî canê xwe xelas kirin, lê di feqîrî û zelûlî da.

Salek ne çû min jî da dû: Me li Hesiçê hevdû dît ji ber ko birazîkî wî mamekî me kuşti bû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiyê, ji berê germtir bû.

Efendî bêguman hêja bû. Hevalê wî kêm têne dîtin. Ji bo vê wefata hezîn şîn û girî, reşgirêdayên li her Kurdê xudan rûmet dikeve. Xwedê rehma xwe lê bike, me jî bi rehma wî şa bike…

Hawar, Hejmar: 22, sal: 1933. Rûpel: 6

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “..Lê, heta pazdehê Adarê baê reş merivan diêşîne…
    ..baên din lê naên..
    ..bi ezmanan dikevin û çirivîtan didin xwe..
    ..me wek çêlkewan..

    ..Şûnda qandî wan darikan qevdeqî çêdike û dide destê wan, yek bi yek. Ji wan yek jî nikare wî qevdê darikan bişkênîne. Hingî ji wan re dibêje (Hûn jî wisan in. Hûn jî yek bi yek têne şikestin, lê hûn gihiştin hev kes nikare we bişkênîne)..

    ..Ji ber ko her çi di riya miletê xwe de dimirin laşê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezman ve bilind dibin û ew bixwe di dilên welatiyên xwe de dijîn..

    ..hêj bîst û çar pênc salî bû,..

    Ji bo vê wefata hezîn şîn û girî, reşgirêdayên li her Kurdê xudan rûmet dikeve. Xwedê rehma xwe lê bike, me jî bi rehma wî şa bike… „ (Bala we jî kişand.! Ew nabêje; beheşt, dojeh.. û falan-bêvan.. Gotinên wekî dewera me dibêje. )

    Ma ez çi bibêjim;
    Rastî jî ew hê jî Can e û war jî bimîne..

Şirovekirin hatine girtin.