Nemumkuniya Kirdeyê di romanên Samuel BECKETT de

Nemumkuniya Kirdeyê di romanên Samuel BECKETT de

Asya Dawid

Di tegihîna kirdeyê ya dinyaya modern de, mirov bi fikarên xwe yên ku tîne ziman, carcaran bi awayekî sembolîk jî van fikaran didin nîşandan. Xwe û derdora xwe, bi riya avahiyên neguherbar ya di hiş de vediguhêzîne û bi nasnameya xwe re rû bi rû dibe.

Bes di siya van avahiyên neguherbar de cihê kirdeyê çawa diyar dibe? Li gor nêrînên postmodern/postbinyatparêz, kesayetî, xwebûn (benlik), nasname û hebûna xwe bi hişê xwe nîşan didin, lê belê nikarin vê yekê berdewam bikin, lewra xwebûna xwe û koka xwe baş nizanin. Weke xusûsiyetekê, wê cîhanê red dikin, ku li ser hîmê hestiyarî û baweriyê ava bûye. Çimkî ez-îtî xêndî hebûnê ye; çi be ne ew tişt e; tenê weke Ez qebûl dibe, ku ev qebûl wateya navendbûnê saz dike – berevajî vê yekê jî mumkûn e, lewra tiştekî bi navê navend nîn e.

Wate, hîn di dema pêkhatinê de li ser qopiyekê tê avakirin; qopî dişibe ew a resen, him naşibê, him dişibê, lê tim dikeve dewsa wê.

Hişê saf û esasî, ku li gor tê gotin berî zimên û çandê çêbûye, ji ber ku daxilî nava sînorê têgihîştina me nebûye û tenê ez-îtî (xwebûn) bi saya hiş tê teyisandin, di serî de xelet e.

Yek ji palpiştên sereke yên postmodern/postbinyatparêziyê bêkokbûna kirdeyê ye û kirde li hember temsîla xwe derdikeve.

Bi taybetî piştî Nietzsche (Heidegger, Foucault, Derrîda, Lyotard) kartezyen epîstomolojî têk diçe û modernîte bi dawî dibe. ”xwe di yekbûnê de û yekbûnê di xwe de” hildiweşîne; yanî tiştê ku felsefeya kirdeya modern dihewîne tê hilweşîn.

Di heman kontekstê de Beckett ev yek pirr baş fam kiriye. Lewra baweriya wî bi afirîneriyeke sabît nayê; li gor wî dinya ne carekê hatiye afirandin, her roj diafire. Bi vî awayî, li cîhaneke ku sabîtbûn û westarî lê tune be jiyan tim li neqebekê (arayüzey) dihukime û ev yek wek cezayekî sermedî li ser kirdeyê tê ferzkirin; Ez di nava xwe de dibe pirkes; ji ber vê jî tenê ye, nizane û nayê zanîn.

Li ser vê, ”Barthes” felsefeya veqetiyayî ya kirdeyê darî çavan dike: “Tevahiya kirdeyan bêîtîfaqiyê nîşan didin’’. Herweha Foucault jî dibêje: “Nasnameyeke sabît ya mirovan tune ye; mirov di bin hêza veşartî ya hebûnê de ne.”.

Ji ber vê jî, meriv nikare behsa rastiyên neguherbar ên ayîdê xwezaya însên bike.

Metnên Beckett, mantixê temsîlê hildiweşînin û ne dihêlin xwendevan karibin pirjimariya hêmayên tîr û zemanê perçekirî têbigihîjin, ne dihêlin xwendevan karibin şanîdêran veguhêzin şanîdêrên watedar.

“Çîrokbêj him xwe tarîf dike, him bi çavekî din tê tarîf kirin. Lewma jî nikare bibe xwediyê çîroka xwe; tenê dikare bibe taybetmendiya çîrokbêjiya kesê sêyemîn ê bênasname.” (Remezan Alan).

“Naxwe, hew Ez heme, ku ne derbarê wî de bi ti tiştekî zanim û ne karim derbarê wî de tiştekî bêjim.” Beckett (Sêber).

Malone, ji ber ku dawiya berhemê vekirî hiştiye, xwe ji vê rola afirîneriyê bêrî kiriye, bi saya binavkirina tiştan, him ew tişt, him xwe û him hêza binavkirinê bêîmkan kiriye. Bêîmkaniya kirdeya modern.

Ev jî bi gotina Derrîda: “Têkberekî zêde û pêvek (eklenti)ek e, ku ji bo neqişandinê tê bikaranîn.” .

Mînak: Di romanên Beckett de, bi taybetî di “Sêber” û “Gelo Çawa” de; herçiqas çîrokbêj tên guherîn jî, tim weke heman kes diaxive. Tim ev tê dubarekirin. ”Ez” ê ku miqîm diaxive û qet nabetile kî ye? Dixwaze çi bêje? Û gelek pirsên din… Ev pirs hemû bêbersiv dimînin.

Derbarê binyada berhemê de, ji xêndî handana bêxemiyê, ti tiştekî dî palpiştiyê ji van pirsan re nake – qene em nabihîzin.

Ma çi girîngiya zanîna bersivan heye?

(Ev nivîs beşek biçûk ji teza min ya lisansê ye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Маруф Асланов

Блоггер; Джалал-Абадский государственный университет

Qeydên dişibine hev