Sînemxan Bedîrxan;Serxwebûna Kurdistanê, li ser hemî hizba ye

Sînemxan Bedîrxan;Serxwebûna Kurdistanê, li ser hemî hizba ye

Nevîya Mîr Bedîrxan, keça Celadet Bedîrxan Sînemxan Bedîrxan, tarîxa îlankirina referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê weka ferdekî malbata bedîrxaniyan ji bo Peyamakurd nirxand.Li gor Sînemxan, di vê wextê de, divê hemî hizb bûn bê ji bîr kirin, tenê bibin Kurdistanî û Kurd. Bedîrxan, axaftina xwe wisa domand;

Te dema îlan kirina refarandûma serxwebûna Kurdistanê bihîst weka ferdekê malbata Bedîrxaniyan ku di vê şoreşê de gelek keda wan heye, te çi hîs kir?

Ya rastî gellek kêfa min hat. Ez hêvîdarim ku ew referandûma çê bibe pêngaveke ji bo Kurdistanekê me hemî. Em bibin dewletek, em bibin welatek, ne çar perçe bibin Kurdistan, bila nasnama me hebe, ala me ji xwe heye, bes lazime ala me temam bilind bikin li hemî erdê Kurdistanê.Lewra ez heznak im bibêjin da ku,başûr,bakûr û rojhilat û rojava. Kurdistanek yek û serbixwe.Ya rastî, min dema îlan kirinê bihîst min got xwezî bavê min, dayika min, mamê min, mêrê min saxbana. Ev tiştê bihistîbana, çima ev e bû armanca wan, ev e bu xewna wan, ev e bû tiştên ku dixwastin, ji bo wê kar kirin, jiyana xwe terxan kirin. Lê mixabin ne hertişt,yê ku mirov dixwaze çê dibe. Tiştekî tê bîra min, waxta ku ez piçûk bum, rehmetî bavê min ez birim dibistanê birê ve êdin ji bo min behsa cizîrê dikir, birca belek û Digor waxta ku tu mezin bibî em ê bihevre herin. Lê mixabin ez bi tenê çûm, ew birca belek nedît.

Referandûm wê ji bo millet ê kurd çi bixwe re bîne?

Referandum, wê navekî ji me re bîne. Êdin em nabêjin, herêma Kurdistanê, em ê bibêjin Kurdistan. Di kombînekê de me got, gelek pêwîste hemî Kurdên me deng bidin ji bo referandûmê. Bila nebêjin, ev e nasnama wê/wî Iraqî ye, Turkîye ye, Surîye an Îranî ye. Lazime Kurd Kurdistanî be, xelkê Kurdistanê ye, Kurdistane deng bide. Çima ya rastî ev e wekî xewneke, wekî çawa cara ewil wextê min ala Kurdistanê bilind dît, çawa ez girîyam ku ev tiştek e veşartî bû.Me nedikarî bû em ala xwe bilind bikin.Belkî nûha jî ew tişt jî bibe rastî, ew tişt bibe ji bo me pêgavek ji bo serxwebûnek mezin. Welatekî mezin, em hemî bibin yek, êdin bes e. Dibêjin ev e partîye, hizbe. Yanî niha lazime em temaşeyê ew referandum bikin ku Kurd ne wekî partîyên sîyasî,ne tiştekî sîyasîye, ev tiştekî aîdê milletekê ye.Çima bila sed hizib hebe, lê çîyê 40-60 mîlyon Kurd hene, ne hemî ew hizbin yan jî haya wan ji hizbê heye.

Di xeyala te de dewletekî çawa hebû û an heye?

Ji bo me ji hemîyan girîngtir xwendin bû, pêşveçûn bû. Ew tiştekî ku xirabî min dît, lazime em deynin pişt xwe û em bir ê ve biçin pêş. Nîne herne pêş, herine pêş, lazim e em biçin pêş. Em bixwînin, bizanin dîroka me çîye, em ji ku derê hatine. Mixabin li dibistanê de, me dîroka Ereba xwendiye, yê Tirkan xwendiye. Niha ji me re tiştek lazim e, kîtebekî dîroka me.Eslê me çîye.Li vir ji bo mînak,dibêjin fîlankes nivîskar bu,Kurd bu, xelkê nizanim çi bû, ev ne besî me ye. Divê kîtebek hebe, din av de çend dewletê me hebûne, çend mîrneşîn me hebun, dîroka me hemî, em hatin kuştin, em hatin zindan kirin, em hatin derxistin. Divê pêwîste zarokên me vana hemîyan bizanibin. Ne tenî filan kes serokê fîlan cîyê ye, yan jî fîlankes mîrneşînê baban a.

Li gor te divê sîyasetmedarên Kurdistanê tevahî di vê pêvajoyê de betir li ser çi baldar bibin?

Ya rastî ji hemîyan girîngtir bibin yek. Rehmetî dêya min digot; yekîtîya Kurda bide min, ezê Kurdistanekî azad bidime te. Ev e ya berîya 50-60 sal. Niha tiştekî ku em dixwazin em bibin yek. Bakûr bibe, başûr bibe, rojava û rojhilat bibe. Tu dibinî li rojava çend partî hene, 60 in 70 e ev a ya nexweş e. Partî xweş e, bes lazim e usulekê hebe, ne ku em rûnin rexne li yek û dû bikin, behsa hevdû bikin û lanet li hevdû bikin ev ne waxta wî ye. Cêgerxwîn jî gotiye, heger em nebin yek, em ê herin yek bi yek.

Li gor nêrîna te piştî dewletekê serbixwe çi li pêşîya Kurda ye ?

Xwedê neke lê bes ez dibêjin wê şer çê bibe. Wek çawa me girt halepçe, enfal, barzanî, lêxistin, lê lazime em xwe bigrin. Ev e waxta me ye, ev e waxtakî dîrokî ye.Tiştekî ketiye destê me ku em bikaribin bêjîn, ev e me welatek heye. Ev welat me bixwe xwest. Lazime em mêjîyê xwe vekin û ji bîr bikin, fîlan hizip, fîlan partî, tenê bêjin Kurdistan û em Kurd in.

Bertekên ku dewletên cîranên başûrê Kurdistanê li hemberê referandûmê didin tu çawa dibînî?

Îran, Turkîye, Iraq, Sûrî ye hemî dijminê me ne. Hemî jî nerazî ne. Hemî jî tiştên xirab tînin serê me. Ji ber wê yekê pêwîste em ser pîyên xwe bimînin. Êdin nebêjin na xeberê te ye, na welleh ne yê Tirkaye, ya Erebay e û hwd. Ev a Welatê me ye, waxta wi ye êdin em xwedanê welatê xwe bibin. Nebêjin herême. Rehmetî Qazî Muhammed hate kuştin ji ber Kurdistanê, bila ev nê ji bîr kirin.

Şepal

records Source:http://www.peyamakurd.com/kr/2017/06/23/sinemxan-bedirxanserxwebuna-kurdistane-li-ser-hemi-hizba-ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev