KURDPERWERÎ

KURDPERWERÎ

Kêm caran dibe, ku di nivîseke biçûk da xwendevan xwe him li Ewrupayê hîs bike, him jî li Kurdistanê, him gundî be, him bajarî, him asta nivîskarîya klasîk tahm bike, him jî ji nimûneyên folklora me lezetê bibîne, him bi ziman û welatê xwe serbilind be, him jî qerf-henekên xwe bi kesên ji kultur û kevneşopîyên xwe dûr bike, him guharê guhê mêran, him jî şal û şapikên kurdî bibîne.

Belkî ev xetên ji gotara nivîskarê malpera me Devliken Kelogirî hinek kesên xalifî-xwelîliserêxwekirî şîyar bike, li xwe bihesin, xwe nas bikin û li xwe vegerin…

-Bê ziman meriv sêwî ye, lê wexta kultur jî dihere, êdî meriv sêwiyekî tazî ye.

 

Devliken Kelogirî

Vê sibehê, berî mirîşk ji dîkan re taştê hazir bikin, ez şiyar bûm.
Taştiya wan nan û zebze û fêkî û genim e, ya me jî hêkên wan in.
Ew bi me, em bi wan, bi kurt û kurmancî me bi hev kêf kiriye.
Li Stenbolê bi hêkên zerîetê ku mîna mejiyên çolbeyar asîmle bûne mahdê me di devê me re derket êdî.
Lê li vir anku li Kurdistanê, bi xêra hêkên ekolojîk ku hîn xwediyên wan entegre nebûne, em bi tahma xwebûnê dihisin.

Bi piranî telefona min bêdeng e, loma jî dû re ez li kesên li min digerin hay dibim. Lê vê carê wek her car nebû û telefona min di destê min de bû wexta Şevgerê bi şev û roj digere li min geriya.
Go, va ye ez li nav bajarê te me û ez dixwazim te bibînim.
Weleh hema çi li min bû ez bi wan derketim pêşiyê.
Kaprî, tîşortek û şimikek.
Bibore, berçavka min a seksî jî…
Heta min xwe gîhand nav sûkê ew jî hat.
Wek her car, şal û şapikên wî û çefiya wî li dora serî, bi kenekî hurkurdî ku tayên simbêlan di bin de direqisîn ji tirimbêlê peya bû.
Me bi destê hevdu girt û em çûn dev û rûyên hev. (Şaş fêhm nekin. Maçîkirina “dev û rû” wek qalib rûniştiye û tê wateya ku meriv gepên hevdu maçî dike. Bi vir de û wê de nekişînin)
Û me xwe li nav pêlên însên qewimand, em ketin rêya malê.
Seadetê li malê ji me re taştê hazir dikir.
Heta em gîhaştin malê nizanim bê çiqas însan bi awirên ecêbmayî û bi çavên entegrebûyî li me nêrîn.
Ez çîprût, pordirêj û bi guhar, ew bi şal û şapik û çefî û gopal…
Ji min bêtir girêdana Şevger bala xelkê dikişand, ji ber ku Şevger neentegrebûyî bû. Cil û bergên Şevger ên neentegrebûyî bala çav û mejiyê wan ên entegrebûyî dikişand.
Meriv ji nirxên axa xwe bi dûr bikeve!..
Belê, Kurd ji nirxên xwe dûr dikevin.
Berê ziman ji me xeyidî,
Nuha jî kultûr û kevneşopiyên vî zimanî ji me dixeyidin.
Bê ziman meriv sêwî ye, lê wexta kultûr jî dihere, êdî meriv sêwiyekî tazî ye.
Kurd li ser axa xwe, li bin siya nirxên welatê xwe sêwiyên tazî ne.

Şevger, bi cil û bergên xwe yên vê axê, bi şev û roj li ser dîreksonê tira xwe, geh li Stenbolê, geh li Bûrsayê, geh li Eskîşehîr û Enqerê zîz dibe. Ne li germê dipirse, ne li sermê, her evdal e li ser van rêyan.
Evdalê zimanê xwe,
evdalê kultûra xwe…
Bi vê sekna xwe ya Kurdî-Kurdistanî ji dagirkerên xwe re dibêje, “Em em in, hûn hûn in. Hêz û qaweta we têr nake ku hûn me bikin wek xwe û kultûra me ji me bixeyidînin.”

Welatperwerî-Kurdperwerî bi quretî û megalomantiyên pûç û vala nabe.
Welatperwerî-Kurdperwerî bi mejiyên çolbeyar ku di nav destên dagireran de perçe perçe bûne nabe.
Welatperwerî-Kurdperwerî eşq e, ji dil tê…
Welatperwerî-Kurdperwerî seknek e, dilsozî divê, ûjdan divê, bext divê…
Welatperwerî-Kurdperwerî ji hezkirina axê tê, ax Kurdî ye…
Welatperwerî-Kurdperwerî Kurdî bi xwe ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev