AXAFTINA ŞAHIDÊ QETLÎAMA ERMENAN

AXAFTINA ŞAHIDÊ QETLÎAMA ERMENAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Hêvîdar im ku her kes vê nivîsê bixwîne û li ba xwe wek belge arşîv bike.

Sal 1994, meha 12, min sê şerîd ji devê Mele Xelîl dagirtin. Bi taybetî ew beşa li ser Qetlîama Ermenan pir balkêş e û dengê wî niha li Stockholmê di arşîvan de tê parastin.

Mele Xelîl sala 1897an hatiye dinyayê û sala 1999 jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Lê li gor hin gotinên dî, ew sala 1906 hatiye dinyayê.

Mele Xelîl, weha gotiye:
”Bavê min (Mele Hacî) meleyê gundê Başko bû, gund ê Mala Evdilwehab Beg bû. Hingê du beg li wirê hebûn. Mehrem Beg û Sadiq Beg, birayên hev bûn. Meletiya xwe sala fermana Filehan (1914) dane bavê min.

Hikûmat li Filehan hatibû xezebê, mêrikê Fileh û jinika Fileh li kurê bidîtina bêsiwal û bêciwab dikuştin. Îcar ev Filehên ku xilas bûn jî, kurmanca ew bi riyên cihê xilas kirin.

Ji Kurdan yê ku qîza yekî Fileh anî, diya qîzikê û birayên wê jî anîn mala xwe û (ji ber dewletê) wan weşartin.

Ê ku, mesele, jinekê anî, jinikê û zarûkên wê tev anîn xwedî kirin.
Ê ku ji bo misilmantiya xwe jî… Kurmancan ew xilas kirin.

Mehrem Beg û Sadiq Beg Filehên xwe nedidan dewletê.
Îcar Filehên wî welatî temam hatin ketin Başkoyê, tam 300 aîle.

Bîra min li kuştina Filehan tê, weke gavanan ku dewar didin pêşiya xwe, Fileh dan pêşiya xwe, dibirin newalan û kuştin.

Li Farqînê Behcet Efendî, qumandarê cendirmeyan bû. Eskerekî giran anî û hat Başkoyê, go: Bira Fileh bên koçkê.
Koçka Beg weke sera bû. Ez jî çûm ber deriyê koçkê. File çûn wê derê û wan girtin. Li wî şeqî, girek heye dibêjin Garisiya Dirsê, girekî bilind e. Îcar pêşiya wî newal e. Temaman li wê newalê kuştin û xistin binê erqê.

Çend roj bihurîn, esker dîsa hat Başkoyê. Zanibûn ku hê Fileh mane.
Îcar min dî qeflek ji zilaman û ji zarûkan û ji pîrekan dane hevûdu û anîn, di bênderan re derbas kirin.

Xwedê neyne serê kesî, lawo. Ê de malûm e, kuştin e. Gurmînek ji wan tê, digirîn, hewara Xwedê…
Ya Rebî tu neynî serê kesî!

Girek li wî alî hebû, digotin Şerefîka. Fileh birin serê wî girî temam kuştin û xistin wê newalê.

De tiştê ku hat serê mêrikê Fileh, lê belê yê me kurmanca xirabtir hat serê me. Tiştê ku hatiye serê me, lawo, nehatiye serê Filehan.

Lawê min, evan Filehan tiştê ku kiribûn, temamê wî, emelê wan ê pîs bû hat serê wan.

Li Başkoyê bavê min heşt aile Fileh ji kuştinê xilas kir û anîn mala me. Bavê min xortik û zilaman bir mizgeftê û wan kir feqiyên xwe, jin û zarûkên wan jî di kadîn û axura me de diman.

Jinek bi navê Xatûnê tevî kurek û du keçên xwe hebûn. Îcar bavê min bangê Emerê Xerzî kir, li gundê Gilgilo dima. Bavê min wî nas dikir, pîreka wî miribû. Bavê min Xatûnê dayê û got: Emer vê jinikê mar bike, kur û keçikên wê jî xwedî bike.

Piştî çend mehan bavê min ew Filehên li ba me, du feqî xistin pêşiya wan û ew şandin Binxetê.
Bavê min got feqiyan: Bi şev bi rê ve herin û bi roj xwe di newal û kendalan de veşêrin.

Lawê min, Eşîra Reşkotan, Hecî Mihemedê Mala Filîtê Quto Fileyên wî nehatin kuştin.
Hesen Axa yê Filîtê Quto 80-90 xortên Ermeniyan, emrê wan çardeh heya hijdeh salî, xwedî kirin. Îcar Bazo Çawîş go:
– Hesen Axa. Wele ez li nêçîrekê digerim. Ka em ê van Ermenan bi nêvî bikin.
Hesen Axa go:
– De bi riya xwe de here û bi ser min de xwar nebe.

Bazo Çawîş go:
– Hema tiştekî ji van xortên Ermen bide min.

Hesenê Filît tivinga xwe kişand û go:
– Welehî eger tu şaş bibî, ez ê bikim ku dû di nava te re derbas bibe.

Hesen Axa ewqa xortê Ermen li ba wî hebûn, yekî nedayê.”

Hêvîdar im ku ev nivîs ji wan kesan re bide aqilbasî ku dibêjin ”Kurdan Ermen kuştine.”

Bi hêviya aramî û biratiyê her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev