ÇIMA AVÊN TOFANÊ Û KANÎYA SIPÎ TEVÎ HEV NEBÛNE -2

ÇIMA AVÊN TOFANÊ Û KANÎYA SIPÎ TEVÎ HEV NEBÛNE -2

ÇIMA ADEM Û HEWA KALIK Û PÎRKA ME NÎNIN

(Ji suŕên welat û dîŕoka me bi çavên êzdîtîya kezî)

Torinê Torinî, lêkolîner

Îro jî pantêona êzdîtîyê da Şê Me(n)d padîşahê şahmar – zîya ye, Mêrê baranê – Mamereşan (demên kevnare da – Ṫeşûb) xweyê qamçîyê tîramar – birûsk e, bawerîya ber bi ,,Birûska Eṫo – Hedad,, zêndîye. Li azman biŕc – extera bi navê Zîya heye. Hê jî êzdî bi navê Ziyayê Zer sond dixwin. (Çima awazê zer – ŕexş bûye ŕeş – ew jî mijareke dinêye)…

Gor dîtin û bawerîya sûmerîyan Xwedayên ji kiryarên nepak yên merivan hêrs ketî lêhî – lêmişt li Sûmerê û li tevaya dinyayê ŕakirine, lê Aratta (Kanîya Sipî jî navda) neketîye bin tofanê, ji ber ku, xên ji cîbilindaya xwe, Aratta welatê av û axa pîroz (ji kîjanan merivên pêşin hatine çêkirinê) bûye, ,,welatê xweyê kanonên pîroz bûye,,, ,,welatê zanebûnan bûye,,, ,,welatê nemiran bûye,,, ,,welatê yêra cema (wek Cema Laliş da li cem hev civîn – berev bûna) Xwedayan bûye,, welatê ,,abzû,,, ango, welatê avzê yê çem û kanîyên pîroz û adanî bûye, welatê bawermendên ,,xweyên ŕuhên pîroz, ên li ser ŕîya ŕast ,, bûye, welatê suŕan bûye, welatê cejnên pîroz yên demên 21 – ê avdarê, 22 – ê hezîranê, 23 – ê îlonê, 22 – ê berfanbarê yên pevgirêdana Ŕo û Erdê va û aktîvbûna deştên înformasîyon û ênêrgêtîk yên Erş û Erdê va girêdayî bûye, dawîya dawîyê ew ew welatê hem hebûna dinê va, hem jî ŕuh – giyan va zengîn û çavṫêr bûye, ku xêr û xweşî bo dor – beran, ,,72 miletan,, jî daxwaz kirîye…

(Gelo merivayî wê karibe merivatîyê bike, barê evî qulçê dawîyê yê dinyayê yê dor – berê Kanîya Sipî û çîyayê Şengalê yê ji dema sûmerîyan da wek ṫiberk bê sûc mayî û bi suŕên siŕuştî va dagirtî hema usa bi bê leḱe bihêvşîne – bide xweykirin – parastinê? Nizanim. Lê pak dizanim ŕewşa evê deverê her dem wê lakmûs – nîşana dereca serxwebûn, serbestî, azadî, dêmokiratî, sêkûlarî, şaristanî, camêrî – caniktî, ŕûmetî, kurdperwarîya Kurdistanê be…)

Awa, bi dîtin û bawerîya sûmerîyan, bi fireya û saya hema evê pîrozîyê li welatê me xezeba Mêr – Xwedawendan – tofana avê ŕanebûye. Lê, werin, binhêŕin, şipûk – tofaneke dinê li me ŕabûye, ew jî ya ,,merivan,,. Çavên ên pêxas, tî û biŕçîyên çol û bestên dêm mînanî teyrên beratan her dem li evan pîrozî, şaristanî – zanebûn – zargotin, zengînî, ṫoŕnatî – arîstokratî, xêrxwazî yên welatê me bûne. Lema jî wana xeyal kirine dê û bavê xwe yên nuh: Hewa û Adem li Kurdistana buhuşt çî – war bikin, peyŕa jî bên û bi hovîtîyên xwe yên bi navên cîhad, enfal, fetwa, ferman wek tofanê hemû tiştên me: navên bapîr û dapîra me: Lûlû – Lolo/Lêlê, navên çîya û welatê me, zimanê me, ,,Memê û Zînê,, a me, dîroka me, bawerîyên me, avahî – warên dîŕokî û parêzgehên me, şarezîya me, kenên ber devên me, ŕeng – awazên me, bindarûkên me, def – zuŕna me, sînorên welatê me, mejûyê me, me bi xwe jî bidine li ber xwe, bivin, dewsê – şûnê da mirinê, çarşev û xubara beŕî û çolistanên xwe ŕaxin. Evan parazîtan, çawa ,,Pêrgamênta Silêmanîyê,, da jî tê xuyanê, her dem ,,mêrd azat,, qetil kirine, ,,jin û kenîkan,, – kinêz jî dîl birine, ku pê wana zuŕet û xwîna xwe ya qirêj û gemar hey bidne guhastinê – paqişkirinê. (Dayîkên piŕanîya xelîfeyên wana jî hema jinên ji neṫeweyên dereke bûne…)

…Lê wanara li hev nehatîye çawa çîyayên me, usa jî gên û giyanên me, mêrxasî û wêrekîya me, surên nebînayî yên welatê me yên nav ewan çîyayên warên pêşdahatina merivên pêşin û ji tofanê ŕizgarkirina merivayê da sêwirî û bi wanava kîp girêdayî bi ḱoḱêva hilkin – bivin. Dagirkerekî wek Îskenderê bi Strû (qoç) jî tiştek xwera nebir, hat û çû. Çiqwasî jî ewî ,,Avêsta,, û pirtûkên me yên diha kevnare şewitandin û talan kirin, lê dîsa jî bin tesîra aqilmendîya pêşîyên me da ma. Gava ewî bin sîya darên baxçeyê Darda yê Amîtîs a zêîya madî a ji Êkbatanê da ruhê xwe dida, daxwez – wesyet – ṫemîya xweye dawîyê kir, ku destê wî mînanî destê Ḱuliḱê Werdekê çardarê da berdin. Xwest bi aqilmendîya kurda bêje – min nîvê dinê zevt kir, lê dîsa jî bi destevala diçim, dinya wa tê, awa jî diçe…

Dinya awa namîne. Dewranên bizviŕin. Dawîyê li fen, viŕ – derewên dagirkeran, yên derbarê ûmmet û biratîya derewîn û sexte ya pê Adem û Hewayê çê bûyî jî wê bê. Wê bê ew roj, gava av, ax û bîodeştên welatê me wê xwe ji gemara çanda dagirker ya bestan paqiş bikin, hebûna dagirkeran, bi çi şêweyî jî dibe, wek hebûna Adem, Hewa yên kalik, pîrka wana, li ser xwe êdî temûl nekin. Û wê pîrozîyê dîsa li hemû kanî û çîyayên me vegere. Avên zelal û kewsar yên wana her wê buhuşta me avdin, bimînin wek çavkanîya jîyanê. Nizanim ḱengê, lê ese di nav çîyayên me da dîsa wê dewleta ,,xweyê kanonên pîroz,, ava be, serokên wê mînanî padîşahên kûtî 3 – 4 salan carekê bêne hilbijartinê. Zêŕ ên ji qiŕêjê şûştî dîsa wê wek berê biteyîsin. Gênên netewî û suŕên wane bingehîn pê dîn – îman – atqat – mesheb – îdêologîyan nayêne guhastinê, ciqwasî jî hine mîrên kor ên pê ḱemçe, çîŕok û ,,allahûakbarê,, dagirkeran bi mejû da jî genî û kor bûyî ḱozîya gundan li serê xwe wer kirine, bi hezaran xweyîngên xwe – keç û bûkên li ser dînê êzdî û ŕabûn – ŕûniştina xwe va horî – kurdewarî bi destê zorê birine, tevî şeref û ŕûmeta xwe diyarî paşa û şêxên ṫirk û ereb kirine…

Dagirker hey hatin û çûn, lê em wek şîpşîpankên avê (avşar) paşla zangên çîyayên xwe da man. Em ṫevî her ŕohilîneke welatê xwe, tevî her hingavtineke birq – birûska Mameŕeşan – Ṫeşûb – Ṫeyşêba, tevî her fûrdayîneke agirê Newroza Taûs – Dûmûzî, tevî her pêldayîneke Dicle û Ferat, tevî her dengvedana deng – sedayên kal – bavên xwe yên di nav gewgewên çîyayên meda veşartî – parastî cara cendik û cendan ji nuh va dîsa li welatê xwe, li ser ḱoḱa xwe daxuliqin – zêndî bûn. Û emê her jî wek ,,haspêt – sîwarên Ŕohilatê,, bimînin, dewsa navên dagirkeran navên pîroz yên Aratta, Sûbarî, Kûtîûm, Mîtanî, K – or – d – ûnîya, Ormê (Ûrmê), Oŕeşto (Ûrartû), Me(n)d… li cî – war, parwelatên me wê dîsa vegeŕin (helbet, heger em berê pêşin qeyd û zincîrên hundiŕê xwe da bişkênin, BI ÇAVÊ ḰÎNÊ LI HEMÛ QILÊR, GEMARÎYÊN DAGIRKERAN BINÊHRIN, xwe ji wana bişon – veşon, xwedî li gên û her pîrozîyeke xwe derkevin, zêŕê xwe paxirê xelqê ŕa û helalê xwe mirarê xelqê ŕa neguhêŕin, heger em ewan hevḱarên neyaran û hine molle û îmamên ,,kurd,, ên bi dirav û dûxana xelqê sewdeser, sews û gêj bûyî ji xewa hingorê hişyar bikin, li ser hişê wanda bînin, nehêlin ew li welatên biyanî ,,perwerde,, bibin. Ên ku îro êzdîyan kafir dibînin, nahêlin kurd cejna netewî – Newrozê pîroz bikin, ne dûre, sibê bi helandayîna dagirkeran navê ,,kurd,, jî li kurda heram bikin, zimanê kurdî jî li kurda qedexe bikin bi sedema, ku peyva ,,kurd,, wek ya ,,KÛTÎ,, ya sûmerîyan MERIVÊN ŔOYÊ, ŔOYÊDAYÎ dide kivşê û zimanê kurdî jî ne gor axavtin û tîpên koçber û bêdwînên bestan û qûmistanê – ,,birayên wane ji Adem û Hewayê,, e)…

Serdazêdekirin:

Bes nîne, xelqê ji efsaneyên horîyan û sûmerîyan dê û bavê nuh xweŕa ber girtine – peyda kirine, ew li welatê me cî – war kirinê, serbara serda jî ,,camêr,, û ,,canika,, wana buhuşta meda sûc kirine, derketine heta dijî xwestina Xwedê jî, ango, fêkîyên dara zanîna xêr û şeŕ yên alîyê Xwedê va qedexekirî – ṫobe li ser danî pekandine – dizîne û alîyê Xwedê va hatine ceza kirinê –ji buhuştê hatine qewtandinê… Derdê Adem û Hewa, wek Gilgamêş, wek Hamûrabî, wek Aşûrbanîpal, wek Îskender, wek heta Gûrcîêv û yên dine, usa jî hînbûna zanebûn û surên welatê me: fêrbûna çandina genim, havênkirina mast, amedekirina avcehê, şeravê, çêkirina zîkûrat – zîyaretan, çerx – tekereya erebeyê, zîn – bûsatkirina hespan, qenckirina nexweşan bi hêşnayên dermanîyê, kanonên ŕabûn – ŕûniştinê, sêwrandina nîşanên Zodîakê, naskirina steyr – exteran, ŕojnîşan, suŕên parêzgehên wek Xerab Ŕeşkê, suŕên nemirinê û gelekên dinê bûye.

Awa, sê sêvên sor (ŕeng – awazê sor sîmvola xwînê – jîyanê ye), ku zavayê êzdî diyarî hezkirîya xwe dike, hiç jî fêkîyên zanebûn – aqilmendîyê (kes nizane ew cend liv û bi çi şêweyî jî bûne) yên alîyê Hewayê va pekandî va girêdayî nînin. Ev sêvên xelata bûkê sê sêvên nemirinê – zêndî mayînê, bextewarîyê, xelatî ne, ku Felekê ji baxçê xwe dabû Mîr Mih (Mêr – ŕo û Meh – hîv), dema ew ji ba Felekê vegeŕya bû – hatibû li ser ŕûyê Erdê. (Mêzeke: ,,Nîşanên zodîakê li Kurdistanê hatine sêwrandinê û êzdîtîyê da têne parastinê,,, ,,Govend û jîyin,, ). Qe na, hema ṫenê bo xatira haj ji pê hebûn û têgihîştina naveŕok, felsefa sertaceke zargotina me ya destana ,,Mîr Mih,,, û bi wê naskirina suŕên gerdûnê, erd, erş – ḱembera birc – exteran, bûyîn, mirin û daxulqandin – vejînê jî merivê poşman nebe, ŕazî bimîne bo hatina xweye li ŕû hewata evê Dine, na, wele – Xwedê, dîsa li çîyayên bi surî ên Kurdistanê (k – OR –d istanê – welatê ŔO yê) …


Êzdî mînanî kal – bavên xwe yên ûrartûyî û horî – mîtanîyî bawer dikin, ku sê Dinya: ya li ser axê, ya li azmana û ya axretê hene. Û mîfologiyan da derbarê ne ku tenê mar – zîya yên ezmanan, lê usa jî yên erdan da hatîye gotinê. Beytên, çawa yên êzdîtîyê, usa jî yên msirîyên kevnare, yên derbarê sêwrandina Kinyatê – kosmogonîyê da tê bes kirinê: gava ne Erd bû, ne Ezman bû, ne jî marên nav axê da bûn… Gor nêŕîneke heyî zîya yê ,,ji axê çêbûyî,,, nava wê da jîyan kirî û her bahar ṫevî wê kiras guheŕî – nuh bûyî jî sîmvola Erdê bû. Lema jî dîmenên çend hezar sal kevnar yên li ser zangan lêkirî da ŕo dikeve devê zîyê, weke kû di mixare – Erdê da heŕe ava.

Çawa li jorê hate gotinê, sûmerîyan Kurdistana kevnare ,,welatê avên pîroz,, navkirine. Bi ŕastî jî, bavkalkên kurda tevî axê usa jî avên kanî û çemên Welatê xwe pîroz dîtine. Li seranserî Kurdistanê zîyaret piŕanî li cîyên aktîv ên bîodeştên berŕoj û berpalên çîyan li ŕex çavkanîyan û li ber kenarên çeman bûne. Hema li evan deran jî demên piŕ kevnare de peykerên zîya yên gewre – ejdah, bi nav lê kirina êṫnograf Emînê Evdal – ,,Zîyayên kevirî,,, hatine seknandinê… Dibek serekanîya têrmîna ,,zîyaret,, hema peyva ,,zîya,, ye…).

(Mêzeke usa jî: Ṫoŕinê Ahmed – ,,Aîna dînê êzdî xweykirya bîr – bawerîêd gelêd hindavropîye kevnare ye. Qsa duda. Çima êzdî xwe peyhatîêd Adem hesav nakin,,. Ŕojnama ,,Ŕya Ṫeze,,, 28 – ê nîsanê, sala 1999 – a).

(beşa vê gotarê a pêşin me duh çap kiribû)

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev