Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -3

Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -3

Ev nivîs berdewama gotara lêkolîner Emîn Narozî ye, ku me 2 beşên wê yên pêşin di malpera xwe da çap kirine. Fermo beşa 3an bixwînin û wek me lezetê jê bibînin. Beşa çaran emê piştî çend rojan çap bikin.

 

Çûna Ibn Hesnewîh bi Ebû Cafer îbn Hurmiz re ji bo dorvegirtina Bexdayê

Wergera ji Erebî: Emîn Narozî

Ebû Cafer Hecac îbn Hurmiz[1] li Iraqê nazirê Beha ud-Dewle bû, pişt re wî ew jê avêt û Ustad Hurmiz Ebû Elî ibn Ebû Cafer anî cihê wî û kir spahsalar. Lê Ebû Cafer jî li navçeya Kûfeyê ma û şerê serdarê leşker kir, spahsalar ew şikand, lê dû re di sala 363/973yan de dîsa di nav wan de çend şer derketin. Wan (Ebû Cafer û hevalbendên xwe) li ser xirabiya bi erebên ‘uqeylî, xefaceyî û esedîyan re şer didomand û ew ditirsandin.

Wê demê Beha ud-Dewle jî bi şerê Îbn Wasil[2] ve ku heyanî sala 393/1002yan jî domand, lepikî bû. Îbn Wasil jî qesta Qilîçê xwediyê Xorasanê kiribû, çûbû cem û herduyan ji ber xirabiya spahsalar li dijî wî li hev kiribûn. Di wê salê de ew (Îbn Wasil) mir û serekleşker jî rabû neyarê Bedrê kurê Hesnewîh, Ebû Feth Mihemed îbn Qilîç Enan[3] danî cihê wî. Ebû Fetih jî rabû hinek kurdên ku ji eşîra Bedir ya şadincanî bûn, lê jê nexweş bûn dijî Bedir rakir.

Hingê Hulwan di destê Ebû Fetih de bû, Bedir bi vê kirina Qilîç ‘Enan pir hêrs bû, rabû xwe da hêla Ebû Cafer û gelek bavikên kurdan yên mîna Mîr Hindiyê Sa‘dî, Ebû Îsayê Sa‘dî[4] ibn Mihemed, Weram ibn Mihemed û hinekî din li dora wî civand. Elî ibn Mezîdê Esedî[5] jî bi wan re bû, Tevan bi hev re ajot ser Bexdayê û bi qandî qonaxekê nêzî wê daketin.

Ebû Fetih îbn ‘Enan/Enaz xwe da cem serdarê leşker û ji bo parastina Bexdayê pê re ma ta ku nûçeya şikestina Îbn Wasil û serkeftina Beha ud-Dewle ji wan re hat. Hingê ew bi lez ji ser Bexdayê rabûn, Ebû Cafer jî tevî Ebû Îsa û peyambirê Beha ud-Dewle çû Hulwanê. Di pey de Îbn Hesnewîh çû wîlayeta Rafi‘ îbn Me‘anê ‘Uqeylî[6] û li Miqeledê bi miseybiyan re bû yek.[7]

Dema Bedir Ebû Fetih îbn ‘Enan ji Hulwan û Qeremsînê deranîbû hingê wî (Rafi‘) ew hewandibû [û ji ber vê yekê] jî Bedir çû dest danî ser wîlayeta wî û leşker şand ser deverên Rafi‘ yên Cenabê,[8] ew şewitandin û hedimandin anîn xwar. Ebû Fetih îbn ´Enan xwe gihand cem serekleşkerê Bexdayê û jê sozê alîkariyê sitand.

Gava Beha ud-Dewle Îbn Wasil kuşt û ji şerê wî vale bû, hingê ferman li leşker kir ku herin ser Bedir ibn Hesnewîh, çunkî wî alîkarî bi wanên ku çûbûn ser Bexdayê re kiribû û çûbû hawara Îbn Wasil. Ew (serekleşker) çû heya gihişt Cindîsabûrê/Gundê Şapûrê,[9] li wê derê Bedir ji bo lihevhatinê qasid şand cem û xerceriyên leşkerê wî dayê, ku ew jî ji ser vegeriya.

 

Serîhildana Hîlal îbn Bedir îbn Hesnewîh dijî bavê wî û şerê nav wan

Diya Hilal ku ji bavikê şadincaniyan bû, meriva Ebû Fetih ibn ‘Enan/Enaz û Ebû Şewek ibn Muhelhil bû. Bavê wî di destpêka çêbûna wî de ew (dîya wî) berdabû û ji ber vê yekê jî ew ji bavê xwe dûr ketibû. Bedir, kurê xwe Ebû Îsa ji xwe re çêtir dît û bi tenê Samixanê da Hilal. Wî (Hîlal) cînariyeke xirab bi Îbn Medadiyê[10] xwediyê Şehrezorê re dikir ji ber ku dostê Bedirê bavê wî bû. Çendî ku bavê wî xwest ji Medadî biqere jî lê wî dest jê berneda û her car meriv dişandin cem Îbn Medadî û gef lê dixwarin.

Gava bavê wî xeber şand cem û sondika wî xwar, hingê wî jî di keleya Şehrezorê de dora wî girt û li ser sekinî ta ku keleyê zeft kir, Ibn Medadî kuşt û dest danî ser malê wî. Hingê nava wî û bavê wî zahftir xira bû û ji ber ku bavê wî ji bo îbadetê xwe ji kar û barê dinê girtibû, hevalbendên wî tev gihan Hîlal û ew jî çû şerê bavê xwe.

Ew li Dinewerê rastî hev hatin, Bedir şikest, hêsîr bû, lê Hilal piştî vegirtina keleya ku ew lê dima, rabû têra wî mal dayê û ew ji bo perstinê berda. Gava Bedir li keleyê bi cih bû, wî keleyê qenc asê kir û xeber şand cem Ebû Fetih ibn ‘Enan û Ebû Îsa Sa‘dî îbn Mihemed ku li Esterabazê[11] bûn û ji bo girtina aqarê Hilal ew handan û xirandin.

Ebû Fetih hingê çû Qermîsîne û ew der zeft kir ku ji wir jî berê xwe da Deylemê û Hilal jî li pey çû wê derê û şûr xist nav deylemiyan. Îbn Rafi‘ fersend dayê ku Ebû Îsa bigire, lê Hîlal ew bexşand û bi xwe re bir. Bedir jî ji keleya xwe xeber şand cem Beha ud-Dewle û jê daxwaziya alîkariyê kir. Wî wezîr Fexr ul- Milk[12] digel hinek leşker ve jê re şand û çû heya giha herêma Sabûrxwastê.[13]

Hîlal bi Ebû Îsa îbn Se‘dî şêwirî, wî destnîşan kir ku ya baştir ketina ber fermana Beha ud-Dewle ye. Ger ku nekeve ber emrê wî jî bira leza şerê pê re neke û heya jê bê şer dereng bixîne. Ew li gotina wî ket gumanê [bi ya wî nekir][14] û bi şev çû dora Fexr ul-Milk girt. Fexr ul-Milk bi leşker re siwar bû û çûyê, li ser rawestiya heya ku Hîlal bêgav bû, şand cem û diyar kir ku ew ji bo ketina ber emrê wî hatiye wê derê. Gava peyambirê wî yê vê agahê çû cem Bedir wî ew qewirand û bi wezîr Fexr ul-Milk da zanîn ku ew xayin e û li wan dek dike.

Wezîr bi vê gotina wî şad bû, gumana wî ji ser Bedir rabû û emrê leşker kir ku êrîşî wî bikin. Ji dîlgirtina Hîlal û bi leztir qet hew dibû. Fexr ul-Milk jê va ku keleyê bide Bedir, wî [Hîlal] jî bi şertê ku bavê wî ne ji destê wî wê bigire erê kir û daxwaziya êminîyê ji bo diya xwe û kesên ku di keleyê de diman kir, wezîr jî ewleyî da wan.

Wî (wezîr) keleyê zeft kir, dest danî ser malê ku tê de bû. Tê gotin ku: ”Ew çel hezar budre dinar û çarsed budre dîrhem bûn[15] ji bilî cil, çek û gewherên hêja. Wezîr Fexr ul-Milk keleyê da Bedir û vegeriya Bexdayê.

 

Girtina Zahir[16] ibn Hîlal bi ser Şehrezorê ve

Bedrê kurê Hesnewîh ji Şehrezorê xwe berdabû Bexdayê cem serdarê leşker û nobetdaran danîbû ser Şehrezorê. Di sala 404/1013an de gava Hîlal Ibn Bedir girtîbû, hingê kurê wî Zahir çûbû ser Şehrezorê. Di nîvê salê de wî bi leşkerê Fexr ul-Milk re şer kir û wê [Şehrezorê] ji wan sitand. Wezîr xeber jê re şand, lome lê kirin û lê ferman kir ku hevalbendên wî yên dîl hemû berde, wî ew berdan û Şehrezor jî di destê wî de ma.

 

Kuştina Bedrê kurê Hesenwîh û Hîlalê kurê wî

Pişt re mezinê çiya[17] Bedir ibn Hesenwîh çû ser Hesen îbn Mesudê Kurd[18] da ku welatê wî vegire. Wî ew li keleya kusceyê[19] xiste hesarê, Hesara wî dirêj ajot, hevalên wî pê re xayin derketin û şêwra kuştina wî kir. Cureqaniyan[20] ku bavikekî kurdan bû karê kuştina wî girt ser xwe, wan ew kuşt û bi lez çûn ketin ber emrê xwediyê Hemedanê Şems ud-Dewle[21] îbn Fexr ud-Dewle.

Dema nûçeya kuştina Bedir gihîşt Zahirê kurê Hîlal ku hingê ji ber wî (Bedir) reviyabû herêma Şehrezorê, lê xist hat ku milkê xwe bi paş ve bistîne. Şems ud-Dewle pê re şer kir, ew şikand, dîl girt, li Hemedanê xist hebsê û dest danî ser aqarên wî.

Kurdên kurî (el-kurî)[22] û şadincanî ketin ber fermana Ebû Şewk ku Hingê bavê wî Hîlal ibn Bedir jî li Bexdayê li cem Siltanê dewletê girtîbû. Wî ew berda, leşker pê re amade kir ku here welatê xwe ji Şems ud-Dewle bistîne. Şems ud-Dewle rabû avêt ser, ew şikand, hêsîr kir, pişt re ew kuşt û leşkerên wî jî şikestî zivirî Bexdayê.

Di ber deshilatdarîya Bedir de Sabûrxwast, Dinewer Birûcird/Birûgird,[23] Nehawend, Esterabaz/Esterabad, hinek deverên herêma Ehwazê, hinek navçe û keleyên herêmên din hebûn. Ew mirovekî dadmend pir qencîxwaz û himetbilind bû. Dema ew û kurê wî Hîlal mirin, nebiyê wî Zahir jî li Hemedanê li cem Şems ud-Dewle girtîbû.

 

Kuştina Zahir/Tahir ibn Hîlal û destdanîna Ebû Şewk ser welat û deshilata wan 

Ebû Feth Mihamed îbn ‘Enan/Enaz mîrê kurdên şadincanî/ Şazincanî bû û Hulwan di destê wî de bû.  Nêzî bîst salî ew li wê derê mezinê eşîra xwe bû. Wî di wîlayet û deverên çiya de gelek tengî û zoriyê ji Bedr ibn Hesnewîh û kurê wî re derdixist.

Gava ew di sala 401/1010an de mir, hingê kurê wî Ebû Şewk ket cihê wî û ji aliyê Bexdayê ve leşker kişîya ser.

Ebû Şewk çû şerê wan, lê şikiya û wan jî nehişt here Hulwanê heya ku nava wî û wezîr Fexr ul-Milkê ku Beha ud-Dewle, piştî Emîd ul-Ciyûş ew anîbû ser Iraqê, xweş nebû. Dû re Şems ud-Dewle ibn Fexr ud-Dewle ibn Buweyh, Zahir/Tahir ibn Hîlal ibn Bedir ji xwe re da sondê, ew berda û danî ser welatê wî yê Çiya û ew kir mezinê gelê wî.

Di navbera wî û Ebû Şewkê xwediyê Hulwan û Sehlê de gelşeke kevn hebû. Zahir/Tahir rabû leşker da hev, çû şerê Ebû Şewk, ew şikand û birayê wî Sadiyê kurê Mihemed kuşt. Pişt re careke din leşker civand û çû ser Ebû Şewk, dîsa zora wî bir û ew ji Hulwanê derxist. Tahir/Zahir dest danî ser temamê bestê û li Nehrewanê rûnişt, lê çendakî dû re ew li hev hatin û Zahir bi xweha Ebû Şewk re zewicî.

Pes dema Zahir/Tahir li Ebû Şewk ewle bû û pişta xwe dayê, wî bi dizî avêt ser û heyfa birayê xwe jê hilanî. Hevalên wî (Zahir) ew birin li gorîstanên Bexdayê veşartin û Ebû Şewk jî erdê wî hemî zeft kir û heya Dînewerê pê ve çû.

Di sala 414/1023an de dema ‘Ela ud-Dewle ibn Kakewîh[24] bi ser Hemedanê ve girt, wê xist bin destê xwe ku ji xwe hingê leşkerê Şems ud-Dewle îbn Buweyh[25] jî şikîyabû, rabû berê xwe da Dinewerê, wê ji destê Ebû Şewk derxist û pişt re çû Sabûrxwast û deverên din jî zeft kir. Wî da pey rêça Ebû Şewk, lê siltanê Bexdayê Mişeref ud-Dewle doza bexşandina Ebû Şewk li ‘Ela ud-Dewle kir ku li ser vê ew ji pey zivirî.

Di sala 420/1029’an de dema Xuziyan/Oxuziyan avêt ser Reyê, hingê wan Hemedan jî zeft kir û li wan der û dorên Esterabadê û gundên Dinewerê xirecir derxist. Wî çaxî Ebû Feth ibn Ebû Şewk derket çû şerê wan, ew şikandin û gelek ji wan dîl girtin. Pişt re ew li ser berdana dîlên wan bi wan re li hev hat û ew bi paş ve zivirîn.

Di sala 430/1038an de Ebû Şewk avêt ser yek ji devera Çiya ya bi navê Qermîsînê/ Kermanşahê û xwediyê wê ku kurdekî terhî[26] bû, girt. Birayê wî jî ji tirsa Ebû Şewk çû keleya ermeniyan û xwe tê de parast. Hingê bajarê Xolencanê[27] jî yê wan bû, Ebû Şewk rabû leşker şand ser wan jî lê leşkerê wî bi ser neket û ew bi paş ve zivirîn.

Dû re wî leşkerekî din hazir kir û di heman rojê de şand ku pêşîbirrê ji leşkerê wan bistînin. Ew di derkenarên herêmên ermenîyan de bihurîn, terşên wan talan kirin, kesên ku ketin ber wan kuştin û pê ve çûn heya ku gihan Xolencanê û wan ji nedî ve bi ser ve girt. Gelê bajêr ewleyî ji wan xwest, lê hêza pawandêr di keleya nîvê bajêr de xwe parast ku wan jî dora wê girt û di zilqadeya wê salê (430/1038) de dest danîn ser wê.

 

Çavkanî:

[1] Ebû Cafer Hecac ibn Hurmiz (m. 400/1010) cihgirê Beha ud-Dewle yê Iraqê bû ku ew danîbû ser şerê ereb û kurdan û di dema ´Adud ud-Dewle de jî serdar û pêşengekî wî bû. Ew ji karûbarê şer û cengê re şareza û xurt bû û gelekî mêrxas, ramanrast, zihintûj û himetbilind bû ku dû re çû Ehwazê û piştî sed û pênc salîya xwe lê wê derê mir. Bnr. Ibn Kesîr, b. n., 11/258, sal 400/1010.

[2] Ew Ebû Ebas ibn Wasilê (m. 397/1006) bû ku xwedîyê Sîraf û Besreyê bû, lê serê pêşî li Kerxê xizmet dikir ku hingê ji hevalên xwe re digot ew dê bibe desthilatdar lê hevalên wî pê dikenîyan. Dem û dewran derbasbû ew bû xwedîyê Sîraf û Besereyê û çû Bethaya Ehwazê ji Mihezib ud-Dewle Elî ibn Nesir sitand ku dû re Beha ud-Dewle zora wî bir û ew kuşt. Bnr. Ibn Kesîr, b. n., 11/254, sal 397/1006. 

[3] Li gor Îbn Esîr “Ebû Fetih îbn ‘Enaz” e. Bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl, 9/214. Ev Ebû Feth Mihemed ibn Enaz di sala 381/991ê de li Hulwanê û herêmên dora wê desthilatadrîyekê damezrandibû ku piştî wî jî kurê wî Hisam ud-Dewle Faris Ebu ş-Şewk û birayê xwe Ebu l-Macid Mihelhil ew berfirehtir kiribûn û vê mîrnişînîyê heya sala 500-501/1106-1107an domandibû. Dû re piştî wan jî Şerf ud-Dewle Sa´dî ibn Ebu ş-Şewk Faris ibn Mihemed ibn Enaz hatîye ser hikim ku hinek xirecirên wî bi Ibrahîm Yenalê birayê Tuxrul Begê selçûqî re jî çêbûne. Bnr. Ferest Mer´î, b. n., r. 343-421; M. E. Zekî, b. n., 2/126-130; Baba Merdûx Rûhanî, b. n., 2/199-103.

[4] Li gorî Îbn Esîr navê wî “Îsa îbn şazî” ye, bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/215. Ew Ebû ’Îsa Şazî/Şadî ibn Mihemedê Kurd ku li gorî Ebû Şuca´ Ruzrawerî navê wî Ebû Îsa Saferî bû, ew katibê Nasir ud-Dewle Ebû Necim Bedir ibn Hesnewî bû û di bûyera navbera Ebû Cafer ibn Hurmiz û ´Emîd ul-Ciyuş de bi Bedir re çûbû ser hêzîn ´Emîd ul-Ciyûş ku Ebû Feth Mihemed ibn Enazê kurd ê serekê eşîra şazincanîyan/şadincanîyan serdarê mezin yê spaha ´Emîd ul-Ciyûş bû. Ebû Şuca´ Ruzrawerî, Zeyla Tecarubê, b. n., 3/299.  

[5] Elî ibn Mezyedê Esedî: ew Mîr Sin ud-Dewle Ebû Hesen Elî (m. 408/1018) ibn Mezyedê Esedîyê serdarê mezyedîyên xwediyê Hilleyê yê pêşî bû ku yekî mêrxas bû û bi ceng û bûyerên xwe yên bi dibeysîyan re dihat nasîn ta ku di sala 403/1013yan de Fexr ud-Dewle Biweyhî ew danî ser karûbarê cezîreya dibeysîyan jî lê xwe zêde li wê derê ranegirt û mîrîtîya wî jî hew li hawîrdorê Hilleyê ma. Bnr. Xeyredîn Ziriklî, E´lam, Dar ul-´Ilm lil-Melayîn, Beyrût, çap 13, 1998, 5/22.

[6] Rafi‘ îbn Me‘anê ‘Uqeylî: Li gorî Ibn Xeldûn ew Rafi‘ ibn Mihemed ibn Me´an e ku mezin û serdarekî ´uqeylî yî ereb bû û xwedîyê deverên rojhilatê Dicle û keleyên Metîre û Beredanê bû. Ebû Feth çûbû xwe lê girtibû, çunkî gava Bedir ew ji Hulwan û Kermanşahê derxistibû wî jî xwe avêtibû cem Ebû Feth ibn Mihemed ibn Enazê Şazincanî. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1845

[7] Çendî ku di tekstê de jî weha ye lê me cihekî bi navê Miqeled yan Miqled nedît, ji ber vê jî ez bawerim di hevokê de tevlîhevî heye. Çunkî Miqeled navê serdarekî Miseybîb bû ne navê cihekî bû ku li gorî vê jî divê hevok weha be: “. . . û li wê derê bi Miqeledê miseyibî re bû yek”.

[8] Cenab: navê cihekî ye li erdê Kelbê Semaweyê ku dikeve navbera Iraq û Şamê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/190.

[9] Cundeysabûr/Gundêşapûr: Bajarekî Xûzistanê ye ku Şahpûrê kurê Erdeşêr ew ava kirîye, Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/198.

[10] Li gor Îbn Esîr “el-Madî” ye, bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/ 214

[11] Li gor Ibn Esîr “Esedabaz” e, ku bajarekî nêzîkî Hemedan, Qesr ul-Lusûs û Dînewerê ye û navê gundekî ser Beyheqa herêma Nîsabûrê/Nîşapûrê ye jî. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/214; Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/210. Îcar Esterabad: jî herêmeke mezin î navdar e ku li ser Teberistanê ye û dikeve navbera Sarîye û Curcanê/Gurcanê.  Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/207.

[12] Fexr ul-Milk: ew Ebû Xalib Mihemed ibn Elî ibn Xelef Fexr ul-Milkê (353-407/965-1016) Wezîrê Beha ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû ku jê re Sîrafî jî dihat gotin. Ew li Wasitê bûbû û lê gihabû ku yek ji mezintirîn wezîrê biweyhîyan bû û piştî Emîd ul-Ciyûş bûbû desthilatdarê Iraqê jî. Herweha wî wezîrtîya Siltan ud-Dewleyê kurê Beha ud-Dewle jî kiribû, lê pişt re ji ber şaşîyeke wî ya mezin ew kuştibû. Bnr. Xeyredînê Ziriklî [Zirkî], El-E´lam, b. n., 6/274.

[13] Sabûrxwast/Şapûrxwast: devereke navbera Xûzîstan û Isfehanê ye, Yaqût, b. n., 3/167.

[14] Li gorî Ibn Esîr “Hîlal li ser vê gotinê dikeve şubhê ku Ebû Îsa wî dixapîne û radibe wî dikuje, lê paşê poşman dibe”. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/215)

[15] Li gorî Ibn Esîr “Çel hezar budre dîrhem û çarsed budre dînar bûn. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, 9/216. Budreyek dehhezar dîrhem e, yan jî kîsekî ku dehhezar dîrhem (dirav) tê de ne. Bnr. Mevlût Sarı, el-Mewarid Arapçe-Türkçe Lûgat, Bahar Yayınları, Istanbul, n. d., r. 79.

[16] Li gor Îbn Esîr “Tahir” e. ku ya rast jî ew e. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/221 

[17] Çendî ku Îbn Xeldûn di vir de “ceyl” yanî esil, eşîr, grûp gotiye jî lê li gor Îbn Esîr “cebel” yanî çiya ye û diyar e ku weha rasttir e jî, çunkî hem di paş de ev peyv careke din wek “cebel” tê û hem jî ger ew ne “cebel” yan jî “cîbal” be hingê tu mane nade. Ji xwe Bedir jî navdarê bi nasnavê “Mîrê Çiyan” e. Bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/218

[18] Li gor Îbn Esîr “Hiseyn îbn Mesûdê Kurd” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl fî t-Tarîx, b. n., 9/218. Hiseyn ibn Mesûdê Kurd: ew xwedîyê devera Koş Xeda/Kosehda ber çemê Sefîdrûdê bû û hawîrdorên wê jî di destê wî de bûn. Mixabin ku me agahên berfirehtir li ser vî deshilatdarê kurd nedît.  

[19] Li gor Îbn Esîr “Kosehd” e, bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl fî t-Tarîx, 9/218.

[20] Cureqan/Cûreqanî/Cûzeqanî/Cûzekanî: li gorî çapên Ibn Esîr: A “Cûreqan” e, C, P, H û 1 jî Cûzeqan e, bnr. Ibn el-Esîr b. n., 9/248, not 5 û 9/351, sal 405/1014; li gorî M. E. Zekî jî Cûzeqan/Cûzekan e ku ya rastî jî ew e, çunkî hem navê gundekî Hemedanê ye û hem jî navê eşîreke kurdan e ku li kêleka Hulwanê dimînin, lê li gorî Mesûdî jî weke Ibn Xeldûn eşîreke kurdan bi navê Cureqan jî heye ku ev jî ew e . M. E. Zekî, b. n., 2/83; Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/213; Mesûdî, Tenbîh ul-Eşraf, Dar ul-Mekteb el-Hilal, 1993, Beyrût, r. 96.

[21] Şems ud-Dewle: ew Şems ud- dewle ibn Fexr ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû.

[22] Li gor Îbn Esîr “Lurî” (el-Lurî) ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n, , 9/213

[23] Birûcird/Birûgird: bajarekî navbera Hemedan û Kercê ye ku berê weke gundekî bû, lê dû re wezîrê Ebû Dulef ew kir bajarekî pir bi xêrûbêr ku mêweyên wî bo herêmên din dihatin şandin. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/480.

[24] ‘Ela ud-Dewle ibn Kakewîh: Ew ´Ela ud-Dewle ibn Kakewî/Kakeyî Ebû Cafer Mihemed ibn Deşmenziyar ibn Rostem ibn Merzuban bû ku hîmdarê dewleta kakewîyên kurd bû û navê wê jî jixwe Dewleta Kakewî/Kakeyî bû. Ev desthilata kakeyîyan di sala 398/1007an de ji hêla ´Ela ud-Dewle Ebû Cafer Mihemed ve hatîye damezrandin û piçûk û mezin nêzîkî sedsalî li Hemedan, Rey û Isfehan û Yezdê hikim kirîye. Bnr. Merdûx Rûhanî, b. n., 2/105-110; Mehrdad Izady, b. n., r. 105; Islam Devletlerî, b. n., r. 225.

[25] Şems ud-Dewle: ew Şems ud-dewle Ebû Tahir ibn Fexr ud-Dewleyê Biweyhîyê desthilatdarê Hemedan û Kermanşahê bû ku di dema wî de xirecir derketibû û ji deshilatdarê Isfehanê Ela ud-Dewleyê Kakeyî alîkarî xwestibû û ew jî çûbû alîkarîya wî, lê dû re di sala 1023an de hikim jê sitandibû. el-Muncid, b. n., 392.

[26] Kurdên terhî: ya rastî bi navê Terhî min eşîrek yan jî bavikekî kurdan nedît, lê li gorî Ibn Esîr ew kurdên qohî/qûhî/kohî ne, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/230, sal 430.

[27] Xolencan: navê cih yan jî aqarekî ye li Hindê, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/465., li gorî Qezwînî gava meriv ji Şîrazê di rîya Babekê re here Kermanê navbera wan bîst ferseng (120km) e, bnr. Hemdulah Mistewfî Qezwînî, Nizhet ul-Qulûb, E. J. Berîl, Leyden/Holanda, 1913, 3/188.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev