Rewşa Dinyayê bi kurdî

Rewşa Dinyayê bi kurdî

Ji weşanên “Avetsa”yê:

(ZIMANÊ KURDÎ: NE ROJEK, HER ROJ!)

Nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên li ser Şerê Cîhanê ê Duyemîn ku di Hawarê de bi sernavê “Rewşa Dinyayê” çap bûne, bi eynî navî, wekî kitêb derketin.

Di destpêkê de Celadet Alî Bedirxan wiha dibêje: “Ji îro û pê de Hawar di her hejmara xwe de xwendevanên xwe li ser rewşa dinyayê wê serwext bike; û tiştên ko di nav mehê de çêbûne bi xurtî ji wan re bide zanîn. “Ji bo destpêkirinê emê bi şûn de vegerin û çavên xwe li bûyerên ko ji destpêka şer hetanî îro çêbûne bigerînin.”

Nivîsên di vê kitebê de di salên 1940an de di kovara Hawar de bi sernavê “Rewşa Dinyayê” hatine çapkirin. Nivîs tev de li ser bûyer û pêşketinên şerê cîhanê ê duyemîn in.

Rewşa Dinyayê
Celadet Alî Bedirxan
ISBN: 978-605-9082-79-2
13×19.5, 192 rûpel 16 TL

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî info@riataza.com

Qeydên dişibine hev